Pirsa kurdan di dema şerê hemcihanê yê duda da

Pirsa kurdan di dema şerê hemcihanê yê duda da

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê ”Pirsa kurda di dema şerê hemcihanê yê duda da” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 168an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 171

 

Serhildan li Kurdistana Îraqê. Di salên şerê hemcihanê yê duda da Kurdistana Îraqê bi wê yekê va berbiçev ket, ku li vira rewşa sîyasî sincirî bû û ji ber wê jî milet bi awakî eşkere rabû himberî desthilatdarîya Bexdadê ya dijî gel.

Di wan deman da rêxistina nasyonalîstîyê “Hîwa”, ku zabitên kurd yên pêşverû sala 1939a bingehê wê danîbûn, di nav gelê kurd da bi xurtî kar dikir. Mustefa Barzanî, ku wan dema li Suleymanîyê bû, bi endamên “Hîwa”ê ra pêwendî danîn û bi alîkarîya wan derbazî herêma Barzan bû.

Bahara sala 1943a M.Barzanî û hevalbendên wî plana serhildanê amade kirin û armanca wan ya sereke ew bû, ku bi kîsî bingehên cendirma yên navçeyên nêzîk pirsa kêmanîya çeka hel bikin. Di havîna sala 1943a li navçeyên Şîrwanî Mezin û Mêrgesûrê da 21 bingehên cendirma hatine zevtkirinê.

Rêxisitinên dêmokratîk û nasyonalîst piştgirîya M.Barzanî û hogirên wî kirin û wana destbi şêr kir. Xênji rêxistina “Hîwa” di salên şêr da li Kurdistanê ev rêxistinên kurda yên pêşverû jî kar dikirin: “Rizgarî”, “Şoreş”, “Yekîtî xebat” û yên mayîn. M.Barzanî ji hemû hêzên dêmokratîk yên Kurdistanê alîkarî xwest. Rêxistina “Hîwa” elam kir, ku ew tam piştgirîya M.Barzanî dike.

Di dawîya sala 1943a şervanên kurd gihîştine serketinên mezin. Hukumeta Nûrî Sehîd texmîn kir, ku plana wan ya bi awakî zû ji holê rakirina serhildana kurda bergê tiştekî nagire, qayîlîya xwe da bi hevra rûnên bona hevraxeberdana. Di dawîya çileya pêşin sala 1943a li Mêrge-Sûrê “zabitên pevgirêdanê” rastî M.Barzanî hatin û M.Barzanî ji navê serokatîya serhildanê van şertên ji bo sekinandina şêr raber kirin: 1) herêmeke taybetî bê sazkirinê bi bajarên Kîrkûkê, Êrbîlê, Suleymanîyê, Xaneqînê û Dihokê; 2) di hukumetê da gerekê kurdek hebe bona serkarîkirina navçeyên kurda; 3) alîkarê her wezîrekî gerekê kurd be; 4) zimanê kurdî wek resmî bê naskirinê; 5) li Kurdistanê rêforma aborî bê derbazkirinê.

7ê çileya paşin sala 1944a nûnerê hukumetê Mecîd Mehmûdê kurd hate navça serhildanê. Piştî hevraxeberdana, ku heftêkê kişand, li hev kirin û îzin dane Şêx Ahmed û serekên barzanîîya yên mayîn vegerine Barzanê.

Di peymana di navbera serokên serhildanê û hukumetê da dihate gotinê: 1) axa, ku şervanên kurd zevt kirine, bin kontrola wan da dimînin; 2) hemû kesên, ku bi serhildanê va girêdayî hatine girtinê, têne berdanê; 3) hemû çek di dest şervana da dimînin, herweha ew çek jî, ku wana di şêr da zevt kirine; 4) gerekê ewqas eşîya û xurek bişînine Kurdistanê, çiqas ku dişînine navçeyên mayîn; 5) serkarîkirina navçeyên kurda derbazî bin destê kurda dibe; 6) Kurdistana Îraqê di hêla çand û ronahîdarîyê da mafên otonom distîne; 7) hukumeta Îraqê pera berdida bona li Kurdistanê dibistan û nexweşxane bêne çêkirinê.

Rast e, hukumetê hinek gav avêtin bona razîkirina daxazên kurda, lê bi piranî xalên peymanê nehatine pêkanînê. Di sibata sala 1944a, piştî ku Barzanî çendekî li Bexdadê mabû, ji bo ku belayek neyê serê wî, ji paytext derket. Di sibata sala 1945a bona hevra razîkirina (koordînakirina) kar û barên xwe, Komîtêya azadîyê hate sazkirinê bi serokatîya M.Barzanî û heft zabitên, ku revîbûne navça serhildanê. Komîtêya azadîyê xebata xwe ya bona piştgirîya tevgera kurda berdewam dikir. Lê daxazên wê, ku hemû navçeyên kurda bi awakî hevgirtî şer bikin, bi ser ne ketin.

Di dawîya şerê hemcihanê yê duda (li Awropayê) nerazîbûnên di navbera Îngilîs-Îraqê û kurda da bi carekê va hatine sertkirinê. Herdu alîya eserên şêr bi awayên xwe qîmet dikirin. Kurda hêvîya xwe danîbû li ser sozdayînên Îngilîs, ku wê mafên wan bide, lê serokatîya Îraqê bi dilxwezî û alîklarîya Îngilîs bi destî çeka “problêma bakûr” ji holê rakir.

Di destpêka tebaxa sala 1945a hukumeta Îraqê biryar qebûl kir, ku destbi êrîşa li ser kurda bike. Gênêralê Îngilîs Rênton serokatî li ordîya 25 hezarê dikir, ku gerekê êrîş bibira ser kurda. Bin destê wê ordîyê da çend balafirên eskerî jî hebûn. Xênji wê, hukumetê himberî hêzên kurda (weke 5 hezar şervan) çend neyarên ji eşîra Barzanî jî bi kar anîn, ku di serokatîya eşîrê da bûn. Di van şerta da nûnerên tevgera kurda wek berê belevok û belgok bela dikirin, gazî temamîya gelê Îraqê dikirin, ku bi tevayî rabin himberî desthilatdarîya qiralîyeta Îraqê û piştovanên wan – împêrîyalîstên Brîtanîyayê.

Di dawîya îlona sala 1945a 24 kîlomêtra dûrî Barzanê şerekî giran qewimî. Pêşmergeha bela dijmin dayê û paşda vekişîyan. Rewş usa bû, ku eger şerê bi eskerên hukumetê û kirêkirîyan va berdewam bibûya, gelek xûnê bikişîya. Ji ber wê jî Barzanî biryar kir berê xwe bidne Kurdistana Îranê, ku wan dema li wir jî kurdên Îranê serî hildabûn û şerê ji bo rizgarîyê dikirin. Weke 10 hezar kurd, di nav wan da gelek jin, zaro, kalemêr û pîrejin di şertên gelekî dijwar da berê xwe dane sînorên Îraqê-Îranê. Çend hezar merî ji dest birçîbûnê û sur-sermê mirin.

Dawî serhildana Barzanî têk çû. Li Êrbîlê mehkema eskerî hate derbazkirinê, ku cezayên giran ji tevgelên serhildanê ra derxist. 35 kesa ra, di nav wan da Mustefa Barzanî, birayê wî Ahmed Barzanî, heft zabitên ordîya Îraqê û yên mayîn, gulle (gullekirin) derket, 80 merîya cezayên ji hev cuda xwerin. Karkirina hemû rêxistinên welatparêzîyê li Kurdistanê hate qedexekirinê.

Çend tevgelên serhildanê yên aktîv ra, zabitên berê yên ordîya Îraqê ra ceza kuştinê ya bi riya dardakirinê derket. Mêrxasên serhildana kurda bi mêranî berê xwe didane mirinê. Gava tevgelê serhildanê yê mêrxas, çawîş Mustefa Xoşnaw anîne ber daraxacê ku darda bikin, ewî berê xwe da celata û bi kubar got: “Celatno, ji xwedîyê xwe ra bêjin, ku xwîna min li erdê namîne! Ez bawerîya xwe bi hêza we naynim… Ez bi wê yekê va serbilind im, ku navê min wê di bîra wetenwarên min da bimîne û wê rex wan navan be, yên ku jîyana xwe dane rihîna Kurdistanê û bextewarîya wê”. Ev jî gotinên çawîş Izzet Ebdul Ezîz in: “Dara azayê bi xwîna min û hevalên min hatîye avdan. Ez bawerim, ku ew dar zûtirekê wê gulvede û ewê ji welatê min ra azayê û bextîyarîyê bîne! Bira bimrin împêrîyalîzm û xulamokên wan!”. Çawîş Xeyrûlle Ebdul Kerîm û milazim Mehmûd Qudsî jî bi mêranî berê xwe dane mirinê.

Çend seheta berî dardakirinê welatparêzên kurd bi tevayî ji gelê xwe ra nameyek nivîsîn:

“Xûşk û birayên ezîz!

Berî sehetekê behsa cezayê me yê kuştinê derket. Me biryar kir bi tevayî nameyekê ji we ra binivîsin. Gelî birano! 14 sehet ji jîyana me ya bin nîrê împêrîyalîzmê da hincirandî maye. Piştî wê benê celata wê qirka me biguvêşe.

Birano! Em bêhesab şa û kubar in, ku me deynê xwe yê ziyaretî ber miletê xwe yê şervan pêk anî.

Em bi hêvî ne, ku hûn bi hev bigrin, pişta xwe bidne pişta hev, bi mêrxasî şerê împêrîyalîzmê bikin, ku welatê me bindest kirîye. Bi wê yekê va hûnê wan hemû mileta û gela rizgar bikin, ku bin nîrê dijmin da dinalin.

Birano, dijminê me yê herî bi xedar – ew hurmeta hev negirtin e. Bi awakî berk derkevine dijî wê. Mirina me – ew delîleke here baş e bona berdewamkirina şerê ji bo rizgarkirina miletê kurd.

Hûn gerekê ji bo şeref û welatê xwe şer geş bikin. Gelê me wê ji sedî sed rizgar bibe!

Me, şervanên ji bo azadîyê, ji bo rizgarkirina gelê xwe çi ji destê me hat, kir. Roja ku em niha têdane, ango, piştî çend seheta wê me darda bikin, şehadata wê yekê ye!

Berê xwe bidne yekîtîyê û azayê!

Bira bijî gelê kurd, bira bijî Kurdistan!”(27).

Têkçûna serhildana kurdên Îraqê ji bo tevgera dêmokratîk ya Îraqê derbeke xedar bû. Lê dîsa jî, serhildanên salên 1943-1945a roleke mezin lîstin di karê bilindbûna xwefemdarîya kurda ya miletîyê da. Gazîyên serokên serhildanê yên derheqa şerê tevayî himberî împêrîyalîzmê û dijminên hundur him di nav kurda, him jî di nav ereba da bi dilgermî hatine qebûlkirinê.

 

Kurdistana Îranê di salên şêr da. Sala 1939a li Kurdistana Îranê rêxistina “Jîyana Kurdistanê” (JK) hate damezirandinê, ku karê wê yê sereke ew bû, ku bikaribe bernameyekê amade bike bona gelê kurd bicivîne ser hev seba dêmokratîyayê û bidestxistina mafê xwe şerkarîyê bikin. Navbenda wê rêxistinê Mehabad (Soûcbûlak) bû. Di serokatîya wê da 11 merî hebûn, 5 kes jî statuya wan ya navzadîyê hebû. Sêkrêtarê Komîtêya Navbendî ya wê partîyayê Ebdurehman Zabehî hate hilbijartinê, lê serokê wê Huseyn Herîngharî. Beşên JKê him li gund û bajarên Kurdistana Îranê, him jî yên Kurdistana Îraqê da hebûn. Jimara endamên JKê bi tevayî weke 5 hezar meriv bû. Armanca JKê ya sereke damezirandina Kurdistaneke serbixwe bû û gerekê ne tenê navçeyên kurdên Îranê biketine wê komara kurda, lê herweha yên Îraqê, Sûrîyê, Tirkîyê jî. Hatibû plankirinê hukumeta kurda saz bikin û bi wê armancê berbirî hukumetên Yekîtîya Sovyêt, Îngilîs û Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî bibin bona ew piştgirîya wan bikin û biryarek jî ew bû, ku nûnerên xwe yên bi nav û deng bişînine Moskvayê. Nav û dengê wê ji hemûyan pirtir li herêma Mukrî hebû. Lê Moskva bi awakî ne qenc li sazkirina rêxistineke usa dinihêrî. KGKD (Komîsarîyata Gelî ya Karên Der va) ya Yekîtîya Sovyêt û serekê wê li Moskvayê V.Molotov ser wê bawerîyê bûn, ku pirsa here sereke ew pêwendîyên normal in bi Îranê ra û gerekê xwe li prînsîpên tevnebûna nava karê ewê dewletê bigrin, seba xatirê pirsa kurda pêwendîyên Îranê-Sovêtîyê û danûsitendinên navnetewî li Asîya Roava nedine sertkirinê. Organa partîya JKê kovara “Nîştiman” tenê ji tîrmeha sala 1943a da destpê kir derkeve.

Dema ku eskerên dewletên hevalbend di tebaxa sala 1941ê ketine Kurdistana Îranê (herêma Mehabadê, ku Kurdistana Mukrî dihate hesibandin), hema bêje navça kurda ya otonom hate sazkirinê û serokatî jî di dest dadmendê ruhanî (hakimê olî) û serekbajarê Mehabadê Qazî Muhemmed da bû. Ewî bangawazîya xweserkarîkirina hundurîn û otonomîya çandî ji bo navçeyên kurda pêşda kişand û ew navçe perçekî Îranê dihesibandin.

Di nîsan-adara sala 1942a hukumeta Îranê kurdên bajarê Rizayê (Ûrmîyê) mecbûr kir serhildanê bikin. Sebebê wê yekê ew bû, ku xudêgiravî kurd bi “casûsên Sovêtîyê” ra pêwendî danîne, hazirîya xwe dibînin şerê binecîyên ostana Azirbêcana Roava bikin. Bi alîkarîya eskerên Sovêtîyê pêşîya xûnrêtina azirîya-kurda hate girtinê. Lê bin perda ku herêmê da aramî hebe, eskerên Îranê anîne Rizayê û çend navçeyên Kurdistana Îranê yên mayîn. Û piştî ku eskera hovîtîyên mezin kirin, wana sala 1943a navça serbixwe li Rizayê ji holê rakirin, ku sala 1941ê hatibû sazkirinê.

Di sala 1942a li Mehabadê beşa Partîya Gel ya Îranê Tûdê (partîya komûnîstîyê) saz bû, ku endamên wê ne pir bûn. Partîya “Jîyana Kurdistanê” diha zef bi dilê kurda bû, ji ber ku ew di bangawazî û belgokên xwe da bi xurtî derdikete dijî sîyaseta hukumeta Îranê ya hindava kurda da. Wek mînak, sala 1944a ew partîya ji navê kurdên Îranê de’w kir, ku hukumeta Saed ji ser text bê avîtin û destûra xebitandina nefta li bakûrê Îranê bidne Yekîtîya Sovyêt. Lê ev îdêayên ji alîyê JKê da pêşdakişandî bi dilê ne hemû kurda bû. Pareke serekeşîra dijî JKê bû, wana bi xurtî pêwendîyên xwe bi casûsîya welatên dereke ra danîbûn, ku li Kurdistana Îranê kar dikirin, derdiketine dijî hatina eskerên Îranê li gund û bajarên kurda û hazir bûn destbi berxwedaneke nû bikin. Ev hemû li Kurdistana Îranê rewşeke tevlihev saz dikir.

Xênji wê, serttîya li Kurdistana Îranê ji rûyê dijminatîya navxweyî jî bû. Wek mînak, sala 1944a di navbera serekê eşîra merîwan Mehmûd Kanîsanî, ku welîyê Merîwanê bû, û Mehmûd xan Dizlî da, ku serekê eşîra xoremana-dizlîya bû, pevçûn çê bû. Xoremanîya Kanîsanî gunehkar dikirin, ku ew piştgirîya dîwana Îranê dike, ji ber ku ew qayîl bûye ku eskerên Îranê bêne Merîwanê, û herweha ew pere xwerine, ku bona xweykirina cendirmîya bajêr berdabûn û herweha ewî di karê belakirina şekir di nav binecîyên Merîwanê û Xoremanê da neheqî kirîye. Di rastîyê da, ew pevçûn û yên wek wê, ji rûyê wê yekê dibûn, ku serekeşîr hewl didan hukumê xwe li Kurdistana Îranê bidne firekirinê.

Desteyên kurda yên çekdar bi serokatîya Mehmûd Reşîd xan di payîza sala 1944a li bajarê Banê di şerê bi eskerên Îranê ra bi mêranî ber xwe dan. Reşîd xan hewl dida bi şah û parlamêntarên meclîsê ra bê girêdanê bona bi wan ra hevraxeberdana derbaz bike û herweha berbirî konsûlxana Sovyêtî li Tewrêzê bû bona piştgirîyê. Konsûlxanê daxaza Reşîd xan bê bersîv hîşt. Di wan deman da ordîya Îranê zordarîya li ser Banê xurttir kir û desteyên Reşîd xan ji wir derxist. Dema kurd ji wir derdiketin, ser riya xwe bajar hildiweşandin. Wê demê Reşîd xan ji îngilîsa jî alîkarî xwest bona bajarê Senendecê zevt bike, lê wana jî daxaza wî bi cî ne anîn.

Di çirîya paşin sala 1944a nûnerê serekwezîr Saed – Fehîmî şandine Kurdistana Îranê, bona bi serekeşîrên kurda ra hevraxeberdana derbaz bike û rewşa bi xeter ya di herêmê da sazbûyî çareser bike. Ew çû çend bajara (Mîandoabê, Mehabadê, Bokanê, Sekkizê û yên mayîn). Di dema qiseyên xwe yên bi serokên kurda ra ewî elam dikir, ku hukumeta Îranê tefekûrîya parastina yekîtî û serxwebûna dewletê da ne. Ji ber wê jî Fehîmî ber kurda pêşnîyar kir bi serokatîya navbendî ra bikevine nava hevrakarkirinê û ewê jî hindava xweda hemû mafên kurda biparêze. Fehîmî ji her serekeşîrekî ra sehetek da û wana da bawerkirinê, ku dêlêgasyoneke taybetî wê bê Kurdistana Îranê bona daxazên kurda di cî da pêk bîne, piranî jî wê guhdarîya taybetî dayne ser pirsên malhebûnî-aborî (bilindkirina qîmetê kirîna titûnê, binecîya bi çayê û şekir va bide razîkirinê, bona parastina sînorên welêt meaşê bide kurda û h.w.d.).

Bi vî awayî, rewş li Kurdistana Îranê hema bêje seqirî bû, lê nerehetîyek dihate texmînkirinê. Lê ew rewş sala 1943a sert bû. Bin hukumê pêvajoyên gihîştî yên li di navçeyên kurda yên Îraqê û Tirkîyê da, ku cînarên Kurdistana Îranê bûn, di herêma kurdên Îranê da jî rêxistinên sîyasî dihatine sazkirinê, bi wê ra tevayî şerê eşîr û qebîla yên navxweyî û berxwedana himberî hukumeta Îranê zêde dibûn. Rast e, Tehranê hindava kurda da sîyaseta helandinê dida derbazkirinê, lê dîsa jî kurda reng û rûyê xwe yê miletîyê parast. Di wî alî da ewê yekê jî alî kurda kir, ku di dema şerê hemcihanê yê duda da ji kurda ra firsend çê bibû, ku bi xwe serkarîyê li navçeyên Kurdistana Îranê bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev