
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
***
Xezala min razaye. Min delala dilê xwe kir evîndar. Ez evîndarê evîna evîndara xwe me.
***
Qesta min zanî çi bû? Dema ji te hez bikim, tuyê texmîn bikî ez ji te hez dikim, an ji canê te. Û tuyê bibînî ku ez ji te hez dikim.
***
Xwezî Nura min şîyar bûya, bigota min di xewnê da tu dîtî, em li warekî dervayî Stembolê bûn, me azadî dabû hîsên xwe, ruhê me ji me ra digot SIPAS, ku we ez anîme buhuştê û ez naxwezim ji vira herim.
Riataza