Kurdên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêtîyê yên Sosîyalîstîyê)

Kurdên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêtîyê yên Sosîyalîstîyê)

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê ”Kurdên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêtîyê yên Sosîyalîstîyê)” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 168an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 172

 

Kurdên YKSS piranî di navçeyên Ermenîstanê û Azirbêcanê diman. Bilî wê, li Gurcistanê û çend komarên Yekîtîya Sovyêt yên mayîn da jî kurd hebûn.

Dîwana Sovêtîyê bi dilê kurdên Rûsîyayê, xwesma yên Pişkavkazê bû û ew bi tevayî alî pêşketina wê dikirin. Lê rewşa wan di salên pêşin yên piştî şoreşê pir giran bûye, ji ber ku wan sala her tişt hatibû hilweşandin, xelayî hebû, ku rûyê şêr da û yek jî rûyê wê yekê da bû, ku Îngilîs êrîşî li ser Bekûyê kiribû, eskerên tirka jî sala 1918a ketibûne Ermenîstanê û Azirbêcanê. Di van şertan da hukumeta Azirbêcanê biryar qebûl kir alîkarîya binecîyên di nav xelayê da bike. Lê dîsa jî rewşa aborî ya kurdên Azirbêcanê di salên 1922-1929a da gelekî giran bû. Nîvê binecîya zêdetir birçî bûn. Bi hezara kesê, ku bê cî û sitar mabûn, di şikefta da hêwirîbûn, nîvtazî û nîvpêxas bûn, nefta wan tunebû, di mala da tenê çira hebû, an jî koka darên hişk dişewitandin. Di van şerta da di navçeyên Kelbecarê, Laçînê, Qubetlîyê û Zengîlanê da, ku kurd li wan dera ser hev diman, sala 1923a qeza Kurdistanê hate sazkirinê, ku paşdemê da bû mentîqa otonom ya Kurdistanê, navbenda wê jî Laçîn bû.

Sala 1925a bona hajpêhebûna rewşa herêma Kurdistanê komîsyoneke taybetî hate sazkirinê. Pêkanîna pêşnîyarên komîsyonê roleke mezin lîstin di karê pêşdaçûyîna aborî û çanda herêmê da. Vira destpê kir rojnama “Sovêtskîy Kurdistan” (Kurdistana Sovêtîyê) hate çapkirinê, li bajarê Şûşê zanîngeha kurdî ya dersdaramadekirinê (pêdagogî) hate vekirinê, destbi xeberdanên radyoya kurdî bûn, zarok bi zimanê dayîkê dixwendin, pirtûkên dersa, edebîyata bedewetîyê û sîyasî dihatine weşandinê. Hemû dayîrên herêma kurda kar dikirin.

Lê di dawîya salên 20î da bi saya serê bilindbûna dereca miletçîtîyê di serokatîya Azirbêcanê da, herweha bi menîyên bi sîyaseta der va girêdayî (wek mînak, ji ber ku navbera YKSS û Tirkîyê xweş bûbû), li Azirbêcanê temamîya xebata bi binecîyên kurd ra girêdayî bi carekê va berbi xirabbûnê guherî. Sala 1930î li vê komarê herêma Kurdistanê ji holê rakirin, îdî hew navê “kurd” dianîne ser zar-zimana. Jimara binecîyên kurd bi resmî qestbende dihate kêmkirinê. Eger di salên sazkirina herêma Kurdistanê da vira 48 hezar kurd hebûn, lê gorî statîstîka sala 1979a li vira tu kurdek tunebû. Em wê jî bêjin, ku eger em hildine ser hesêb (bidne ber çeva), ku kurda gelek zaro dianîn, di dawîya şerê hemcihanê da gerekê li vira bi kêmanî 100 hezar kurd hebûna. Piranîya kurdên Azirbêcanê zimanê dayîka xwe, kultura xwe ya kevnare, erf-edet û rabûn-rûniştana kal bava jibîr kirin.

Usa hate serê kurdên Turkmênistanê jî. Bi çend salixa di salên 20î da li Turkmênistanê ji 100 hezarî zêdetir kurd diman. Lê di dema hejmartina binecîya yên dû wan sala ra, statîstîk daye xuyakirin, ku li her dera jimara kurda her çûye kêmtir bûye.

Ew yek jî alî asîmîlyasîyakirina kurda kirîye, dema kurda bi destî zorê ji Pişkavkazê sirgûnî herêmên Yekîtîya Sovyêt yên mayîn kirin. Sala 1937a pareke kurda ji Pişkavkazê sirgûnî komarên Asîya Navîn û Qazaxistanê kirin wek “êlêmêntên neamin”. Sala 1944a kurda bi tirka û hemşîna ra tevayî ji Gurcistanê sirgûnî wira kirin.

Îzna kurdên mihacirbûyî tunebû ji warê xwe derkevin, herine cîkî mayîn, di rastîyê da ji mafên konstîtûsyon miqûf bûn. Ji bo ku bi awakî ji wê rewşê derên, destûra wan hebe herin li cîkî bixûnin, gelek ji wana mecbûr bû miletîya xwe biguhêre, bibe azirî, qazax an jî miletekî din.

Ji dawîya salên 20î û destpêka salên 30î Ermenîstana Sovêtîyê bû navbenda pêşdabirina kûltûra kurdên Sovêtîyê. Di nav 20 salan da vira ordîyeke ronakbîrên kurda saz bû, ya ku keda xwe ya mezin kire di nav pêşketina çanda miletîyê. Wan sala gelek pirtûkên dersa, edebî û sîyasî hatine çapkirinê. Ji sala 1921ê hetanî sala 1929a li Ermenîstanê bona weşandina pirtûkên kurdî elfaba ermenî dihate bikaranînê, ku zaneyê ziman û kûltûra kurda Hakob Xazaryan ew ûymîşî qanûnên zimanê kurdî kiribûn. Sala 1929a bi biryara hukumeta Ermenîstanê bona weşandina edebîyata kurdî elfabaya latînî hate bikaranînê, ku nivîskarê kurd yê bi nav û deng Erebê Şemo û Îsahak Morogûlovê aşûrî saz kiribûn.

Sala 1921ê kongrêya kurdên ku li berpala çiyayê Aragasê diman hate derbazkirinê. Di çileya paşin-sibata sala 1922a da kurd tevî Kongrêya Ermenîstana Sovêtîyê bûn, ku li wira Konstîtûsîya komarê dihate qebûlkirinê. Di wê konstîtûsîyayê da dihate gotinê, ku li Ermenîstana Sovêtîyê “hemû xebatkar bêy ku cudatîyê daynin di nav miletî û dînê wan da, xwedî mafên wekehev in”.

Di komarê da xebateke mezin hate kirinê bona bilindkirina aktîvîya sîyasî û bi her alî pêşketina çande û deba miletên kêmjimar. Sala 1921ê pirtûka dersa ya kurdî hate weşandinê, destbi karê amadekirina mamosteyan bû, di gundên kurda da dibistan hatine vekirinê. Hema di wê salê da 5 dibistan hatine vekirinê, sala 1925a jimara wan gihîşte 10a, lê sala 1930î – 27a. Wî çaxî da destbi hilanîna nexwendîtîyê kirin di nav binecîyên kurd yên gihîştî da.

Di destpêka hezîrana sala 1924a Sedirtîya Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Ermenîstanê bi taybetî li ser pirsa derheqa xebeta di nav kurda da sekinî, ber komîtêyên Lênînakanê û Êçmîadzînê pêşnîyar kir, ku xebatkarên kurd bi awakî fire bikine nava her cûre xebata da, ji bo wan dibistana çê bikin, xebata rêxistinên dewletê di nav binecîyên kurd da bidne xurtkirinê.

Ev hemû alî hişyarbûn û xwefemdarîya kurda ya miletîyê dikirin, firsend dida wan bi aktîvî tevî jîyana sîyasî ya welêt bibin.

Sala 1931ê li Yêrêvanê zanîştgeha kurdî ya pêdagorî hate vekirinê. Bona bilindkirina dereca kadroyên mamosta li peytextê komarê kûrsên amadekirina mamostayên kurdî dihatine sazkirinê. Sala 1934a li Yêrêvanê konfêransa kurdzanîyê ya temamîya Yekîtîya Sovyêt hate derbazkirinê, ya ku bûyareke berbiçev bû di nava pêşketina kûltûra kurda da. Ewê rêyên fire vekirin bona xebata zanyarî-lêkolînê. Li wir guhdarîke mezin hate danînê li ser problêma pêşxistina edebîyata kurdî û pevgirêdanên wê bi ziman û edebîyata kurdên ku dervayî sînorên Yekîtîya Sovyêt dimînin.

Di salên 20-30î li Ermenîstanê jimara berhemên nivîskar û helbestvanên kurd zêde bû. Eger sala 1922a di komarê da 32 pirtûkên edebî, dersa û sîyasî bi zimanê kurdî hatibûne weşandinê, sala 1937a jimara wan gihîşte 70î. Berhemên nivîskarên kurd bi berevokên cihê li Moskvayê jî dihatine çapkirinê, bi zimanê ûkraînî, gurcî û yên mayîn dihatine wergerandinê.

Li Ermenîstanê sazbendî û hunermendîya kurdî jî pêş diket. Sala 1938a li gundê Elegezê şanoya kurdî hate vekirinê. Di navbera gelek salan da fîlmên bedewetîyê û dokûmêntal derheqa jîyana kurda da dihatine kişandinê, wek mînak fîlmên “Zerê” (1926), “Kurd-êzdî” (1933) û yên mayîn.

Komarê da belavkirinên radyoya kurdî jî hebûn, di rex Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê para nivîskarên kurda hebû.

Ji sala 1930î Yêrêvanê da destbi weşana rojnama kurdî “Rya teze” bû, ku derheqa hemû alîyên jîyana kurdên Ermenîstanê ya civakî, sîyasî û çandî da xwendevanên kurd agahdar dikir. Ewê herweha nivîsên derheqa şerê kurda yê ji bo azadîyê jî diweşandin. Sala 1934a li Yêrêvanê kongrêya kurdzanên Yekîtîya Sovyêt ya yekemîn hate derbazkirinê, ya ku rêyên pêşdabirina kûltûra kurda kivş kirin.

Bi van hemû yeka ra tevayî, di salên 20-40î da hindava kurdên YKSS da zordestî hatîye bikaranînê, sîyaseta bi destî zorê asîmîlekirina wan di çend komaran da hatîye derbazkirinê û ev hemû mora xwe ya xirab danîye li ser bi civakî-aborî û kûltûrî pêşdaçûyîna kurda, li ser riya bilindbûna xwefemdaraîya miletîyê bûne asteng, nehîştine di navbera wan û birayên wan yên welatên dervayî Sovyêt pêwendî bêne danînê, yên ku di welatên Rohilata Nêzîk û Navîn da şerê ji bo rizgarîyê geş kiribûn.

Pêla zordestîya û têrorê, ku di salên 30î da li YKSS da rabûbû, pêşketina kurda berbend kir. Di wan dema da li Azirbêcanê hemû ocaxên kurda yên ronahîdarîyê-çandî hatibûne girtinê, kurd wek tevavetîyeke êtnîkîyê nedihatine naskirinê. Heta sala 1938a li gundên kurda yên Ermenîstanê da xwendina di dibistana da bi zimanê kurdî bû. Sala 1938a li Yêrêvanê weşandina rojnama kurdî “Rya teze” dane sekinandinê, zanîştgeha kurdî dane dadanê. Pareke kurda sirgûnî Asîya Navîn, Qazaxistanê û herêma Altayê kirin. Çend ronakbîrên kurda yên bi nav û deng, wek Ereb Şamîlov, Hecîyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî û yên mayîn sirgûn kirin.

Kurdên Sovêtîyê bi aktîvî tevî şerê hemcihanê yê dijî Almanîya faşîstîyê bûne. Bi deha kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê, Azirbêcanê û mentîqên YKSS yên mayîn ji bo mêrxasîyê û fêrizîyê di şerê himberî faşîzmê da bi medalyayên dewletê va hatine xelatkirinê, lê du kes jî bûne Mêrxasên YKSS.

Sala 1946a bi fermana dîwana navbendî kurd, wek ku çend gelên mayîn, derbazî bikaranîna elfaba kîrîlî bûn, ku Hecîyê Cindî saz kiribû.

Piştî mirina Stalîn destbi pêvajoya hilanîna zordestîyê, rakirina astengên li ser riya pêşdaçûyîna çanda gelên kêmjimar bû û di nava jîyana kurda ya di hêla pêşketina çandê da destbi êtapeke nû bû. Di nîveka salên 50î astengên li ser kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn dane hildanê û wana îdî dikaribû ji cî û warên xwe derkevin, ji bo xwendinê herin cîyekî mayîn.

Sala 1954a li Yêrêvanê radyoya bi zimanê kurdî hate vekirinê. Ji sibata sala 1955a “Rya teze” dîsa destpê kir çap bibe. Di rûpelên rojnamê da guhdarîke mezin dihate danînê li ser çand û edebîyata kurda. Hema di wê salê da li zanîştgeha Yêrêvanê ya pêdagogî da beşa kurdî vebû, li ku kadroyên ji bo dersdayîna ziman û edebîyata kurdî li gundên kurda da dihatine amadekirinê. Para nivîskarên kurd ya rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê edebîyata kurdên Sovêtîyê pêş dixist. Di dawîya salên 50î – destpêka salên 60î li Yekîtîya Sovyêt da xebatên di hêla lêkolînên derheqa problêmên dîrok û çanda kurda da pir geş bûn.

Bi pêşdestî û serokatîya zanyar-rohilatzanê bi nav û deng akadêmîk Îosîf Orbêlî di nîveka salên 50î li Para Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî YKSS da beşa kurdzanîyê hate damezirandinê, lê di sala 1959a da li Sêktora (ji sala 1971ê – Înstîtû) Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê da koma kurdzanîyê hate vekirinê, ku paşê bû par. Para Kurdzanîyê li Înstîtûya Rohilatzanîyê (ya Akadêmîya Zanyarî YKSS) ya li Moskvayê da jî hate damezirandinê û li vira xwesma guhdarîke mezin datanîn li ser azirûkirina pirsgirêkên dîroka kurda. Di planên Înstîtûyên Rohilatzanîyê yên Gurcistanê û Azirbêcanê da jî têmatîka kurdzanîyê cîyê xwe girtibû.

Bi saya serê karkirina bi adan ya kurdzanên Yekîtîya Sovyêt karê pêşdabirina dîrok, ziman, çand, erf-edet, deb, êtnografîya û sazbendîya kurda pir pêş ket û di kurdzanîya hemcihanê da cîyê yekê da bû.

Di salên 60-70î da piştî Ermenîstanê Gurcistan jî bû navbendeke pêşdaçûyîna çanda kurdên Sovyêtê. Vira di nav 15-20 salan da ronakbîrîya kurda hate sazkirinê. Jimara merivên xwendî pir zêde bû, gelek kurd dibûne mihandiz, bizîşk, mamosta. Vira destbi weşandina edebîyata kurdî û berhemên derheqa dîrok û kûltûra kurda da bû. Di parlamêntoyên Ermenîstanê û Gurcistanê da kurd jî dihatine hilbijartinê.

Di hezîrana sala 1990î li Moskvayê konfêransa derheqa dîrok û rewşa kurdên Sovêtîyê da hate derbazkirinê, ya ku bûyereke berbiçev bû di nav jîyana kurdên vî welatî da. Konfêrans bi hajpêhebûn û tevgelîya dîwana navbendî dihate derbazkirinê. Lê çi mixabin, ku ew konfêrans gerekê diha zû derbaz bibûya, ku bikaribûya problêmên miletîyê yên kurdên YKSS baştir çareser bikira.

•••

Rast e, di Yekîtîya Sovêtîyê da dewletê hindava kurdan da hinek caran zordestî dikir (ji cî û warên wan rakirin, sirgûnkirin û zordarîyên mayîn), lê dîsa jî mafê kurda wek yên hemû hemwelatîyên wê dewleta mezin bû: mecalên bona pêşketinê û tunebûna dîskrîmînasyonê firsend dida ronakbîrên kurd ku çanda xwe pêş bixin. Kurdên ku li komarên YKSS da diman, rind zanibûn, ku Moskva li pişta wan sekinîye. Hilweşandina YKSS rewşa kurda bi carekê va da guhartinê. Sertbûna pêwendîyên mileta li ser temamîya axa YKSSa berê, xwesma ew yek, ku di sîyaseta dewletê ya komarên Sovêtîyê yên berê da miletçîtî serî hildabû, rewşa miletên kêmjimar xirabtir kir, di nav wan da rewşa kurda jî. Ser sebebên miletîyê-sîyasî, ku kurda mecbûr kirin ji cî û warên xwe derkevin, yên aborî û çandî jî zêde bûn. Hin cîya kurda bi destî zorê ji cîyên wan derxistin. Bi vî awayî, di nav mihacir û penaberên li ser axa YKSSa berê da perçek jî kurd in.

Piranîya kurdên mihacir niha li ser axa Fêdêrasyona Rûsîyayêne. Ewana hema bêje li her dera hene û ne li ser hev in. Bêkarî, bêsitarî, problêmên qeydkirinê û bi wê yekê ra girêdayî problêmên civakî û tunebûna şertan bona pêşdabirina çanda xwe – ev hemû bi tevayî rewşa kurdên Yekîtîya Sovyêta berê xirabtir kir. Niha li ser axa Rûsîyayê hema bêje weke 150-200 hezar kurd hene. Piranîya wan li ser axa mentîqên Krasnodarê û Stavropolê, herêmên Yaroslavlê û Tambovê, bajarê Moskvayê da dimînin. Rast e, qanûna derheqa otonomîya miletîyê-kûltûrî bona miletên kêmjimar yên Fêdêrasyona Rûsîyayê, ku Parlamêntoyê qebûl kirîye, firsendê dide bona kurdên kêmjimar reng û rûyê xwe yê miletîyê biparêzin, lê kêmasîya di hêla aborî da û rewşa miletîyê-sîyasî ya tevayî li Fêdêrasyona Rûsîyayê nahêlin, ku ew daxaz bi ser kevin.

Bi tevayî, kurdên Yekîtîya Dewletên Hevalbend wek gelên mayîn yên Sovyêta berê dijwarîyan dikişînin.

Wêne ji arşîva ronakbîrê binavûdeng Keremê Anqosî hatîye hildan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev