Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin

Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Hiqûq, roja ku însanetî qewimî, jiyana bi hev re û civakî dest pê kiriye, ket nav jiyana însana. Loma jî dîroka hiqûqê gelek kevn e.

 

Mirov dikare  gelek terîfên hiqûqê bike. Gelek vekiriye ku dema civat nebe, însan bi hev re jiyan nekin ji hiqûqê nayê qal kirin. Loma jî hiqûqa her civatekê heye û cûda ye. Gor şertên civatan, gor efkar, naveroka jiyana wan civatan, hiqûq çê dibe; gora şertên nû  pêş dikeve, kamil û realîza dibe û sîstematîkekê qezenç dike.

 

Loma jî, ji hiquqa dewletan, ji hiqûqa eşîretan, ji hiqaqa miletan, ji hiqûqa neteweyî û navneyteweyî,  ji hiqûqa partiyên siyasî, ji hiqûqa weqfan, ji hiqûqa ticarî/şirketan, ji hiqûqa jinan û mêran, ji hiqûqa medenî, û.w.d qal tê kirin.

 

Di hemandem de dema mirov ji hiqûqê qal bike: Ji hiqûqa nivîskî qal nake. Lewra hiqûq bes bi niviskî çê nabe..

 

Mirov dikare ji du kategoriyên hiqûqê qal bike. Kategoriyeke hiqûqê, hiqûqa niviskî ye. Kategoriya duyemîn ya hiqûqê jî, hiqûqa xwezayî û ne niviskî ye.

 

Hiqûqa niviskî, bi li Împaratoriya Romayê çêbûye. Hemû dewlet û împeratoriyên din yên li dinyayê jî,  ji wan model wergirtine.

 

Lê hiqûqa devkî, her civatek bi di nav meş û pêwendiyên civakî û hewcedariya civatê de çê dike..

 

Heger miletek xwediyê dewlet be, bi giranî hiqûqa niviskî derbas dibe. Ciyê ku hiqûqa niviskî bersîv neda, wê demê serî li hiqûqa devkî û civakî tê xistin.

 

Neteweya kurd, xwediyê dewleta xwe nîne. Ji bona vê jî li Kurdistanê hiqûqa niviskî, hiqûqa dagirker û kolonyalîstan e.

 

Lê ji derveyî hiqûqa kolonyalîstan, di nav miletê kurd de hiqûqa civakî û devkî û edetî heye û gelek jî xurt e.

 

Bes li Başûrê Kurdistanê hiqûqa niviskî û devkî û civakî û edetî bi hev re dimeşe.

 

Loma gelek aşkere ye ku, ji bona kesekî, malbatekê, cirantiyê, çîn û tebeqeyan, eşîretekê, miletekî, dewleteekê hiqûq gelek girîng e. Heta bi wateyeke din, însan, malbat, cîrantî, eşîret, millet, dewlet  hiqûq e.

 

Dema însanek, malbatek, cîranek, eşîretek, çîn û tebeqeyek, milet, dewlet xwediyê hiqûqa nebe li wir tevlıhevî û anarşî dibe. Wê demê rêzgirtin, hak û hiqûq parastin mimkun nabe. Bêhiqûqî dibe sedema nekokî, pêwendiyên nexweş û şer.

 

Ew jî di heman dem de xeter dibe, zirar dide.

 

Loma jî hiqûq, pêkvejiyan e. Pêkvejiyeneke aram û wekhev û bi edalet e.

 

Wek tê zanîn Kurdistan ji aliyê dewletên kolonyalîst de hatiye dagirkirin û parçe kirin. Loma jî hiqûqa di navbeyna hemû parçeyan de û di rêxistinên hemû parçeyan de bi hev re û di nav xwe de gelek girîng e. Pêwîst e ku dema em ji hiqûqa nevxwe re rêz negrin dewletên, kolonyalîst gelek bi hêsanî dikarin di nav me de provokasyonan û şerê navxwe û dijitiyê di nav me de li dar xin.

 

Divê her parçeyeke Kurdistanê ji hiqûqa parçeyên din re, her rêxistineke Kurdistanê ji rêxistina Kurdistanê û rêxistinên parçeyên din re rêzgirtî bin. Dema ev hiqûqa bimeşe, wê demê di navbeyna her parçeyên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê de biratî, hevkarî, aramî, wekhevî, edalet pêk tê.

 

Ceribandina Kuırdistanê jî vê yekê nîşan dide.

 

 

JI HİQÛQA PARÇEYAN RE RÊZGİRTIN TÊ ÇI WATEYÊ…

Divê her parçeyek Kurdistanê, destwerdana îradeya parçeyên din neke. Rê û rêbaza ji aliyê parçeyekê de hatiye diyar kirin, divê ji aliyê parçeyên din yên Kurdistanê re rêzgirtî bin.

 

Hemû partiyên Kurdistanê, serokên Kurdistanê, sîstem û pergela Kurdistanê rewa bipejirîn.

 

Partî û rêxistineke Kurdistanê, divê ji derveyî parçeyê xwe li parçeyên din yên Kurdistanê xwe çi bi dizî û çi jî vekirî rêxistin neke.

 

Partiyên Kurdistanê ji hevûdu re alîkar û piştgir bin. Gor hiqûqa biratî di navpeywendiyê de bin û bi hev re tifaq bikin.

 

Partieyek Kurdistanê bi dewleteke dagirket re, li dijî parçeyê din nekeve nav pêwendiyan.

 

Di pratîka Başurê Kurdistanê de jî, divê ji Serok, Hikûmet, Meclîs, hiqûqa wan re rêzgirtî bin.. Hiqûqa wan binpê neke.

 

LI DEWLETA KURDISTANA MEHABADÊ MÎNAKEKE BAŞ YA HİQÛQÊ DI NAVBEYNA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DE 

Dewleta Kurdistan ya Mehabadê, dewleteke kurdistanî bû. Temsîla hemû parçeyên Kurdistanê dikir. Lewra berpirsiyarên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî avakirina dewletê bûN. Hemû rêxistin û hemwelatiyên Kurdistanê jî, Jİ Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê wek dewleta xwe nas kirin. Jê re îtiat kirin û jê re piştgirî kirin.

 

Bi taybetî jî Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, di damezrandina dewletê de xwediyê giranî û berpirsiyarî û temsîleke giran bûn. Hêza çekdar ya dewletê, hêza serok Mele Mistefa Barzanî bû. Loma jî bû wezîrê bergirî û serleşkerê dewletê.

 

Dema ku berpirsiyar, rêxistinên Kurdistanê ji dewleta Kurdistanê re piştgirî kirin û bi berpirsiyarî beşdarî dewletê bûn, ji hiqûaq, ji makezagona, ji pergel û rejîma dewletê re rêzgirtî bûn. Bê qeyid şert ji Meclîs û hikûmeta Kurdistan û serokdewlet Pêşewa Qazî Mihemed re îtiat kirin. Hiqûqa dewletê nas kirin.

 

Bi taybetî helwesta Serok Mele Mistefa Barzanî ya hiqûqî di dewleta Kurdistanê de dersdar, ibretî, balkêş, hewcedarî rêzgirtinê ye. Serok Barzanî her çiqas xwediyê hêza çekdar bû jî, bê qeyid û şert serokatiya Pêşawa Qazî Mihemed, PDK Îranê, Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê pejirand. Hemû biryarên dewletê û Pêşawa Qazî Mihemed pêk anî. Bê hiqûqî nekir.

 

DI VÊ MIJARÊ DE PIRSGIRÊK PKK YE

Hezar mixabin di vê mijara bingehî de, kurd bi PKKê re xwediyê problemeke mezin in. Ev problema li hemû beşên Kurdistanê heye. Bi taybetî jî di vê merheleyê de li Başurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê hebûna PKKê, xeteriyeke mezin teşkîl dike.

 

Sedema vê yekê jî PKKê rêxistineke Kurdistanê nîne. Rêxistina dewletên kolonyalîst e, an jî bi wateyeke din di bin xizmeta dewletên kolonyalîst de ye. Lê li derûdora xwe kurd civandine.

 

Loma ji hiqûq û îradeya her parçeyekê re rêzgirtî nîne. Hiqûqa her parçeyeke Kurdistanê binpê dike. Li hemû parçeyên Kurdistanê partî û rêxistinên Kurdistanê, serokên Kurdistanê rewa nabîne. Bi şidet û bi çek ji bona ku wan tasfiye bike êriş dike.

 

Li her parçeyeke Kurdistanê li ser navê xwe rêxistin ava dike. Li aleyha neteweya kurd û Kurdistanê bi dewletên kolonyalîst re pêwendî çê dike, li ser navê wan êriş dike. Ceraibandina Kurdistanê tijî êrîşên PKKê ne.

 

PKKê, rejîm û pergala, hikûmeta û meclîsa Başûrê Kurdistan nas nake, rewa nabîne. Rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan dike.

 

Gund îşgal kiriye. Gundiyan binçav dike. Ji gundiyan bac/xeracê bi zorê digre. Di navbeybana gundan de mûrakebeyê çê dike, nahêle ku gundî bi rehetî biçin gundên xwe. Nêzikî gundan beregehan ava dike, ew jî dibe sedema êrişên dewleta Tirk.

 

Girîngtir in mijar ew e ku Şengal dagirkiriye.

 

 

DIVÊ HIKÛMETA KURDISTANÊ PÊŞIYA VÊ XETERIYÊ BIGRE Û PKK JI KURDISTANÊ DERXE

 

Min gelek caran li ser ev mijara girîng analîz kirin, rexne anîn ser zimên, ji bona çareserî pêşniyar pêşkêş kirin. Hezar mixabin di van rojên dawî de bûyerên li Başûrê Kurdistanê carek din aciliyeta vê pirsê derxist holê.

Şêladizê çi bû em di Kurdistan24an de bibînin.

“Piştî ku li nahiya Şêladizê ya ser bi qeza Amêdiyê ve xwepêşandanek ji bo şermezarkirina kuştina welatiyên sivîl û daxwazkirin ji Sûpayê Tirkiye û hêzên PKK, ku ji navçeyên wan dûrkevin û şerê xwe bibin derveyî navçeyên wan, êdî xelkê sivîl ê navçeyê nebe qurbanî hatibû rêkxistin, hejmarek ji xwepêşanderan arasteya xwepîşandanê guhert û çûn e ser binkeyek serbazî ya Sûpayê Tirkiye û hin otombêlên serbazî şewitandin.

 

Xelkê navçeyê li dema xwepêşandanê daxwaz ji Sûpayê Tirkiye û hêzên PKK kir, navçeyên wan vala bikin û meydana şerê xwe ji xelkê sivîl dûr bikin û êdî xelkê navçeyê nekene qurbanî wan hevrikiyan.

Çendîn sal in xelkê navçeyên sînorî yên devera Amêdiyê bi sedema bombebarana balefirên şer ên Tirkiyê û hebûna PKK rastî rewşeke xerab bûn e. Ew jî bi sedema şehîd bûn û brîndarbûna welatiyên sivîl bi sedema  topbaran û bombebaranên Tirkiyê û şewitandina rez û baxên wan. Herweha girtin û revandina runiştvanên gundên navçeyê ji aliyê hêzên PKK û bê behirkirina wan, ji jiyan û dahatê navçeyên xwe.”

Ev bûyera gelek xeter e. Di pêşeroj de ji provıokasyonên nû re dibe bingeh. Berpirsiyariya vê provokasyonê jî PKKê ye.

 

Hikûmeta Kurdistanê divê bi piştgiriya partiyên Kurdistanê û Hikûmeta Federal pêşiya vê xeteriyê bigre. Ev jî bi derxistina PKKê ji Başurê Kurdistanê dibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev