Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî – 1

Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî – 1

Çîrok û Serpêhatî
Amadekar: Necat Keskin

Avesta, hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di kovara “Roja Nû” de çap bûne berhev dike û di sê cildan de diweşîne. Kitêba yekem “Çîrok û serpêhatî” ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine amadekirin.

Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi weşana xwe dike. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê demê di Hawar û Ronahîyê de jî dinivîse.

Roja Nû, ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye, ji aliyê edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e.

Çîrok, stranên gelêrî, şer, dûrik, qewl û ayîn, mamik, gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de. Hê di hejmara pêşî, di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê dike. Ev têgihiştin, raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan dide. Ew jî wek rewşenbîrên ewropî “rihê gel”ê xwe di vê edebiyatê de dibîne û loma jî girîngiyê dide wan.

Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê. Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên kurdî, 95 stranên kurdî, 16 qewl û ayîn, 61 dûrik, 2 şer, lorîyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin. Ev cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin.

Me xwest em axa li ser vê xezîneyê rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar.

Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî – 1
Çîrok û Serpêhatî
Amadekar: Necat Keskin

ISBN: 978-605-2246-26-9
19.5×13, 136 rûpel 17 TL

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev