
Xwendevanên delal, em beşa xwe bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
***
Nura min a ezîz, weke ku nû xweşiya rojên me yên bi hev ra hîs dikim, dilê min. Hewil didim bi wan rojan bijîm, dest min nakeve. Bi kurtî qurbana Nura xwe bim.
***
Fikirek hate serê min. Ez ne bo wê ji te hez dikim, ku tu jî ji min hez biki. Ez ji te hez dikim, ji ber ku tiştê herî xweş li cihanê ji te hezkirin e.
***
Piştî te got şev baş heta niha ez wek gêja me. Ne ruh di min da heye, ne jî dil heye. Ez ji vê rewşê aciz nabim. Eksî wê, ev rewşa min ji min ra dibêje tu bêy Nura xwe kêrî tiştekî nayêyî. Kêrî xwe jî nayêyî. Şev baş Nura min a ezîz.
Riataza