Ji nimûneyên zargotina me – 171

Ji nimûneyên zargotina me – 171

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedheftêyekê me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên li wir çapbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ZEVÎNGÊ

 

Çi zevînga derî gundda,

Vê zevîngê sor simil da,

Kê dîye, kê bînaye –

Kavilê gundada

Du hev dil hevda hevin

Yekê bişîne zozanê,

Yekê bimîne germa gundda.

 

Heylo lawiko, tu wê diçî

Min bîr neke,

Navê min qaşa gustîla xwe ke,

Herke diçî welatê xerîba,

Ez dikevim bîra teda –

Qasekî derxe lê temaşeke.

 

Vê sibê şebeqê dilê min nêze-nêze,

Agir ketîye mala Reco, goma pêze,

Çawa destê min girtine dane yekî dilê min naxweze.

 

Here gede lawiko,

Kuda diçî min bîr neke,

Min sêva sorke, berîya xweke,

Dûr û nêzîk hemû yeke,

Gava diçî şeherê Tilbîsê –

Derxe temaşeke.

 

Herê zozan nema min lê danî,

Kanîya Elegezê nema min av jê anî,

Herê kawê canê, çiya blinde te navînim,

Siyar siyar bûne, rê nacedînim,

Gava çevê min çevê kawa min dikeve,

Qudûmê çokê min dişkên.

 

DU ZERÎ

 

Du zerî ber derîkê mala bavê min û te rebenê bûne cote,

Xweska minê bizanbûya dev û lêvê di şekirî,

Xûşka biçûk ji ya mezinra çi digot:

Minê stêrka nola tevî-teyrokê di biharê li dû birêta.

 

Canê, canê, canê!

Du zerî ber derîkê mala bavê min bûn rêze,

Xûşka biçûk ji ya mezinra digot:

“Îşev mêvanekî hatîye mala bavê min û te

Rebenê, pir ezîze.

Ezê nizanim jêra çi pêşkêş, çi layîqî, çi cayîze,

Ezê ji şevekê nîvê şevanî pêda jêra teslîm bikim cotê zer memikan,

Şevê çilan û kanûnan dûvedirêje,

Rabe, rûnê pê bilîze”.

 

Canê, canê!

Du zerî ber derîkê mala bavê min û te rebenê duşurmîş bûn,

Baqê reşkezîyê henekirî nava mila tîş bi tîş bû,

Erê keçê, dînê, kulmalê, kulmalbavê,

Îsal sala heftane, dagerîyaye heyştaye,

Canê min evdala xadêra bi canê tera çurmîş bû.

 

Lê canê, lê canê!

Kubarê, xadê canê te bihelîne,

Kopek mêrê te bistîne,

Tu wê bûkê sê mehîbî,

Canê te qismetê canê min bî.

 

GEDE LAWIKÊ MIN ÇÛ

 

Gede lawikê min çû eskerîyê, derengî bû,

Caveke nebixêrî minra hatibû,

Divê: -Gede lawikê te revî roma îkincî bû,

Heya gede lawikê min bizvire bêyo,

Ferqek gulîya min reş bû, yek sipî bû.

 

Olo lawiko, gede lawikê min çûbû eskerîyê, dike bêyo,

Xudêyo, esker girane, nade rêyo,

Ezê xwe bavêm ber bextê mezinê vê dewletêyo,

Gede lawikê min bide xatirê vê dergûşêyo.

 

Ezê kirasekî çêkim belgê bîyê,

Ez merûmê şev-ro herim serê rê,

Roma qelpe-xayîn lawikê min girtîye,

Ez merûmê dîsa rûnêm li hîvîyê.

 

Kanîya gundê me hal-hale,

Destek xete, yek xezale,

Heçî gava lawikê min nayê male,

Êmîşê nav kaxetê min dihele.

 

Lawiko, dilê min pêlekane,

Siveye, çevê minî her çar riyane,

Heçî kesê bêje lawikê te

Mala bavê teda mêvane –

Ruhê keleş-kawê bi qurbane.

 

BERFEK BARÎ

 

Berfek barî kulîyê hûre,

Ber derîkê mala bavê xwelqê têlî delal kirî sûre,

Girtî welata jorîn Çapax cûre.

 

Kuro dîno, ezê bextê te û bavê te ketime,

Tu wê şevekê nîvê şevan û pêda

Destê xwe mavêje cote zer memike –

Emaneta xweyî cîkî dûre.

 

Ber derîkê mala keleş cana min mêywane bi trî,

Minê bala xwe da cotê marê reşe li binîda dimirî,

Par vî çaxî keleş gewra min dostika canê min bû,

Îsal pala xwe daye ser tara dergûşe –

Li halê min û xwe digirî.

 

Minê keleş lawkê xwe dî ber derîkê van hedada,

Şarî reşe, bûxî û pûskûl li sere, simbêl bada,

Heçî kesê nava berê min û keleş lawikê min bi xiravî xeber dide,

Xêr nebîne ji bav û bira, ji keç û kura,

Li wî alî dinyayê negihîje tu miraza.

 

Foto: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev