Li ser taybetmendiyên Felsefeyê çend gotin

Li ser taybetmendiyên Felsefeyê çend gotin

Ali Gurdilî

Felsefe dixwaze ku mirovan, xwezayê û pirsgirêkên mirovî, li gor pîvanên aqlî û mentiqî şirove (rave) bike. Bingeh, aqil û mentîq e. Di dema pêkanîna vê yekê de felsefe ti carî pişta xwe nade ol, mîthos yan jî desthilateke din. Felsefe vê yekê, bi tenê bi rêya aqil pêk tîne û hemû şiroveyên xwe dispêre aqil.

1- Felsefe, hunera fikirînê ye. Arîstoteles, mirovan weke heywanên xwedîaqil dihesibîne û dinasîne. Lewra, taybetmendiya herî cihêreng ya mirov ew e ku mirov xwediyê aqil e û difikire. Yên ku li ser jiyana xwe û mirovên din, li ser gerdûn û xwezayê, li ser wateya jiyanê difikire, dîsa mirov e. Di pêkanîna van xebatan de jî, rêberê mirov aqil û hêmanên aqlî ne. Fikirîna rast û kûr, berhevdan û komkirina fikirînê, dibe ku wesfa hunerî a tekane ya felsefeyê be.

2- Felsefe, xwe dispêre pirsan. Felsefe bi pirsan, bi pirsiyaran xwe nêzîkê yên nenasbar/kesnezanî dike. Ji destpêkê ve felsefeyê bi pirsan û pirskirinê dest bi karê xwe kiriye, ji bo têgihiştina gerdûn, mirov û hilika rasteqîn ya mirovî, xweza û gerdûnê, bêrawestan pirsên xwe pirsî ye û bersivan hilberandiye. Her fîlozofeke pirsên xwe yên xweser pirsî ye yan jî, wan pirsên ku berê hatine pirsîn parve kiriye.

Wekî mînak: Pirsa ‘Gelo çavkaniya zanayiyê çi ye?’ ji bo hemû fîlozofan pirseka hevpar e. Lê, John Lockebi pirsa ‘Gelo zanayiyên me ji zayînê ve hene, yan na?‘ û Kant jî, bi pirsa; ‘Bîr/zêhn/hiş dikare bi çi bizanibe û heta çi radeyê dikare bizanibe?’ xwe nêzîkê wê pirsa felsefî dikin. Pirsên fîlozofan ji hev cihêreng bin jî, mirov dikare bibêje ku girîngiya wan her dem didome. Axirê, mirov dikare bibêje ku di felsefeyê de ji bersivan zêdetir, pirs girîng in.

3- Felsefe, xwe ji şer nade paş. Felsefe her dem gelek pirsên jibîrbûyî, yan jî pirsên ku pirsîna wan nayê xwestin û têne temirandin, dipirse û wan tîne rojevê. Mirovan, bi xwe re rûbirû dike û wan bi xwe re tîne hemberê hev. Bi taybetî jî, bersivandina pirsên felsefeya siyaset û ehlaqê, gelekî zehmet e. Mesela ji me were xwestin ku em ji du mirovên nexweş, ku yek ji wan zarokeke biçûk û yê din jî kalekî zanyar e; bi tenê yekî ji bo dermankirinê hilbijêrin, gelo wê em ê kîjanî hilbijêrin? Gelo em kîjanî hilbijêrin? Wê kîjan hilbijartina me hilbijartineke ehlaqî be? Em kîjanî hilbijêrin hilbijêrin, wê ji me; armanca biryara me were pirsîn.

4- Felsefe, ji meraq û şaşwaziyê derketiye. Tiştekî berbiçav e ku felsefe ji meraq û şaşwaziya/ecêba mirovî derketiye û berfireh bûye. Hê ji destpêkê ve guherîn, bihevketin û cardin hebûna lihevhatin û pêşveçûnê, bala fîlozofan kişandiye. Fîlozof, li wê guherîn, bihevketin û lihevhatinê ecêbmayî mane û xwestine ku bingeha vê yekê bizanibin û xwe bigihînin prensîbeke bingehîn. Ji bo têgihiştina vê yekê, dest bi lêkolînan kirine û ev helwest, herçiqas pirs û babet cihêreng bin jî; di hemû dewr û dewranan de berdewam kiriye.

5- Felsefe, gumanker e. Felsefe, ji kîjan çavkaniyê were bila were; wisa bi hêsanî tu daneyan qebûl nake. Ji kû were bila were, hizkî weke zagoneka civakî, hizkî bila hişkebaweriyek/doxmeyek olî yan jî, bila ew zanayiyeke sehekî be; felsefe bişik (biguman) xwe nêzîkê wî tiştî dike. Mirov dikare bibêje ku felsefeyê, gumanê bi du şeklan bikar anîye:

Ya yekemîn gumankeriya septîka ye û ya duyemîn jî, wek rêbazekî (azîneyekî) bikaranîna gumanê ye, ku ji aliyê fîlozofên wekî Descartes û Gazalî ve ji bo têgihiştin yan jî gihiştina zanayî û tevgera rast, hatiye bikaranîn. Bi awayekî gumanker xwe nêzîkkirina babetan, wiha dike ku fîlozof serî li çavkaniya babetan bide û xwe bigihîne bingeha wan. Bêguman di encama vê fikirîn û lêkolînê de, yan wê çewtiya wê were derxistin, an jî wê xîm û spartekên babetê werin piştrastkirin. Nexwe, wê di helwestekê beravajiya vê yekê de, dibe ku fîlozof bi awayekî hişkebawer tevbigere, ku wê ev yek jî ne helwesteke fîlozofîk be.

6- Felsefe, refleksîf e.  Ji bilî felsefeyê tu disiplînên din, xwe nakin mijara xwe û li ser xwe venakolin. Ango, mirov nikare fizîka zanista fizîkê, yan jî genetîka biyolojiyê bike. Ancax, mirov dikare li ser felsefeya felsefeyê bipeyîve. Di nav hemû disiplînan de bi tenê felsefe, xwe dike babeta lêkolînên xwe û li xwe vedikole. Ev yek jî tê wê wateyê ku fîlozofek dikare cardin li babeta xwe bizivire û ji nû ve, li babeteka xwe ya kevin vebikole. Çawa ku di matematîkê de pirs têne çareserkirin, di felsefeyê de jî li ser mijarê cardin tê fikirîn û vekolandin. Bi vê yekê re jî, tê xwestin ku kêmasî yan jî cihêrengiyên mijarê yên ku heta wê demê ne hatine dîtin, werin destnîşankirin.

7- Felsefe, ji pêşdarazan dûr e. Felsefe, tu cudakeriyê naxe nav zanayiyan. Mirovê fîlozof, divê ji hemû fikran re birûmet be. Divê bi baldarî lê bifikire, biponije, lêbikole û li bêjinga aqil û mentîqê bixe û li gor ramanên xwe wan binîrxîne. Heke li hember mirov, ramanek cihêreng hebe; wê demê mirov dikare jê hinek tiştan fêr bibe.

8- Felsefe, çalakiyek rexnekar e. Felsefe, bi awayekî rexneker/rexnegir dest bi babetên xwe dike. Babet çi be bila be, felsefe bi şik (bi guman) xwe nêzîkê mijarê dike û bi vê yekê re dixwaze ku hêlên cihêreng û veşartî, ên wê babetê derxe holê. Helbet ne bêgav e ku rexne her dem neyînî bin û ji xwe felsefe jî ti carî derheqê herênayên/îkîlemên rast-çewt, mafdar-niheq û derbasdar-nederbasdar de tu darazan pêşkêş nake.

Berevajiya vê yekê felsefe, di çarçoweyek mentîqî de li mijaran vedikole û dixwaze ku bizanibe, ka mijar (an pêşnîyar-onerme) derbasdar û hevgirtî ye, yan na? Herweha ji pêşniyaran dest pê dike û li encamê jî vedikole, ka ew pêşniyar rê li encamek wiha vedikin yan na?

9- Rêberê felsefeyê aqil e. Bingeha felsefeyê aqil e. Lewra felsefe weke zanistên din ne xwediyê rêbazên çavdêrî û ezmûnê ye û van rêbazan (azînan) bikar nayne. Fîlozof dema ku zanayiyeke pêşkêş dike, ne bi rêberiya çavdêrî û ezmûnê; bi tenê bi rêberiya aqil û hêmanên/prensîbên fikirînê tevdigere. Gotina rastiya aqil, di roja me de vê yekê vedibêje û bi vê rêbazê, felsefe beyî ku serî li tu mîtos, şexs yan jî gotinan bide; zanayiyan hildiberîne.

10- Felsefe, desthilatiyê qebûl nake. Felsefe li ser hemû mijaran gotûbêjan vedike. Çi mijarên zanistî, çi mijarên olî. Bi çavekî kor, bêrexne û bêlêkolînê, ti fikran napejirîne. Belam ev yek nayê wê mahneyê ku felsefe tu rastiyan qebûl nake. Nexêr, beriya pejirandinê, felsefe dixwaze ku babetê bi hemû hêlan bibîne, lêbikole û bi awayekî tevayî/tumelî mijarê raxe holê.

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev