Hevpeyvîna Êzdîzanê navdar bi Mîr Tehsîn Beg ra

Hevpeyvîna Êzdîzanê navdar bi Mîr Tehsîn Beg ra

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneșopên Êzdîtiyê

Min ev hevpeyvîna di 23.04.2000 de li ser navê Dengê Êzîdiyan, bi Mîrê Êzîdîxanê Mîr Tahsîn Seit Beg re û li mala zavê wî şêx Xêrî Derwêş çêkiriye.

DÊ:               Mîr Tahsîn Seit Beg, hûn dikarin ji kerema xwe me re bibêjin ka hûn kengî hatin dinê û gava hûn çêbûn hingê çend zarokên dê û bavê we hebun ?

Mîr:              Dema ez di sala 1933 de hatim dinê, hingê heşt zarokên dêya min Meyan Xatûnê û bavê min Seîd Begê hebûn. Em pênc bira û sê xwuşik bûn. Ez birê navîn im. Mîrza û Xêrî ji min mezintir in. Celal û Faruq jî, ji min piçuktir in.

DÊ:               Hun di kîjan salê de bûne Mîrê Şêxan (Êzîdîxanê)?

Mîr:              Çaxê bavê min di sala 1944 de emrê Xwedê kir, ez hingê yazdeh salî bûm. Di wê demê de Meclisa Ruhanî, mezinên eşîretan û Meyan Xatunê bîryar standin, ku ez bibim Mîr. Ji yazdeh saliya min heta emrê min bûye hijdeh, Meyan Xatûnê heft salan wekaletiya min kir û hemû kar û barên Êzîdiyan ewê bi rê ve dibir.

DÊ:               Gava hûn bûne Mîrê Êzîdiyan, we çi dixwast ji bo miletê xwe bikin û îro hûn gihîştine wan mexsedên xwe?

 

Mîr:              Armanca min ya ewil ev bû, ku miletê me zarokên xwe bişînin medresa. Çunku tenê bi vê rêyê emê bigihêjin armancên xwe. Ji bo ku mekteba li gundên Êzîdiyan bêtir bihatina avakirin, ez diçûm gel dewlet û waliyê Musilê (Sed Qezaz) û wan hewil dan, jiber ku di vê demê de xwasteka xwandinê li nava xelqê me kêm bû. Heta hinek kalemêrên me li dijî xwandinê bûn û digotin: “Mekteb ji me re heram e.” Min gelek zahmet ji destê kalemêr û dewletê kişand. Di salên 1952-1953 de hinek avayên mekteban li çend gundên Êzîdiyan hatin avakirin. Bi xêra vê xwandinê îro miletê me hinekî pêşketî ye, niha doxtor, mihendîs, mamoste û xwandevanên me hene.

DÊ:               Hun bi çend zimanên xerîb dizanin?

Mîr:               Ez bi Erebî û Îngilîzî dizanim û Farizî baş fahm dikim. Kurdî zimanê dê û bavê ye.

DÊ:               Hun kengî û ji bo çi cara yekemîn derketin derveyî welat?

Mîr:              Ez cara ewil di sala 1951 de bi birê xwe rahmetî Mîr Xêrî re çûm Lûbnan û Suriyê. Hingê wek Mîr çûm nav Êzîdiyên li Hesekê û Qamîşlo geriyam. Wekî din jî ez gelek caran diçûm Lubnanê û dîsa di sala 1962 de di virve derbasbûm çûm Londonê. Hingê ez şeş mehan ji bo tendûristiya xwe li Londonê mam û di pey re hatim Almaniyayê. De wî wextî de hîna Êzîdî li Almanyayê û Ewrupayê tine bûn. Piştî Almanyayê dîsa vegeriyam Beyrutê û li virê jî mam heta sala 1963 ku li Iraqê komployek çêbû û Ebdil Kerîm Qasim ji ser hukmî rabû û Ahmed Hesen Bekir û hevalên xwe hatine ser hukim û şunde hêja vegeriyam Iraqê.

Dîsa gava di … 01. 1970 de komployek li dijî hukumeta Iraqê çêbû, hingê rola dostê min yê Qeymeqamê qeza Şêxan, di vê komployê de hebû. Ev Qeymeqamê dostê min ji aliyê dewletê ve hate girtin û pê îşkence kirin. Ewî di îşkencê de îfade li ser min dan û got: „Tahsîn jî hevalê me yê vê komployê ye“. Lewra hukumeta Iraqê xwast min jî li bajarê Esvinê dîl bigire, lê min xwe neda destê wan û ez reviyam çûm gundê xwe Baedirê. Min li Baedirê peywendî li gel Kurda çêkir û ji bo ku hukumeta Iraqê tadeyê li Êzîdiyan neke û çûm nav Kurda. Wî çaxî rahmetî Mele Mustefa şoreş dikir. Ez heta peymana Cezayirê ku di sala 1975 de di nava Iraq û Iranê de çêbu û şoreşa Kurdî têkçû li wir mam û şûnde neçar bûm, çûm Iranê. Ji Iranê jî çûm Londonê û li wirê bi cî bûm.

DÊ:               We çewa zanîbû, ku Êzîdî li Almaniyayê hene û hûn kengî hatin nav Êzîdiyên li Almanyayê?

Mîr:              Kurê min Seîd, di sala 1975 de hatibû Almanyayê. Hingê çûbû Berlînê mala Mihemedê Salih. Ewî û Mihemedê Salih di telefonê de bi min re xeberdan. Min ji M.Salih pirs kir, ka Êzîdî li wir hene?. Wî got: “Belê em Êzîdî dora sed malî li Almanyayê hene.” Lewra ez cara ewil di sala 1975 de hatim bajarê Berlînê û dûre çum Cellê nav Êzîdiyên li Almanyayê. Ez li nava van Êzîdiyan pir bextwer û kêfxweş bûm, dûre wan camêran gelekî qedir û qîmet dane min. Ez sipasiya wan tevan dikim.

Ez ji 1975 heta 09.09.1981, şeş sal û nîva, li derveyê welat mam û di nav wî wextî de çu şiyan (mecal) û perê min tune bû, kesî wekî dinê jî alîkarî ne dida min. Lê camêra, Êzîdiyên li Almanyayê zêde zêde alîkarî bi min re dikirin û ne dihîştin ez hewceyî tu kesî jî bibim. Ez wan camêran dûbare bi can û dil sipas dikim û dibêjim bila Xwedê û Tawisî Melek xêra wan qebûl bike.

DÊ:               Ji bo Îlm, Qewl û Diwayên me Êzîdiyan werin berhev kirin û werin nivîsandin, gerek e Êzîdî çi bikin?

 

Mîr:              Belê, ez jî weke we dixwazim ku ilm, qewl, diwa û beytên me werin nivîsandin û weşandin, daku milet bixwîne. Berê em zayîf bûn û ditirsiyan, lê niha bê xwandin û nivîsandinê çênabe. Lewra jî dîsa bangî hemu ilmdar û qewlzanê me dikim, dibêjim tiştên li ba we heye, bidin nivîskaran.

 

DÊ:               Rêxistin û kovarên Meclisa Ruhanî hene?

Mîr:              Na, heta niha rêxistin û kovarên Meclisa Ruhanî tunin.

Endamê Meclisa Ruhanî yên kevin ev kes in: Serokê wê Mîre, Bavê Şêx, Mezinê Qewalan, Pêşîmam, Şêxê Wezîr û Neqib.

Me qomîteyek ji bo „Xêr û Xêratên Êzîdiyan“ avakir û endamên vê qomîtê jî ev in:

  1. Mîr, Tahsîn Seîd Alî
  2. Şûndarê Mîr, Hazim Tahsîn Seîd
  3. Bavê Şêx, Xeto Heco Simaîl
  4. Şêwirmend, Faruk Seîd Alî
  5. Pêşîmam, Şêx Xelîl Atman
  6. Mezinê Qewala, Silêman Sibo
  7. Micêwirê Şêsswar, Şêx Mîrza
  8. Bavê Gavan, Heso Derwêş
  9. Xelef Xidirê Meyan, Mamoste
  10. Abdulazîz Huseyîn Avdda, Mamoste

 

DÊ:               Dibe ku endamên Meclisa Ruhanî ji aliyên Êzîdiyan ve werin hilbijartin?

 

Mîr:              Hilbijartina endamên Meclisa Ruhanî bi dilê milet û reza Mîr e. Endamê Meclisa Ruhanî divê li gorî sed û hedên me ji aliyê milet ve bên hilbijartin. Çênabe ku her kesê Êzîdî ji derve were bibe endam. Nimûne divê Bavê Şêx ji Şêxên Fexra be û Mezinê Qewala ji binemalên Qewalan be û.w.d.

DÊ:               Ji ber ku sînor di nava Êzîdiyan de hebûn, hineka jê wezîfên Êzîdiyatiyê ji bîra kirin û nizanin, ka kî ji malbeta we Mîr e?

 

Mîr:              Belê ji ber miletê me dûrî me bû û sînor di nava me de hebû, hinek tişt hene milet rastî û koka wan nizane. Gava miletê me wezîfa me (Mîr, Baba Şêx, Pêşîmam, Mezinê Qewalan, Neqîp û h.w.d.) nas bike, ewê zêde dilxweş bin. Lewra ez timî dibêjim: Mîr yekî tenê ye û kesên ji malbeta min yên din ne Mîr in. Mîr serokê Meclisa Ruhanî ye. Ew bi hemu kar û barên miletî ku li gel dewlet û eşîreta bi xweşî û ne xweşî berpirsyar e. Mîr serokê miletî û dinayayî ye û ne yê herdu dinaya ye.

DÊ:               Hun zanin ji malbeta We kî kare mîrantiyê bike û We yek vêga berçavî xwe kiriye?

Mîr:              Heta niha ez nizanim, ka kîyê ji malbeta min bibe Mîr û min kesek jî berçavî xwe nekiriye. Jixwe ev biryara ka kîjan ji kur, bira û biraziyên min kare bibe Mîr, di destê milet de ye û milet kare mirovê baş ji bo xizmeta Êzîdiyatiyê helbijêre.

DÊ:               Hun bawer dikin, ku evdekî piştî We bibe mîr, karîbe wekî We xizmeta milet bike û Mîrêtîyê biparêze?

 

Mîr:              Ez nizanim dê seda sed wê çawa be. Şexsê ku piştî mirov were, ku karîbe xizmeta milet bike û kar û barên wan bi cî bîne. Dê mumkin be, Mîratî berdewam be û hekene berdewam nabe.

DÊ:               Hun naxwazin ku wênê We jî bibe sembola Mîrê Ezîdiya û wênê We li hemu Komel û Malên Êzîdiyan hebe?

 

Mîr:              Hebûna şikil û risiman ne tiştekî pêwîst e. Lê min divê miletê min pirsyara ji Mîrê xwe bikin, ka bê Mîrê wan ji wan re çi kiriye? Gelek zanin, ku min zêde nexweşî dîtine û min gelek xizmet ji miletê xwe re kir û dikim. Ji ber van tiştan dibêjim, yê bixwaze ji xoşî û muhbet rismê min li mala xwe daliqîne, serbest e û zor tuneye.

DÊ:               Kitêbxane an jî arşîveke mala Mîran heye?

Mîr:              Ne xêr, kitêbxane û arşîvên me tunebûn û niha jî tunin, lê dibe maleke binemala me heye.

DÊ:               Hun karin wê Tawisa welatê Xaltiya ya kevin, bişînin nava Êzîdiyên li Almaniyayê?

Mîr:              Belê, ew Tawisa welatê Xaltiya hêja li cem me amade ye. Heger Êzîdî bixwazin, em karin vê Tawisê, Def û Şibêba tevlî Qewalan bişînin nava wan.

DÊ:               Em dîbînin ku qelen û zewaca bêdil, bi axaftinê tenê ranabin. Hûn çi pêwîst dibînin ku em bikin?

 

Mir:              Ez di her civatê û di her malê de dibêjim, qelenan nestînin, kî qelenan bistîne û zarokan bêyî dilên wan bizewicîne guhne ye. Dema dê û bav li civata min rûniştîne dibêjin tu rast dibêjî. Ku ji ba min rabûn û pêştir êdî dîsa bi sedhezaran qelenan ji hevûdinê distînin. Ezê êdî çewa bikm? Evder Almanya ye û hurriyet e, ti hukim û quweta min tûne. Eger min bi vanê ku qelenê zêde distînin û xerabiyê dikin karîbuya. minê ew ceza bikirina. Tiştê ez dikarim, ez her wextî bi devê xwe dibêjim. Ji xeynî vê jî hêvîdarim ku meclisa Ruhanî û komelên Êzîdiyan li ser van pirsgirêkan bi tifaq û birayetî alîkarîya hevûdinê bikin.

DÊ:               Hûn damezirandina van komelên Êzîdiyan li Almanyayê çewa dibînin?

 

Mîr:              Kêfa min pir ji damezarindina van komelên Êzîdiyan re tê. Ew tev ji me re hêz û qewet in. Em dixwazin ev komel xizmeta Êzîdiyan bi rastî bikin. Ez dixwazim ew bi başî li ser hev binivsînin û ne li dijî hev bin. Em tev yek in û çi problem di nava me de nînin. Ez li hemû civînan de hêviyan ji xwuşk û birayên xoştivî û dilsozên xwe dikim, dibêjim destê xwe bidin destê hev û vî dînê pak û temîz biparêzin, da ku em karîbin ji vê bahra em ketinê xelaz bibin. Fayda her mal û komeleke ji bo Êzîdiyatiyê safî bixebite geleke. Me hêvî ji Xwedê û Tawisî-Melek heye ku bi xêra xizmeta van mal û komelan, dê Êzîdiyatî bimîne. Ez weke Mîrê Êzîdîxanê nikarim bibêjim, ev mal an jî ev komela ji ya dinê çêtir e. Ez naxwazim firq û mêliyê bixime nava mal û komelên Êzîdiyan, çunkî em tevde Êzîdî ne. Min dît ku li Almaniya gelek pirsgirêk di nava komelên Êzîdiyan de hene. Her komelek xwediyê fikirekî ye û gelek zahmete ku mirov bikaribe van bigîhne hevûdinê. Pêwîst e em, Meclisa Ruhanî, Komel, mal û dilsozên Êzîdiyan hemû, li ser van nebaşiyan rawestin û bihev re vî dînî biparêzin.

Ez dîsa jî dibêjim, ez bi xwe ne hevalê çi partiya me û ne jî li dijî çi partiya me. Wisa jî ne hevalbendê çi komela me [ne jî li dijî çi komela me]. Bes tiştek heye, ku eger ew komela ku xizmeteke safî ji Êzîdiyatiyê re dike, ez wê komelê pîroz dikim. [Me hêvî ji we hemûya heye hûn bi destên hevûdin bigrin].

Kî li derekê şuxuleke baş ji bo Êzîdiyan bike, kêfa me bi wî tê, ewê ku şuxula ne baş jî dike em jê re ne duacîne û heta ji me bê em gilîçiyê wî ne. Hûn rewşa Almaniyayê ji me çêtir dizanin. Eger hûn dizanin ka çi ji bo parastina Êzîdiyatiyê pêwîst û ferz e em bikin, derê min ji bo kesê xizmetê dikin her vekirî ye. Werin em bi hev re niqaşe bikin. Hûn dibînin dinya bi xêra niqaşê pêş ketiye.

Eger tifaqa we hebe, hûn dikarin gelek tiştên baş ji bo Êzîdiyatiya me ya li welat jî bikin. Hûn li virê azad in û hûn dikarin daxwaziyên xwe eşkere bibêjin. Wexta hûn tiştine Êzîdiyatiyê binivisînin, em jî bi xêra we bixwînin.

DÊ:               Peywendiyên komelên Êzîdiyan bi Meclisa Ruhanî re çewane?

Mîr:              Pêwîst e, ku peywendiyên komelên Êzîdiyan bi Meclisa Ruhanî re hebin. Ev komel bi hemû şiyanên xwe di xizmeta dînê Êzîdî de bin û tifaqa wan hebe. Mixabin, ku piraniya programên van komelên îro hene, ji hev cûde ne û nagihîjine hev. Em niha hewil didin, ku karibin van komelan bigihînin hev û programeke herî baş ji wan re deynin. Gava komel vê programê qebûl bikin, emê hingê zanîbin xizmeta Êzîdiyatiyê rast bikin.

DÊ:               Dibe ku Êzîdî dikarîbin fitoyê xwe tenê bidine Komelên Êzîdiya û nedine dunavên xwe?

Mîr:              Nexêr, divê Êzîdî fitoyê xwe bidine Şêx, Pîr û dunavên xwe. Hege yekî dunav şaşî û xirabî kirîbe, wî çaxî bila Êzîdî fitoyê xwe nedine wî kesî û bidin yekî baş. Li welat hûn zanin, ku guhartina dunavan bi ray û şêwra Mîr tê kirin.

DÊ:               Ev hatina We û Civata Ruhanî ya di destpêka sala 2000 de li ser çibû û hûn gihîştine mexsedên xwe?

 

Mîr:              Hatina me ya vê carê ji bo konferensa me ya dînî bû. Me dixwast Êzîdiyên li hemû welatan bigîjin hevûdin û dînê xwe bi miletê dinyayê bidin naskirin.

 

DÊ:               Piştî vê konferansê peywendî û civînên We li gel hukumeta Alman çêbûn?

Mîr:              Nexêr, me heta niha ti peyvendî û civîn li gel parlemento û hukumeta Alman nekirine.

DÊ:               We bi navê serokê Êzîdiyan bi kîjan Serok û Bakanên dewleta re pêwendî çêkirin?

Mîr:              Ez weke Mîrê Êzîdiyan çûm li gel Papa, Melîk û Serokan rûniştim.

DÊ:               Di vî wextê hûn li Almanyayê man, We gelek şîn û şayîyên Êzîdiyan dîtin. Nêrîn û wesîyeta We li ser van şîn û şayiyan çi ye?

 

Mîr:               Xêr û şer (şîn û şayî) yên Êzîdiyan li vî welatî gelekî baş in, lê hinek tiştên zêde ketine nava urf û edetên wan. Nimûne: Gava yekî Êzîdî emrê Xwedê dike, gelek xwarin zêde ji bo xêra yê mirî didin û gelek kes bi cenazê wî miriyî re diçin Tirkiyê. Ez dibêjim ev mesrefekî zêde ye, ne pêwîst û durust e. Wekî din jî dibêjim, Êzîdî karin miriyên xwe li hêra (li her derî) veşêrin û ev tiştekî zor normal e.

DÊ:               Eva çar mehên we li nav Ezîdiyên Almaniyayê qediyan û hûn dixwazin bixêr cardinê vegerine welat. We di vî çar mehî de jî dîsa gelek buyerên baş û ne baş bihîst û we rewşa hemû Êzîdiyan dît. Em dixwazin ku hûn cardinê nêrîn û daxwaziyên xwe yên dawî ji bo milet û dilsozên Êzîdiyan bibêjin?

Mir:              Em Êzîdî ji dewleta Îraq, Sûriyê, Tirkiyê, Ermenistanê û Gurcistanê hatine nav Almanya. Ez dibêjim, em hatine ketine nava bahrê. Ev bahra ji bo me gelekî zahmete. Ka emê çewa ji nav vê bahrê derkevin?. Derketina me girêdayî şuxul û karê ji bo parastin û xwedîkirina Êzîdiyatiyê ye. Dibê hûn xûşk û birayên ezîz her wextî şîretan li zaroyên xwe bikin û bi tifaq bin. Pêwîste em Êzîdî timî ji zaroyên xwe re bibêjin ku em Êzîdî ne, Tawisî Melek, Şîx Hadî, Şêx, Pîr û gelek milyaketên me hene. Eger em van şîretan ji zarokan re nebêjin û zarok tenê bi zimanê Almanî biaxivin, dê zarokê dîn û zimanê xwe yî Kurdî ji bîra bikin [ewê hemû adet û taqawîtên me yên di wexta Şêx Adî û Xasên me ji bo me danîne gelekî zû wenda bikin. Ev dînê gelek paqij û gelekî kevn dê wenda bive. Rast e, ev xizmeta li hêviya xebata Meclisa Ruhanî û dilsozên me yên hêja ye. Dibê hûn Êzîdî bibêjin, ka hûn çi ji Meclîs Ruhanî dixwazin, em çi dikarin ji bo we û hûn çê dikarin bixwe bikin?]

Raste, min gelek tiştên Êzîdiyayî baş û ne baş dîtin. Pêwîste em van tiştan ji hevûdin cûde bikin. Ez dixwazim çend mîsalan bidim.

Mîsala I:

Xirabiya herî mezin li Almaniya ew e ku, îro hê jî Êzîdî zarokên (keç an jî kur) xwe bêyî dilên wan û bi qelenekî gelekî zêde dizewicînin [ji ber ku zarok ne bi dilê xwe dizewice, doma vê zewacê li Almanyayê tune]. Ji ber vê timaya dê û bavan gelek ciwan dev ji kulfet û dergîstiyê xwe berdidin û ji hêrsa re diçin digîjine xerîb û Almanan. Vêca,ev sûc ne sûcê qîzê anjî yê kur e, ev sûc û guhne yê dê û bavê ye. Ev xisareke miletî ye.

Ez tu car naxwazim ku ciwan bêdiliya dê û bavên xwe bikin, bes hinga ku dê û bav bêdiliya zarokên xwe bikin û keç-kurên xwe bi cebren (zorê) bizewicînin, hingê bila ciwan bi gotina dê û bavên xwe nekin. Hêvîdarim, dema ciwanek bi tenê nikaribe li dijî vê zordariya dê – bav û malbeta xwe derkeve, hingê ew jî şaşîtiyan neke û biçe xwe bavêje bextê mirovên Êzîdiyên dilsoz an jî were derdê xwe ji rêvebirên komel û malê Êzîdiyan re bibêje.

Ez ji bo hemû Êzîdiyên dibêjim, em tevde Êzîdî ne. Gava Êzîdiyekî ji eşîrekê, ji malekê an jî yekî ji mala Mîran xirabiyek kir, em gerek xeleyîyan rast bikin. Belê, em mala Mîran jî ne ji ezmanan hatine xwarê. Em jî weke we beşerin. Ez ji we hêvî dikim, ku hûn wî kesê xirabî kiriye bi tenê û ne tevaya eşîr an jî malbetê pîs bikin. Gava hûn vî kesê pîs kufş nekin û bibêjin mirovên filan eşîr an jî bêvan eşîrê pîs in, hingê hûn guneha ji xwe re çêdikin û hûn dixwazin Êzîdî bi hevûdinê bikevin.

Dema em bêjin Xaltî ne baş in. Xaltî jî bêjin Iraqî ne baș in. Surrî jî bêjin Êzîdiyên Ermenîstan û Gurcîstanê ne baș in. Pa mala Mîran, mala Bavê Şêx û h.w.d. ne baş in. Vêca ka kî ji me baş ma, dêmek em tev pîs dibin. Ev ne tiştekî rast e. Cardin dibêjim, eger yekî pîs be eşkere bêjin filanê kurê filankesî wê pîse. Ji bo wek hatî gotin “ dibê bizin bi piyê xwe û mî jî bi piyê xwe bêye dalqandin”. Wexta em weha eşkere ji hevûdinê cude nekin, hingê mirovê pîs di nava başa de wenda dibin û yên baş jî bi yê pîsîtî kiriye re pîs dibin. Lewra jî dibê em tev bi hev re li ser vê nuqtê bisekinin.

Mîsala II:

Ev çêkirina vê mala Êzîdiyan li Oldenburgê, tiştekî ji bo xizmeta Êzîdiyatiyê ye û gelekî başe. Vaye hûn di vê malê de dersa Êzîdiyatiyê didine Êzîdiyan. Ez pîrozbahiyê didim we hemûkan, quweta we xweş û rahme li miriyên we hemûkan be.

Tabî her civîn û maleke Êzîdiyan ku ez lê runiştime min gotiye miletê me yê Êzîdî û hemû komela, birênin vaye komela Oldenburgê maleke Êzîdiyan avakirine û hêvîdarim hûn jî berê xwe bidine vê komelê. Ez hêvîdarim ku hemû Komelên me yên dînî, ew jî çavê xwe berdine ser Komela Oldenburgê, ew jî ji bo xizmeta xwe malên Êzîdiyan çêkin û mektebên Êzîdiyan zêdebikin. Ev ji bo mana Êzîdiyatiyê tiştên baş in.

Em nabên ku em û Êzîdiyên li Almanya ji hevûdinê dûr bibin. Pirsgirêkên me ji yê we Êzîdiyên li Ewrûpayê gelekî mestirin. Hûn Êzîdiyên li Almanyayê gelekî di pêş me de diçin. Em hêvî dikin heta ku hûn karibin hewqas bilez neçin û hinekî li benda me jî bisekinin. J bo em jî bigîjine we, emê piçekî acele bikin.

Me divê dahin û standinên me bi hev re hebin. Tiştên hûn ji me dixwazin ji me re binivisînin. Hertişt bi dahin û standinê hal dibe. Vaye çend caran dibêjim, îro ev xebata hûn dikin û ev mala we ji bo parastina Êzîdiyatî avakiriye ne tiştekî piçûke, kî dikare bêje ev şuxula weye li Oldenburgê ne başe?

Gereke gava yekî Êzîdî kete nava xizmeta Mala Êzîdiyan, ewê di wê malê de xizmetê ji partiyan re neke. Hinga ew ji mala Êzîdiyan derkete derve û ew hemûkê malê xwe jî bide partiyan, tû heqê kesekî lê tûne bêjê çima bi partiyan re kar dikî anjî çima tû malê xwe didî partiyan. Mesele vaye Pîr Xidir Suleyman, di vê Mala we de dersa dînê Êzîdiyatiyê dide zarokên we û xizmeteke hêja ji bo Êzîdiyêtiyê dike. Vêca gava ev derkete ji derve, ew diçe digîje kîjan partîyê, em ne li dijî wî û partiya wî ne. Ez hêvî dikim ku şerê partî û komelan nekeve nava xebata Êzîdiyan, çunkî Êzîdiyên safî ne li dijî çi partiya ne.

DÊ:               Gava em zimanê Kurdî weke berê biparêzin, hingê em xizmetê hem ji Êzîdiyatiyê û hem jî ji Kurdîtiyê re dikin?

Mîr:              Min di wexta civîna konferensa li Hannoverê û li her ciyê ku ez diçim; wek Oldenburg, Kalk, Celle û h.w.d. jî got û dibêjim: Gelî xwuşk û birayên ezîz, ez hêvî dikim, ku hûn li malên xwe bi zimanê dayîk û bava bipeyîvin, da ziman û kultura me were parastin.

 

Bila milet bipirse, ka dînê wan çi ye û zanîbe ku di diyanetê me de Xwedê, Tawisî-Melek, Şîxadî, Şêşims, Melîk Şêxsîn, Melik Fexredîn û gelek şexsên din hene. Hêviya min ev e, ku tev dilsozên Êzîdiyan bi dilpakî destên xwe bidine hev. Hêvîya min heye, ku ev dînê me yê paqij û temîz di vê barê de winda nebe.

 

DÊ:               Şîret û gotinên We ji bo ciwan û xwendavanên Dengê Êzîdiyan çi ne?

Mir:              Beri her tiştî gelek silavên min ji bo hemû xwandevan û ciwanên Ezîdiyan hene, hevîdar im ku ciwanên me dînê xwe biparezin û her dem dilsozên Ezîdiyatiyê bin. Li ba min tû cûdebun di navbêna keç û kuran de tûne. Çiqas ciwanê me dikaribin zêde biçine Unîversîtan bixwînin û biserkevin, hewqas jî ez bi wan kêfxweş dibim. Hêvîdar im, ku ciwanên me dîn û çanda xwe ji bîra nekin. Ez di wê baweriyê de me ku ciwanekî xwandevanê zanîngeha bilind, çêtir dikare ji milet, dîn û çanda xwe fahm bike û biparêze. Min gelek caran li gelek deveran gotiye û dîsa jî dibêjim; hêviya min ji dê u bavên ciwanên Êzîdiyan ewe, ku heçiyên bixwazin em pêş bikevin, bila zarokên xwe bidine xwandin û şîretan ji bo Êzîdiyatiyê jî li zarokên xwe bikin. Çiqas xwandevanên Êzîdiyan zêde bin, hewqas jî zêde Êzîdiyatî têye naskirin û parastin. Ji ber nexwandinê ye ku Êzîdî pêş nakevin. Xwandin her pêşketin e û ne paşketin e. Wekî ku em dizanin dema em kalepîr ji ortê biçin, hingê parastina Êzîdiyatiyê dikeve ser milên ciwanên me yên vêga. Şîreta min ev e: Bila xwandevan jî zanîbin, miletê dinê tev bi xêra xwandin û zanebûnê pêş ketin. Lewra xwandevanên we jî karin bi dilekî paqij xizmeta Êzîdiyatiyê bikin. Bila ji heftiyê şeş roja ji bo xwe û rojekê jî ji bo Êzîdiyatiyê xizmetê bikin. Roleke sereke û mezin di destê xwandevanan de heye. Ew karin peywendiyên xwe bi gelê xwe re berfire bikin û xwe bi dinyayê bidin naskirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev