Xidirnebî an jî Xidireylaz

Xidirnebî an jî Xidireylaz

Me di 169 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Xidirnebî an jî Xidireylazraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê di demeke kurt da wê ji alîyê weşanxaneya DOZê li Stembolê çap bibe. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 170

 

Qedir û hurmeta Xidirnebî an jî Xidireylaz di nav gel da wek qedir û hurmeta Melekê Taûs e, ji ber ku ew jî di qilxê teyrede da, carna jî di qilxê merivan da li me dîyar dibe û hesab dibe Xwedayê ekindarîyê û bereketê.

Xidirnebî merivekî dîrokî bûye, esker bûye, bi esilê xwe va yûnanî bûye. Wek ku miletê şahidê şerê Alêksandr Makêdon, wisa jî miletê kurd, ku şahidê şerê Xidirnebî bûye, li ser wî gelek evsane derxistîye.

Gorî qisebendeke êzdîyan Xidirnebî ji Gurcistanê keçek revandîye, lema jî ew ber çavên gurcan reş e.

Gorî destana êzdîyan ”Xidireylaz” ewî êzdîyan ji gelek xeta û belayan xilaz kirîye, ew bextewar kirîye û kirîye bin perr û baskên Melekê Taûs.

Di nav êzdîyan da Xidirnebî ruhekî qenc e, ew carna di qilxê teyrê sipî da, li ser hespê xwe siyarbûyî şerê ruhên xirab dike, merivan ji qezîya û bedbextîyan xilaz dike.

Xidirnebî di folklora kurdî da wek Xwedayê ekindarîyê û bereketê tê ber çavan. Xidirnebî gelekî mînanî Sûrb Sargîsê ermenîyan e.

Bal ermenîyan, gorî Gr. Xapansyan, Sûrb Sargîs Xwedayê mirinê û xuliqînê ye, ango ew karê Ara Gêxêsîkê berdewam dike[1].

Dîndarên êzdîyan heta niha jî Xidirnebî dihebînin, boy xatirê wî her sal ji 23 meha sibatê destpêkirî qurbanan didin, sê rojan rojîyan digirin, eyd û erefatên dînî derbaz dikin.

Di folklora kurdî da derheqa hatina Xidirnebî da kilam derxistine û di wan da xuya dibe, ku ew ji ezmanan peyayî ser erdê bûye û bi xwe ra kulîlkên buhuştê anîye:

 

”Xidirnebî, were, di nav cinetê ra were

Bi pîvong, ser hêşinayê ra were

Were, were, îdî bihar e

Tu bereketê bîne bi xwe ra”[2].

 

Di rojîyan da teşteke tijî ar datanîn ser nivînên sitêrrê û bawer dikirin, ku îza (rêç) simên hespê Xidirnebî wê ser arê sipî bimîne. Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku hema rêça simên hespê wî xuya bû, ew mal wê destxwe da dewlemend û bextewar be, mal wê bi zaroyan va tije be.

Di rojîyan da êzdîyan ne dixwer, ne vedixwer, di wan rojan da razana bi jinê ra guneh dihate hesibandin.

Roja çara piştî eydana Xidirnebî kurdan bi ar dîwarên malê, sitûn û kêranên ban nexş dikirin. Qîzan, kuran û pîran xewnên xwe şirove dikirin, ka kê çawa xeyalan dike, ku wê Xidirnebî bibîne – di dema ew di ezmanan da difire, an jî îdî peyayî li ser erdê bûye, bi hêrs e, yan beşerxweş e, dema ew ji ezmanan peya bû, siteyrk şa bûn, an melûl bûn, hîv vedibeşirî an na?

Ev edet di nav ermenîyan da jî belavbûyî bû. Di Cavaxkê da: ”Milet ji van rojîyan ra dibêje rojîyên Sûrb Sargîs û roja şemîyê diçine dêrê û eyda wî bimbarek dikin. Di nav van pênc rojan da merivên wisa dikarî bibînî, ku di rojê da hinek kişmiş xwerine, an jî rojî girtine”[3].

Bi bawerîya êzdîyan ruh û Melek derengê şevê ji ezmanan dadikevine erdê.

Wê rojê ji şebeqê heta êvara dereng êzdî diçine malên hev, bêy ku silav û kilav li hev bikin, pey hev dikine gazî: ”Eyda te bimbarek pîroz be”.

Mêvanên hatî dor bi dor diçine rûyên neferên malê, paşê rûdinên nanê eydê dixun, li hinek cîyan li def û zurneyê dixistin, direqisîn, distiran û heta şev nîvê şevê şa dibûn. Keç û xort bona bigihîjine mirazên xwe, hey li ezmanan dinihêrîn, bona Xidirnebî bibînin ka ew çawa hildifire ezmanan, lê kalemêr berê xwe didane ezmanan bona bizanibin ka wê salê ekinê çawa be.

Ew eyd herdem derbaharê dihate derbazkirinê, dema dinya hişyar dibe.

 

Wêne: Rebwar K Tahir

 

Riataza

 

[1] Gr.Xapansyan. Bawermendîya Ara Gêxêsîk. Yêrêvan, sal 1945, rûpel 83.

[2] Yê gotîye binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ahmê Çolo ye. Xudanê vê pirtûkê sala 1939an ji zarê wî girtîye.

[3] Yê.Lalayan. Cavaxk. Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê, sal 1987, rûpel 274.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev