Agcaoglu: ”Herî zêde Radyoya Rewanê tesîr li kurda kiriye”

Agcaoglu: ”Herî zêde Radyoya Rewanê tesîr li kurda kiriye”

Welat Agirî

Nivîskarê malpera me Welat Agirî

ev gotara delal bi daxweza malperê nivîsîye.

Em bi dil sipasîya wî dikin. 

Ev çendeke tezeke masterê ya şagirtekî Zanîngeha Marmarayê di destê min de bû. Mijara tezê Radyoya Rewanê û bandora wê ya li ser kurda ye. Di destpêkê de dixwazim bêjim, ku kesên bi zimanê tirkî dixwînin, dikarin agahî û malûmatên giranbiha yên derbarî Radyoya Rewanê ji vê tezê wergirin.

Nivîskarê vê tezê, Alî Agcaoglu, di serî de dibêje, ev agahiyên ez didim we gelek muhîm in, lewra ji sala 1955an heya vê rojê di dibistan û zanîngehên Tirkiyê de xebat û lêkolîneke bi vî awayî çênebûye. Û dû re weha didomîne: beriya televîzyonên bi zimanê kurdî, weşanên radyoyan dest pê kirine û li gelek welatan jî, wan radyoyan erk û wezîfa xwe anîne cîh, lêbelê kurdên Tirkiyê (bakur) di nav wan radyoyan de herî zêde di bin tesîra Radyoya Rewanê de mane.

Mirov dikare pirseke weha bike, gelo çima herî zêde Radyoya Rewanê tesîr li kurda kiriye? Di tezê de bersîva vê pirsê jî heye, ku weha tê gotin:

“Xebatkarên radyoyê zimanekî sade û paqij bikar anîne. Ziman zimanê gel bû, zimanê milet bû, ji xêncî çend peyv û kelîmên ji rûsî kurdiyeke xwerû û xwemalî ji radyoyê dihat guhdarî kirin”.

Hêj di destpêka tezê de, behsa zor û dijwariya bidestxistina malûmatên derheq Radyoya Rewanê de tê kirin. Nivîskar ji bo çavkaniyan li pirtûk û kovarên bi zimanê tirkî yên derheq radyoyê de digere, lêbelê bi asanî nayên peydekirin. Birastî ev jî kêmasiyeke me kurdên tirkîaxêv in, ku kar û xebatên kurdên Sovyetê dibin mijara tezên zanîngehên Tirkiyê, lê pirtûk û kovarên çapkirî ên li ser xebatên wan yan tune ne, yan jî gelekî kêm in.

Ji bilî çavkaniyên nivîskî, Alî Agcaoglu hewl daye, ku bi xebatkarên radyoyê re jî hevpeyvîn û rêportajan pêk bîne. Ka em binhêrin di vê babetê de çi dibêje:

“Min dixwest agahiyan ji xebatkar û emegdarên radyoyê werbigrim, lê mixabin ew jî ne hêsan bû, ku hinek ji wana kiras guhastibûn, wûkûfiyeta hinekan tinebû ku malûmatan bidin me û dîsa hinek ji wan jî li Ewropayê diman. Di nav wan de yê herî bi îsabet, Têmûrê Xelîl Mûradov bû, ku ew ji bo radyoyê kesekî girîng e. Erê girîng e, lewma diya wî 27 salan bêjeriya radyoyê, bavê wî jî, Xelîlê Çaçan Mûradov, 24 sala rêvebiriya Radyoya Rewanê kiribû. Yanî ji Mûradov çêtir kesek tunebû, ku em pirsên xwe bipirsin, bersîvên xwe jê bistînin. Lê wergirtina wan malûmatan jî ne hêsan bû, ku Têmûr Mûradov li Swêdê dima û bi zimanê Tirkî jî nizanibû. Astengî gelek bûn, lêbelê wan astengiyan, nikaribûn rê li ber me bigrin, ku di dawiyê de pirsên me bê cewab neman û me xwe gîhand armanca xwe”.

Wek tê zanîn, di sala 1813an de, kurd koçî Ûristanê dikin ku ew koça yekem e. Li ser wê, meriv dikare bêje, ku piraniya koçberan, kurdên ji ola êzdî bûn û pirsgirêkên di navbera wan û dewleta Osmanî de dibin sedema koçkirinê. Piştî wê jî, di salên 1832, 1878, 1915an de koçkirina kurda dewam dike. Sovyet jî wê pirsgirêka di navbeyna kurd û osmaniyan de, ji xwe re wek derfet dibîne û dixwaze ji hêla siyasetê ve kurda bikişînin aliyê xwe, ku mebest û nîyeta avakirina Kurdistana Sor ya sala 1923an jî ev bû. Nivîskarê tezê vekirina Radyoya Rewanê jî dike vê kategoriyê, ku divê mirov heq jî bidê, yanî Sovyetê ji kurda re radyo vedikir, lê helbet bona menfiet û berjewendiyen xwe.

Pey re radyoyên bi zimanê kurdî dike du beş, ku beşek ji wan di bin kontrola Amerîkayê de nin, yên din jî girêdayê Rûsyayê ne, ku piraniya wan piştî Şerê Duyem yê Dinyayê tên vekirin. Ger em bi kurtasî li ser radyoyên girêdayê Amerîkayê bisekinin:

  • Radyoya Levant: Di sala 1941an de li Beyrûdê dest bi weşanê dike. Heftê du car û her car nîv saet xeber û muzîka kurdî dihat weşandin. Pênc sal pey re yanî di sala 1946an de ji aliyê Hukumata Lubnanê tê girtin.
  • Radyoya Şarkul-Edna: Ew radyo li îstasyona Ereba, bi alîkariya îngilizan, ku mutefîkên Amerîkayê bûn, dest bi weşanê dike. Wisa tê zanîn ku beriya Radyoya Baxdadê ev radyo hatibû vekirin, bi qedandina şerê duyem yê dunyayê re tê girtin. Her roj saetek weşana bi soranî dihat kirin.
  • Radyoya Baxdadê: Di sala 1936an de ji aliyê Hukumata Îraqê tê avakirin. Ji destpêkê heya sala 1949a weşan bi soranî û rojê 15 deqe dewam dike. Di sala 1949an de midetê weşanê dikin 2 saet 45 deqe. Herçiqas di serî de bi xeber û muzîka kurdî dest pê bikin jî, dû re programên ol û oldariyê tên çêkirin, ku armanc bi rêya dîn parastina yekitiya Îraqê û parastina ji sosyalîzmê bû. Lêbelê serhildana 1958 an û bi xerakirina monarşiyê ve hêdî hêdî nêzîkê Rûsyayê dibin.
  • Radyoyên Îranê: Li Îranê weşana yekem ya bi kurdî di sala 1945an de li Tebrîzê dibe, ku wê çaxê Tebrîz di bin kontrola Azerbaycana xwemuxtar de bû. Piştî wê, di sala 1946an de li Mehebadê radyo tê avakirin, ku dengê wê radyoyê li hemû sûk û ceddeyan dihat bihîstin. Zimanê wê radyoyê soranî bû û bi zevftkirina Mehabadê ve, dawî li wan radyoyan jî tê.

Amerîkayê nedixwest kurd bikevin bin tesîr û bandora Sovyetê, bo vê jî bi Îranê re peyman çêkirin û gorî wan peymana sala 1951an li Senendencê radyoyek kurdî hat vekirin, ku rojê saetek weşan dikir. Dema dîtin ku weşanên Radyoya Baxdadê û Qahîrê ber bi îdeolojiya komunîzmê diçe û kurda nêzîkê Sovyetê dike, 5 radyoyên din jî tên vekirin ;

Radyoya Tehranê rojê saetek weşana kurdî

Radyoya Kîrmanşah rojê du saet

Radyoya Ûrmîye rojê saetek

Radyoya Senendenc rojê sê saet

Radyoya Meşhed rojên şemî, yekşem û çarşeman nîv saet weşana bi zimanê kurdî kirine.

Radyoyên weşana wan nêzîkê siyaseta Ûris:

Di navbera salên 1923-1929 bi alîkariya Sovyetê, Kurdistana Sor tê avakirin, ku paytext Laçîn bû. Salek piştî avakirina Kurdistanê radyoyeke kurdî dest bi weşanê dike.

  • Radyoya Qahîrê: Di sala 1957an de Misir li hemberî Îraqê dest bi weşanan dike, ku di nav wan de kurdî jî heye. Rojê 45 deqe weşana bi zimanê kurdî hebû, ku hedefa wê kurdên Îraq û Îranê bûn. Marş û helbestên kurdî dihatin weşandin, ku di nav wan de Ey Reqîb jî hebû. Li ser wan weşanan Tirkiye, Îran û Îraq Misir û Sovyetê protesto dikin. Bi rabûna monarşiya Îraqê ve, radyoya Baxdadê jî tê xeta Radyoya Qehîrê.
  • Radyoya Baxdadê piştî 1958an: Bi dawîhatina monarşiya Îraqê ve, Radyoya Baxdadê dibe beşeke Radyoya Qahîrê. Ji bona maf û daxwazên kurda weşaneke ciddî dike. Bi destxistina otonomiyê ve, radyoyên kurdên Îraqê çê dibin û ew li gorî siyaseta xwe weşanên xwe pêk tînin.
  • Radyoyên Tiflîs û Gurcistanê: Tê gotin ku di sala 1946an de li Tiflîsê radyoyek hebû ku rojê nîv saet weşana bi kurdî dikir. Dîsa di sala 1978an de li Radyoya Gurcistanê weşana kurdî tê kirin, ku ew jî heftê 20 deqe bû.
  • Dîsa hin radyoyên veşartî û nehênî hebûn, ku bi alîkariya Sovyetê weşana bi kurdî kirine:
  • Sedayi Mîllîyeyî Îran: Sala 1959an de dest bi weşana soranî kiriye.
  • Radyoya Peykî Îran: Di salên 1961-76, rojê nîv saet bi soranî.
  • Dengê Kurdistan: 1963-84 bi soranî û kurmancî
  • Dengê Kurdistana Îranê: 1973-75 li Baxdadê bi soranî weşanê dike.
  • Niştimanên Kurdistana Îranê: Di sala 1983an de bi soranî dest bi weşanê dike û îro jî weşanên xwe didomîne.

Di teza masterê de li ser planên vekirina radyoyeke kurdî li Tirkiyê jî disekine, ku li gor agahiyên Alî Agcaoglu, Amerîka li Deşta Tenesseyê bi Îsmet Înonu re hevdîtinekê pêk tîne û ji wî dixwaze ku Tirkiye jî wek Îranê radyoyên bi zimanê kurdî veke, ku hemî mesref û lazimî wê ji aliyê Amerîkayê bihatana dayîn. Amerîkayê dixwest ku kurda ji bloka Sovyetê dûr bixe û wan ji tesîra komunîzmê biparêze. Înonu vedigere Tirkiyê û bo vekirina radyoyê dest bi xebatên xwe dike, lê mihalefeta Tirkiyê destûrê nadê û ew proje jî têk diçe.

Di beşa sisêya de, derbasî Radyoya Rewanê dibe û destpêkê de behsa vekirina radyoyê dike:

Radyoya Rewanê di sala 1954an de, piştî hevdîtina Mele Mistefa Berzanî û Xrûşçev dest bi weşana testê dike. Ev jî di hefteyekê de 15 deqe bû. Ji sala 1955a heya 57 Cesîmê Celîl seroktiya radyoyê dike. Ji bo bêjeriyê jî îmtixanek tê organîzekirin, ku di wê îmtixanê de Eznîva Reşîd (Diya Têmûrê Xelîl Mûradov) heqê bêjeriyê bi dest dixe û 27 heft sala karê xwe didomîne. Di herdu salên destpêkê de, du xebatkarên radyoyên hebûn, ku yek Cesîmê Celîl û ya din jî Eznîva Reşîd bû. Kurdologên wek Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Erebê Şemo di wan salan de alîkariya weşanên test ên radyoyê dikirin.

Di sala 1957an de ekîpek ji Moskovayê tê û bi berpirsiyarên ermen û kurdologên li jorê navê wan hat gotin re civînan pêk tînin û dibînin di navbera du salan de karekî baş nehatiye kirin. Ne qeyd hatiye çêkirin, ne jî arşîveke bi rêk û pêk heye. Dû re qirar didin, ku serokê radyoyê biguherînin, Xelîl Mûradov dibe serokê nû, Cesîmê Celîl jî dibe edîtorê beşa muzîkê. Di dema Xelîl Mûradov de, weşan ji nîv saetê derdikeve 90 deqeyî û herroj weşana kurdî tê kirin. Di zêdebûna midetê weşanê de du sedem hebûn ku, yek zîyareta Mele Mistefa Berzanî bû û ya din jî bikaranîna alet û makîneyên nû bûn. Bi wê rêvebiriya nû û guhastina makîneyen ve, dengê radyoyê ji Rewanê heya Baxdadê, ji Asyaya Navîn heya Semsûr û Mereşê olan dida. Têmûr Mûradov jî di radyoyê de, ji sala 1981an heta 84a wek berpirsiyarê beşa çandê erka xwe didomîne.

Piştî salê 1980î  Yekitiya Sovyetê ketibû rêya mirinê û ji aliyê ekonomiyê ve pirsgirêkên mezin çê bûbûn. Wan problemên aborî tesîreke xirab li Radyoya Rewanê jî kiribû, ku êdî wek berê ji Moskovayê alîkariyeke madî û aborî nedihat. Ji 1981ê heya 92a Ahmedê Gogê şefitiya radyoyê dike. Di wê heyamê de weşana radyoyê ji 90 deqeyî dikeve 45a. Dû re Keremê Seyad tê serê radyoyê û ji 1992a heya roja îroyîn 30 deqe weşana rojane pêk tê. Bi îlana azadiya Ermenîstanê ve, antena radyoyê tê rakirin û radyo dest bi weşana lokal dike.

Wekî em dizanin Sovyet, di sala 1928an de nêzîkê bîst ciwanên kurd dişîne Fakulteya Rojhilatzaniyê, ku di nav wan de kesên wek Qanatê Kurdo, Ahmet Suleymanov, Tîtal Mûradov, Qaso Şamilov jî hene. Di tezê de jî wê eleqa ûris weha tîne zimên:

“Ji Sovyetê re qadroyên kurd lazim bûn û ji bo wê jî li Erîvanê, xasma li gundên devdorê Elegezê dest bi hilbijartina xwendekarên xwe kirin. Mirov dikare bêje, ku di şiyarbûna miletê kurd de roleke mezin ya kurdên wê heremê heye, ku kurdên Ermenîstanê rêberiya miletê xwe kirine. Dîsa dema em li ser dîrok û xebatên kurdên sovyetê disekinin, tê dîtin ku gelek rewşenbîr û zanayên kurda yên wek Emîne Evdal, Heciyê Cindî, Cerdoyê Genco li sêwîxaneyên Ermenîstanê mezin bûne û ev nîşan dike, ku ji xeynî kurdên devdorê Elegezê, zarokên kurda ên bêkes jî ji aliyê Sovyetê ve hatine perwerde kirin”.

 

Dîsa di tezê de mijareke din jî heye, ku nivîskar û rewşenbîrên kurd li ser vê mijarê hemfikir nînin, yekitî çênebûye. Li gorî agahiyên teza masterê, amadekarê yekem yê elfaba latînî Celadet Elî Bedirxan nîne, lê Erebê Şemo û alîkarê wî Isahak Marogûlov in. Em jî dizanin, ku beriya alfabeya Hawarê, di sala 1928a de li Ermenîstanê pirtûkeke bi navê Xo Xo Hînbûna Xwendina Nivîsara Kurmancî hatibû weşandin. Pey wê pirtûkê jî rojnama Rya teze bi heman tîpên latînî dest bi weşanê dike, ku di wan salan hêj Hawara Bedirxaniyan nehatibû dinyayê.

Herçiqas radyo li Rewanê weşanê bike jî, di bin kontrola Moskovayê de bû, ku di tezê de jî weha tê gotin:

“Bêyî erêkirina Moskovayê tu tişt di radyoyê de nedihat kirin, ku mînakeke rojnamya Rya teze ji herkesî re bûbû derseke mezin. Heciyê Cindî çend nusxeyên rojnameyê û pirtûkeke xwe bêyî destûra Moskovê ji kovara Hawarê re dişîne, ku ew dibe sedema hebiskirina wî”.

 

Piştî dîrok û sedemên vekirina radyoyê, agahiyên derbarî programên rojane ên radyoyê tên dayîn. Alî Agcaoglu li ser beşa Hevpeyvîn, Pirs û Bersîva disekine û weha dibêje :

”Ev beşa bona radyoyê gelekî girîng bû. Derbarî jiyana kurda, dersên dibistana, têkiliyên bi ermenan re û rojên pîroz ên rûsa hevpeyvîn dihatin kirin. Car caran jî hin rêportajên bi zimanê rûsî ji Moskovê dihatin şandin, ku ji aliyê xebatkarên radyoyê dihatin wergerandin û weşandin”.

 

Di beşa edebiyatê de jî agahiyên bi qîmet tên dayîn:

”Kurdên Ermenîstanê di bin bandora zimanên din de nemabûn û sedem jî êzdîyatiya wan bû. Di dînê wan de, kesên êzdî tenê dikarin yên êzdî re bizewîcin, ku vê jî di parastina zimên de alîkariya wan kiriye. Zimanê malê kurdî bû û dema zarokan bi zimanên din pirs li dê û bavên xwe dikirin, bersîvên bi kurmancî ji wan distendin, ku vê ji xeynî kurdî opsîyona zimanekî din nedaye zarokên malê. Zimanê pirtûkên wan ên pîroz (Cilwe û Mishefa Reş) jî bi kurdî bûn, ku wan jî tesîreke mezin li ser zimên hîştine. Û sedemeke din jî planeke Sovyetê ya asîmîlasyonê li hemberî kurda çênebûye, bîlakis Ûris û Ermenan piştgirî dane xebatên parastin û pêşketina çand û zimanê kurda. Di Radyoya Rewanê de roman jî hatine xwendin. Erebê Şemo pêşiyê bi rûsî, dû re bi kurdî roman nivîsîne, ku ew romanan di radyoyê de dihatin xwedin û dema romaneke nû jî derdiket ji aliyê radyoyê ve danasîna wê dihat çêkirin”.

Piştî beşa edebiyatê dixwazim agahiyên derbarî beşa tîyatroyê jî (ya di radyoyê da) bi xwendevanên malpera Riataza re parve bikim, ku nivîskar weha dewam dike :

”Kesên di vê beşê de dixebitîn profesyonel nebûn, piranî heman xebatkarên radyoyê bûn. Rojê 8 saet xebata radyoyê alîkî, 4-5 saet jî bona beşa tîyatroyê li ser kar diman. Dema jimara lîstikvanan kêm dibû, ji gundan kesên bi qebilyet dihatin bijartin. Berhema yekem ya tîyatroya Radyoya Rewanê Reva Jinê (ya Wezîrê Nadirî) bû. Di wan tîyatroyan de mebest û niyet, rakirin an jî kêmkirina hin erf û edetên dijwar bûn. Berhema Bê qelen (ya Fêrîkê Ûsiv) jî bi wê niyetê hatibû lîstin, ku daxwaza rêvebiriyê di nav kurda de kêmkirina an jî rakirina qelend bû”.

 

Radyoyê giringîyeke mezin daye parastina çand û zimanê kurda, ku li gorî nivîskar ferqa mezin ya di navbera Radyoya Rewanê û yên din de jî ev bû:

”Di radyoyên din de, piraniya amûrên muzîkê yên ecem û ereban bûn. Di Radyoya Rewanê de jî em bilûr, dahol, zirne, tulum û fîqê dibînin ku ev amûran di nav kurdan de dihatin bikar anîn”.

 

Di dawiyê de jî li ser beşa dengbêj û berhemên wan radiweste:

”Radyoyê qedir û qîmeteke mezin daye beşa dengbêjan. Heta, meriv dikare bêje ku kurd ji boy guhdarkirina dengbêjan her şev li benda weşanê diman. Gelek dengbêj hene, ku bi saya Radyoya Rewanê dengê xwe gîhandine miletê xwe û bi wî awayî meşhûr bûne. Kesên wek Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Aslîka Qadir, Efoyê Esed, Zadîna Şekir, Aramê Tîgran, Xana Zazê, Egîdê Cimo hinek ji wan muzîsyenan in. Dîsa di radyoyê de hin berhem wek Bişarê Çeto, Emê Gozê, Lawikê Metinî, Siyabend û Xecê, Mem û Zîn, Dewrêşê Evdî, Salih û Nûrê, Hesen û Nazê, Bavê Fexriya hatine weşandin, ku ev stranan ji aliyê kurdan gelekî tên hez kirin.

Îro arşîveke miezem ya Radyoya Rewanê heye, ku ev hemû bi ked û emegên mezin hatine çêkirin. Bo keşfkirina stranbêjan, rêvebirên radyoyê gund bi gund geriyane, dû test û îmtixanan dengbêj û stranbêj hilbijartine. Astengiyeke din jî tinebûna hunermendên jin bûn, ku di nav kurda de bi awayekî baş strangotina jinê nedinhêrîn. Kesên dengxweş û xwedî qebilyet dihatin qanî kirin û dû re bi navekî din dengê wan li radyoyê dihat qeydkirin.

Hin kes jî hebûn, ku ji ber hin şert û mercan nikaribûn biçûna radyoyê, dengê xwe bidin qeydkirin. Yek ji wan jî Şeroyê Biroye, ku bo qeydkirina stranên wî serokê radyoyê, Xelîl Mûradov ji Rewanê diçe Tiflîsê ku dengê wî bighîne miletê kurd (herwiha dengên Şebabê Egît, Cemîla Çawîş û Xemoyê Hesen jî). Destûra Sovyetê tinebû, ku di radyoyê de weşanên derheq siyaset, şer, hevxistin, qîzrevandin, heyfhilanînê bê kirin. Lê ev tiştên em dibêjin di jiyana kurda da ciyekî mezin digirtin, ku bêyî wan kêmasiyeke mezin çêdibû. Bi hewldayînên rêvebir Xelîlê Çaçan destûr ji Moskovê tê stendin û bêyî sansur weşana xwe didomîn”.

 

Tez bi danasîna programên rojane ên radyoyê diqede. Wek destpêkê de jî hate gotin, xwînerên zimanê tirkî dikarin feydeke mezin ji vê berhemê wergirin. Heya 15-20 sal berê jî ji ber qedexebûna zimên, ne kurda, ne jî lêkolîner û zanyarên tirka dikaribûn bi hêsanî van malûmatan bi dest xin. Lê bi bikaranîna tekonolojiyê ve, astengî rabûne ku îro kurd û zimanê wan dibin mijarên zanîngehên mezin. Wisa xuyaye ku di derbarî Radyoya Rewanê de gelek tez wê bên nivîsandin, gelek lêkolîn dê werin kirin. Wezîfa me kurdan jî xwedîderketina vê xezîneya Sovyeta berêye, ku divê bên guhdarkirin, parvekirin û parastin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev