SIYASETA MILAHÎMKIRINA KURDAN Û SERHILDANA ARARATÊ -1

SIYASETA MILAHÎMKIRINA KURDAN Û SERHILDANA ARARATÊ -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SIYASETA MILAHÎMKIRINA KURDAN Û SERHILDANA ARARATÊ”. Ji ber ku ew beş mezin e, em wê dikin du paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa yekê bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 173

 

Tevrabûnên Kurdan û mecalên polîsî-admînîstratîf bona hincirandina wan (1925-1927) 

Tevrabûnên Kurdan û mecalên polîsî-admînîstratîf bona hincirandina wan (1925-1927) û bi hovîtî hincirandina serhildana Şêx Seîd hêza şerkariya Kurdan a azadariyê ne şikand. Di wan şertan da hukûmeta Tirkiyê, tevî karê şerr, mecalên admînîstratîf xurt kirin û bi wê yekê va dixwest li dawiyê şerkariya Kurdan vemirîne. Di dawiya gulan 1925 da, Kommîsarya karên hundirî miqale di derheqa sansurkirina nûçevaniyê li wilayetên rohilatê da hazir kir. Anegorî wê miqalê, qutiyên postê diviyem tenê bi huzûra casûsên sansurê bihatana vekirin. Wan ew karmendên ku di nava belavkirina nûçeyên lênenihêrî sûckar bûn didan mehkemê. Tenê bi zimanê tirkî dikaribû têlêgraman bişînin wan navçan. Rojname û weşana herdemî di bin sansurê ra derbas dibûn (202, 24.5.1925).

 

Lê hinek kom li Tirkiyê derc dikir ku tenê bi mecalên eskerî û admînîstratîf pirsa Kurdan nayê hel kirin. Wan pêşniyar dikir ku tevî wan mecalan çend rêformên civakî-aborî li Kurdistanê bidin derbas kirin, çi ku bi bîr û baweriya wan divê şerkariya Kurdan a azadariyê bida hilanîn.

 

Wek ku weşana Tirkiyê dida zanîn, di destpêka hezîrana 1925 da hukûmetê 15 kommisyonên ku diviyan biçin wilayetên rohilatê, bona ku di nava wan problêmên girêdayî hazirkirina rêforman da lê hûr bin, saz kirin (212, 5.6.1925). Hema wê mehê, hukûmetê biryara di derheqa hesabkirina milk û hebûna bineciyên gund û bajaran da, ku ji ruyê cezakirina hukûmetê bûne mihacir, da qebûl kir. Hebûna wan mirovên ku tevî şerrê partîzaniyê bûn diviya ji destê wan hildana û di torgan da bifrotana (202, 21.6.1925).

 

Weşana Tirkiyê guhdariya hukûmetê danî ser lazimiya lênihêrandina pirsa xweliyê li wilayetên rohilatê. Wê ku hilanîna aşarê dieciband dida xuya kirin ku tenê hilanîna wê tu kareke berbiçav ji gundiyan ra nayne. Divê ku xweliyê bidin wan (235, 24.5.1925). Lê wê demê dîwanê hêviya sereke danîbû ser hêza eskeriyê bona bigihîje armancên xwe, bineciyên welêt ên kurd bide mulayim kirin.

 

Di 21 cotmeh 1925 da, meclisê pêşniyara hukûmetê di derheqa dîsa ser salekê dirêjkirina halê eskerî ku di navça serhildana Şêx Seîd da hatibû îlan kirin eciband (78, dîwan 4, r. 5). Çar rojên din şûn da, wê pêşniyara hukûmetê ya nuh di derheqa li ser mehekê îlankirina halê eskerî li wilayeta Erzurûmê testîq kir. Ew pêşniyar pey pêşdahatina Ismet Paşa, ku îlan kir : “Bona wê yekê ku dûgera mirovan bidin xurt kirin, di hemû navçeyên Erzurûmê da halê eskerî hatiye îlan kirin. Em dixwazin berk kar bikin, bona çend teşkîldarên serhildanê bigirin û ceza bikin”, hêjayî ecibandinê bû (185, 26.11.1925).

 

Li Erzurûmê, mehkema eskerî-deştê hat saz kirin, lê mehkema serbest a Ankarê dîsa destûr stend ku bê testîqkirina meclisê gullekirinan derxe.

 

Ne dardakirina serokên serhildana Şêx Seîd, ne jî ferzendên cezakirinê nikaribû şerkariya eşîrên Kurdan a azadariyê bidin hildan.

 

Di mehên hezîran û tîrmeh 1925 da, li qezayê Şemdînliyê (wilayeta Hekkarî), bawer bike li ser tixûbê Îran-Iraqê Seîd Ebdullah, lawê Seyid Ebdulqadirê dardakirî, serhildan kir. Pey serhildanê, ev qewimandin bûn. Seyid Ebdullah ji Nehriyê (wilayeta Hekkariyê), ku di derheqa dardakirina bavê xwe û birayê xwe Seyid Mehmed da hesiya (ew ji sala 1924 da li wira dima), çû îranê, li bal serokên eşîra koçeran, Cangîr Axa û Midhat Xan, yên ku 500 esker dane wî. Paşê Seyid Ebdullah di derheqa planên xwe da ji kurmamê xwe, qaymeqamê Rewandûzê, Seîd Taha ra got (93, r. 109). Wî jî 200 eskerên Kurdan ên çekdar dan wî. Bilî wê, Kurdên ji eşîrên mayîn jî hatin, gihîştin wî. Bi wan eskeran va, Seyid Ebdullah vegeriya Şemdînliyê û serhildan tev rakir (240, 1966, hejxnar 174, r. 13).

 

Dîwana Tirkiyê eskerên hukûmetê şandine ser pêşmergan. Di hezîran 1925 da, qumandariya ordiya 3mîn agahdarî da weşandin û tê da îlan kir ku serhildana li qezayê Şemdînliyê hatiye hincirandin, lê serokê wî Seyid Ebdullah reviyaye welatên derve, ku li wira sitara mihaciriyê bibîne (261, 23.7.1925) . Û bi rastî jî, pey ketina serhildanê Seyid Ebdullah li Iranê dijiya.

 

Di behara sala 1926 da, komên Kurdan ên pêşmergan, ku xwe pey hincirandina serhildana Şêx Seîd li navçeyên çiyayî veşartibû, rabûn şerr. Di adara 1926 da, desteyên Haco, Emîn Axa ji tixûbê Tirkiye-Sûriyê derbas bûn û hatin gihîştin hetanî Midyatê (235, 19.3.1925) . Qumandariya Tirkiyê parên eskerên dîvîzyona 2, 12 û 48 şandin bona hincirandina ocaxên serhildanê yên nuh. Ji ruyê wê yekê, pêşmerge ji hev belav bûn, lê serokên wan, Cemîlê Çete, Ebdulkerîm û hinekên mayîn, hatin girtin û şandin Diyarbekirê bona li mehkema serbest bên mehkeme kirin. Emîn Axa, Haco, Nûh Beg (20) û hinekên mayîn li hev hatin ku xwe veşêrin, an jî birevin Iraq û Sûriyê. Bi vî awayî, ev prîska serhildana Kurdan jî hate hincirandin.

 

Di mehên hezîran û Tîrmeh 1926 da, ji Bexdadê agahdarî hatin stendin ku li navçeyên Tirkiyê yên cihê-cihê dest bi serhildanên Kurdan ên nuh bûne. Ewha, li rex gola Wanê desta Kurdan ji 600 mirov tevî eskerên Tirkan ketin qal û cengeke ku weke 7 saetan kişand. Hema wê demê, şerrekî usa, weke 20 kîlomêtr dûrî Bitlîsê, tev rabûbû. Pêşmergan gelek gund û bajar xistin bin destên xwe. Wan li Çelemerîkê walî dîl girt, topek û gelek cebirxaneyên eskerî zevt kirin. Kurdan eskerên Tirkan ku serokatiya wan Suleyman Sebrî Beg dikir hincirandin (247, 3.6.1926). Li navça Licê koma pêşmergan bi serokatiya şêxê bi nav û deng, Tahir, ku sê salan dîwana Tirkan mecbûr kiribû ku ji destê wî ji tirsê zare-zar be, ku tawa Tirkan di destê wî da tu nebû , şerr dikir (185, 26.5.1925).

 

Payîza sala 1926, eşîrên Celaliyan, Hesenan, Cibran û Heyderan vekişiyan navçeyên Araratê û d est bi serhildana nuh ku serokatiya wê Berxoyê ji eşîra Celaliyêin dikir kir <126, r. 247). Di nava salên 1926-1927 da, desteyên Kurdî yên pêşmergan li qezayên Xinis, Warto, Mûş, Solxan, Çapakçûr, Kîgî, Tercan, Genc, Licê û yên mayîn şer dikir (128, r. 149), ango li ser axa nuh ya wilayetên Bingol, Mûş, Bitlîs, Diyarbekir û Mêrdînê.

 

“Milliyet” ku di derheqa serhildanên li wilayetên welêt ên rohilatê dinivîse, di 9.10.1926 da daye zanîn ku “qaçaxî” kêm dibe, lê gelek caran “cerd” êrîş dikin. “Ew qeziye – rojname dinivîse – kêm bûye ji ruyê karkirina mehkema serbest ku … her tiştên lazim dike bona kokbirîna qaçaxiyê” (28, dîwan 61, r. 24).

 

Û bi rastî jî, mehkema serbest ku bi programa Ankarê dihate serkarî kirin, di hindava tevgelên tevgera Kurdan da hovîtiyeke bêhempa diyar dikir. Ewha, di salên 1926-1927 da, wan dîsa gunehê gullekirinê ji tevgelên serhildana Şêx Seîd û pêşdahatinên dijî hukûmetê yên mayîn derdixist. Di wî zemanî da, wan gullekirin ji Hemidoglu Şeref (ji Çelemerîkê), Abdulkadiroglu Mehmedê ji Çapakçûrê (ew berê cendirmê Tirkiyê bû, hat gihîşt eskerên Kurdan û tevî êrîşkirina Diyarbekirê bû), serokekî serhildanê Hecî Ömeroglu Fermo – alîkarê Şêx Seîd ê nêzîk -, Ömeroglu Ömer (ji Xanî) (269, 6.10.1926), cendirme Ramanoglu Emîn (ji Wêranşehirê) (251, 8.11.1926), Mustafaoglu Huseyn û Köroglu Huseyn ku desteyên wan tevî koma Şêx Huseyn alaya cendirman a 7mîn li navça Kazîgê şikand (28, r. 161, belge 540-541), avukat Melek Parso (ji Midyatê) ra derxist (21).

 

Mehkemên serbest bi zordayîna hukûmetê cezayên gelek giran ku ne bi dilê endamên mehkemê-dadgehê bûn jî derdixistin. Ewha, li Xarpûtê endamên dadgehê dicedand ku tevî civînên mehkemê nebin û çend caran pirs danîne ku dewsa wan bira dadkerên mayîn bên, loma jî usa diqewimî ku endamên dadgehê cama ji qulixa xwe dûr diketin, ne dihatin mehkemê. Ji bo nimûnê, sedrê mehkema serbest yê Xarpûtê, Hecî Muhiddîn Beg ( parlementerê ji Gîrêsûnê), bi resmî çû betlanê, paşê berk sekinî û got ku êdî naxwaze vegere Xarpûtê û hêvî ji meclisê kir ku wî ji kar azad bikin, ji ber ku saxiya wî xwedê giravî ne baş e. Meclis mecbûr ma ku hêviya wî qebûl bike. Du meh lazim bûn ku dewsa wî merivekî din bibînin. Di 6 çileya paşîn 1926 da, li meclisê, parlementerê ji Kozanê, Alî Sahib (22), wek sedrê mehkema serbest li Xarpûtê îlan kir. Bi hovîtî zêrandina niştimanwerên Kurdan gelek bi dilê hukûmetê bÛ û bi pêşniyara wê meclisê di 28 sibat û 18 gulan 1926 da biryar qebûl kir ku karkirina mehkema serbest li Xarpûtê salekê jî bide dirêj kirin. Di çileya pêşîn 1926 da, wê mehkemê li xebata 96 Kurdên Dersîmê ku di nava tevgeliya serhildana Şêx Seîd da dihatin gunehkar kirin nihêrî, û ji bo 8 mirovan cezayê gullekirinê derxist, S mirov hetanî dawiya jiyana xwe da girtin û 83 mirov jî mihacirî navçeyên welêt ên roavayê kirin ku li wira kar bikin (251, 29.12.1926).

 

Serokekî Kurdên Dersîmê yê bi nav û deng, Seyid Riza, dijî komên Tirkiyê yên rêaksyonêr û siyaseta wan a şovînîst dipeyivî. Wî gelek caran têlêgram dişandin Ankarê û tê da dixwest ku pêşiya cezayên gullekirinê yên Kurdan bigirin û dev jê berdin. Lê ew hemû bê guhdarî diman û pişt guhê xwe va davêt. Em bêjin ku waliyê Diyarbekirê, Elî Cemal, bona ku ra s tî Seyid Riza bê, hate Dersîmê. Ew li gundê Karaçayê rastî hevdu hatin. Elî Cemal ji qisevanê xwe ra dida bawer kirin ku ew gelek qedrê Dersîmiyan digire, ji ber ku bixwe Elewî ye (Qizilbaş) û ewê bigihîje wê yekê ku wan xweliyên ku Ermeniyan li navça Erzincan-Elazîzê “hiştine-çûne” di nava bineciyên Dersîmê da bide belav kirin. Wî da zanîn ku li Dersîmê ewê dibistanên ku dersdayîna wan ewê anegorî dogmên şîiyan bê derbas kirin bên vekirin, ewê bexşandin bidin eşîra Kiçgirî (126, r. 190), ku piraniya wan pey serhildana salên 1920-21 bar kir hatin Dersîmê. Pey wan sozdayînan, Elî Cemal li ber Seyid Riza fen-fêl kir bona ku hevpeyvînên li Xozatê (navbenda Dersîmê) berdewam bikin, ji ber ku mufettişê eskerî Izettîn Paşa û waliyê Elazîzê Elî Riza ji Diyarbekirê hatine wira. Wê gavê, peyvê demdirêj ê Izettin Paşa ji nûnerên Kurdan ra (Mehmet Nûrî Dersîmî jî bi Seyid Riza ra hatibû Xozatê) da bawer kirin ku mafên bineciyên Dersîmê yên millî ewê bên parastin (126, r. 191).

 

Pey buhurandina demeke kurt, Elî Cemal wek waliyê Elazîzê û Elî Riza waliyê Diyarbekirê hatin nas kirin. Ango, wan ciyê karê xwe bi hevdu ra guherand. Xuya ye ku dîwana Tirkiyê dixwest ku hukmê Elî Cemal li ser pareke eşîrên Dersîmê bi kar bîne. Çend serekeşîrên Dersîmê, ku dîsa siyaseta bi dilê Tirkiyê derbas dikir, herweha Îbîş Zekî jî bêtir li walî diqesidî û jê ra digot ku ew dostên Tirkan in. Di dilê xwe da, Elî Cemal çend serokên Kurdan ên bi nav û deng ên Dersîma rohilatê, herweha Îbîş Zekî, wek endamên şêwra herdemî ya wilayeta Elazîzê kifş kirin. Bilî wê, weke 2000 mal li deşta Elazîzê perçeyên xweliyê stendin. Bi zagona xusûsî dêra Holvênkê teslîmî Mehmet Nûrî Dersîmî kir. Tevî wê yekê, Elî Cemal dest pê kir serokên Kurdan bikire, bîne hêla xwe. Niştimanperwerên Dersîmê yên kurd ên ku bi serokatiya Seyid Riza doza ne ku “çavgirtinokê” lê ya mafên xwe dikir, di derheqa van hemû tiş tan da helbet zanîbû. Di nava wan da : 1) vekirina dibistanên bê pere li Dersîmê. 2) amadekirina mamosteyên kurd. 3) bi hesabê dewletê pareke Kurdên genc bişînin Stembolê bo xwendinê, usa jî Ankarê û Awropayê. 4) pir û riyan çêkin. 5) malhebûna gundîtiyê û sinaetê pêş da bixin (126, r. 192-193).

 

Lê pêkanîna wan de’wkariyan ne diket nava planên dîwana Tirkiya ku dicedand li Kurdistanê mulaymbûnê testîq bike û yekser plan amade dikirin ku serokên Kurdan ên bi nav û deng, axa, şêx û niştimanperwerên Kurdan ên navdar ji cî û warên wan bişihitîne û berê wan bide navçeyên welêt ên roavayê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev