Pîrê Şalyar

Pîrê Şalyar

Yaqûb Kurmanc

Pîrê Şalyar kurê yek ji rêber û muxên Zerdeştiyan bû ku li gor baweriya xelkê Hewramanê, gihiştibû radeya bilind ya manewiyet û arîşenê û hin mûcizeyên wî jî hebûn.

Hin zanistvan dibêjin ew di salên dawî yên imrê xwe de dînê Îslamê pejirandiye û tevahiya hewl û xebata wî ew bûye ku Îslamiyetê bi gel bide nasandin.

Hin kesan wî re digotin hekîm ji ber ku Pîrê Şalyar bi giyadermankan kesên nexweş derman dikir û gelek kesan jî ew wek helbestvan nas dikirin.

“Guhişt ce wateyî Pîrê Şalyar bû
Huşt ce kiyasteyî zanayê sîmiyar bû”.

Yanî “guh bide gotinên Pîrê Şalyar, ji bo têgihiştina nivîsarên Zerdeşt zana û hişmend be”

Yek ji rêûresmên kevnar ku li Hewraman tê lidarxistin, rêûresma “Daweta Pîrê Şalyar e”.

Xelkê Hewramanê çendîn û çend sal in ku vê rêûresma dîrokî nifş bi nifş bibîrtînin. Ev rêûresm her sal di 4 sibatê de di salvegera daweta Pîrê Şalyar de tê lidarxistin.

Keça Şahê Bîxarayê, Şabihar Xatûn ker û lal dibe û hemû hekîm ji dermankirina wê tengav dimînin. Paşa soz dide Pîrê Şalyar û bi wî re dibêje eger tu keça min Şabihar Xatûnê derman bikî, ez ê keça xwe bidim te.

Pîrê Şalyar bi alîkariya Xwedayê mezin Şabihar Xatûn’ê derman dike û ew bi hev re dizewicin. Bênavber dawata wan bi piştevaniya serokeşîr û axayan tê lidarxistin. Roja daweta Pîrê Şalyar li gel roja jidayîkbûna wî hevdem bû.

Ev cejn hêmayê hevdengî û yekitî û beşdariya gel e ji bo pêkanîna rêûresm û irf û edetên berê.

Her çend ku navê vê merasîmê dawet e, lê di rastiyê de Pîrê Şalyar merasîmeke ayînî û dînî ye ku tê de qurbanî dikin û dikevin zikiran û bo Xwedê lava û dua dikin.

 

Rêûresm di heft qonaxan de pêk tê:

 

1: Agahdarkirin:
Hefteyek berî ku merasim were lidarxistin, ciwanên gund li hev dicivin û derdank û firaxan tîjî gûz dikin û kom bi kom berê xwe didin malan û gûzên ku ji baxê Pîrê Şalyar hatine çinîn di nav gundiyan dabeş dikin û bi vî awayî xelkê gund agahdar dikin ku cejn nêzîk e.

Xelkê gund jî li şûna gûzan, derdanên ciwanan tijî ard, pîvaz û dexlûdan dikin da ko ew jî di pijandina girara xêrê ya roja merasimê de hevpar bibin.

 

2: Merasima Kote Kote:
Kote Kote bi wateya pey hevdu meşîn e. Zarok vê merasîmê pêk tînin. 5 rojan piştî merasima Agahdarkirinê yanî berêvara roja sêşemê, zarokên gund hebanan digirin dest xwe û bi bang û siloganan bilind dibêjin “Kote Kote” û diçin ber derê mala û şêniyên gund jî hebanên wan bi şekir û şêranî û kakilan dadigirin û zarok bi vê yekê pir kêfxweş dibin.

Ev merasima mezin û dîrokî bi gavên biçûk ya zarokan destpêdike. Ev jî tê wê wateyê ku ew zarok dema mezin dibin, zêdetir pêgirî vê merasimê dibin.

 

3: Merasima “Kilaw Roçinî”:
Berbanga roja cejnê, ciwanên gund sewalên berkêr ji bo qurbanî û berpêyîkirinê dibin mezargeha Pîrê Şalyar û Merasima Kilaw Roçinî bi cî tînin. Ciwan diqîrin û dibêjin.

“Kilaw Roçinî, Kilaw Roçinî”

Xelkê gund hişyar dikin.

Ev gotara navdar e ku ciwan bilêv dikin “Kilaw Roçinî be kor û kinaçî”. Di rastiyê de ev gotar amajeyî bi rojbûna Pîrê Şalyar dike.

Xwedanên malan jî vê yekê bi xêr û başî lê dinêrin û şêranî û mêweyan pêşkêşî ciwanan dikin û ji wan spas dikin.

 

Wateya Kilaw û Roçin:
Kilaw di zaravayê Hewramî de yanî kum û roçin jî bi wateya Rojin ango kulek e, di banê xaniyên berê de rojin çêdikirin dako hundirê malê ronî bibe.

Ciwanên gund diçin li ser banê malan û kumê xwe li rojinê de dadixin hundirê malê û bi wî awayî xebera destpêkirina cejnê bi şêniyên gund re radigihînin û şênî jî şekir û şêranî û mêweyan dixin kumên wan û bi wî awayî wan spas dikin.

4: Serjêkirina sewalan
Şêniyên gund diçin li ber mezargeha Pîrê Şalyar û ji bo lidarxistina erkên xwe amade dibin. Heman erkên ku bavûkalên wan 1000 salan berê niha lidardixistin.

Li gor edetên berê yekem sewal bi destê gurankarê hoza Paşa tê qurbankirin û piştî wê şênî bi alîkariya hevdu sewalên xwe serjê dikin.

Herwiha gurandin û pirtîkirina goştê sewalan jî bi destê hoza Yadigariya pêk tê û di nav beşdarvanan de belav dikin û goştê libermayî jî ji bo biraştinê dibin pêjxaneyê.

Hoza Heme Weyîs jî wekî berê girara merasîmê amade dikin. Ew girar bi navê girara “Heloşîn” navdar e.
Hemû bi coş û kelecan in, qey tu dibêjî hema dawet îro ye û ji bo yekem car e tê lidarxistin.
Divê her tişt bi dil û rêkûpêk be.

5: Ayîna Sema û serfandina xwarinê
Şêniyên gund û geştiyarên ku ji bo temaşekirina Semayê tên, li cihekî guncav rûdinin û li hêviya Semakirina hewramaniyan in.

Piştî xêlekê koma defjenan ku ji Hoza Şêxan ango Remetiyan in tên pêşberî temaşevanan disekinin û dest bi defjeniyê dikin.

Piştre rîsipî û mezinên Hewramanê mil bi mil û destê xwe dixin destê hevdu û govendê digerînin ku ew destgirtina wan nîşana yekitî û wekhevîyê ye.

Lîstikvan lingên xwe li gor teql û rîtma awazê bi hêdîka pêşve û paşve diavêjin.

Koma defjenan helbest û awazan di pesindariya Mihemmed pêxemberî de dixwînin û govendî jî bi dengekî zîz û bilind Ellah Ellah dibêjin û ew gelheya ku li wir kom dibin noqî Semayê dibin û pê eleqedar dibin.

Temaşevan tu carî vê hevahengî û yekitiyê jibîr nakin.

Roja bê jî bi heman şêweyî ev merasim Semayê dubare dibe.

 

6: Merasima Şevnîşt/şevbihêrk/Warasan
Her êl û tayfeyek berr û xalîçe û sicadeyên xwe hildidin û diçin ber derê mezargeha Pîrê Şalyar û di cihê ku taybetî rûniştina hoza wan in, radixin.

Di civatê de hinek mamosteyên dînî û zana û rewşenbîr di derbarê pêxember û mezinên Hewramanê û Pîrê Şalyar gotaran pêşkêş dikin û gel bi baldarî guhdariya gotarên wan dikin.

 

7: Merasima Tirbê
Hefteyekê piştî cejnê, şêniyên gund diçin ser tirba Pîrê Şalyar û miriyên xwe yên li goristanê û bi dua û lavayan û dabeşkirina nanê “Gête Mejge”, kilora Gête Mejge ji ard, kakilê gûzê û biharatên devera Hewramanê tê çêkirin û di nav Hewramiyan de nanekî pîroz e.

Di rastiyê de ev merasim ji sedî sed Kurdewarî ye û li berê da di nav Zerdeştiyan de ev merasim hebûye, lê bi hatina Îslamê hinek guhertin di vê merasîmê de çêbûne.

Merasim li gundê Hewramana Text tê lidarxistin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev