
Helbest: Luqman Mahmoud
Wergerandin ji erebî: Cankurd
Ez jîna xwe digudînim
Ez im çemê birîndar
Di zevînê mirî de
Nameya min a avê heye
Kuve biçim şopa min heye
Min serî li nijadê xwe hilda
Ku ez kesera avan bi cîh bînim
Min bo nijada xwe got
Kesera avan hişkî ye
Min hemî rehên xwe birrîn
Di taqîkirina azadiyê de
Da ez di hembêza biharekê de bimirim
Ya ku piştrast
(Ya ku ten veniştî)
An jî di hembêza payîzekê de
Ku piştxûz e
Nalîna bavpîrên min
(Bavpîrên min pêl in)
Min disojîne, min dikuje
Ji hezaran sal de
Çiku ta niha min nebihîstî
Ku birayekî ji birayên min
(Birayên min Pêşvehatin û paşveçûna deryayin)
Serkeftin bi cîh aniye
Di revê de
Di rizgarkirina xwe de
Her eve, yê ku ez dixwazim
Ey nijada min avî
Ku ez bi tenê xwe bimirim
Û ez bi we re nebim girtiyekî herheyî
Di zireyê de.
Riataza