
27ê çileya paşin sala 2019an li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê KNKS kongreya xwe a 23an derbaz kir. Li jêr em protokola kongreyê raberî we dikin:
Protokola Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed ya 23an
Rojev
- Vekirina kongreyê
- Hilbijartina dîwanê
- Xwendina raporan
- Rapora xebatê
- Rapora aborî
- Minaqeşeyên li ser raporan
- Azadkirina KK ya ji berpirsîyarîyê
- Hilbijartina endamên KK
- Hilbijartina nûnerên Federasyonê
- Biryar û pêşnîyaz
- Dawî
&1- Ji alîyê Ali Kut serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Ali Kut li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra KNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e.
Beşdarên kongreyê ji bo pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.
Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.
&2- Mistefa Aydogan û Kamil Sümbül ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.
&4- Rapora xebatê ji alîyê Ali Kut ve hat xwendin.
&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soran ve hat pêşkêşkirin.
&6- Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexnên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.
&7– Endamên KKyê yên di Kongreya 20î de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 23an de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.
&8– Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:
Ali Kut, Têmûrê Xelîl, Zinar Soran, Kamil Sümbül û Îbrahîm Îbrahîm
&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.
&10- Di xala pêşnîyaz û biryaran de ev pêşnîyaz hatin kirin:
- Xurtkirina karên girêdayî malpera Komeleyê ve.
- Nivîsîna daxuyanîyên li ser bûyerên kurdistanî û şandina wan ya ji bo deverên eleqedar
- Bikarînana sosyalmedyayê ya bi awayekê çalaktir
Komîteya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed di nav xwe de kar û bar parve kir. Ev kes di rêvebirîya Komeleyê da hatine hilbijartin:
Endamên esîl:
Serokê Komeleyê: Ali Kut
Sêkrêtarê Komeleyê Têmûrê Xelîl
Berpirsiyarê aborî Zinar Soran
Cîgir:
Kamil Sümbül û Îbrahîm Îbrahîm
Ji alîyê malpera Riataza da
Malpera Riataza Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed pîroz dike! Ji bo malpera me serbilindî ye, ku berpirsyarê me Têmûrê Xelîl careke din hate hilbijartin wek sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed.
Foto: Berpirsyarê Radyoya Aştî Hacî Kardoxî
Riataza