Mihemedê kurd û hin çîrokên din -29

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -29

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Wezîr Muşîr got: “Mîrê min ew qesra cenabê te dixwest hazir û nazir e. Lava û rica dikim, êdî dev ji hest, hewas û kuştina wî camêrî berdî, ku kes nikare bi wî re serederiyê derxe”. Wezîr jî baş dizanibû, ku di vê dinyayê de av û rizqê Mîr Gulnar gelek nemaye, ha îro, ha sibê.

Axaftina mîr û wezîr qediyabû neqediyabû, Mihemedê me derî vekir, kete hundur, dû silav û kilavan, got:

“Mîrê min!  qesra te ya nû amade ye. Herke cenabê te bi wezîr û mezinên mîrekiyê ve serîk bidana qesrê, bibûna mêvanê min, îca wezê çiqas kêfxweş bûma”.

Mîr jî bi wan gotinên Mihemed qayîl bû, teglîfa wî qebûl kir û bona haziriya derketina rê emir da mezin û giregirên dîwanê. Mihemed nedixwest Muşîr jî bi mîr û wezîrên wî re derkeve rê, loma bi dizîka ve hişyariyek da wî. Bi wê daxwaza Mihemed re, Muşîr jî hinekî xwe egle kir, bi wan re derneket. Çaxa mîr dît, Wezîr Muşîr ne bi komê re ye, vegeriya û jê pirsî ka çima bi wan re nameşe. Muşîr jî got:

“Mîrekî sax be, hûn derkevin, ez jî hema têm, li pey we me”. Mihemed da pêşiya mêvanên xwe, ew birin qesrê. Bi dîtina qesrê ve, mîr lêva xwe gez kir, ku di şevekê de avakirina qesreke weha ew şaş û metel hîştibû.

Mêvan rûniştin, Mihemed jî lê bû rûnê, lêbelê bi niçandina Nuzhatê re rabû ser xwe, bi mebesta pêşwazîkirina Muşîr, destûr ji mîr xwest û derket derva. Wezîr Muşîr jî li navenda bajêr li benda wî bû. Bi derketina Mihemed re, Nuzhetê ji cinê xwe xwest, ku texteyên li bin pê mîr û wezîran bikişîne û wan binoqîne avê, ku divê hemû di behrê de bixeniqiyana û yek ji wan jî xilaz nebûya.

Mihemed ber bi nava bajêr diçû, di nîvê rö de rastî Muşîrê aqilmend hat. Di destê Muşîr de hespekî bi cins û esl hebû, ku fenanî hespê mîr û padişayan bû. Ji efendiyê xwe re bêjim, ew hesp jî seva mîrê nû, seva Mihemedê kurd hatibû hilbijartin.

Çaxê Muşîr texmîn kir, ku êdî hatina Mîr Gulnar nîn e, hemû mezinên bajêr û hevalên xwe li cîkî top kir, ji wan re bo kuştina Mihemed qal û behsa planên mîr kir. Bi bihîstina mirina Mîr Gulnar re, Mihemed wek mîrê nû hate îlankirin.

Muşîrê aqilmend ji Mihemed xwest, ku li hespê xwe siyar be û kesên bêguneh û belengaz ji bo xeletî û şaşiyên wan seza neke, ku jixwe welatî piştevanên Mihemed bûn. Dû re Mihemed, bi pêşwaziyeke nuwaze derbasî ser textê xwe bû, hukumdariya xwe îlan kir û Muşîr jî kir serokwezîrê xwe.

Mîrê me yê nû, Mîr Mihemed şande pey prensesan, ew bi cihêzên wan ve anîn qesra mîrnişînê bi cîh kirin. Gelekî yeqîn û baweriya xwe bi wezîr Muşîr dianî, ku pirî caran karê rêvebiriyê ji wî re dihîşt û wextê xwe bi kozî-kulfetên xwe re derbas dikir. Ê de em Mihemed li vira bihêlin û binhêrin wekîdin di mîrekiyê de çi dibû.

Di mîrekiya Mîr Gulnar de sîxur û casûsên Mîr Fîdoûs jî hebûn, ku hukumdariya Mihemed guhbelên Mîr Fîdoûs di ecêveke mezin de hîştibûn, ku digotin:

”Kurê mîrê me, mîr Fîdoûs, derbasî ser textê Mîr Gulnar bûye. Ka ev çawa mimkîn e?’’

Dema ev sîxuran vegeriyan welatê xwe, karê wan ê yekem çûyina dîwana Mîr Fîdoûs û dayîna mizgîniya mîrtiya kurê wî bû. Ku bi wê xeberê ve, Mîr Fîdoûs ji xwe re şaş û metel mabû, ku ji xeynê kurê wî yê li kêleka wî, kurekî din tune bû. Dû mizginiyê gotina xwe domandin:

“Ezbenî, sê sondê qesemê, li mîrekiyê mîrtiya kurê te di devê herkesî de ye, ku me jî ji wan bihîstiye”.

Pey re Mîr Fîdoûs hin casûsên xwe ên din şandin mîrekiya Mîr Gulnar ka herin binhêrin, ew çi dibe, çi diqewime. Dema ew jî vegeriyan û ji mîr re heman tişt gotin, şaşwaziya mîr deh qat zêde bû. Mîr Fîdoûs got:

“Kuro ev çi îş e, çi diqewime. Na wele ev weha nabe, ez ê bi xwe herim, bibînim ka ew kî ye xwe wek kurê min dide nasîn û çi ji navê min dixwaze”. Rabû, li hespê xwe siyar bû, ordiyeke piçûk da dû xwe, berê xwe da qesra Mihemed. Dema di rê de dît va her kes behsa mîrê nû yê kurê Mîr Fîdoûs dike, ji xwe ket şikê û wisa zen kir ku ew kesa kurê wî be û zemanekî ji cariyeyeke wî hatibe dinê û diya wî tirsiyabe jê re behsa ducaniya xwe bike.

Bona hevdîtinekê çend mervên xwe şand ba Mihemed. Bi bihîstina wê xeberê ve, Mihemed di cî de sar bû, nikaribû bilibite. Dû re derbasî aliyê malbatê bû, tiştên bihîstibû bi wan re jî parve kir.

“Netirse”, Dûratê gote wî. “Leşkerê xwe bide hev û here pêşwaziya wî û bi ezet û qulix wî vexwîne bajarê xwe. Em ê jî bona dîtina çareseriyekê bifikirin”.

Bi wî awayî Mihemed, wek serokê mîrekiyê xwe amade kir, ku here pêşwaziya Mîr Fîdoûs û bi ser de jî ew roj wek roja şahiyê di bajêr de hat îlankirin. Wê şahiyê, welatî jî ji tirs û teşqelê xilaskiribûn, ku wan digo qey di navbera Mihemed û bavê wî pirsgirêk heye û bavê wî ajotiye ser wî.

Bi hevdîtina Mihemed û Mîr Fîdoûs re, herdu jî ji hespê xwe daketin wek bav û kur hev hemêz kirin. Dû re dîsa li hespên xwe siwar bûn û ber bi bajêr ajotin.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev