Mihemedê kurd û hin çîrokên din -28

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -28

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Mihemed destûr ji wan xwest û berê xwe da qonaxa xwe. Wî hemû gotinên mîr û axaftina di navbera wan de ji Nuzhatê re got. Nuzhetê got:

“Ka tu çawa xwe li ber vî xaînê rezîl radigirî, destûrê bide ez wî îmha bikim, mîratê lê rakim û te li dewsa wî bikim şahê welêt”.

”Ger tu bikaribî tiştekî wisa bikî, bike”. Mihemed got, ”Heke tu tiştekî nekî, xilasbûna min ji destê wî tune”.

”Sebir bike”, wê got. ”Ez ê daxwaza wî bi cîh bînim, dû re tê bibînî ka çi diqewime”. Pey re Nuzhet vegeriya ser dotmîran û ji wan re got:

“Planeke min a nuwaze heye, ku ez ê bi planê ûrta wî xayînî biqelînim. Lê ji bo wê divê hûn bihêlin Mihemed çil rojî bi min re be ku plan pêk bê. Dû wê erkê, Mîrê ji holê rabe û Mihemedê were dewsa wî. Destûra we heye?”

”Eger bi tenê çil roj be, erê helbet destûr heye”, gotin. Mihemed û prensesan ew şeva xwe bi serfirazî û dilxweşî buhurandin.

Sibetirê, Nuzhetê dest bi ger û seyrana welêt kir, ku Mihemed tiştekî wisa nedixwest. Mihemed bêyî ku wext derbas be, dixwest dest bi çêkirina qesrê bikin. Nuzhatê li wê rewşa Mihemed nihêrî û got:

”Qet meqehire, ez ê ji te re wextê avakirina qesrê bêjim, hêj wext nehatiye”. Wan jî rojên xwe li gor dilê xwe, bi kêfxweşî û serfirazî buhurandin. Dîsa rojekê, Nuzhetê xwest herin nêçîrê, ku Mihemed dîsa qala hindikmayîna zemên kir. Li gorî Mihemed, heke avakirina qesrê biqediya, wê gelek wextê wan hebûya ji bo seyr û nêçîrê. Lê dotmîrê dîsa lê vegerand:

“Na na bona çêkirina qesrê gelek wextê me heye, tu wê nefikire, were em bi dilê xwe dem û wextê xwe derbas bikin”.

Bi wî awayî wan sî û neh rojên xwe bihurandin; rojek ger û geşt, rojek nêçîr, rojek keştivanî û herwisa roj hat gihîşt roja çila.

Şeva sî û neha kete fikr û fikara, gelekî xemgîn bû û Nuzhat anî oda xwe, bi lava û rica xwe avêtê û gotê:

”Wey jinik bide xatirê Xwedê, ger tê bikaribî qesrê ava bikî, bike, heke nikaribî tiştekî bêje, ku qenebe em birevin, xwe ji mirinê xilas bikin”.

”Rabe ser xwe û tiştekî netirse”, wê got. ”Min emrê çêkirina qesrekê daye, dema hazir bû, yê werin û me agahdar bikin. Heta wê çaxê li kêfa xwe binêre û xemgîn nebe. Mihemedê min! divê tu bizanî, ku tu li ba min gelekî delalî, qedr û qîmeta te mezin e, Xwedê neke, tiştek were serê te ez jî nikarim bê te bijîm.”

Bi wan gotinan Mihemed hinekî rihet bû. Ger em vegerin Mîr Gulnar, ew jî her ro, sibê zû ji xewê radibû, derdiket ser banê qesrê, li qiraxê behrê dinhêrî. Her roj tesele dikir, ka çêkirina qesrê dest pê kiriye yan na. Dema wî roja sî û neha dît qet xîmê qesrê jî nehatiye kolandin, kêfxweş bû û got:

“Em wê carê ser ketin, ka tê vê carê çawa ji destê min xilas bî û wan prensesan ji min birevînî”.

Şeva dawî, Nuzhatê xwest Mihemed têxe xeweke giran û bo wê jî hinek spîyaw hilda, avête ser Mihemed. Dû re derket ser qesrê, tiliyeke xwe li ser gustîlka xwe bir û anî, ku destxwe cinekî mezin ê koleyê gustîlê derket û got:

“Emir bike Xanima min, tu çi bixwezî ez ê wê bikim”. Pey re Nuzhatê got:

“Ez dixwazim tu li devê behrê qesrekê çêkî. Qesreke wisa ku tûxle û kerpîçên wê ji zêr û zîv bin, wê nêzîkê kîlometreyek ji qesra Mîr Gulnar dûr be û qesir wê bi hemû cure darên dinyayê bê xemilandin. Û divê tu van hemû tişta beriya avêtina şeveqê biqedînî”.

Piştî wan gotinên Nuzhatê, “ser serê min” got cin. Wî cinî emir da heftê hezar karkerên xwe, ku ew heftê hezar xebatkar di navbera çav neqînekê de amade bin.

Wî emir da deh hezara, ku herin zêr û zîvê li ser rûyê dinyayê berhevkin, deh hezar şandin kolandina xîm, deh hezar lêkirina dîwaran, deh hezar çûn anîna gul û çîçekên dinyayê û bi hezaran jî karên din. Hêj du saet mabû, sibe safî bibe, wezîfên xwe anîn cîh, qesir ava kirin.

Pey re derket hemberî Nuzhat ûz Zemanê û got:

“Xanima min, qesir amade ye”. “Gelekî baş e”, wê got, “lê tiştek maye. Daxwaza min ew e, ku tu li qeraxê behrê kelekeke ewqas mezin çê bikî, ku hemû malmezin û giregirên mîrekiyê bikaribin lê siyar bin. Dû re tê maseyekê jî li ser kelekê çêkî, ku hemû cure xurek li ser masê hazir bin û ew kelek jî wê bi qesrê ve girêdayî be”.

Cin destra dest bi karê xwe kir, hemû daxwazên wê anîn cîh. Dema şeveqê avêt, Nuzhatê çû, deng li Mihemed kir, aveke golî jê re anî, Mihemed dest û serçavê xwe şûşt. Mihemed bêyî ku xebera wî ji tiştekî hebe, bi halekî perîşan û belengaz li dotmîrê nihêrî, ku divê wê rojê bersîvek bidana Mîr Gulnar.

Nuzhatê destê wî girt û ew derxist ser banê qesrê û qesra li devê behrê nîşanê wî kir. Ronahiya rojê, ku roj hêj nû hildahat, li zêr û zîv dixist, ku birqa zêr û zîv dîmeneke nuwaze dianî holê.

Mihemed çend cara çavên xwe miz dan, bawer nedikir, ku ew rastiyek be û li hemberê wî be. Vegeriya li Nuzhatê nihêrî, jîrî û profesyonaliya karkerên wê hate aqlê wî, dû re dotmîr hilda hemêza xwe û ew hemêz kir.

Nuzhatê gotê, ku li hespê xwe siyar be û here cem mîr, jê re bêje:

“Mîrê mîran, wek te emir kir, qesra te hazir amade ye. Rica min ew e, ku cenabê te û hemû mezinên mîrekiyê bên qesra nû û bibin mêvanê min”.

Mihemed jî gotina wê kir, li hespê xwe siyar bû û berê xwe da qesra mîr. Ji herçar aliyên bajêr, milet bona dîtina qesra nû ber bi devê behrê diherikîn, ku dengê qelebalixiyê bala mîr kişandibû. Wî jî pirsî ka çi diqewime, ew dengê çiye. Wezîr Muşîr gotê:

“Mîrê min ew qesra cenabê te dixwest hazir û nazir e. Lava û rica dikim, êdî dev ji hest, hewes û kuştina wî camêrî berdin, ku kes nikare bi wî re serederiyê derxe”.

Wezîr jî baş dizanibû, ku di vê dinyayê de av û rizqê Mîr Gulnar gelek nemaye, ha îro, ha sibê.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev