
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
***
Carina di bernameyên Tv da minaqeşe hene ser mêr û jinan, ku mêr gelek salan ji jina xwe mezintir e û hemû minaqeşe li dora xanî, pere, hebûn, milk dizivire. Hîç şika tu kesî tune, ku dibe ew bûne evîndarên hev û ji hevdu hez dikin. Eger ha berdewam bibe, ez û tu li cihanê yên herî serketî ne.
***
Qurbana te bim, her saniye bi dilêşî li benda te bûm û tu wek guleke bêhnxweş hatî.
Jîyana te ne monoton e, tu diwestî, lema bi te va wisa xuya dibe.
Ezê xwe qurbana te bikim, ku tu rehet razêyî ezîza min, şev baş dilê min.
***
Çavên min tije bûn, lê zêde hundurê min weke ku ji evînê germ bû.
Hîseke xweş bû, min texmîn kir ku pir paqij bû.
Jîyan bi te ra jîyan e, cihan bi te ra cihan e…
Riataza