DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -1

DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -1

Nivîskarê malpera me Şemoyê Memê bi zimanekî delal gotareke bo rojên me pir pêwîst nivîsîye derheqa pirseke jîyana gelê me da. Ji ber ku gotar pir dirêj e, em wê dikin çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa pêşin e.

 

Şemoyê Memê

 

Kurte

 

Zewac di jiyana kurdan ya rojane de wekî diyardeyeke cîvakî, bûyereke gelek giring hatiye hesibandin û bûye mijara gelek berhemên devkî û nivîskî. Nemaze zewacên bêdil/bi darê zorê li ser keç û xortan bandoreke neyînî pêk anîye. Di encama vê yekê de keç an xort ku zêdetir keç, wekî tê payîn rastî gelek pirsgirekên derûnî, cîvakî û fîzîkî hatine. Kesayetiya wan xirab bûye, xwe bênirx dîtine, jixwederbûne. Wekî rêyeke parastina tenduristiya derûniya xwe û tedawiya xwe kesên tûşî zewaca bêdil bûne ji xwe re rêyek peyda kirine ku ew jî derbirîna hest û xwaziyên xwe ne. Hestên dilên xwe û trawmaya ku hatiye serê wan bi awayeke meşrû, wekî amûrekê dermankirina derûniya xwe derbirîne û wekî stran, dilok, çîrok, dia, nifir anîne zimên. Armanca me ya vê xebatê jî diyardeya zewaca bêdil û nîrxandina derbirîna wê ya zargotinî ye.

 

  1. Destpêk

 

Zargotin peyveke xwerû kurdî û peyveke hevedudani ye. ‘Zar’ û ‘gotin’ê pêk tê, ango tiştên bi ziman hatine gotin dibin mijara zargotinê. Lema em nikarin nimûneyên folklorê wek; cil û bergan, reqs û semayan, xalî û xalîçeyan, rabûn û rûniştina neteweyekê re bêjin zargotin. Ev tiştên ‘gelêrî’[1] ne. Ji ber vê yekê bikaranîna peyva ‘Folklor’ê dewsa zargotinê ne dirûst e, zargotin beşeke taybet ê folklorê ye. Folklor zargotinê jî dihewîne. Zargotin ‘wêjeya devkî’ ye. Wexta ku em dibêjin zargotin, em behsa stran, kilam, serpêhatî, mesele, metelok û gotinên pêşiyan, destan, çîrok, zemar, dilok, dia, nifir û hwd. dikin. Mijar bê sînor in, hema dibe her tişt dibe mijara zargotinê. Xebat, şîn, şahî, mirin, sirûşt, jin, mêr, zewac …û heta ku bêjin bes her tişt.

 

Zewac ji xwe, wekî şêweyên cil û berg û lîstikên xwe dibe mijara folklorê. Ev tiştên berbiçav in. Lê wexta pêvajoya zewacê dibe mijara stran, çîrok, destan, metelokan…zewac dibe mijara zargotinê, nemaze zewaca bêdil.

 

Zewaca bêdil yek jî mînakeke giring e ku zargotina kurdî de herî zêde hatiye bikaranîn. Ev diyarde li ser kesayetiyan û cîvakê rûxandineke giran çêkiriye. Bûye karesateke mezin û gelek caran encamên xirab bi xwe re anîye wekî, revandin, revîn, kuştin, talan, mirin, xwe kuştin û şer û pevçûnên mezin. Hema em bala xwe bidin kîjan cureya zargotina kurdî em rast evîneke pêknehatî, nîvcomayî, bêbextîyekê tên ku di dil de nemaye û bûye stran, çîrok, nifir, destan, dilok û payîzok.

 

Zewaca bêdil diyardeyeke civakî ye, herî zêde di nav civatên paşdamayî, kevneşopî, kevneperest de wekî şêweyeke zewacê hatiye bikaranîn. Helbet di civata kurdan de jî hatiye bikaranîn û bûye mijara gelek stran, çîrok, destan û hwd. Ev dîyarde dibe ku bibe mijara gelek xebatên cûr be cûr lê di nav sînorê vê xebatê de em ê hewl bidin ka gelo ev mijar di nav zargotina Kurdî de çawa hatiye honandin û derbirîn. Ev xebat du beşan pêk tê; beşa yekem bi tevayî zewac û zewaca bêdil û cureyên zewaca bêdil dihewîne û di beşa duyem de jî zewaca bêdil û derbirîna wê ya zargotinî bi hûrgilî tê destnîşan kirin.

 

  1. Zewaca Bêdil û Sînor 

Divê berê em bizanbim ka zewaca bêdil çi ye û çawa çêdibe? Gava bûk an jî zava ji aliyê dê û bav an jî malbatê ve ji bo zewacê gef wan bên xwarin an jî li ser wan zordarî bê bikaranîn, wî wextî zewaca bêdil/bi zorê dibe mijara gotinê. Heke yek ji aliyan (bûk an zava) bi zewacê neqayîl be û bêyî raya wê/wî be an jî ji bo erêkirina zewacê xwe di bin zextê de bihesîne, ev dibe zewaca bi zorê. Li vir xort an jî keç ne xwedî bextekî rast in û nikarin bêjin “na”. Bi vî yekî re zewaca bêdil/darê zorê bi xwe re gelek encamên derûnî, cîvakî, kesayetî û exlaqî tîne holê. Kesê ku zewacê neqayîle dikeve bin zextekî giran; jîyaneke tehl, teng û bistres. Hinek berzewac gelek caran mecbûr dimînin ku gotina dê û bavê xwe binpê nekin çimkî, qayîlnekirina zewacê re ew kes ditirse ku ji aliyê malbatê zextekî giran bê kar anîn û paşê dîsa ê bê dilê wî/wê zewacê pêkbînin. Wexta ku em behsa zewaca bêdil bikin, biveneve divê em herî zêde behsa keçan bikin ne xortan, çimkî zewac gelek caran bi dilê xort e/mêr e lê gelek caran ne bi dilê keçikê/jinê ye. Xort an jî mêrên ciwan jî dikarin rastî zewaca zorê bên, lê belê ev yeka pir kêm caran tê dîtinê. Wekî, mecbûr dibe ku ji ber kevneşopî û berjevendiyên malbatî jina birayê xwe an jî apê xwe yê bî maye re bizewice.

 

Bêhtir di malbatên kevneperest de ew bêyî daxwazên wan tên zewicandin, dixwazin keç an lawan disîplînîze bikin û di nav çarçoveya çanda xwe de bihêlin. Lema keçikan yekî ji eşîra xwe didin mêr. Hinek caran jî ji ber cûdabûna ol û mezheban keçikan nava xwe de dizewicînin (Endogamî). Ji bo keçik zewacê erê bike, gelek caran bi rêya dê û bav û nasan, bi navgînên derûnî û zexta civakî, li ser navê namûsê heta bi gefa kuştinê û gefa di malê de hepiskirin û zordarîya derûnî, tê bikaranîn. Hin caran piştî zewaca çêbûyî jî zext dewam dike. Jin mecbûr in di mal de li hember xwestekên xwe û encamen pê ve giredayî (encamên zewaca bi zorê) bi sebir bin. Jin her çiqasî sebir bike jî, dilê wî ev yeka qet carekê nepejirandiye û tu caran bidil û can nebûye nefereke wê malê.

 

Tê payîn, ku piştî dawetê, keçik an jî jina ciwan di gotina mêrê xwe û malbata wî de be û serê xwe li ber wan bitewîne. Heke ew wek jina malê peywîrên xwe bicih neyne, ev yek di rewşên ekstrem de dikare rê li muameleyek nebaş a fizîkî û derûnî, wek lêdan, tehdît û tiştên wek van, veke. Ji vê zêdetir dikare ji wê bê xwestin, ku di warê cinsî de di xizmeta mêr de be. Pirsgirek ewqas mezin e, ku ew ji aliyê mêrê wê (ê ne bi dilê wê) ve di warê cinsî de bê bikaranîn û zext lê bê kirin. Ev trawmayekî bi xwe re tîne û em ê bibînin ku di kilaman de jinê ev yeka çawa anîye zimên. Ji bo keçik û jinên ciwan, tirsa dewamî a hember destdirjiyê, encama herî xerab ya zewaca zorê ye. Wek encamên zewaca bêdil nexweşîyên derûnî yên wek depresyon, xwebirîndarkirin, xwekuştin û pîkosomatîka kronîk dikarin rû bidin. Stran û çîrokan de em ê bibînin ku jin çawa heta hetayê xwe lal kirine, dîn bûne an jî destê mêrê kotî, jehr xwarine an jî xwe kuştine.

 

Zewaca bêdil bi giranî di nav sînorên malbatê de pêk tên (ev tê wateya zewaca keçap û kurapan, keçmet û kurmetan û hwd.). Dê û bav xwedî hestê wisa ne, ku bandora xwe winda bikin û dixwazin bi reya zewaca lezgîn û neqandî keçikê bikin bin nîrê edet û kevnetoreyên xwe yên kevnar. Ev ji binpêkirina şerefa malbatê ditirsin, gava keçik bi xortekî re hevaltiyê çêbikê û keçikaniya xwe winda bike. Bi rêya zewacek lezgîn dê û bav ji aliyekî ve ji berpirsyariyê rizgar dikin û ji aliyê din ve jî têkiliyên desthilatdariya kevneşopî tên şidandin.

 

Zewaca bi darê zorê gelek cureyan pêk tê. Di zewaca bêdil de cureya berdêlî piştî ji dewsa xwinê keç dayînê, dibe ku ya herî dilsoj û xemgîntir bibe. Ji ber giraniya qelen û xizaniyê keçan bi hevdu re diguhezin. Ji vê yekê re ‘berdêlî’ an jî ‘gorîn’ tê gotin. Keça xwe didin birayê bûkê. Carinan bav keça xwe ji bo xwe jî dikin berdêlî. Malbat bi vî yekî binê barê zewacê jî derdikeve. Zewaca berdêlî pirî caran dibe zewaca ne bi dilê keçikê. Di zewacên berdêlî de dema yek jina xwe berde, yê din jî divê jinê berde an jî qelenê bide. Cureyek zewaca bêdilê keçikê jî, cureya ‘xwînî’ye. Dema ku du alî an jî du eşîr ji hevdu mêr dikujin, alîyê ku mêrê yê din dikuje di lihevhatinê de keçikê dide alîyê din. Ev tê wê manê ku êdî bûne xizmên hevdû. Ji vê keça ku ji ber xwînê ve didin re dibêjin “xwînî.”Ger jin ji bo xwînê hatibe dayîn, (her çiqasî berdêla xwînê ve dibin xizmên hev jî) mecbûre ku heta hetayê di nava agirê gur de bişewite. Ji ber ku mala dijminê malbavê xwe de ye, dibe ku gelek caran gotegotên xirab li dijber malbata xwe bibihîze û bêdeng û hes di dilê xwe de van gotinan çal bike. Bûkekî ev yeka wisa haniye ziman; “Dilê min hêlîna teyrê lal e.”

 

Zewaca bi mêrê temen mezin an jî mêrê kal jî dibe derdekî bê derman. Keçek wekî guleke nûbişkivî, dixwaze xortekî çeleng re bizewice û salên xwe yên herî çê dilê xwe şa bike lê dikeve nav dest û piyên (wekî destnîşankirina wê) mêrê şindolekî, herifî, “xwedanê heft jina û heftê salî, diran tune dêv de.”Ev cureya zewaca bêdil herî berbiçav û bi bandor di strana binavê “Xalê Cemîl”de hatiye derbirînê. Hinek stranan de jî keçikê didin cihekî dûr û keçik êdî nikare mala bavê xwe bibîne. Heta van salên dawîn ji bajarên Anatolyaya Navîn, ji Nîğdeyê, Kutahyayê û yên din dihatin gundên Qersê, Erdehanê ji bavên feqîr û belengazan bi dayîna qelenekî giran! Keçên wan distendin ji bo xwe û ji bo kurên xwe. Kîsê bavê tiji pere dibû lê de tu were rewşa ku keçik ê tûşî bê ne derdê kesekî bû. Dibe ku zimanê warê ku çûyî ji nizanibe, gelo derd û kulên xwe çawa bîne zimên, kî re bîne zimên, êdî mala bavê xwe, xwe re heram dike.

 

Gelek caran jî wexta ku mêrê jinekê dimire, jinikê tiyê wê re dizewicînin û ev him bo jinê him jî bo lawik karesateke mezin e û ne bi dilê herduyan e jî. Ev jî cureyeke zewaca bi zorê/bêdil e. Beravajî vî yekî, ger jin bimire jî gelek caran xwişka jinê ango baltûzê, bi zava re mar dikin ku ev yeka jî gelek caran dibe zewaca bêdil.

 

Ji ber zewaca bêdil keçik gelek caran gilî û gazinên xwe diya xwe dikin. Gelek caran jî pirsgireka zewacê de xwastina bavê ne li dilê keçikê ye û dê jî di navbera mêrê xwe û keça xwe de dimînin. Dibe ku dê jî ne bi dilê wê hatibe mêrkirin lema dixwaze pişta keça xwe bigrê lê belê ji ber edet û mercên zorê tev li biryara mêrê xwe dibin. Keçik jî stûyê xwe ji ber zewaca bêdil ditewîne.[2]

Wêne: Rebwar K Tahir 

Riataza

 

[1] Gelêrî dewsa Folklorê hatiye bikaranînê, ango hemû tiştên ku aliyê gelekî hatine afirandinê û heta roja me hatine ne. İngilîzî “Folklore” tê gotin. Wateya wê (Folk-lore) zanînên kevnar yên di derheqê gel de ye. Bi Tirkî jî Halk Bilimi hatiye bi nav kirin. Folklor ew tişt e ku afirînerê wî/wê ne eşkere ye, ango afrînerê wê/wî gel e. Hemû berhemên miletekî çi rêzber, çi şênber, dihewîne.

[2] Jin wekî dayik bi rêjeyeke bilind dibe ku ew jî mecbûrî zewaca bêdil bûne. Trawmaya ku hatiye serê wan piştî wexteke dûr û dirêj asan bûye û ev yeka wek enînivîsa xwe hesibandine. Lema em dibînin ku gelek caran zewaca keçên xwe de ew jî tevî biryara mêrên xwe dibin. Keçik diya xwe lawa dikin ku rê nedin bav, lê em rast hewlekî xurt ya dayîkê nayên.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev