Mîrê Êzdîyan kirasguhastî bû

Mîrê Êzdîyan kirasguhastî bû

SERSAXÎ!

Özzengin Seyhmus

 

Mîrê kurdên êzdîyan, Mîr Tehsîn Beg îro li Elmanya koça dawî kir.

Mîr Tehsîn Beg, di sala 1933an de hatiye dinyayê, piştî koça dawî ya bavê wî bûye mîrê kurdên Êzdî li Kurdistanê.

Mîr Tehsîn Beg, di sala 1962an de çûye Ewropayê û li demekê li Almanya û Brîtanyayê maye.

Di 1970yî de li rex Barzanîyê Mezin beşdarî Şoreşa Îlonê bû û cihê xwe di nava refên Pêşmerge û serkirdeyên wê serdemê da girt.

Di sala 1975an de derbasî Îranê bû. Di sala 1976-1981ê de vegeriya Kurdistanê. Piştî êrîşa rêxistina DAIŞê li ser Şengalê cihê xwe ligel Serok Barzanî girt û piştevaniya Pêşmergeyên Şengalê kir.

Serê Kurd û Kurdistanîyan û bi taybet serê kurdên Êzdî sax be. Êzdan cenabê wî li buhuşta nûr biparêze.

Malbata Mîr Tahsîn Beg û heyeta Rûhanî a kurdên Êzdî, sê rojan li Elmanya/Hannover şîna xwe danîne. Piştî bidawîanîna şînê, wê terme Mîr Tahsîn Beg bi belafirek taybet ku hikûmeta Kurdistan amade kirîye, dibin Kurdistan.

Mîr Tehsîn Beg xwedan pêgeh û roleke civakî û olî ya berçav bû. Di xebata kurdiniyê bi taybet di Şoreşa Îlonê de jî xwedan roleka berçav bû.

Serê malbata Mîr Tehsîn Beg, mirovên wî, her wiha Civata Rûhanî ya Êzîdiyan û tevahiya kurdên êzîdî û gelê Kurdistanê sax be.

Êzdan cenabê Mîr Tahsîn beg bi başî û qencîyên wî bibexşîne.

 

Ji navê malpera Riataza

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza bi dilekî kovan û xemgîn serxweşîyê dide gelê kurd bona wefatbûna Mîrê Êzdîyan Tehsîn Beg.

Bira cîyê wî di nava nûra cinetê da be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev