Ji nimûneyên zargotina me – 170

Ji nimûneyên zargotina me – 170

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedheftêyî me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên li wir çapbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

SERÊ KOTANÊ

 

Serê kotanê heze,

Binê kotanê heze,

Xwedê qewatê bide gayê dêlgeveze.

Horovêl ho, ho, ho…

 

Serê kotanê çive,

Binê kotanê çive,

Min jê çinî gopal û şive.

Horovêl ho, ho, ho…

 

Serê kotanê bîye,

Binê kotanê bîye,

Lê diçêrin berx û mîye.

Horovêl ho, ho, ho…

 

Serê kotanê geşe,

Binê kotanê geşe,

Xwedê qewatê bide gayê Keleşe.

Horovêl ho, ho, ho…

 

DERÊ KOLXOZÊ

 

Derê kolxozê fireye,

Dergê wê zîve, zêrkildaye,

Cem firqê pesindaye,

Şîrin, şîrin mala meye.

 

Derê kolxozê mezine,

Qelem, defter, xwendine,

Xebatçîyê wê mêr û jinin,

Ew xweyê para mezinin.

 

Kolxoza me çayîr û çîmane,

Bi gul, bi sosin, bi rihane,

Tijî bax, baxçê rezane,

Rez jî para xevatçîyane.

 

BEDEWÊ

 

Bedewê, dilê min tu dila nahebîne,

Îro çende kewa gozel xeyîdîye –

Nizam çima refa nagerîne,

Kê dîye, kê bînaye,

Navbeyna du dila, çar çevada

Yek here welatê xerîba,

Yek jî li çasta Axbaranêda bimîne.

 

Baran barî ser şîlane,

Kevir-kuçik bibare hindar cînara,

Heçî kesê têkeve orta du dila, çar çeva,

Heft sala bikşîne êşa dev-dirana.

 

Gede lawikê min nav Tahare,

Qevza qemê kare-bare,

Lawiko cano, were mala bavê min evdalê –

Sûretekî min tera sêve, yek hinare.

 

Evî Erezî guşe-guşe,

Kevirê ortê tim qirûşe,

Kê dîtîye, kê bînaye –

Gede lawikê min bejin bilindî, çuxê reşe.

 

Kawê, min nizanibû dilî waye,

Min serê xwe nedikir tu xetayê, tu belaye,

-Êtîmo, were destê xwe bide derê çivt memikê min,

Malê dinê çî terane.

 

Hey merûmê,

Lawikê min dike karke,

Wê mala xwe ji kavilê gundê me barke,

Kesekê xudanê xêrê tune,

Lawik ji minra ha hevalke.

 

Zewal gede!

Diçî welatê xerîba,

Min bibe xwera,

Ezê şîvhespê biçinim hespê tera.

Herkê der û cînarê me rastî me tên,

Pirsa min ji te dikin,

Bê – êtîma malaye,

Minê xaykirîye xêra xwera.

 

Zewal gede!

Diçî welatê xerîba,

Min bîr neke,

Min sêveke xelatîke,

Berîya xweke,

Wexta diçî welatê xerîbîyê,

Bîna te teng dibe,

Derxe,

Eşqa min û xwera qasekê lê mêzeke.

 

Berfekê barî, çiya qila kir,

Werdekê avê gola di şêlû kir,

Bira kurê qomsî neyar bimire,

Par vî çaxî kewa di gozel

Ber dilika xortê çê bû,

Îsal sala pêra –

Destê kotî şindokê mêra avzarî kir.

 

Girîdax ber bi dunê,

Sûret sor bûne, xal ketinê,

Par vî çaxî memikê kewa min tunebûn –

Îsal vî çaxî hatine ber ketinê.

 

Ez sekinîbûm derê malê,

Yar derketibû ber qelaxê,

Min çev kirê – werê,

Got: -Bira bimîne êvarê.

 

GEDE LAWIKO

 

Gede lawikê min pişta xwe da bara,

Koloz xar kir lola cara,

Simbêl bada lola yara.

 

Tola xasîya min sekinî ser sivderê,

Qerewil da ber dêrî.

Qerewilo, xudanê bavê min bike –

Ser sêrî erdê kevî,

Herdu dest bişkê,

Herdu çev derê.

 

Min li hafê gulê bînê,

Çi steyrka pêwir-mêzînê,

Lawiko qurba, evîntîya min û te

Bûye evîntîya Mem û Zînê.

 

Lawiko qurba, çi kulîlka nav çadira,

Wê şîn dike hefe zinêr nav kevira,

Pêş xelqêva ezê diçimê gef û gura,

Lê paşê xelqê nadime koma her pênc bira.

 

Wey paleyo, palegiro,

Serê kêlendîya te zengilo,

Gava dibe germa nava nîvro,

Lawiko qurba, de tu were –

Ezê şera serê xwe vekim,

Tera têkim sî-çadiro.

 

Çiyayê Elegezê bi gongile,

Qeregolê miqabile,

Wey terezê, hergê dixwezî bizanibî –

Minê yarek girtîye,

Hezar hevê forma te rindtire.

 

Me derketîye hîva sava,

Keçikê, kulmalê, hîv sekinîye,

Bextê minra naçe ava,

Minê sondekê xarîye, adekê pêra –

Gere sala îsalin mala bavê teda bivime zeva.

* * *

Ez gulim, gula sorim,

Qerefîla donzde morim,

Kengê navê gede lawikê min tê –

Baskê min tune pê bifirim.

 

Ezê sêvim – sêva terim,

Qerefîla panzde perim,

Ji derdê gede lawikê xwe –

Qudûmê min tune pê bifirim.

 

Ezê dûza gerîyam li pesarîya,

Ezê hatime bal şivana, nava kerîya,

Lawikê min ne li wir bû,

Huba dilê min jî firîya.

 

Foto: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev