Qazî (Kazlı, gundê Navenda Agirî/Qerekilîse/Qerekose)*

Qazî (Kazlı, gundê Navenda Agirî/Qerekilîse/Qerekose)*

Abdurrahman Önen, erdnîgarzan

 

Nîhatê kurê Xalitê Hecî Ûsiv (Nihat Öner) tiştekî pir baş kiriye, ev mala înternetê ava kiriye ku gelek tiştê der heqê Qazî da lê cî kiriye. Saya vê mala înternetê da eger xelqê ji Qazî, eger ne ji Qazî, der heqa Qazî da dikare gelek tişta bixûne û eger bixaze tê da binvîse. Mala wî ava dest û tiliyê wî sax bin.

Ez jî merivekî ji Qazî me. Mi go, madem ez jî li vî gundî mezin bûme, mi av û nanê vî gundî xariye, haja mi ji vî gundî heye, destê mi jî tê ku ez binvîsim. Desto tu qurbana serî bî. De haydê tu jî binvîse. Aha ez jî ketime vê rêyê, ji we ra merheba diwêjim. Ez ê ne bi zimanê xu yê nivîskariyê, lê bi zimanê gundiyê xu va binvîsim. Ez ê ji nasandina gund dest pê bikim. Serî da jî ji cografyayê va bikevime nav vî îşî.

 

Cografya Gundê Qazî

Gundê Qazî pişta xu kutaye pala camiya gund. Beriya kurmancê îro ermenî li vî gundî mabûne. Piştî şerê Ûris-Osmanî ermenî revîne, gund bêxuyî maye. Wexta ku her tişt kîs bîs bûye, kurmancê ji yalê Îdirê revîne, berê xu dane çend gundê deşta Zêdka (Elaşgirê). Hinek malbat hatine li Gundê Qazî cî bûne. Kifşe ku Qazî li ser xezna avê ava bûye. Yê ev gund ava kirine, hişê wan baş xebitiye. Ciyê av lê heye ber û bereket jê kêm nabe. Çimkî av heyat e. Gundê Qazî ji pişt pala gund, Kaniya Meytewê, Kaniya Camiyê, Kaniya Mala Evkerîm, Kaniya Mala Hecî Zêwit, heta Kaniya Newala Ewrehman, Kaniyê Lîçê, Çevkaniyê Hecî Tahir, Kaniya Mala Hecî Bekir, Çevkaniyê Newala Biziyê pê da pê da pal û girê gund ser xezna avê ye.

Kurt û kurmancî em dikarin gundê Qazî bi rengê cografyayê aha bînin ziman. Qazî gundekî berpal-berwar, bi dar û ber e. Meriv ji biharên Qazî têr nabe. Heta çevê te bigire hêşinayî ye, reng reng kulîlk in. Hewa hênik, avên sar, darên hêşîn, heyata dora çemê Mûradê; teyrê mesiya, quling, qazê beyanî, sûravêrk, werdekê beyanî, qarîtk, dûvmeqesk û Hacî Legleqa biharê, xêliya spî ya serê Eledaxê tev nexşa xemla Qazî ne. Em yê ku li Qazî dijîn gelo çiqas qîmeta vê xezîna bêbiha, vê xemla dil û mêjî têr dike, dizanin, ew jî pirseke bê bersiv e.

– Hêvî û daxwaz dikim ku her kes di derbarê gundê xwe de nivîseke wisa binivîse.

* Yaşar Eroğlu
http://gundeqazi.blogspot.com/…/yasar-eroglu-gunde-qazi.html

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev