Çîroka Birahîmê Gebarî

Çîroka Birahîmê Gebarî

Şeyhmus Özzengin

 

Birahîm Gebarî, kurdek ji Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Pismamê hunermendê hêja Seîd Gebarî ye. Kurdekî dilsozê çand û zimanê xwe û bi hest, kurdekî kurdewarî ye.

Di dema Hafiz Essad de, wek pir kurdên dilsoz, ew jî tê girtin. Piştî asaq û îşkenceyan, Birahîm Gebarî jî wek pir heval û hogirên wî, wî davêjin zîndanê.

Xwedê zane bê çiqa kurdperwer û dilsozên doza Kurd di wan zîndanên dîktatorîya BAASîyan de raserî zor û zilmê bûne, bê dadgeh û bêsûç û sual di wan zîndanan de bi mişk û maran û dûpişkan re razane, rabûne.

Birahîm Gebarî jî yek ji wan e:

Malbata Birahîm Gebarî li ser şopa wî pir caran tên zîndanê û lê dipirsin. Berpirsên dewleta Sûrî û BAASî ji malbata Birahîm Gebarî re dibêjin:

„Birahîm Gabarî tineye, yekî bi wî navî li zîndanê tineye û ne girtîyê me ye!“

Malbata Birahîm Gebarî, polî poşman vedigerin mala xwe. Piştî du salan ku agahîyan ji Birahîm Gebarî nagirin, qenaeta xwe pê tînin ku êdî B. Gebarî ne saxe û dewletê wî kujtîye û wenda kirîye.

Li mala B. Gebarî şîn tê danîn. Kurd ref bi ref tên şîna B. Gebarî. Mewlûda wî didin û liser fatîha dixwînin.

Dema ku B. Gebarî tê girtin, zewicî bû û kurekî wî bi navê Zerdeşt, pêncsalî hebû.

Malîya B. Gebarî soz dide ku; “piştî B. Gebarî mêra nakim û ezê kurê xwe mezin bikim!“

Bermalîya B. Gebarî reş û şîna xwe girê dide û wek jinebîyekê kurê xwe mezin dike.

Pir sal di navberê re derbas dibin, bav û dîya B. Gebarî wefat dikin. Kurê B. Gebarî Zerdeşt mezin dibe, dibe 20 salî. Dîya wî jê re yekê dibîne û dizewicîne. Keçek wî çêdibe û mala xwe ji Amûdê bar dikin, diçin li Qamîşlo bicîh dibin.

  1. Gebarî bê pirs û bê dadgeh her di zîndanê de ye. Zîndanek zexfên wê nizm û dema girtî dimeşin, pişta xwe xuz dikin. Bi vî haweyî wext di ser B. Gebarî re derbas dibe, sal xwe disipêrin salan, pişta wî xuz dibe. Emir derbas dibe…

Rojek dergevanê zîndanê gazî B. Gebarî dike û dibêje; „Alavên xwe kombike û derkeve, tu êdî azad î!..“

  1. Gebarî tê ber derî. Dergevan derî ji B. Gebarî re vedike û B. Gebarî derdikeve derve.

24 sal di ser re derbas bûye. Meş jibîr kirîye. Wek bîyanîyekî suwar dibe û tê Amûdê.

Bajar mezin bûye, kuçe û mal hatine guhertin. Rîya mala xwe dernaxîne. Ji her yekî/ê ku lê rast tê, wek bîyanîyekî li mala Birahîm Gebarî dipirse.

Kesek nas nake.

  1. Gebarî di ber xwe de dibêje, „ka ez herim ber derîyê mizgeftê û ji kesên navser û biemir bipirsim. Dibe ku ew B. Gebarî nas bikin!“

Dema nimêja hesir, diçe ber derîyê mizgeftê ji çend kesan dipirse; „ez li mala B. Gebarî digerim, gelo kesek ji we dizane bê mala B. Gebarî li ku ye?“

Zilamên ber mizgeftê lihev dinêrin û bi wî navî kesek nayê bîra wan!

Yekî kal û rîhspî dibêje; „hele bisekine. Berî 20 salan Birahîm Gebarî hatîye kujtin. Zarokên wî mala xwe bar kir û çûn Qamîşlo.“

  1. Gebarî berê xwe dide Qamîşlo. Li nav tar bi tar û kuçe bi kuçên Qamîşlo li mala B. Gebarî digere, dipirse, lê nabîne. Carek di sikakek teng de li zarokan rast tê. Zarok ji xwe re bi holîyê dilîzin.

Dibêje, „ev xuyaye kesek B. Gebarî nasnake. Ka ez bi navê bermalîya xwe bêjim û li wê bipirsim, dibe ku wê nas bikin!“

Nêzîkî zarokan dibe û navê bermalîya xwe dibêje; „gelo hun dizanin mala wê jinê li ku ye?“

Zarokek lê vedigerîne û dibêje; „ew jina jinebî, ha ew mala kesk mala wane.“

Diçe ber derî û li derî dixe. Xortekî bejindirêj derî vedike û dibêje;

„kerem ke apo tu çi dixwazî?“

  1. Gebarî li lawik vedigerîne û dibêje; „ez dostê Birahîm Gebarî me, min xwest ez wî zîyaret bikim!“

Xort li B. Gebarî vedigerîne û jê re dîje; „malava, tu çawa dostê Birahîm Gebarî ye ku ev 24 sale B. Gebarî mirîye, ma tu nû li B. Gebarî dipirsî!“

  1. Gebarî li kurê xwe dinêre. Dema wî hiştibû pêncsalî bû. Niha qerasekî xort li pêşberî wî sekinîye û hevûdû nasnakin. Hêsir bi çavên Birahîm Gebarî dikeve û kelogirî dibe;

„ez ne li vanderan bûm, li welatekî din bûm û nû hatim, min xwest wî bibînim!“

Bi dengê vê sohbeta di navbera B. Gebarî û kurê wî de, deng ji hundur tê:

„kurê min ew kîye? Bila derbas be, were hundur“ û bi vê gotinê re bermalîya B. Gebarî hat ber derî.

Dema ku çavê wê û Birahîm Gebarî lihev ketin, bû qêrîna jinikê û xwe avêt hinbêza B. Gebarî. Hevûdû hinbêz kirin. Wek dilopên baranê hêsir ji çavên herdûyan dihat.

Kurik ji dîya xwe pirsî;

-„dayê ev kîye, te wilo xwe avêtîye hinbêza wî û tu digirî?“

-„Çavê min kor be, kurê min, ev bavê te ye!“

Xort di cîh de ji hişê xwe ve çû û ket erdê. Kêf û şîn, ken û girî tevlihev bibû. Av anîn li ser rûkê xort kirin. Xort hat ser hişê xwe. Bav û kur jî bi hesreta 24 salan hevûdû hinbêz kirin.

Derbasî hundur bûn, bûka B. Gebarî jî hat. Çû destê wî û zarokek li ber pêsîra wê bû, da destê B. Gebarî.

Dost û cîran, meriv, der û dor hatin û li çîroka Birahîm Gebarî guhdarî kirin. Keser kişandin.

  1. Gebarî ji cîranên derdorê re got;

„Bi ahd be, min daweta kurê xwe nedîtîye, ezê carek din ji kurê xwe û bûka xwe re dawetekê lidar bixim!“

Bûka xwe û kurê xwe carek din dike bûk û zava, dawetekê ji wan re lidar dixe. Kêf û şahî, dawet diqede.

Dewleta Sûrî, dibihîze ku B. Gebarî dawet lidar xistîye. Çûn û hatina cem wî pirr e. Şike pê kirin ku, dîsa têkeve nav karûbarên Kurdewarî. Dibe ku çîroka xwe ji kurdan re bêje!

Emîn Dewlê (Îstîhbarata Sûrîye) dikeve dewrê, tên derdorê digerin û lê dipirsin.

  1. Gebarî têdigihêje ku carek din wê wî rehet nehêlin û bigirin.

Lê dixe, derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Diçe cem Kek Mesud Barzanî. Çîroka xwe ji serî de, ji kek Mesud re dibêje. Herdû kurdên dilsoz bihev re hêsira dirijînin û digirîn li ser halê wî. Xanîyekî didin B. Gebarî û B. Gebarî li Hewlêrê bicîh dibe. Niha, sax e û li Hewlêrê dijî..

Bi hêvîya ku Kurd dijminên xwe nas bikin.

Çîroka Kurdan û dewleta Sûrîye ev e. Îca niha beşek ji kurdan hêvî dikin ku Kurê Hafiz Essad, teşkîlata Emîn Dewlê û partîya BAAS mafê kurdan bide wan! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev