DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -3

DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -3

Nivîskarê malpera me Şemoyê Memê bi zimanekî delal gotareke bo rojên me pir pêwîst nivîsîye derheqa pirseke jîyana gelê me da. Ji ber ku gotar pir dirêj e, me ew kir çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa sisîyan e.

 

Şemoyê Memê

 

Dilokan de gazin ji dê û bavan, carna jî dilketiya xwe tê kirinê. Keçik gazinan ji dê û bavê xwe dike ku çima wê nedane dilketiyê wê û bi malê dinê ev dane yekî kal, xerîb û pîs. Dilketiyê xwe jî dike gazin ku çawa nikaribiye wê bistîne an jî birevîne. Li vir de mêrxasiya jinê derdikeve pêş ku, ev dawa revê dike û hember edet û toreyan derdikeve. Tiştekî natirse, dibe ku ji ber revê tevî dilketiyê xwe bê kuştinê jî, lê belê riya din, mêrekî ne bi dilê wê ye û ew mirina heta hetayê ye.

 

Kavla hişderekê rezê baxa,

Engeserê herdu taxa,

Xudê dê û bavê mira qebûl neke, destê min girtin, dane kurê axa.”

 

”Kanîya gundê me bêbine,

Wê şîn bûye gul-sosine,

Bira aykê min dê-bavê kawa kubarra nemîne,

Çawa min distîne dide yekî dine.”

 

“Dilê min hêlîna teyrê lale,

Cot xezala gale-gale

Dê û bavê min destê min girtine dane yekî kale.”

 

”Kuriko dîno min bihîst te girt yarek

Heke ji min çêtir bit, li te pîroz û mubarek

Heke ji min çêtir nebit

Bi te vede heft dûpişk û koremarek”

 

”Gede qurba, minê bihîstîye, teyê ser mira girtîye tole yarek,

Hergê min çêtire, te bimbarek,

Hergê min yaxtire, bira xwedê kula Helebê, mala bavê teda bîne salê carek.”

 

”Gede lawko, qurba, xema neke, xem xirabin,

Cixarekê bikşîne bira xemê dilê te bela bin,

De bira dayka min xêrê wayê nevîne,

Çima sala îsalîn xemê dinê tera peyda kirin?”

 

”Çi dareke rû gelîda,

Hemû belga hevra sî da,

Belkî dê û bavê min xêrê nevînin, ça destê min girtin dane mêrê bîda.”

 

Çend dilokan de jî keçik an jî lawik gazin û nifiran şênî û çînaran jî dikin. Dijî edet û kevneşopiyan derdikevin ku bi destê mezin, kal, şêx û pîran tn meşandin û nahêlin dilgirtî bigihîjin mirazê xwe.

 

”Steyrê gundê me çiqayî pirin,

Nivî lalin, nivî durin,

Xêrê wayê nebînin qomsî nemamê kavlê gunda, çawa kewa gozel,

kawa kubar ji mala bavê min dibirin?”

 

”Ava Mûradê tê çarde bira,

Ez çawa nedame xortekî çarde salî, çaxê mira,

Dame gîskekî gurî nav kavira.”

 

”Mala pîra, mala pîra

Bira xwedê xirab bike mala pîra,

Çira qîza digrin didine kal û pîra”

 

”Gede lawko me derketîye hîva sava,

Hîv ungirîye, naçe ava,

Bira sebeb baysê min xêrê nebînin, çawa nehîştin, xortê çardeh salî mala bavê mida bive zava.”

 

Minakên jêrê de jî keçik dev ji xortê delal bernade û hewîtiyê ji razi dibe.

 

”Derdê dila ez danîme,

Heger solî ez penîme,

Heger jinî wekî bînî, dîsa ez hêwîme.”

 

”Tu sorgul î, ez penî me,

Derdê dila ez danî me,

Bavê heft kura bî, heft qîza bî,

Axirsongî ez hewî me.”

 

”Ez berfa hûr kulîme,

Heyata mala bavê te barîme,

Tu were, sala îsalîn ramûsanekê min kerem ke, hesêbanî ez hêwîme.”

 

Çend dilokan de jî em rastî hezkirina neveger tên ku ji aliyê lawik tê vegotin. Ev qasî keçikê hez dike ku heta ku dilketiya wî bikeve bin dara dergûşê hêviya xwe jê nabire. Lê ji ber şert û mercên edetî ger kete ber dergûşa darîn êdî eyb û şermeke mezin e ku lê binêre. Êdî ew destçûyi ye.

 

”Te qemerê rû xişûşê,

Zozan xweşe yalîyê Mûşê,

Wezê terka çev-birîyê belek nakim heta têkeve ber darê dergûşê.”

 

”Çemo, çemo, çemê Payê,

Çem qerimîye, deng lê nayê,

Minê sondeke isa sond xariye, terka çev-birîyê belek nakim, heta dergûşa kurîn nevê: ‘Dayê’.”

 

  • Di Destanên Kurdî de Zewaca Bêdil 

Motiva jinan, evîn û zewacê di zargotina kurdî de motiveke gelekî xurt û fireh e. Destan jî parek zargotinê ne û gelek destan bûyerên rûsar, xemgîn û nedilşa bi dawî dibin; zewaca bêdil yek jî wan bûyeran e. Destanan de gelek fesad û neyar peyda dibin ku bila dilketî negihîjin hev, car caran xwîn dirije, an jî dilketî ji ber neheqiyan, ji ber êş û jana dilan an dimirin an jî xwe dikujin. (Alakom, 2013; 49) Lê jin mêrkirinên bêdil û rewa tu wext qebûl nakin. Sal derbas bin jî ew ne dilşa ne, her tim dilê wan de dilketiyê wan û çavê wan jî riya wan e ku bên û wan xilas kin û heta roja mirinê jî hêvî heye.

 

Zewaca bêdil di nav destanên kurdî de herî berbiçav di destana “Binefşa Narîn û Cembelîyê Kurê Mîrê Hikariyê”de hatiye bikaranîn. Di destanê de bavê Binefşê merivekî lawaz e, destteng e lema dixwaze Binefşê bide Dewrêş Beg, lê birayên wî naxwazin xwişka xwe ji bo malê dinê bidin yekî dewlemend. Lê wexta ku Cembelî rastî wan tê û mêranîya wî dibînin û pê dihesin ku Binefşê jî ew ecibandiye, Binefşê didin Cembelî. Zewaca bidil dixwazin.

 

Binefşa Narîn keça Fariz Begê ye. Fariz Beg ji ber xwinê ji êla xwe qetiyaye û konê xwe di fêza êla Derwêş Begê de vergirtiye. Wexta ku çavê Derwêş beg Binefşê; bedewî, delalî bejn û bala wê dikeve, aqil û hiş ji serê wî diçe. Derwêş beg, hemû hebûna xwe ji bo dayîna Binefşê pêşkeş dike û Fariz beg dixwaze ku Binefşê bide wî. Fariz beg jî dil dike Binefşê bide Derwêş beg ku di êla wan de bisitirin. Di berhevokeke din de tê gotin ku bavê Binefşê, dilê qîza wî nîbe jî, dide axayekî dewlemend. (Yavuz, 1993; 391) Her sê birayên Binefşê pê razî nabin ku xwişka xwe ya çarde salî bidin yekî nod salî.[1] Binefş jî hember bavê xwe radibe. Ji ber tirsa Derwêş begê konê xwe nîvê şevê de bardikin û vedigerin êla xwe.

 

Derwêş beg pêdihese ku reviyane, bi pêncî siwarê xwe dikevin dû wan û digihîje wan û şerekî giran dikin. Di wî şerî de du birayên wê tên kuştin, sed siwarên Derwêş beg davêjin ser birayê din, ji nişkeva Cembelîyê kurê mîrê Hikarîya ji neçîrê wan dibîne û tê hawariya wan. Zorê dide Derwêş beg û Binefşê destê wan derdixîne. Cembelî gustîla xwe dide Binefşê û xatir ji wan dixwaze diçe. Derwêş beg vî yekî wekî firsend dibîne û dajo ser wan û bav û birayê Binefşê dikuje û Binefşê bi darê zorê tîne dike jina xwe. Binefş dibêje ”Derwêş axa, tu bav û birayê minî, mar kirin tine, suxulê te bi zorye” (Celîl & Celîl, 1994; 134) Tê gotin ku Derwêş beg ji ber Cembelî revîyaye û Cembelî jî sond xwariye ku heta Binefşê nebîne nasekine.

 

Binefş bê dilê xwe, darê zorê bûye jina Derwêş beg, lema “bi gav û sehet çevê Binefşa Narîn bi hêstêrke, û dilê wê bi kule û bi girîne. Tu car li dinîyayê, di mala Derwêş-axada nakene. Şuxulê wê tev bi kîne.” (Celîl & Celîl, 1994; 136)

 

Saleke wan qediyaye û kurekî wan bûye û Binefşê navê kurê xwe daniye Cembelî. Bi navê kurê xwe sebra xwe tîne. Cembelî jî pey şopa Binefşê dikeve û rojekê rastî keriya pezê Derwêş beg tê û dikeve dilqê şivan û xwe nîşana Binefşê dide. Binefş ji ber ku Cembelî re bireve planeke datîne û kurê xwe Cembelîyê dergûşê de dihêle û evîndarê xwe Cembelî re direve. Rev ji ber zewaca bêdil wekî çareyekê hatiye bikaranîn. Revandina jina bimêr jî encama zewaca bizorê ye. Keç revandin di destana Mehr û Wefa de jî tê honandin. Her çiqasî Mehr û Wefa dilketiyên hev bin jî, Melîkşah bi darê zorê Wefayê bi kurê xwe re dibe û roja ku dewata Wefayê dibe, dilketiya xwe direvîne lê axir her du jî tên kuştin.

 

Çend destanan de em zewaca bêdil an jî xwesteka dilê bêdil aliyê jinê li ser mêran hatiye ferz kirin dibînin. Çawa ku keç xên ji dilketiyê xwe kesî naxwaze, xort jî xên ji dilketiya xwe kesekê ku bêdilê wî ye naxwaze. Berî ku Cembeliyê Hikarî xwe bigihîne dilketiya xwe ew di rê de rastî kesên mayîn jî tê. Carekê dilê keça şêxekî ereban dikeve Cembelî, navê wê keçikê Wedîha bûye. Wedîha bi dilekî na hezar dilî dibe evîndarê Cembelî. Ji bo ku ew û Cembelî timê hev bibînin, hev şabin, ew rêkê difikire, diçe bal bavê xwe wekî Cembelî Hilde ser karekî û di mala wan de bimîne. Lê Cembelî vê yekê razî nabe, çi dike nake ji destê keçikê nafilite. Şevekî Cembelî bi dizîka ji mala keçikê direve û pey rêça mala bavê Binefşa Narîn dikeve. Di vî beşê de keça şêxê ereban pê dihese ku wek bi zorê du dil nabine yek. (Alakom, 2013; 62) Di destana Zembilfiroş de Gulxatûn jî dixwaze Zembilfiroş bi malê dinê bike yarê xwe. Çend şaxên destanê de tê gotin ku Gulxatûn hetanî mirinê li pey zembilfiroş ketiye.

 

Destana Kurdan ya herî qedim tê zanîn, Memê Alan, gelek kevneşopiyên kurdan yên resen û berî misilmantiyê dihewîne. Mînak; keç û xort ji bo hilbijartina dilketiyekî/ê roja newrozê dadiketin qada cejnê û berzewac mebesta dîtina û naskirina hev bi eşkere û bi serbestî li gorî dilê xwe tevdigeriyan. Zordestî bi keç an xortan nehatiye kirin ku bêdilê xwe bizewicin. Di vî warî de serbestî û dilnermiyeke berbiçav jî derdikeve pêş me. Wexta ku Mem digihîje Cizîra Botan dibe mêvanê Çeko, Qeretacdîn û Hesen. Raza dilê xwe ji wan re eşkere dike. Pê dihesin ku dilê Mem Zînê de ye ku ev sê sale dergistiya Çeko bûye. Çeko jî dizane ku Zîn ne li wî, Mem hezdike û dizane ku evîna bêdil naçe sêrî, Çeko dev ji Zînê berdide ne bi dilêşîyek, dilrikiyekî ne ji dilxirabiyekî. Her sê bira hewl didin ku mirazê wan biçe sêrî. Lê encam de dilketî ji ber xayîntî û bêbextiyê nagihîjin mirazê xwe. Destanê de ev yeka hatiye protestokirin. Keça Bekoyê Ewan jî dixwaze Mem bixapîne û ber bajarê Cizîrê rastî Mem tê û xwe wek Zînê nîşan dide. Dixwaze Mem bi xwe re bibe û bike mêrê xwe lê ev yeka jî naçe sêrî.

 

Destanên kurda dijî zewaca bêdil in, dijî zordestî û dilxirabiyê ne. Destana Şor Mehmûd û Merzînganê de jî neheqî dilketiyan tê kirin û bavê Merzînganê keça xwe nade Şor Mehmûd lema Merzîngan xwe li ser pirê re davêje avê û dixeniqe. Pirevan bûye şede. Şor Mehmûd jî bihîstina vê xeberê ew jî xwe berdide avê û dixeniqe. Pirevan bûye şedeyê bûyerê û nifirên ku Merzîngan li dê û bavê xwe kirine neqîl dike. Destana Şêx Fexr û Astî de jî, ji ber ku bavê Astiyê ev daye yekî ne bi dilê wê ye, astî ker û gêj bûye û kerba dila miriye.

 

Di destanên Kurdan de serdestiya jina zêdetir e, ev jî derînîya destanan tên. Ev yeka jî gelek eşkere xuya dike ku civaka kurd dewrên qedîm de ne feodal ne jî zordest bûye li ber jinê. Heta wekî bira nehîştine û bav jî qayîlbûye ku keça xwe nedin yekî her çiqasî dewlemend be lê ne bi dilê wê be. Lê ev yeka berhemên van sedsalên dawîn de wekî dilok û stranan de derdikeve pêş. Desthilatiya li ser jinan û gelek edet û toreyên nerewa gelên cînarên xwe wergirtine. Izady jî dibêje ku “…zewac ne li gor kevneşopiyan ango xwestina dê û bavan, law û keç hev hildibijêrin. Zewacên xwestina dê û bavan li ber şert û mercên aborî û eşîrî pêk hatine…van salên dawîn, piştî gelek zilamên kurd edet û toreyên neteweyên cinar yên desthilatdar wekî ‘nûjenbûnê’ hildigirin û bi wê şeweyê hewl didin ku serbestiya jinan di mal û cîvatê de bidin sînor kirin ” (Izady, 2004; 337-340)

Cindî, Heciyê ; 1985, Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, Akademiya Ulmayê YSS li Ermenistanê İnstituta Rohilatzaniyê, Erêvan

Cindî, Heciyê – Evdal, Emîne ; 2008, Folklora Kurmanca- Avesta , Stenbol

Çifçi,Tekin ; 2014, Kilam û Jin, Di Kilamên Kurdî de Temaya Jinê, Nûbihar, Stenbol

Derîhesinî, Silêman; 1998, Hesenîko, Kovara War’ê, Stenbol

Encamên Psîkolojîk ên Serboriyên Trawmayê li ser Pêşketina Jinên Kurd ên Koçber li Yekîtiya

Ewrûpayê, 2007, Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad, Rotterdam

Izady, Mehrdad R.; 2004, Kürtler, Bir El Kitabı, Doz, Stenbol

Lescot, Roger; 1997, Memê Alan, Avesta , Stenbol

Minorsky, V., Th. Bois, D.N. Mac Kenzi; 1996, , Kürtler ve Kürdistan, Doz, Stenbol

Sadinî, M. Xalid; 2011, Heyranokên Kurmancî, Nûbihar, Stenbol

Tigrîs, Amed; 1991, Nîşan û Dawet, Apec, Stocholm

Wikander, Stig; 1992, Berhevoka Kurdî, Koral, Stenbol

www.zwangsheirat-nrw.de/li-ser-zewaca-bi-zor-agahiyn-gist-75.html

Çavkaniyên Dijital; Dengbêj Şakiro, Huseyno, Karapetê Xaco, Şakiroyê Mûşê, Gulîstan Perwer

Riataza 

 

[1] Di destana Menşa Selîm Axa de jî heman motîv tê karanîn. Kîka paşa, paşayê dewletê dixwaze Menşê ku hêj çardeh saliye ji xwe re bike jin lê heft birayên wê vê yekê qebûl nakin. Dijî zewaca bêdilê xwişka xwe derdikevin.

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev