Nameyên evînî -65

Nameyên evînî -65

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***

Fikirek hate serê min. Ez ne bo wê ji te hez dikim, ku tu jî ji min hez biki. Ez ji te hez dikim, ji ber ku tiştê herî xweş li cihanê ji te hezkirin e. 

***

Şev baş qurbana te bim. Ev zêdeyî çar salan e em her ro jîyaneke bextewar dijîn, nabe ku ev jîyana me berdewam nebe. Ji ber ku biryara wê jîyanê em didin, em jî yek mejû, yek dil û yek ruh in.

***

Ez zêde venaxum û hundurê min vala ye, xenji evîna te tiştek din tune. 

***

Çiqas ji te bawer im, ji tu kesî ewqas ne bawer im. Ji xwe jî!

 

Ev wêne Bedoyê Miko ji pencereya mala xwe a li Amedê girtîye.   

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev