Nivîseke balkêş ji ronakbîrekî hêja

Nivîseke balkêş ji ronakbîrekî hêja

Roşan Lezgîn

Siyasetkarek li tembûrê bide û bistrê, em wek mezîyet dibînin ku dikare di warê muzîkê de jî xwe îfade bike. Herwisa, eger çîrokan binivîse û wekî kitêb bide weşandin, hingê dîsa em wî siyasetkarî xwedîyê qabilîyeka mezin dibînin ku dikare di warê edebîyatê de jî hespê xwe bibezîne.

Helbet siyasetkarek li rex karê xwe yê siyasetê dikare bibe hemser û bavekî baş; dikare bibe akademîsyen û mamosta; dikare bibe muzîsyen û resam; dikare bibe şaîr, çîroknus û romannus; dikare bibe heykeltraş, wênekêş…

Lêbelê eger nivîskar, zimannas, edîb; şaîr, çîroknus, romanusekî me derheqê meseleyeka siyasî de fikrê xwe beyan bike yan jî siyasetê rexne bike, hingê mîna ku qantir zaye bi me ecêb tê, heta ku em jê re dikin qebhet!…

Li van salan di nav miletê me de kultureka wisa hate çêkirin ku ji nivîskaran re dibêjin “Nivîskarîya xwe bike, tu li ser ziman bixebite, îşê te bi siyasetê neketiye!…”

Helbet ji nivîskarên mîlîtan ku mîna berdevkên hereketên siyasî tevdigerin re nabêjin. Ji yên serbixwe ku wijdanê gel temsîl dikin û li ser hesabê neteweyê fikrê xwe beyan dikin re dibêjin.

Gelî milet!
Çawa ku mafê siyasetkaran heye ji derveyî siyasetê jî hinde fealîyetan bikin, hingê nivîskar û edîb û hunermend jî dikarin fikrê xwe yê siyasî beyan bikin. Nexwe dê çawa muwazene çêbibe? Dê çawa pêşîya me zelal be?

Hem em rê nadin kes fikrê xwe beyan bike, ji qewlê Edward Said ve, em wek qerdîyanên metnên muqedes êrîş dikin hem jî em dibêjin ji nav kurdan roşinbîr dernayên!

https://www.facebook.com/rlezgin/posts/2272107973001061

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev