Êzdiyatî dînekî xwezayî, esmanî û serbixwe ye

Êzdiyatî dînekî xwezayî, esmanî û serbixwe ye

Bira Eyda Xidirnebî li temamîya miletê me pîroz be!

Hevpeyvîna Uskê Cim bi Êzdîzan Kemal Tolan ra

“Êzdiyatî dînekî xwezayî, esmanî û serbixwe ye. Êzdî îmana xwe bi ilm û qewlên Êzdiyatiyê nas dikin.”

Pêşîn ji bo kes ji min şaş fahm neke, ez dixwazim ji we û xwendevanên birêz re bibêjim, ez bersivên van pirsên hevpeyvînê li gorî Êzdînasîn, dîtin û ramanên xwe didim. Gava rexne û pêşniyarên we hebin û hûn şaşîtiyên min ji Êzdiyatiyê re nekine kêmasî, lê ji min re bibêjin ezê gelekî dilxweş bibim.

Birêz Tolan, Êzdî kî ne?

– Bi dîtina min, ew kes (evd)ên ku baweriya xwe ya olî li gora ilm û qewlên Êzdiyatiyê dimeşînin, ew Êzdî ne.

Êzdiyatî çi ye?

– Ez dibînim ku gelek nivîskar û rewşenbîrên miletê me û gelên dinê li gora zanîn û agahdariyên xwe di hinek malper, nûçe, rapor, kovar, pirtûk û lêkolînên xwe de bahsa naveroka dînê Êzdiyatiyê û jiyana Êzdiyan kirine. Lê, bi dîtina min, ji ber kû piraniya van kesan bi xwe ne Êzdî ne, piraniya nûçe û berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî gelekî qels in. Li gorî Êzdînasîna min, eşkere dibe ku van kesan agahdariyên xwe ji ber devên hinek dunavên Êzdiyên belengaz û menfeatçiyên gelên cînar bi rişwetê (bertîlê) standine û lewma jî nikarîbûne xwe bi temamî berdin ser riknên dînê Kurdên resen. Li gorî ku ez ji zargotina me Êzdiyan fahm dikim, naveroka dînê Êzdiyatiyê bi kurtasî weha ye:

Êzdiyatî dînekî xwezayî, esmanî û serbixwe ye. Êzdî îmana xwe bi ilm û qewlên Êzdiyatiyê nas dikin. Sembol, ilm û qewlên me hemû girêdanên di navbera Xwedayên esmanî û xwezayê de rast diyar dikin û dibêjin, ku di destpêka afirandina dinyayê de ji xeynî Xwedê, Melek (Milyaket), Horî, Perî û whd. tu giyander (ruhilber) ên dinê li ser û binê erdê tunebûne. Dû re, wexta melekan bi quwet (hêza) a Xwedê û her yekê ji keremetên xwe nîşan-sembolên pîroz (yên weke erd, ezman, av, ba, agir, roj, hîv, stêrk, şev û hwd) çêkirine û gelek ruhilber (giyander) xuliqandine, êdî ew derketine çûne dîwana Xwedê û di dewsa xwe de ev sembolên xwe yên pîroz li ser û binê erdê hîştine.

Di zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê de xwanê dibe ku Xweda yeke, bê şirîke û di ser hemû Xwedana re ye. Başî û xirabî tev ji ba Xwedê tên. Ew dilê ku xofa Xwedê tê de hebe û hebûna Xwedê nas dike ew Êzdîtiyê dişopîne. Ew kesê ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî ye. Her evd ji pêywendiyên xwe yên bi Xwedê, Milyaketa û Xwedana re berpirsiyar e. Her mîh (mêşin) û bizin bi qîtikên xwe ve tê dalqandin û hwd.
Her weha mîna her olek û miletekî li cîhanê ku ûrf û edetên xwe yên taybetî hene, wisa yên me Êzdiyan jî gelek sembolên pîroz, ilm, qewl, cejn, ferzên rastî (heqîqet) û îbadet (terîqet)ê me hene.

Kitabên Êzîdiyan yên muqedes hene?

– Gava evdek karibe baş li kûriya fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatiyê birêne û jê fahm bike, ewê bivîne ku me Êzdiyan ji berê ve gotiye û vêga hêjî dibêjin; Sembol, ilm û qewlên Êzdiyatiyî pêywendiyên di navbêna Xwedê û Milyaketa, Milyaket û Xwedana û Xwedan û evdan de zelal didine xwanê.

Li ser vê bingehê dibêjim, tu beşerî Êzdiyatî ne afirandiye û ji hinga mirovatî peyda bûye û heta vêga hêjî tu kesekî nikarîbûye tevaya fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatîyê di tu kitêban de tomar bike. Eger li ber destan çend mişêwr (destnivîs)ên hinek xwedîocax, xas û qelenderên Êzdiyan hebûne anjî hêjî hebin, ew jî ne kitêbên Êzdiya ye muqades in. Kitêbên Êzdiya ye ku muqades bin tunene. Ji berê û heta îro hêjî tu kesekî Êzdî û xerîb nikarîbûye tevaya kevneşopên Êzdiyatiyê bi gotin û di kitêban de şîrove bike.

Wekî ku xwanê dibe, me Êzdiyan heta vêga îmana xwe timî ji ilm, qewl û sembolên Êzdiyatiyî û bi xêra zargotina (batinî, sir, rahm, keremet û hwd.) xwe nas dikir. Lê ji ber ku ev mercên parastin û pêşxistina ilm, qewl, sembolên Êzdiyatiyî û zargotinê kêm dibin, pêwîste êdî em jî wan hemû bingehên dînê Êzdiyatiyê binivisînin û biparêzin. Lê dîsa jî ev nayê wê mahnê ku ev tiştên hatine û bêne nivîsandin wê pîroz muqades bin.

Hinek kes li ser Ola Êzdiyatîye dibên, ”Êzdî ji hova bawer dikin.”

Ji xwe di rûpelên dîroka kevnar de jî zelal xwiya dike, ji bo ev kesên ku dijminên Xwedê û mirovatî (Êzdiyatî) yê dikin karibin daxwaz û berjiwendiyên xwe, di her demê de zêdetir bikin, ewan timî hebûna Xweda yê seranserê cihanê û em afirandiye înkar kirine. Ewan ji bo berjiwendiyin xwe ye şexsî timî şirîk ji Xwedê ra çêkirine û agirê neyartiyê berdane navbera ol û gelên li cîhanê. Her wisa ewan gelek tiştên ne rast li ser Êzdiyatiyê û di nava axa Mezopotamiyayê de belakirine û gotine: “Êzdî ne Kurd in, Êzdî qûreşî ne, Êzdî ji hova bawer dikin, kitabên Êzîdiyan yên muqedes nînin, kî neferekî Êzdî bikuje, ew gunehê xwe yî di axret û îmanê de afû bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û hwd.“

Bila ev dijminên Xwedê, dîn û netewa me înkar dikin baş bizanîbin ku Êzdî îro hêjî dibêjin, “Xweda yeke, bê şirîke û di ser hemû Xwedana re ye. Başî û xirabî tev ji ba Xwedê tên. Tu Milyaket-ins (giyander) û cins (matariyal)ê şirîkê Xwedê be tune. Ruhê însan namire û ruh her li ser ruyê vê dinyayê digere û hwd” .

Sebeqeyeke qewlê Êzdiyatiyê de jî dibêje:

“Siltan Êzî bi xwe Padşa ye,
Hezar û yek nav li xwe dana ye,
Navê mezin her Xweda ye”

Vêca, ji ber gelek eger, kêmasî û neheqiyên ku van Xwedê ne nasan bi serê me Êzdiyan ve anîne, em Êzdî gelek caran ji cîhên xwe koçber bûne, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên resen û baweriyên cînarên me.

Êzdî îro zêde li ku dijîn?

– Bi dîtina min, hinga ku Êzdîxan ji Êzdîyan dagirtî bû û sînor ne ketibûne nava Kurdistanê, hingê Êzdî di nava Mezopotamiyayê û bi taybetî jî di nava Kurdîstanê de bi serhevûdin ve bi hêsanî çûne û hatine. Bi dû re wexta dagirker hatine ketine Kurdîstanê, wan nehîştiye ku meriv tucara di derheqê Êzîdiyan de tiştekî rast bizanîbe. Wan bi darê zorê cî û warên Kurd (Êzdiy)an li hev parve kirine û şopa hebûna Êzdiyan tam wenda kirine.

Weke ez ji dîroka ola Êzdiyan fahm dikim, heremên ku Êzdî berê lê dijiyan û heta îro hêjî piraniya wan di nava axa Kurdistanê de ne. Êzdî li nava herêma başur-rojavayê Kurdîstanê (Sûriyê, li derûdora Efrînê, heta Hesekê, Qamîşloyê û hwd.ê), li nava başûrê Kurdîstanê de (Îraqê, li derûdora ji Şengal, Duhok, Musilê û hwd.ê), li nava rojavayê Kurdîstanê (Îranê, li derûdora Mahabadê, tevaya ber ava gola Hezarê û hwd.ê), li nava başurê Ermenîstan, Gurcîstanê û li nava gelek komarên Sovyeta berê (li derûdora Êrîvanê, Lenînakan û Tbîlîsî). Li nava tevaya bakurê Kurdistanê (Tirkiyê, li derdora Agirî, Qersê, Sêwas, Çewlik, Mûş, Bedlîs, Elezîzê, Meletê, Maraşê, Amed, Wan, Sêrt, Batman, Cizîr, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Kilîsê û hwd.ê) de jiyane.

Piraniya Êzdiyan, îro hêjî nêzî 700-800 hezar neferî li derûdora ji Şengalê, Duhok, Musilê û hwd.ê dijîn.

Ez dizanim, ew Êzdiyên kû koçberî nava welatên Sovyeta berê û deverên din bûne, ewan di nava wan welatan de Êzdiyatî û çanda xwe bi zehmetê giran parastine. Êzdiyên kû di nava sînorên bakurê Kurdîstanê (Êzîdiyên Xaltiyan-Beşîrî-Batman-Sêrt, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan (Basa), Çêlka-Tur-Abidin-Mêrdîn-Cizîr, Ruhayê, Wêranşehîrê û hwd.ê) mabûn, piraniya wan hatine qirkirin û helandin. Îro di wan herêman de, tenê çend malên Êzîdiyan li devera Xaltiyan, Çêlka û li herêma Wêranşeherê de mane. Belê eger mirov îro wan tevan bîne li ser hev, weke gundekî piçûk jî tûnene.

Ez jî li goriya gumana xwe dêjim, îro di nava cîhanê de jî hêjmara me Êzdiyan di bin miliyonek û nîvê de ye

Hinek Êzdî xwe wek “Kurd” nabînin, hûn li ser vê meselê çawa difikirin?

– Ola Êzdiyan ola Kurda ye herî kevn e û bi dîtina min kevnbûna dîroka Kurdîtiyê vêga hêjî di stran, folklor, ilm û qewlê Êzdiyatiyê de zelal xwanê ye.
Bi dîtina min, pêwîst e ku her Kurd zanîbe, gava oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Em Êzdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin û bipêşve bibin. Heta vêga Êzdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tûne bû. Ji xwe rastiya ku Êzdî Kurdin, di zilm û zordariya hatî serê Êzdiyan de zelal xwiyanî dike. Êzdiyan bi vê baweriya xwe û bi zahmetekî ku meriv nikare salix bide ev çanda Kurdî li ser piyan hîştine.

Têkilî yên Lêkolînvan û Rewşenbîrên Kurdan li ser Ola Êzdiyan çiye?

– Ew kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin ”Ez rewşenbîr, nivîskar, zane, îlîmdarim û hwd.” naxwazin ola Êzdiyan weke oleke serbixwe nas bikin û dibêjin, ”Êzdî Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Zerdûştî, Sabî, Buddhîzmî û h. w.d.ne. Êzîdiyatî ji ber ola Cuhuyan, Mesîhiyan an jî ya Musilmanan zêde bûye. Êzdî ji Dêw, Hova, Cinikan û h. w.d. bawer dikin”, ew tenê ji bo mebestên xwe û bi zanistî xizmet ji koledaran re dikin.

Ji xwe Mîrê me Êzdiyên li cihanê, rêzdar Tahsin Seîd Beg, di Konferansa ku Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê di 16.07.2005 de amade kiribû û berpirsyarê hemî komelên Êzdiyan yên li Almanyayê, ronakbîr, nivîskar, dixtor, hiquqnas û polîtîkvanên Êzdî, dûnavîyên ola Êzîdiyan (pîr, şêx, pêşîmam û hwd.), Êzîdiyên endam û alîgirê partiyên Kurdan (PKD-Iraq, Yekîtî û hwd.), nûnerên Êzîdiyên ji hemî perçeyên Kurdistanê, ji Ermenistanê û yên ji welatên Ewropa, nûçegihanê Kurdistan-TV û Roj-TV jî hazir bûn, bersiva vê pirsa, ”GELO ÊZDÎ KURD IN YAN KURD NÎNIN ?„ zelal daye û gotiye: ”em Êzdî Kurd in û me tu caran kurdîtiya xwe înkar nekiriye û nakin. Heke ku em zimanê xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzdîtiya xwe winda bikin. Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda bikin.” Ez di wê baweriyê de me ku, hemû rêzdarên endamên Meclisa Ruhanî û civata bilind ya Êzdiyan, birêz Bavê Şêx, Bavê Çawîş, Şêxê Wezîr, Serokê Qewala û hwd.ê jî weke Mîrê me gotî difikirin.

Hûn jî dizanin ku li Anatolîya Navîn nêzîkî mîlyonek Kurd dijîn. Edetên Kurdên Anatolîya Navîn nêzîkî edetên Êzdîya ne, ew nêzîkî ji ku teyê? Hinek Kurd dibên, “Kurdên Anatolîya Navîn bere Êzdî bune”… Hûn li ser van fikran çi difikirin?

– Ez dibêjim ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên me çend caran qir kirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuştine, mecbûrî koçber kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjewendiyên xwe bicîh kirine.

Li gorî ku ez weha dibînim û di gelek lêkolîn û pirtûkên nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurd û xerîban de jî xwanê dibe, raste hemû êl û êşîrên “Kurdên Anatolîya Navîn“ ji navenda Kurdîstanê derketine.

Her çiqas dijminên ol û netewa me ne bi reza dilên me û timî li gorî berjewendiyên xwe cîh û baweriyên me guhastibin jî, nijad û baweriya me Kurdên li cîhanê dijîn tev yeke û em Kurd tev weke sêvên ji darekê ne. Hemû kultur, çande, ol, êl-êşîrên me jî gul û beybûnê li derdora wê dara sêvê ne.

Ez ji Xweda yê dilovan hêvî dikim, ku fersend û tifaqa nivîskar, rewşenbîr, zane, dîroknas û lêkolînvanên me Kurd (Êzdî) an jî hîna mezintir bibe û ew jî karîbin ji bona pêşeroja zarokên me temamiya kronolojiya dîroka dagîrkirina welatê me, bawerî, belabûn (asîmîlebûn), koç û qirkirina me Kurdan hîna çêtir zelaltir bidine nasandin û valahîyên di dîroka dîn û netewa me de sererast bikin.

Tesîra ola Êzdî li ser olên din çi bu?

– Bi dîtina min, di naveroka dînê Êzdiyatiyê de jî tê xwanêkirin, Êzdiyatî bingeha hemû dînê li cîhanê û haveynê mirovatiyê ye. Xwedayê me hemû giyander (ins) û cinsên li seranserê cîhanê yek e. Navê Xwedê di nava hemû ol û netewên li dinyayê (yên weke Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî (Asûrî), Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeştî, Mervanî, Manî, Farizî, Yahudî, Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û hwd.) de heye û ew li gorî bawerî, ziman û zaravên herêmî bi gelek navan (Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda (xwe dayî), Xwedê, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad, Yê ez dayî (Êzîd, Yêzdî, Yêzîdî), Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah û hwd.) hatiye bi nav kirin.
Ji roja baweriya Êzdiyatiyê di nav Rojhilata Navîn de peyda bûye û heta vêga hêjî, jiyana me Êzdîyan ji jiyana gel û olên din pir cûda bûye. Me Êzdîyan ji ber destê zilm, zor û qedexekirina der û hundir, tu carî nikaribûye xwe di nava welatê ku em tê de dijiyan azad bidine nasandin û bi derdora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh.
Ji berê û heta vêga jî gelek dîroknas, lêkolînvanên Kurd û biyanî dibêjin, “Êzdî gelekî bi soz, bext, xof, rahm û zêde bi erf û adetên xwe ve girêdayî bûn” Ji xwe bav û bapîrên me ji ber vê baweriya xwe yê paqij nikarîbûne tu tahdê û zorê li hinek kesên wekî dinê difikirin bikin û malên der û cînarên xwe bixwin.

Di huner, çand û diroka Kurdan da rola Êzdîyan çiqas e?

– Ez gelekî dilxweş im ku çend ilimdar, dîroknas, rojnamevanên Kurd û misyonerên biyaniyan jî, bi rastî hinek nûçe, kovar û pirtûk li ser rewşa Êzîdiyatiyê nivîsandine û hebûna miletê Ézdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin. Heta hinek dokument, lêkolînên dîroka kevn û baweriyên Êzîdiyan didine xwanê û eşkere dikin, ku Êzdî ji berê ve di nava Kurdistanê de xwedî civatek û roleke mezin bûne.

Ez jî dibêjim rast e, bav û bapîrên me Êzdiyan dîroka çanda Kurd û Kurdistanê bi sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û xwîna xwe ya paqij parastine. Em Êzdî îro hêjî di zargotina xwe de dibêjin ”Tawisî Melek bi adem re zimanê Kurdî xeber daye”

Ev kesên ku ji dîroka Kurdîstanê agahdar in, ew dizanin hinga ku ol û netewên xerîb, bi taybetî jî hinga bapîrên Fars, Ereb û Osmaniyên Tirk-Tataran hatine xwastine bikevine nava Kurdîstanê, hingê gelek serokên eşîr, qebîle, êl û mîrgehên Kurdan xwe ji bona berjewendiyên şexsî ji nava tifaqa kurdên resen û ola Êzdiyan dûrxistine û ew bi wan dijminan re bûne alîkar. Di zargotina me de li ser wan xwefiroş û xayînan hêjî weha tê gotin: “Gava me bidîta ew kesên ku ji dînê xwe derketî û bi desthilatdarên xerîban re hevkarî dikirin têne nava me, me digote hevûdinê wa “kurmanc” hatin û me xwe ji wan menfêatçî û înkarîciya diparast.” Ji xwe ji ber ku me Êzdiyan bi vê baweriya xwe ye paqij, bêtir ji berxwedan û çande xwe ya netewî re xwedî derdiketin, timî ji sultanên Osmanî, şah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, olperestên nezan û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ne hîştine ku zilm, qirkirin, şer û agir ji nava heremên me Êzdiyan bitemire.

Ji Xwedê ve eyane, lê kesek ji me Kurd/Êzdiyan hew dikare êdî derheqê hejmara serpêkhatî û şerên berxwedanên Êzdiyan yên di wextê berê de bûne bide û bi delîl-dokumentan bi rêz bike. Lê, gava merivek vêga jî bikeve nava zargotina me Êzdiyan û baş lêkolîn bike, merivê bivîne bê hêjî çiqas rola serpêkhatî (efsane– destanên mîna Lawijê Pîrê, Mîr Mihê, Gilgamêş, Nuh Pêxember, Brahîm Xelîl û hwd.) û berxwedanên xwedîocax, bapîr, beg û mîrekên Êzdiyan (Mîn, ya Şêşims, Şêx Hesen, Mend, Şerfedîn, Êzîdî Mîrza, Mîrzayê Anqosî û gelekî din, herweha şerê Dewrêşê Evdî, Miçoyê Îsa, Kok-Çopan Axa, Cangîr Axa, Hesenê Hewêrî, Mîrzikê Zaza, Hiseynê Hûtî û hwd.) di nava parastina ziman, çande û kultura Kurdan de heye.

Birêz Tolan, bo wê hevpeyvîne ez sipasî we dikim.

Ez jî sipasî we dikim û di dawiyê de dîsa dibêjim, hêviya min ji rewşenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdîstanê jî eve ku, ew êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî. Çawa ew di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine Musilmantiyê û Xirîstaniyê, gerek ew wisa jî, xizmetê ji bo parastina olên miletên kêmjimar û Êzdiyatiyê bikin. Divê em bi hev re nehêlin êdî tu cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdîstanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin. Bizanîbin, pêwîst e hevkariya komel û rêxistinên Êzîdiyan serbixwe bin û ne girêdayî ti rêxistin û partiyan bin.

Divê komel û civatên Êzîdiyan karibin bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarîxwaza netewiya Kurdî de, bi rewşeke azad guftûgo bikin û xwe azad biparêzin.
Ji we û hemû xwendevanên birêz re serkeftinê dixwazim…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *