Sê berhemên giranbihaye nû belavbûyî

Sê berhemên giranbihaye nû belavbûyî

Dr. phil. Husên Hebeş

 

Sê berhemên giranbiha, keskrenganî, biharî, çawa xilat ji belvgeha SerSera ji min re hatin.

Gelek rêzdarî ji Dr. Beşar Mistefa re, ku bi erkeke weha pîroz radibe û destnivîsên nivîsevanên me û xasma yên li welatê birîndar bi pirtûkanî digîhne destên xwandevanan.

Du berhem yên helbestvan û paxşannivîsê naskirî, hêja Merwan Berkat in, ya sêhemîn jî ya lêgervanê pirarîşeûêşdîtî – Dr. Mihemed Ebdo Elî – di amadekirina “Çîyayê Kuemênc Efrîn” de, çapa dudîyê ye.

Min pir dixwast, ku ew xwedî ISBN bana, lewma ewê bi fermî biketana Pirûkxaneya Neteweyî Elamanî û li her cîyekî bi saya wê bihatina firotin û bi destxistin.

Ezê bi hewasdarîyeke mezin wana bixwînim û jê mifadar bim.

Pîrozbahîyê li xwedîyê berheman û li belavgeha SerSera û tevkarên wê dikim.

Her serketî bin di geşkirina zimanê me yî pîroz de.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev