
Evîn Îbrahîm
Wergerandin ji erebî: Cankurd
Êşeke ku bi evînê ne ciwankare
Êşa evînê…ez bo evînê hişyar kirim
Agirpijeke berfê
Di salbirreke nenas de..
Zora waryaneyên (1) jîna min a hilçûnî bir
Ez ji êşa xwe ya şaristanî
ya li sazxistî bêcil kirim
Ji min re pêlik û lîstikên min vegerandin
û koçkên dara Sicê…
Ez galtûgepeke reviyayî me
Ber bi nenasiyê ve
Min bîrê kirî
Dayê…Tu li kuyî?
Xwezî ez nebama…
Ey mêrê Kurd ê kevnar
Êdî ji min re hûrikiyên te ne pêwîstin…
Seravên niştên te
Ji tirsa nalînê…
Min êşa evînê kuşt
Ne ji ber evdaliyê
An tolhildanê ji salên temenê xwe
Min nepejirand,
Ku destên min bi lekeyên şikestinên revîna te bibin…
Ez ji windabûnekê di wijdana te ye kevnar de ditirsim
Ez berxwedariya te dikim,
ku te mêbûna min bi cîh kir…
û te şeyê min û neynûkên min li min vegerandin
Hema tu wekî qedera min a kurdîyî
Tu dereng hatî
Wek baranê, tu dereng hatî
Wekî her tiştekî rindik,
ku di gora rojên min de,
li ser keviya bêgumaniyê
Hatiye çalkirin.
Ez jineka, ku xwe ji navê de diçemînim…
Wekî serbilindiya qederê
Di binê dema kûr de
Beravêtina ronahiyeke şikestî ye…
Ji destpêbûna rastiyê direve
Ez a kurdim…
Ez êşa nîvroxewa (2) xwe ya herdemî dilêvînim
Ez pêdivê dirazê (3) me
Lê ez lal dibim, ku asîman min bipejirîne
Ez lorîna ranavê (4) me
Lorelora termcawê (5) hosaniya tirsok im…
Ji navberka (6) çavrah im…
Barke… Barke…
Bihêle ez bijîm…
Sermestiya mirina xwe ya gavgiran.
———————————————-
(1): Waryane: Tiqûs- طقوس
(2): Xewa nîvrokî – قيلولة
(3): Diraz: Duaa‘- دعاء
(4): Ranav: Widan û Ddemîr – ضمير
(5): Termcaw: Kefen – كفن
(6) Navberk: Berzex – برزخ
Riataza