DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -4

DI ZARGOTINA KURDÎ DE ZEWACA BÊDIL -4

Nivîskarê malpera me Şemoyê Memê bi zimanekî delal gotareke bo rojên me pir pêwîst nivîsîye derheqa pirseke jîyana gelê me da. Ji ber ku gotar pir dirêj e, me ew kir çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Fermo, îro beşa çaran e.

 

Şemoyê Memê 

 

  • Di Çîrokan de Zewaca Bêdil

Çîrokên kurdî de jî em gelek caran rastî zewaca bêdil/darê zorê tên. Lehengên çîrokan ger keç bin ger xort gelek caran nagihîjin mirazê xwe. Ji ber destê fesad û dexesan ji hev dûr dikevin. Dawîyê de her dû bermiraz digihîjin hev û em dibînin ku mal-milk, dewlemendî, pere-pûl ewqas ne giring in. Hezkirina jidil, dilpakî, rastî, heqî her tim wan çîrokan de serdikeve. Çîrokan de qîmeteke bilind ji bo keçan hatiye danîn. Keç li hember neheqîya dê û bavan rabûye û gelek caran bi alîkariya lehengê çîrokê ku ev dilketîya keçikêye, zora stemkara û yên ku dixwazin wê bi darê zorê bibin serî rakiriye. Çirokan de destdirêjiya li ser jinan jî hatîye honandin. Jin pakî û bi aqilîya xwe, beyî ku xwe û kesê destdirêjiyê dike rezîl bike çareyekî digere û wî belayê xilas dibe. Hinek çîrokan de jî, ye ku destdirêjîyê dike padşa an jî meleyeke û bi dek û dolaban mêrê jinê dişînin riya hat û nehatê û vê kirinê dixwazim bi darê zorê dest bidin ser jinê. Çîroka bi navê Jin û Padşa de, dilê padîşahêkî dikeve jineke mêrkirî. Mêrê jinikê leşkeriya xwe dike û padşa dixwaze jinikê re şa bibe lê jinik pakîya xwe nayê jêr û padşa wê û mêrê wê dikuje. Çîroka Jina Wezîr ya Aqil de jî, em dibînin ku jinik bi zanebûna xwe bikartîne û padşa kirina wî çawa dide şermandinê. Mele jî çev bardane jinên xelkê û dawîyê de ji ber kirinên xwe yên kirêt û helaliya jinê rezîl û rusva bûye û cîvatê ev yeka qet bi carekî nepejirandiye û ev melleyan merivên xirab û pîs hesibandiye. Di van çirokan de serketina jinê derxistine pêş. Em helaliya di nav mêr û jin de di van çîrokan de dibînin.

 

Ji ber gelek nimûneyên gelek çirokan de jî eşkere dibe ku heta berî çend sedsalan di nav gelê kurd de zewaca bêdil ne berbeleav bûye. Gelek çîrokan de keç li gor dilê xwe tevdigerin. Ji xwe re dilketiyekî peyda dikin, an jî berevajî vî yekî xort bi azadî tevdigerin. Ev yeka gelek destan û çîrokên kurdî de tê dîtin ku stran û dilok-heyranokan kevintir nimûneyên zargotinê ne. Dibe ku guherîna demê, pêwendiyên olî û cîvakên cinara re ev şeweya xirab ketibe nav çanda kurdan.

 

Zewaca bêdil an bi darê zorê di çîrokan de jî gelek encamên xirab bi xwe re tîne; jinên bi yar. Sînorên çîrokan gelek fireh in. Dikarin gelek tiştên civatê de nepêkbûyî, bibin. Lema jin jî li ber nerazîbûn û bêdilbûna mêrê xwe ku sebra wan cem mêrê wan nayên, xwestiye xwe re yarekî peyda bike ku qet nebe, kula dilê xwe hinekî rehet bike, sebra xwe wê jiyana kirêt bîne. Jin ji ber ku mêrê wê ne bi dilê wê ye, xwestiye bişîne der û yare xwe re bikeve kêf û henekan. Di çîroka bi navê “Silo û Rehmo”de jinên bi yarik gelek zêde ne. Silo di gomekî de xwe vedişêre, mêze dike dor bi dor sê mêrên çîptazî, hatin gomê tevî pêz bûne. Ev kes yarikên wê jina ku Silo di goma wê de xwe veşartiye , bûye. Dema mêrê jinikê tê, diçe gomê rastî çend kesan tê. Silo mêrik re dibêje ev yarên jina te ne. Silo jî radibe diçe mala xwe jina wî derî venake, jina w jî bi yar e. Jinik yarê xwe dike kûpekî, vedişêre. Piştî demekî, mêrik vî kûpê dibe difroşe, dide cihûkî. Cihû dibêje, Silo bibe mala min, dema Silo kûp dibe mala cihû, mêze dike heft bûkên cihû her yek ji an bi yarê xwe ve ketine nav kêf û henekan. (Alakom, 2013; 31)

 

Hinek çîrokan de jî hesûdiya birayan ser keçikan tên honandin. Serpêhatiyên du birayên ezep di berhevoka A. Jaba de wisa derbas dibe. Dilê birayê mezin Hesen Axa dikeve keça bi navê Lalî xanim. Paşê birayê wî yê piçûk Çeleng Axa jî keçikê dibîne, dilê wî jî dikeve keçikê lê dilê keçikê Hesen Axa de bûye. Birayê piçûk bi dek û dolaban Lalî Xanimê ji destê birayê mezin derdixe û pê re dizewice. Zewaca bi zorê naçe sêrî, Lalî Xanim vê yekê napejirîne û jehrê dixwe, xwe dikuje. (Alakom, 2013; 34)

 

Di çîroka Nêçîra Çiyayê Reş de em rastî zewacên bi zorê tên ku keça pîra heftserî û dergstiya dêwê Canpolat benda lehengekîne ku wan destê neyarên zorbe azad bike. Ev yek bi destê Mîrze Mihemed pêk tê, ev keçikan bi formekî dijî zordestiyê û bêdiliya bavan, mêran derketine. Çîrokeke din de Mîrze Mihemed, keçika bedew, Çilkeziyê ji destê dêwê Canpolat aza dike û digihîne mirazê wê. Dîsa çîroka Usifê Tenbûrvan de, Usif ji ber bêbextî û dilreşiyên birayên xwe mecbûr dibe ku dêwê Canpola re keça mîrê cinan Gulbarînê bîne. Di bin mercan de Gulbarînê tîne. Dilê Gulbarînê dikeve wî, lê Usif ji ber merca xwe wê radestê Canpola dike paşê ji ber bêdilî û bêçaretiya Gulbarînê kirina xwe poşman dibe. Dev ji Gulbarînê bernade û bi alîkariya wê raza ruhê canpola hîndibin û Usif ruhê Canpola dest dixe û wî dikuje. Bi vî şêweyê her du digihîjin mirazê xwe. (Wikander, 1992; 30-39) Wekî van lehengan Rostemê Zal jî keçên bêdilê wan hatine revandin, destê dêw û neyaran xilaskirîye û gihandiye mirazê wan.

 

Hevberdan her çiqas di civata kurdan ya kevneşopî de tiştekî nelirêzê dihat hesibandin ev yeka di çîrokan de jî rê nedaye ku zewaca bêdil an jî biteşqele hevberdanê encam de. Ev zewac him ji bo mêr him jî bi bandorî ji bo jinê heta hetayê bûye barekî giran maye. Çend çîrokan de keçîke xwe kuştîye. Hinek çîroka de jî xwe re yarek peyda kirine. Nimûneya hevberdanê çîrokekî de tê honandinê. Zewaca Qijik û Kevokê de piştî wextekî ser zewacê re pirsgirek di nav wan de çêdibin û mebesta hevberdanê diçin ba qazî. Dawa hevberdanê dikin. (Z. Zinar, Xwençe II; 185-237)

 

  • Di Stranan de Zewaca Bêdil 

Kurdan êş, derd û kulên dilê xwe kirine stran û wisa dilê xwe piçekî rehet kirine. Gelek eş hatine kişandin, ferman li ser wan rabûne, koçber bûne, hev qetiyane, dê û bavê xwe, zarokên xwe winda kirine. Helbet di nav van êşan de yek jî zewaca bêdil e. Lema di gelek stranan de zewaca bêdilê keç an xort bi hestekî dilsoj û kûr hatiye honandin. Zewacên bêdil, evînên bê encam her gav bûne mijara kilaman. Bêbextî û bêmirazî her tim dilê dilketiyan şewitandiye. Ev şewata dil bûye kilam û dilketiyan karibûne hestên xwe vî şeweyî bînin ziman. Bi xêra kilaman karibûne birîna dilê xwe bikewînin. Bi darê zorê revandina keçikê an jî bûkê, hawar û gazîya wê, lawakirina ji bo berdana xwe, an jî li hember mêrê nejidil bêdengî heta hetayê, nifir û lome ji bo dê û bavê xwe an jî dildarê xwe ku nekaribûye wê bistîne di van stranan de tên zimên û li ser dilê mirov wekî kêrekî tûj disekinin. Di strana “Baro”de revandina bûka bi dergûş û hawara wî wisa tê vegotin;

 

“Baro malmîrato min ji te re negot, tu megrê destê min rebenê merevîne,

Te îro sê roje girtiye destê min rebenê Xwedê revandîye,

Dergûşa ber pêsîra nazdara Xwedê maye li malê.

Ez nizanim dergûşa min rebenê kî dimêjîne,

Lo Baro malmîrato, îro sê roje dergûşa berpêsîra min nazdara Xwedê maye li malê

Ber û pêsîra min tijî bûne, ez nexwaşim, îro ji bedhal im, halê min tunî ne

De oy oy oy rebenê Xwedê ye Pêrîşanê.”

 

Reva bidilê keçikê jî heye û ji bo dilê bidil e, ji ber dilê bêdil. Wexta ku zewaca bêdil li ser keçikê tê ferz kirin, ji bo wê û dilketiya wê xên ji revê êdî çareyek nemaye. Rev ji alîkî de protestokirina pêwendiyên nemirovî û paşdamayînê ye. Her revek riya xelasiya jinêye û dilê bimiraz hev digihîne, riya zewacên bêdil dixitimîne. Di gelek kilaman de keçik dilketiyê xwe dixwaze ku hêj wê rênekirine bila bê û wê birevîne. Di kilama Hesenê Mala Mûsa de, dilketiyê Hesen, Hedo gazinên xwe dê û bavê xwe dike ku ji ber desttengiya Hesen lê nedanê. Lê Hesen herçiqasî kîsê wî vala be jî dilê wî fireh e û tijî ye lema dev ji Hedo bernade û wekî Hedo jî gotiye, ewqasî ji bo xwastinê hatiye-çûye sola wî qetiyaye, çilên mala bavê wê qetyane ji danînê, raxistinê, guhê diya wê qulkirine bi gotin û galegalê. Hedo xwe nagirê û dîsa dibêje “Xwedê xirab bikî mala xwedyê dilgirtinê. ..wele bi Xwedê min didinê-min bidinê,min nadinê ezê kincê xwe bişênime ser boyaxa reşkirinê, ez ê mara mêra piştî çavê reş û belek li xwe heram kim dara dinê.”Êdî xên ji revê çareyek namîne û di encamê de Hesen bi destê bira û pismamê Hedo tê kuştinê. Dawiya dilgirtinê, revandinê tim kuştin û girî û berberî talan bûn. Ev bû di Kurdîstanê de xelata heskirin û dilketinê. (Cigerxwin,1988; 118-121) Ev berxwedana Hedo me dide eşkerekirin ku gava ku jinê dil nekir, her tim serê xwe natewîne û çareya xilasiyê jî digere. Em dikarin bibêjin ku her serpêhatiyeke kurd de nefreteke mezin li dijî zewacên bêdil heye.

 

“Min go; bila birayê min ê mezin xere bike, ayê can û bedenê xwe nebîne wax li min e.

Ax min bêdilê”

 

“Lê lê yadê navê Xwedê ger min nedin Hesenê Mala Mûsa,

Ez ê jê re bidim soz û qiralê, yadê , lê revatinê,”

 

“Were mam û birano meke meke, lo lo min bidinê, wax li minê

Qelingê min dêlê xwe re bigrin , urf edetê dinê,

Kul bi mala we keve, çar qurişê we bimînin, hûn jî hildin bona xatirê min dêlê, sev dil ketinê

Wele heger hûn min nadinê, qisem navê Xwedê

Ez ê gulîyê soro bidim revandinê,”

 

Di strana Hesenîko de, Asê nagihîje mirazê xwe û bi darê zorê dibe jina Xirno. Tê gotin ku Asê û Hesen gelekî ji hevudu hezkiribûn. Malbata Hesen çend caran ji malbata Asê, wê xwestibû jî qîza xwe nedabûnê. Nedixwastin qîza xwe bidin yekî ne ji eşîra wan. Lema destê Asê digrin didin Xirno yê eşîra wan. Lêbelê bi nedayînê, hezkirina wan nehatiye birrînê. Evîna wana timî lê zede bûye. Bi deng ketiye li ser hevudu kilam gotine.

 

Malbata Asê li gorî tore û edetên welat êşyane. Xwe di tengasîyê de dîtine, lema biryar dane ku Asê bizewicînin û bi darê zorê dane lawê Hesê Xello, Xirno, bi gotina Asê, Xirno yê pîsî heram. Her çiqasî li ser vê zewaca bêdil re gelek sal jî derbas bibin û sê zarên wan jî çê bibin jî, dilê Asê hêji Hesen de ye û kilama wan jî hêji berbelav bûye. Paşê şerê cîhanê ya yekem destpê dike û Xirno jî neçar dimîne mala xwe bar dike û ber bi başûr diçin. Wexta ku li ber birekî pez re derbas dibin, dengê şivanekî dibihzin ku kilama Hesenîko ku li gor gotina Asê li ser gotibû dibihîzin.‘Ev Xirno yê ku heyanî wê kêlê, wê seetê, wê tawê, weqas, bi salan ew strana jina wî li ser merivekî, li ser evîndarê xwe Hesen gotîye, guhdarî kirîye bêdeng maye. Wê demê di wê taxê ra, jibona wê yekê, wê bûyerê teng dibe, bêxûlq dibe. Pir û pir li hal dikeve, ruhê wî di bedena wî hilnayê. Di dilê xwe da dibêje “hela li min û vê ecêba giran, derdê min ji min ra bes nîne, di vî halî de ez bi weqas rojane ji cih û cangiyê xwe ewqas dûr ketime, ewqas diltengiya min heye, lê vire jî ev kilama tê gotinê. Min digote ka ev kilam li cihê me hebû, li wê derê dihate gotin. Li wir ma? Ez dibînim û dibihsim ku heyanî vira jî hatiye. Ma qey li her derê jî ez ji vê kilamê xilas nabim?” (Derîhesinî,1998; 27-37)

 

Xirno êdî tehemûl nake û dixwaze ew jina ku wî heznake û dayîka sê zarokan bikuje. Zarokê ku hêj yek salîye li ser pişta Asê dide datînê û bi sê gulleyan berê canê Asê dide û cinyazê wê li erdê dihêle û riya xwe didomîne. Zewaca bêdil dîsa naçe sêrî û Asê seb xatirê kilama Hesenîko dibe qurbanî.

 

Di strana Xalê Cemîl de jî em rastê zewaca bêdil tên û hawara Werdem Xanimê, lawakirina wê ji ber mêrê wî ku bi qelenekî zêde daye, jê re dibêje “Xalê Cemîl ez gune me” tu bandorê li ser zava nake.

 

Xalê Cemîl, Xalê Cemîl, Xalê Cemîl

Xalê Cemîl wez gune me

Lo lo Xalê Cemîl min heyrano,

Welle tu extiyarî dîno wez gede me,

Lo lo Xalê Cemîl emrê te çûye çil û şeşan

Wez çarde me

Lo lo Xalê cemîl malşewitiyo

Ji min veger, wez stûxwar û bê çare me,

Xalê Cemîl malşewitîyo

Wez ne parîyê devê murdarê fena te me,

Xalê cemîl wez gune me. (Tigris, 1991; 12)

 

Keçikeke çardeh salî ji ber zewaca bêdil serî rakiriye lê dê û bavê xwe na, mêrê xwe yê bi qelen hatiye dayîn lawa dike, lê wisa xûyaye girî û gazinên keçikê tu çare nake û dilê Xalê Cemîl de tu dilnermiyekî pêknayîne. Werdem xanim ji ber qedera xwe bi tenê dikare straneke bîne holê.

 

Lo lo Xalê Cemîl malxirabo wele tuyê ji min gerabe tu mezin î li şûna xalê min î

Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î li şûna bavê min î

Lo lo Xalê Cemîl ez gede me malxirabo wele tu mezin î

Lo lo Xalê Cemîl tu yê nebe sebebê lo lo qedera min î xalê Cemîl ez gune me,

Xalê Cemîl, xalê Cemil lo lo ez birîndar im

Wezê birîndarê destê kesê kal im oy… (Çifçi, 2014; 194)

 

Jin herçiqasî hewl bide jî zane zewaca bêdil veger ne mimkûn e. Ev wekî “qeyda hikumatê”ye.

 

Heger min bizanibûya qedera min ê serê,

Kotî, şindoqê heramê heramê mêran bûya,

Ezê danê sibê rabûma ser postê nimêjê,

Minê qameta miriyê herdu tiliya cotê bikira,

Çevê vê qederê, rebiyo, Rebiyo, Rebiyo,

Xwedawo, ez evdê te nebûm, min çi kir?

Te yê kirasekî êtîman bêmil û bêpastî anî li min kir,

Te nîkaha vî kurê kerê, mînanî qeydeke hikumatê, anî lingê min kir.

Te derd û kulê dinyayê temamî top kir,

Sê payek da temamî, du payek para min kir. (Çifçi,2014; 184)

 

Dîsa zewaca ne bi dilê keçikê kilama “Sînanê Kiriv”de derdikeve pêş me û dilketiya Sînan, Sakîne ji ber ku malbatên wan kirîvên hevûdu ne, li ber edetên kirîvatîyê, Sakîneyê nadin dilketiyê wê Sînan. Dil û hebandin qeydeyên edet û kevneşopiyan nahesibînin lema Sakîne dijberê edet û rêzikên cîvatê derdikeve û Sinan dixwaze ku wî birevine. Lê destê Sînan nayê û narevîne û Sakineyê didin yekî din û Sakîne her çiqasî bi zorê mêrkirîbe jî dilketiyê xwe re dibêje ”Sakînayê bê Mamo bûye ji masiyakî spî ji masiyên Gola Hîmo, welleh bê bavê rûh dê diya tor avêtin lo ji xwe re girtin lo.”Sakîne ji ber evîn û şewata dilê xwe car caran nifiran Sînan dike û dibêje “Şûrê Şamê me li pişta teme lo”, car caran jî agirê dilê xwe nagire û dibêje “de tu yê xema nekişînî, Sakînayê bê Mamo soz û qirarê dide, ger ez bimirin ji axa sar re me, ger ez bimînin lo ez ya te me.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev