HEVALÊ MERIV BIRAYÊ BIJARTÎ YE

HEVALÊ MERIV BIRAYÊ BIJARTÎ YE

Fermo hozanekî kurdê êzdî heyranê dengbêjekî kurdekî êzdî ye û herdu jî heyranê miletê xwe kurdan û heyranê welatê xwe Kurdistanê ne.

Hunermend Aydin Ronak

Cara yekem di salên 1974an de, min û hunermend Dilgeş (Pîr Hiseyin) li Îskenderûnê hev dîtibû. Cara duemîn, di sala 1979 de me li Almanya hev dît. Hem Pîrê me bû û hem jî karê me yê hunerî heman kar bû, lewra jî dibû mebest ku em bibûn du biran, me ewqas ji hev hez dikir ku rêbaza mûzîka me jî folklora kurdî ya resen bû..

Herweha, wek vê gotina bav-kalan: “Birayê meriv, jixwe birayê meriv e, lê hevalê meriv birayê bijartî ye.” Herweha, malbat û biraderên me nasdikin, ew dizanin ku me heta çi radeyê ji hev hez dikir..

Lewra jî di sala 1992 de, ez li bajarê Bielefeld ê li mala kak Dilgeş bûm mêvan. Min pêşniyar kir, ku ew ji bil helbestên şoreşgerî, çend helbestên evînî jî binivsîne, lê ewî got:

“Min heta niha helbestên evînî nenivîsîne.”

Di wê gavê de, ew peyva wî bû elham û min hima wêga ev helbesta evînî ya ku niha li jêr e, nivîsî:

 

ÇEWA NIZANÎ BINVÎSÎ SER VÊ DELALÊ?

Çawa nizanî binvîsî ser vê delalê
Ser şeng û şoxê lo dîno, vê bejn û balê 
Şivên zêrîn in porê zer, sedef diranê
Ew canê bênav lo dîno, stêrka şevanê

 

Çawa nikarî ramîsî van rûkan, lêvan 
Bila wek îşev, ew li Ronak bibûya mêvan 
Da ber-pêsîr li vê gewrê bikira talan 
Dilgeş bihata hawarê, ez şêrê şêran

 

Çawa nizanî binvîsî ser vê delalê 
Ser şeng û şoxê lo dîno, vê bejn û balê 
Şivên zêrîn in porê zer, sedef diranê 
Ew canê bênav lo dîno, stêrka şevanê

 

Wê demê cenabê Dilgeş, ji min daxwaz kir ez helbestekê jibo evîna wî binivsînim. Herweha, min ser nexweşiya wî ya şekir jî helbestek nivîsîye. Ez dê wê jî demekê tomar bikim:

Gelek helbestên Hunermend Dilgeş, di asoya Kurdistanê de wekî stêrkên asîman geş dibirusin…

Nimûne Dayê Hêsîrê, Muxtaro, Biçûkê Canê, Bêrîvanê, Xeyda ji min xeyidiye û hwd. Ev berhemên Dilgeş wê her tim di nav çanda kurdî de dubare bibin…

Bila her bijî “nav û dengê” Dilgeş!
Her bijî Azadî û Serxwebûna Kurd û Kurdistanê!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev