Mîr Tehsîn Beg dixwest, ku Şengal bibe parêzgehek di nava axa Kurdistanê da

Mîr Tehsîn Beg dixwest, ku Şengal bibe parêzgehek di nava axa Kurdistanê da

Ev fikirên Mîr Tehsîn Beg, ku welîyê Şengalê Mehme Xelîl piştî kirasguhastina wî ji Ajansa Înformasyon ya BasNewsê ra dibêje, berî salekê Mîr Tehsîn beg ji şandeke Federasyona Kurdên Yekîtîya Sovyeta berê ya bi serokatîya Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ra gotîye. (Wek hûn di wêneyê da dibînin, di nava wê şandeyê da, ku seredana Mîr Tehsîn Beg kiribû, kurdên Sovyeta berê yên herî binavûdeng hebûn, wek dengbêjhunermenda navdar Aslîka Qadir, nivîskarprofêsor Ezîzê Zîyo, berpirsyarê giştî yê malpera Riataza Yûrayê Şamil Nebîyev, ronakbîrên hêja Zorîkê Şekroyê Xudo, Dîma Reşî, Barzanî Nebîyev, serekê komeleya kurdên Qirgizistanê Remezan Seîdov, dengbêj Kurmanc Bakurî û gelekên din).

 

Serekbajarê Şengalê Mehme Xelîl got, ku rêberê ola Êzdîyan Mîr Tehsînê rehmetî kedeke mezin kirîye di nava pêşketina miletê kurd da, û Tehsîn Beg ji hemûyan pirtir dixwest, ku Şengal bibe parêzgehek di nava herêma Kurdistanê da.

”Emê herdem rêberê ola me ya êzdîyan Tehsîn Beg bîr bînin. Emê hertim bîra wî bikin. Em herdem jî hewcê wî bûn, ewî alî me dikir bona li herêmê aşîtî hebe. Xwesma bona binecîyên Şengalê mirina wî derbeke xedar bû. Em bi hêvî ne, ku wê her tiştê lazim bê kirinê, bona Şengal bê şênkirin û avadankirin”,- Mehme Xelîl ji Ajansa Înformasyon ya BasNewsê ra got.

”Mîr Tehsîn beg di tevaya jîyana xwe da piştgirîya aşîtîyê û aramîyê li Şengalê kirîye. Ewî hertim dixwest, ku Şengal wek parêzgeh bikeve nava herêma Kurdistanê. Em bi hêvî ne, ku daxweza Mîr Tehsîn Beg wê zûtirekê pêk bê”,- serekbajarê Şengalê got.
”Ez bi hêvî me, ku qedemguhastina Mîr Tehsîn Beg wê bibe hêzeke hevgirtinê bona hemû alîyan û wê aşîtîyê û aramîyê ji gelê Şengalê ra bîne, bona êzdî careke din vegerine warên ber dilê xwe ezîz”,- di dawîyê da Mehme Xelîl got.

 

Di bin vê gotara ku bi zimanê rûsî di vêrsyona rûsî ya malpera me da çap bûye, Serekê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang”, Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ha nivîsîye:

Rehma Xwedê lê be, cîyê Wî buhuşta Nûranî be. Salek berîya vê şandeke me Federasyona Yekîtîya Kurdên Sovyeta berê, em çend kesan va çûn ziyareta Mîrê xweyî rehmetî. Mîr çend caran fikira xwe wekiland: ”Azadîya me, serxwebûna me di yekbûna me da ne. Şengal pareke Kurdistanê ye, gotî herêma Kurdistanê xweyîtîyê lê bike, ku tu kes zirarê nede êzdîyên Şengalê… Ev e biratî, helalî û zelalî!”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. bekir yalçin

    mamire me gorbihuştbe .seré malbata wi u gellé kutd saxbe

Şirovekirin hatine girtin.