Keçeke pîroz, rojeke pîroz… Rojbûna “Gula malperê” pîroz be!

Keçeke pîroz, rojeke pîroz… Rojbûna “Gula malperê” pîroz be!

Îro bo malbeta Nura Şane û bo malpera me rojeke pîroz e!

Îro em rojbûna Gula malpera me Nura Şane pîroz dikin û emê zûtirekê herwiha pirtûka wê jî pîroz bikin, ku wê îsal çap bibe û hemû berhemên tê da di rûpelên malpera me da çap bûne.

Wek îzbateke bêhempabûna wê pirtûka delal em bêjin, ku wênekêşên kurd yên herî binavûdeng Rebwar K Tahir û Xalid Satar wêneyên bergên pirtûkê yên pêşin û dawî amade kirine û ew berhem wê ji alîyê weşanxaneyeke binavûdeng da çap bibe.

Nura Şane bi kurdîya xwe û jîyana xwe a kurdewarî van gotinên, ku bûne weke benîştê devê gelek kurdên Bakur, pûç û vala derdixe û van gotinan tenê xweefûkirina bo neaxivîn an jî nezanibûna kurdî dihesibîne: ”sîyaseta asîmîlasyonê”, ”zordarîya dewletê li ser zimanê me”, ”qedexeyên li ser çand û edebîyeta me” û hwd.

Ji çar salan zêdetir e nivîskara malpera me Nura Şane him bi ciwanîya xwe, him jî bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va ronahîya malpera me geş kirîye.

Ev keça delal a bi kurmancîyeke xweş, bi zanebûnên kûr, bi xwendina bilind, haydara edebîyet û hunermedîya cihanê du rêzenivîsên malpera me bi sernavên ”Pirsa we û bersîva me” û “Nameyên evînî” bi rê va dibe, piranîya wêneyên wan jî gorî mijarê bi xwe çê dike.

Xênji wê, ew keça mînanî findê ronahîyê dide çanda me, 17 rêzenivîsên bi sernavê ”Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da” amade kirîye û di rûpelên malpera me da çap kirîye.

Nura Şane herwiha gotarên delal, wek ”Ez li xwe hesiyam ku nimêja xwe bi kurdî dikim…” (http://krd.riataza.com/2017/06/22/ez-li-xwe-hesiyam-ku-nimeja-xwe-bi-kurdi-dikim/ ), “Qenckirina nexweşîyan bi dermanên kurmancî” (http://krd.riataza.com/2016/11/28/qenckirina-nexwesiyan-bi-dermanen-kurmanci/), ”Carina êşa ji dil ji zewqa here mezin jî xweştir e” (http://krd.riataza.com/2017/08/04/carina-esa-ji-dil-ji-zewqa-xwes-ji-mezintir-e/) û yên din nivîsîne.

Bi pîrozkirina rojbûna vê delalê ra tevayî, malpera me sipasîya malbeta Nura Şane dike bona keçeke wisa perwerde kirîye, ku bi karê xwe va weke ku zora wan hemû astengîyên dewletê birîye, ku danîne himberî zimanê me, çand û edebîyeta me.

 

Wêne ji bergên pirtûka Nura Şane hatine nitirandin. Bergê pêşin wênekêşê navdar Xalid Satar amade kirîye, bergê piştê wênekêşê navdar Rebwer K Tahir amade kirîye.

 

Desteya rêvebir ya malpera Riataza ji navê hemû xebatkar û xwendevanên xwe rojbûna Nura Şane bi dil pîroz dike, jê ra bextekî baş, paşerojeke bextewar, jîyaneke gulvedayî dixweze.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev