ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -1

ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Îro emê beşa pêşin a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Kamûsî Kêcan û Eçkapûs têne kuştinê

 

Carekê caran, reme li dê û bavê hadir û guhdaran.

Padşa rabû dîwanek danî,

Gazî fêriz-pelewanan kir,

Berê xwe zivirand Gêwo,

Go: -Gêwo, rojêd qewmandinê.

Rostem dibêje: “Hûn saya serê Rexşê – Belek nanek li cîyê Îranêda dixun”.

Şeş car bi anîya min,

Hûnê herin cîyê Tûranan

Namûsekê bikin, ku Rostem têda nînbe.

Gêwo go: -Padşahim, xweşbe,

Xweş gotine, xweş xebere,

Belê, şerê ku Rostem têda nebe,

Ew kêf û şerê ku Rostem têda nebe,

Ew jî ne xweşe.

Padşa berê xwe zivirand Tûs.

Tûs jî wa caba padşê da

Gêwo rûniştîye milê çepê,

Tûs rûniştîye milê rastê.

Padşa go: -Sed car bi anîya min,

Hûnê herin Tûranê

Namûsekê bikin,

Ku Rostem têda nînbe.

Gêwo go: -Gazî katiban kin.

Gazî katiban kirin, kaxez nivîsîn,

Cih û memleketada şandin:

Hindî şûrê wana dibirî –

Eskerê xwe civandin.

Eskerê xwe dane samê:

Eskerê wan bû heft lag:

Her lag sed hezar:

Çekamê zêrîn kişandin lingê Tûs,

Alagêvanan danîn ser milê Tûs,

Tûs pêşiya esker ket:

Gêwo kete dûmayê.

Padşa rabû li pencerê – kire gazî,

Go: -Gêwo, birakî min heye,

Jêra dibên Frûdcan,

Eva heft sale çûye nav neyaran,

Wekî ji wêva hûn dibînin,

Tu derban lê nedin.

Herçî siyarîbûn, siyar çûn,

Herçî peya bûn, peya çûn.

Gelîyê Avxarikêda daketine xar:

Hatine pişta girê Lêwînan,

Xêbet û çadirê xwe li wê dan.

Herdu kurê Tûs mil dane hev,

Li wê deştêda çûn bo xwe kêfê,

Birayê padşê Frûdcan ji wêva hat:

Teyrê dewletê ser destê Frûdcan bû.

Kurê Tûs lê kire gazî, go:

-Pelewano, ev çi qirka reşe ser destê te?

Go: -Kurê seybisana,

Lê tu şerm nakî –

Teyrê dewletêye ser destê min,

Ne qirka reşe.

Wekî wa got,

Herdu kurê Tûs ji cih rikêf kirin.

Du tîrê Frûdcan hebûn,

Lêda, herdu kurê Tûs kuştin,

Bêjen – xwarzîyê Rostem –

Dûrva çev lê ket,

Ji cîyê xwe rikêf kirê:

Tîrêd wî xilaz bûbûn:

Frûdcan da ber şûran,

Birayê padşê kuşt.

Çevê Gêwo ji dûrda pêket,

Kire gazî : -Bêjen, nekuje.

Heta gihîştê, Bêjen kuşt.

Gêwo zivirî hate nik Tûs,

Go: -Tûs, rabe bizvirin.

Birayê padşê lêda, herdu kurê te kuştin,

Bêjenê xwarzîyê Rostem –

Lêda, birayê padşê kuşt.

Em textê Evresyabê Cebafîş jî bistînin,

Diha çevê padşayê me pê ranabe:

Namûsa me kirî –

Namûsa me bû çil xûs.

Xêbet û çadirê xwe êxistin,

Berê xwe dane padşê xwe,

Herçî siyarîbûn – li pêşiyê ketin,

Herçî peya bûn – ketine dûmayê,

Serê xwe xarkirin ser qerpûza zînda.

Padşa dûrbîn danî,

Dûrbînêda temaşekir,

Tê fikirî, go:

-Xwedê û pêxemberan,

Siyarên me kêf nakin,

Ewana derbek li Frûdcan da.

Nêzîkî bajêr bûn,

Padşa lê kire gazî, go:

-Gêwo, xwedê xêrke,

Siyar bo çi kêf nakin,

Nebe we derbek li Frûdcan da?

Gêwo gote padşa, go :

-Padşahim xweşbî,

Frûdcan çû, tu xweş.

Padşa go: -Sed car bi anîya min,

Hindî kuştina Frûdcan bê bîra min.

Tûs zincîr pêçkim, bavême zîndanê.

Tûs zincîr pêçkirin, avêtine zîndanê,

Her kesek bela bû, bo xwe çû.

Jina Tûs hat, xwe avête mala padşê,

Go: -Tûs merivekî extîyare,

Ji zîndanê berde,

Wê di zîndanêda bimire, heyfe,

Tûs gelek bo we kirîye.

Padşa go: -Bi sed car bi anîya min,

Hindî kuştina Frûdcan tê bîra min,

Tûsê di zîndanêda be.

Jina Tûs qesta mala Rostem –

Qesta Zabilê kir.

Xwe avête ser destê Rostem,

Go: -Min hîvî, sed hîvî ji te heye,

Teybîrekê bike, Tûs ji zîndanê derxe.

Rostem rabû, kaxezek nivîsî,

Go: “Padşahim xweşbe,

Min destê te ramûsa,

Min hîvî, sed hîvî ji zîndanê berdî.

Tûs merivekî extîyare,

Bêjenê xwarzîyê min bikuje –

Şûna birayê xwe:

Tûs ji zîndanê berde”.

Kaxêz da destê Bêjen, go:

-Bibe, bide padşa.

Bêjen kaxez bir da destê padşê.

Padşa go: -Sed car bi anîya min,

Niha Rostem bi şûrekî li sitûyê minxe, bifirîne,

Ez Tûs ji zîndanê bernadim,

Hindî kuştina Frûdcan tê bîra min –

Tûsê di zîndanêda be.

Bêjen zivirî çû nik Rostem,

Rostem pirsî, go: -Berneda?

Go: -Na xêr.

Rostem go: -Sê ahdê xwedê li canê min bikevin,

Padşê bigirin, bêdera kîvaran pê bidine kirin,

Îdî Rostem ji Zabilê ranabe,

Naçe tu şeran, şuxulê wî pê neketîye.

Çend rojek wê navê çûn.

Em bêne ser qiseta Evresyab:

Evresyab berê xwe zivirand Hinan,

Go: -Hinano, te çi haj Îranê heye?

Go: -Padşahim xweşbe,

Herçî Îran gayê nivistîye,

Were em ji xewê ranekin.

Padşa berê xwe zivirand Pîran,

Go: -Pîrano, te çi haj Îranê heye?

Pîran go: -Tu tu pirsan ji min nakî,

Her pirsa ji Hinan dikî,

Roja zora me li neyara bê – îroye.

Roja birayê padşê Frûdcan, ji rex te çû,

Herdu kurê Tûs hatine pêşiyê,

Lêda herdu kurê Tûs kuştin,

Bêjenê xwarzîyê Rostem

Lêda Frûdcan kuşt:

Tûs zincîr pêçkirin,

Avêtine zîndanê.

Rostem enirîye,

Ketîye Zabilê.

Roja qewata me li neyara bê – her îroye.

Tu rabe, teybîra min bibîne,

Ku ez herime Çîn-Maçînê,

Bo te seker bînim.

Padşa rabû, xurca wî tijî zêr kir,

Dur û cewahir dane ser,

Pîran hespê xwe siyar bû,

Xurcek girêda pişta hespê,

Qesta Çîn û Maçînê kir.

Heker pir çû, heker hindik,

Çû Çîn û Maçînê derket,

Çû eteka padşê,

Tatek avêt li cîyê edebê sekinî:

Teglîfa rûniştinê lê kirin,

Pîran cîyê xweda rûnişt.

Padşayê Çîn û Maçînê go:

-Xwedê xêrke, çi qewimîye, Pîrano?

Tu der meda hatî?

Go: -Evresyabê Cebafîş ketîye tengayê,

Îndadeke giran ji te xwestîye.

Go: -Pîrano, eva heyşt sale, we çawa derbazkir.

Dîsa herin usa derbazkin.

Çi li min ketîye, wekî ez Çîn û Maçînê bêm,

Bikevime nava xiringêlê.

Kamûsê Keşanî ser çoka xweda hat,

Go: -Padşahim xweşbe,

Çivîk, çivîke, xwe davê pejanê,

Ku bi wî pejanê xilazbe,

Ew pejanê çûçik pê xilas nabe,

Xwedê wê pejanê xilaske.

Berê xwe zivirand Eçkapûs.

Pa ne Pîran gewrîya wan tijîkiribû,

Eçkepûs jî wa caba padşê da:

Padşê go: -Gazî katiban kin.

Gazî katiban kirin,

Kaxez nivîsîn,

Cih û memleketada gerandin:

Hindî şûrê wan dibirî,

Eskerê xwe civandin,

Eskerê xwe dane samê.

Eskerê wan bû hîjdeh lag.

Her lagek sed hezar.

Çekama zêrîn kişandin lingê Eçkapûs,

Alagêwane danîn ser milê Eçkapûs.

Eçkapûs pêşiya eskerê xwe ket.

Kamûsê Kaşanî kete dûmayê.

Herçî Pîran bû, go:

-Padşahim xweşbe,

Hûn hêdî-hêdî bi dilê xwe werin,

Ezê cabê bibime bo padşê xwe,

Ku teybîra xwe bibîne, heta hûn tên.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev