Muzîkjenekî dengzîz û meqamxweş: Rizgar Akan

Muzîkjenekî dengzîz û meqamxweş: Rizgar Akan

Mela Mihyedîn

 

Hin gotinên kal û pîrên me hene dibêjin: “Ciwanî bizanîya û pîrî bikarîya” an jî dibêjin: “Heta me xwe naskir, me emir xilaskir”. Bi rastî jî karekî pir zehmet e meriv xwe nas bike û meriv bizanibe ked, wext û sermayê xwe ji bo armanca xwe bike feda. Kesên xwe nas bikin û ciwanîya xwe li gorî armanc û îdealên xwe biborînin mohra xwe li dîrokê dixin.

Yek ji van mirovên xwenaskirî Rizgar Akan e. Muzîk ji bo wî îdealeke bihuştî û jînkirina ruhên pak e. Ciwanîya xwe, keda xwe û sermayeya xwe ji bo muzîka Kurdî kirîye alav. Bi saya xwenasînê, hêza ciwanîya xwe jî xweş qenalîze kirîye û hîn ji niha ve xebatên baş ji tembûra wî li dor welêt û dîasporayê deng vedaye.

Navê Rizgar Akanî baş bizanibin. Rizgar Akan muzîkjenekî dengzîz û meqamxweş e, meriv ji tama dengê wî têr nabe û tu carî jî meriv ji guhdarîkirina dengê wî aciz nabe.

Ez bawer im di demek nêz de wekî stêrka gelawêjê wê di qada muzîka Kurdî biçirise.

Tu ji me re dikarî hebekî qala jîyana xwe bikî?

Ez di sala 1991ê de li navçeya Midyadê ya girêdayî bi Mêrdînê ve ji dayîk bûme. Zarokatîya min li Midyadê derbas bû. Min di zarokatîya xwe de gelekî ji mûzîk û şanoyê hez dikir; lê bêhtir bala min li ser muzîkê bû. Ji bilî muzîkê, min gelekî ji ajalan jî hez dikir. Ji ber vê yekê li zanîngeha Firatê ya Elezîzê, min beşa Antrenorîya hespan xwend. Piştî wê min dest bi karê hespan kir. Û ez  li hîpodromên; Ruha, Amed, Elezîz û Edenê dixebitîm, di pêşbirkan de min karê amadekarîya hespan dikir.

Di sala 2013an de min biryar da ku ez beşa muzîkê bixwînim; lê min dixwest li ser muzîka Kurdî lêkolîn bikim û bingeha xwe ji muzîk û çanda kurdî bigrim. Bi meqsedê min berê xwe da Akademîya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Amedê û min li wir salekê perwerdeya muzîkê dît. Ji wir jî ji ber karê xwe yê din ez derbasî Konservatûara Aram Tîgran bûm. Salekê jî min li wir perwerde dît. Niha jî li gel malbatê li Dîlokê dijîm, carinan jî ji ber kar û xebatan li Stenbolê dimînim.

Meraqa muzîkê kengî li te peyda bû û ev ji kengî ve ye te dest bi muzîkê kirîye?

Meraqa min a muzîkê hê di zarokatîya min de dest pê kir. Min gelekî ji stranên kurdî hez dikir; lê ji ber kêmbûnîya derfetên min, min gelek hunermend nas nedikirin. Teybek û çend kasetên min ên hunermendên kurd hebûn, bi saetan min li wan guhdarî dikir û stranên wan min jiber dikirin. Û di sala 2009an de min dest bi tembûrê kir.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Di destpêkê de min muzîka kurdî bi Koma Çîya nas kir. Piştî wê Hunermend Kazo, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Xelîl Xemgîn, Beytocan, Hozan Serhed, Aram Tîgran, Miradê Kinê û Seîd Gabarî û hê gelek navên din ên hêja min nas kirin. Huner û stranên hemûyan bi min xweş in û her yek ji wan rengekî din e di jiyana min de. Ez naxwazim neheqîyê li wan bikim, ji hemûyan hez dikim; lê weke terz kêfa min bêtir ji stranên Ciwan Haco, Xêro Abbas, Mihemed Şêxo re tê. Di terza dengbêjîyê de jî ez aşiqê dengê Kerapetê Xaço me…

Tu kîjan muzîkjenî an jî muzîkjenan weke “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî?

Ez dikarim navê gelek hunermendan li vir bidim. Ez vî navê “Pîrê Muzîka Kurdî” li kîjanî ji wan bikim wê lê were lê ez dixwazim navê Mihemed Şêxo livir bibêjim.

Bi te, muzîka kurdî niha di çi astê de ye?

Devê min nagere ez bibêjim muzîka kurdî di rewşeke nebaş de ye; lewra di dîroka kurdan de wêje jî di nav de ti beşên hunerê bi qasî muzîkê barê neteweperestîyê hilnegirtiye ser milê xwe. Îcar dil dixwaze bibêje, wele muzîka kurdî weke her demê di asteke bilind de ye; lê mixabin rewşa îro ne wilo ye; lewra serê her tiştî, niha em di pêvajoyeke pir zor de derbas dibin. Înkarkirin, qedexekirin û bişavtina li ser ziman, çand û hunera kurdan tê kirin jixwe li ber çavan e û bi ser van kulan de ya herî kambax, di vê demê de gelek lîstikên qirêj li ser muzîka kurdan jî bi destên hin kurdên qaşo hunermend têne kirin; lê ez pê bawer im, îro gelek hunermendên hêja jî hene û kar û xebatên baş ji bo hunera muzîka kurdî dikin. Her çiqas zor û qedexe jî be, di pêşerojê de hemû berhemên wan wê derkevine holê.

Li ser “muzîkjenên kolanan” yên kurd tu çi difikirî?

Ez gelekî ji muzîka kolanan hez dikim; lê di van salên dawî de gelek muzîkjenên kolanan, muzîkê tenê weke propagandayê bi kar tînin an jî ji bo nasyarî û aborîya xwe bi kar tînin. Ango tenê jê dixwin lê ti lêzêdekirinê li muzîk û stranên kurdî nakin. Gelek stran, lawik, zêmarên di nav gelê kurd de bûne weke destan û efsaneyan, diçin wan weke şixulê dawetan, weke şixulê govendan lêdixin û naveroka wan vala dikin.

Berê “komên muzîkê” hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta mirov dikare bibêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Em nikarin li ser vê yekê ji bo hemuyan tenê sebebekê bibêjin. Dibe ku temenê komên muzîkê bi dawî bûbe, an dibe ku di nav endamên hinekan de pirsgirêkên takakesî hebin, her wiha dibe ku di nav hinekan de pirsgirêkên aborî, û di nav hinekan de jî ew hişmendîya ezezî û xweparêzî/egoîstî çêbûbe; lê li gor dîtina min pirsgirêka herî mezin egoîzm e. Gelek hunermendên berê ji bo gel û muzîka kurdî dixebitîn niha tenê ji bo xwe dixebitin. Meseleya me ev e: “Ew kesê muzîkjen, gelo hunermedê gelê xwe ye an hunermendê xwe bi xwe ye?” Ango mesele li vir ne kom in, lewra weke gelek tiştan di karên hunerî de jî di her demekê de wek modayê curbecûr ekol derdikevine holê. Gurîya hinekan xwert û geş dibe û bi salan didome û gurîya hinekan weke agirê pûş û kayê zû vedimire. Bi dîtina min ev komên muzîka kurdî jî weke bayekî, weke modeykê bûn; peywira xwe baş pêk anîn û wextê xwe dagirtin û ji hev belav bûn.

Mirov çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Muzîka baş ne ya di demeke kin de pir lê tê guhdarkirin e, ya baş ya temendirêj e. Ji bo mirov bizanibe çi muzîk wê temendirêj be helbet divê kêm hindik mirov xwedîtecrûbeyeke baş be. Weke, mirov muzîkê baş nas bike çi ya gelê xwe û çi ya cîhanê, divê mirov pir lê guhdar bike, divê mirov kêm hindik ji her cureyên muzîkê agahdar be, bi her hurgulîyên muzîkê ve elaqadar bibe weke heger hebe divê mirov çîroka stranekê bizanbe, her wiha divê mirov hunera helbestê nas bike û hê gelek tiştên dî jî…

Bi dîtina te têkilîyeke çawa di navbera helbest û muzîkê de heye ?

Her du ji hev re alîkar in, destûbirayên hev in. Bi teybetî jî helbesta bipîvan… Helbesta klasîk û bikêş ji muzîkê ne dûr e. Her wiha di gelek helbestên azad de jî hêmanên rîtmîk têne bikaranîn.

Her tişteke di xwezayê de; ritmeke wê, ahengeke wê, newayake wê û muzîkeke wê heye. Helbest jî bi muzîkê re û bi ritmê re dibe stran û weke qalibekî teşe digire. Yanî du beşên hunerê bi hev re hunereke din derdixin holê, û her du bi hev dewlemendtir dibin.

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin, tenê keda muzîka kurdî dixwin û ev kes jî ne bi meqaman dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî mirov binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir têne guhdarîkirin; lê li gel vê yekê, muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan ên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Mixabin rast e, di vê demê de ji hunermendên berhemên nû diafirînin û yên dengê wan xweş bêhtir yên keda wan dixwin û naveroka hunerê û stranan vala dikin tên guhdarkirin; lê li gor nerîna min ew kesên kedxwer ên hûn li vir behsa wan dikin, şopîner û guhdarên wan jî axilbe yan zarok û cêhil in yan jî kesên ku ji hunerê fam nakin. Lewra muzîka ew dikin jî naveroka wê vala ye, demsalî ye, temenkin e û piştî demekê wê jibîrkirin.

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Pêdivî bi gelek tiştan heye lê tiştên herî girîng; kesên doza hunermendîya muzîka kurdî dikin divê di serî de zimanê kurdî baş bizanibin, her wiha dîroka xwe baş bizanibin, çand û hunera xwe baş bizanibin û ji van dûr nekevin. Ez dixwazim vê jî bibêjim, bêyî aborîyê jîyan nabe lê hunermendên muzîka kurdî divê ne tenê ji bo aborîyê muzîkê çêbikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev