Gurganê kurê pîrê

Gurganê kurê pîrê

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûheftêduduyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çîroka bi sernavê “Gurganê kurê pîrê” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 172

Pîrek hebûye, kurekî wê hebûye. Navê kurê wê Gurgan bûye. Kurê pîrê zef qewat bûye. Rokê ew diçe nava gund. Dilîzin, destê xwe davêje kîjanî, milê wî diqetîne, dest davêje lingê kê – lingê wî diqete. Cab diçe cem padişê, dibê:

-Taba me di destê kurê pîrêda tune.

Kurê pîrê digirin. Padişa gazî dike, davêjine zîndana kevirî. Gurgan neqeb dike, diçe digihîje qîza padişê. Qîza padişê dibe dilketîya wî. Xwera muxdarekî derbaz dikin.

Padişakî dinê tê ser wî padişayî şer, dibê:

-Xercê minî heft sala bide min, yanê jî şîşa pola ji mertala polara derbazke, dewsa xercê heft sala.

Şîşa ji pola û mertala pola datînin meydana şêr. Padişa gazî çil pelewanêd xwe dike, her çil dikin-nakin nikarin şîşê ji erdê hilbirin, mertala pola qulkin. Gazî şeher dike, kesek nikare nav şeherê wîda. Qîza wî tê cab dide padişê, dibê:

-Bavo, te yek girtibû, niha kela zîndanêdane, ew Gurganê kurê pîrê bû. Tenê ew dikare.

Padişa gurra qîza xwe dike, diçe derê kelê vedike. Çil derîyê kelê hebûne. Diçe derê çil dergeyî vedike, Gurganê kurê pîrê jê derdixe, dibê:

-Gurgan, tu karî şîşa pola ji mertalê polara derbazkî? Eger te kir, ezê qîza xwe bidime te, eger te nikaribû – ezê te careke din bavêjime zîndanê.

Gurgan dibê: -Çil şevî wext bide min, xwarina çil şevî jî bide, ezê şîşê ji mertala polara derbaz kim.

Padişa xwerina çil şevî didê. Çil şevê Gurganê kurê pîrê temam dibin. Gurgan derdixin, dibînin, ku çev lê sor bûne, zend lê qalim bûne, cimaet jê sawê digire. Wêderê şîşa pola hildibire, pê destekî mertala pola qul dike. Cimaet lê zendegirtî dimîne. Şîşa pola heft mêtra di erdêda diçe. Gurgan dibê:

-Padişa, gazî pelewanake, şîşa pola ji erdê derxe!

Padişa dibêje pelewana. Çil pelewan dest davêjine şîşê, nikarin ji erdê derxin. Gurgan pê du tilîya digire, ji erdê derdixe. Gazî padişê dinê dike.

-Şerê te îda minra tune, min şîşa pola mertala polara derbaz kir.

Padişê dinê îdî diçe warê xwe.

Germa havînê bûye. Gurgan xwera diçe çolê, nava zevîya. Dîna xwe didê merîk ji wêda tê, simêlêd wî bûz girtine, dibê:

-Ya, ya, ev çi ecêbe, vê germa havînê simêlê te bûz girtine; navê te çîye?

Dibê: -Navê min Pûsoye, dibê, ecêb ew ecêbe, ku Gurganê kurê pîrê şîşa pola ji mertala polara derbaz kirîye.

Dibê: -Ez Gurganê kurê pîrême.

Pûso dibê: -Tu birê mezin, ez birê biçûk.

Herdu rex hev dikevin, diçin. Rastî merîkî tên. Ew merî ber avekê sekinîye, lingekî xwe daye wî alîyê avê, lingekî xwe daye vî alî avê, devê xwe kirîye avê, ew çem diçe devê wî, dike gazî:

-Ha, ez ji tîna şewitîm, ha ez ji tîna şewitîm!

Pûso, Gurgan dibêjin: -Ya, ya xorto, ev çi ecêbe?

Dibê: -Ecêb ew ecêbe, ku Gurganê kurê pîrê şîşa pola ji mertala polara derbaz kirîye.

Dibê: -Ez kurê pîrême.

Dibê: -Hûn herdu birêd mezin, ez – birayê weyî çûçik.

Hersê bira rex hev dikevin, diçin. Dîna xwe didinê yek wê mer ser milaye, çiyayê Boqetîn dibe Îgirdax, Îgirdax tîne Boqetîn, Boqetîn dibe Elegezê. Gurganê kurê pîrê dibê:

-Ev çi ecêbe?

Dibê: -Ecêb ne ev ecêbe, ecêb ewe, ku Gurganê kurê pîrê şîşa pola ji mertala polara derbaz kirîye.

Dibê: -Ez kurê pîrême.

Dibê: -Hûn hersêk birê minî mezin, ez birê weyî çûçik.

Her çar rex hev dikevin, diçin. Dîna xwe didinê xortek wê ber pêz bilûrê dixe. Pez direqise, kevir direqisin, çiya û banî direqisin. Gurgan dibê:

-Xorto, ev çi ecêbe?

Bilûrvan dibê: -Ecêb ew ecêbe, ku Gurganê kurê pîrê şîşa pola mertala polara derbaz kirîye.

Dibê: -Gurgan ezim.

Dibê: -Hûn birêd mine mezin, ez – yê çûçik.

Pênc bira di rêda diçin, dîna xwe didinê şeherekî vanê li vire. Diçine nava şeher, dîna xwe didinê firnek li wire, xortek ortêda sekinîye, nanê firnê dertê – somîyê saxe-sax davê devê xwe. Firne pêra nagihîne, dike gazî:

-Ha min têr ne xwar, ha min têr ne xwar!

Gurgan dibê: -Ya, ya, ev çi ecêbe?

Têrnexwar dibê: -Ecêb ew ecêbe, ku Gurganê kurê pîrê şîşa pola mertala polara derbaz kirîye.

Dibê: -Gurganê kurê pîrê ezim.

Têrnexwar dibê: -Hûn birêd mine mezin, ez – yê çûçik.

Her şeş bira di rêkêda diçin, dîna xwe didinê merivekî wê serê xwe danîye ser kevirekî, dibê:

-Ha, min têr ne bihîst, ha min têr ne bihîst.

Wekî ji Moskvayê xeberdin – ew dibihê, wekî ji Cûlfayê xeberdin – ew dibihê.

Gurganê kurê pîrê dibê:

-Xorto, ya, ya ew çi ecêbe?

Dibê: -Ecêb ew ecêbe, ku Gurganê kurê pîrê pola mertala polara derbaz kirîye.

Dibê: -Gurganê kurê pîrê ezim.

Dibê: -Hûn her heft birayêd min, ez yê heyşta.

Heyşt bira bi rê dikevin, diçin. Birê mezin Gurgan bûye. Rastî şeherekî tên. Mala padişê pirs dikin, diçin mala padişê mêvanî. Padişa wanra gelek ezet-qulix dike. Padişa dibihê, wekî “Eva birê sêrêne”. Gazî çil pelewanêd xwe dike, dibê:

-Werin em îşev wana bikujin yanê ecêbekê bi serê wan bînin.

Pelewan dibên: -Emê agir berî wan din.

Têrnebihîstê birê Gurgan dibihê, dibê:

-Gelî bira, padişa wê bi destî pelewanêd xwe îşev agir berî mede. Tiştek hunurê weda heye, yan tişt tune? Werin em herin.

Pûso dibê: -Ew ya destê mine.

Padişa gazî wan dike, dibê: -Gelî mêvanêd ezîz, keremkin em herin mal.

Padişa gazî wana dike, nan dide wan, araqê jî didê. Padişa dibêje carîyê xulamê xwe:

-Bibin cîyê wan merekêda daynin, emê îşev agir berî wan din.

Dibin, cîyê wan merekêda datînin. Dibêjin:

-Keremkin, werin cîyê xwe razên.

Gurgan heft birêd xweva diçin ser cîyê xwe radizên, Pûso ranazê. Nîvê şevê derbaz dibe. Pûso hişyare. Dîna xwe didê, dibe xirte-xirta banê avayî, dolaba neftê; dengê wan tê. Heft dolaba berî ser merekê didin, agir pê dixin. Pûso dîna xwe didê agir pêxist. Pûso dike bager, ji birêd xwera dibê:

-Miqatî xwe bin, hûn serma nekin.

Bira lihêfa li serê xwe dipêçin, ji serma mêtrek berf orta merekê dikeve, agir vêdise.

Padişa şev ji xulamêd xwera dibê:

-Here, lingê wan bigire bavêje, naka ew şewitîne.

Xulam lêdixe diçe merekê, derî vedike, dîna xwe didê mêtrek berf nav merekê ketîye. Gurgan hişyar dibe, dibê:

-Xulam, virda were, mala padişê xirab bûye, mera sobe banîya danîya, em ji serma şewitîn.- Diranê xulam dikişîne, anîyêda dikute.

Xulam por-poşman vedigere cem padişê, dibê:

-Padişa, ne tu bî, ne padşatîya te be, Gurganê kurê pîrê diranê min derxistîye, anîya minda kutaye, mêtre berf merekêda ketîye, dibê – ji mera sobekê bîne, em ji serma şewitîn.

Padişa dîsa gazî çil pelewanêd xwe dike, dibê:

-Were emê îşev avê berî ser wan din, bixeniqînin.

Xulamê padişê cîyê wan dibe di aş da datîne. Xulam gazî Gurgan û heft birêd wî dike, dibê:

-Keremkin, herin ser cîyê xwe razên.

Dibe nîvê şevê. Gurgan şeş birava radizên, Çemçikîn hişyar dimîne. Dibe nîvê şevê, dengê avê tê, dîna xwe didê – avê dîwar qul kir, jorda hat. Çemçikîn devê xwe dide ber avê, avê diçikîne û radizê.

Sibê şebeqê padişa ji xulamêd xwera dibê:

-Herin, niha ew xeniqîne, cinyazêd wan bigirin bavêjin.

Xulam diçine ber aş, derî vedikin, Gurgan nişkêva hişyar dibe, xulam dikute, diranê wî anîyêda dikute, dibê:

-Mala padişê xirav bûye, dewlek av ji mera banîya, em ji tîna behecîn.

Xulam diçe cem padişê, dibê:

Hal-hewalê Gurgan haye; ez kutame, diranê min jî li anîya minda

kutaye.

Padişa dibêje xulama: -Herin gazî Gurgan, birêd wî bikin, bira bêne mal.

Xulam diçin pey Gurgan û birêd wî. Gazî dikinê, teştîya wana didinê, padişa dibêje Gurgan:

-Heta naka min tu xwey kirî, ji îro şûnda şerê min bi tera şere.

Gurgan dibê: -Ser çevê min. Gurgan heft birê xwe hiltîne diçe meydana şêr. Gurgan dibê:

-Gelî bira, ezê bi zora şûrê xwe şer kim.

Pûso dibê: -Ezê bi bagerê wana bixeniqînim.

Çemçikîn dibê: -Ezê avê berî ser wan dim, wana bixeniqînim.

Çiyaguhêz dibê: -Ezê merê bin wanra kim, wana welgerînim.

Bilûrvan dibê: -Ezê li bilûrê xim, bira gullê wan li me nekevin. Her kesê dewsa xweda bireqise.

Têrnebaz dibê: -Ezê dora wan herim-bêm, mîna kerî pez nahêlim yek ji nav wan derê.

Nîvro şûnda padişa defa hewarê dixe, gazî pelewanê xwe dike, diçine meydana şêr. Wê şevê meydana şêrda radizên. Sibê şebeqê dest bi şêr dikin. Gurgan bi şûr nav dikeve, Pûso lê dike bager, Çemçikîn avê berî ser wan dide, Çiyaguhêz merê binra dike, weldigerîne, Bilûrvan li bilûrê dixe, her kes cîyê xweda direqisin, şaş dimînin, Têrnebaz dora wan diçe-tê, nahêle yek ji meydana şêr derkeve, gişta dikujin, yê sax ew dimîne, ku ji mala xwe nehatîye. Gurgan dibêje birê xwe:

-Em herin mala padişê.

Diçine mala padişê, padişê dikujin. Gurgan qîza padişê xwera distîne, carîyê qîza padişê dide birê xwe. Heft şev, heft roja def û dewatê dikin.

Hûn çûn bi mirazê xwe şa bûn, ew jî çûn bi mirazê xwe şa bûn.

-Tu jî herî bi mirazê xwe şa bî.

Îda ewe, kuta bû.

 

Got: -Îskoyê Sîyabend, ji diya xwe bûye sala 1912a, ji gundê Hekko, li ser nehîya Talînê, li Ermenîsatnê. Kolxozvane, nîvxwendîye, gelek hikyata zane.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev