Hevpeyvîn bi Alî Gurdilî re – Ferîd Mîtan

Hevpeyvîn bi Alî Gurdilî re – Ferîd Mîtan

Du zaneyên welatparêz, du nivîskarên malpera me

bi hev ra sohbet kirine,

dû ra biryar kirine sohbeta wan a ser kurdeyatîyê,

felsefeyê, zimanê dayîkê bi riya malpera me bigihîje xwendevanan.

Em wê daxwezê bi dilekî baristan pêk tînin.

 

Bi qasî feylesofan, bandora pêkhateyeke din a kesayetên bibandor, demeke dirêj neajotiye; feylesofan, bi ramanên xwe, serdemên nû afirandine û hîmên gelek rêbazên jihevcihê der barê babetên birêvebirinê û lêgerîna rastîyê de, danîne. Ji bo kurdan û li nik kurdan, peydabûn û pêvajoya bipêşveçûna felsefeyê hêj bi temamî ne zelal e.

Pêxember û klasîkên me kurdan feylesof bûn an na, têkilîya kurdan bi felsefeyê re vedigere kîjan serdemê û ev têkilî îro gihaye kû derê, di zargotin û folklora kurdî de çi qasî bêhna pirsên felsefeyî tê, di roja îroyîn de felsefe û rêbazên îdeolojîk çi qasî xwedî bandor in?

Di vê hevpeyvînê de, civaknas û nivîskarê ku xerîkî xebatên felsefeyî ye M. Alî Gurdilî carinan bi firehî û carinan kurt kurmancî, bi şirove û nihêrînên xwe bersiva pirsên bihurî û hin pirsên din daye.

 

– Hevdemî bipêşveçûna cîhanê û berfirehbûna şaxên zanistê, her wiha bi nûjenbûna hemî hêlên jîyanê re; gelo dengê felsefeyê -kêm zêde- nebilîye?

 

Alî Gurdilî: A rast, felsefe ne zanistek e. Lê belê, dikare wekî mak yan jî kanîya temamîya zanistan (science) were dîtin. Lewra felsefe, berîya temamîya zanistên îroyîn wekî hewl û rahişmendîyeke aqilê mirovî hebû. Paşê, gelek zanistên din jê zêde bûne. Jixwe, feylesofê ku cara ewilî ramana zanistî dabeşandiye, Arîstotalesî ye. Bê guman, jîyan her diçe tevlihev dibe, diguhere û mirov jî, dixwazin têbigihêjine wê guherîn û veguherîna lezgîn. Girîngîya felsefeyê jî, di vê qonaxê de xwe dide der. Lewra piranîya arîşeyên (pirsgirêkên) me yên takekesî û civakî, ne arîşeyên teknîkî ne û têkilîyeke wan a xurt bi hişwerî, serpêhatî û bi maqulîyê re heye. Loma jî, nabe ku meriv temamîya arîşeyên civakî, mîna arîşeyên teknîkî bibîne. Endezyarek, dikare bi çavekî wiha li meseleyan mêze bike. Lê belê em baş dizanin ku meseleyên civakî, bi temamî ne meseleyên endezyarî ne. Her çu qasî di demên dawî de, bi navê ‘endezyarîya civakî’ têgehek hatibe hilberandin jî, rastî ne wiha ye. Çimkî meseleyên civakî, bi tenê bi rê û rêgehên teknîkî nikarin werin çareserkirin. Rast e, dema di destê meriv de çakûçek hebe, ihtîmal e ku meriv her tiştî mîna bizmaran bibîne. Lê belê arîşeyên civakî yan sosyal, ne bizmar in ku meriv rabe wan bikute. Mesela zewac, ne wiha ye. Hevberdan, sîyaset, exlaq ne wiha ne û têkiliya wan, zêdetir bi azadî, serpêhatî û mafê hilbijartinê heye.

 

– Ji çend dehsalên bihurî û bi şûn de, êdî tevger û rêbazên îdeolojîk giranî û bandora xwe ji dest dane. Tu vê guherînê çawa dinixrînî?

 

Alî Gurdilî: Ev dîtina te, ji bo civak û ferasetên ku qedir û qîmetê didin mirovan û mirovan wekî ‘navendê’ dinirxînin rast e. Civakên pêşketî, civakên nûjen, wiha ne. Bandûr û giranîya tevger, kom û komikên îdeolojîk, yan nema ye yan jî bûyereke lokalî ye. Di dewsa îdolojî û nêrînên dînî yên radîkal de hemhestyarî, xweşdîtin û rêzgirî hene. Girîngîya huner, wêje û felsefeyê, ji sîyasetê zêdetir e û sîyaset jî, tenê wekî alaveke xweşhalîkirina civakê tê nirxandin.

Lê belê li dewlet û welatinên lipaşmayî, mixabin rewş ne wiha ye û tabloyeke reş a hêwlnak raber dike. Piranîya civakên rojhilatî, îro di rewşeke wiha de ne, bi taybetî jî civakên Rojhilata Navê di rewşeke reş a tarî de ne. Li gel hebûna mekteb û perwerdihîyeke şidyayî, li gel hebûna zanîngehan jî, rewşa wan her a berê ye. Teknolojî heye, hunerwerî (sanayî) heye, balafirxane hene; lê belê pêşketina ramanî tune, pêşketina felsefeyî tune, serbestîya aqilê felsefeyî tune. Lewra rê nadin ku heta dawîyê, aqilê felsefeyî were bikaranîn. Tenê, hinek fikrên felsefeyî ku ew jî ji bo wan dibe alaveke xweparastinê, têne bikaranîn. Pêdivî bi hizr û ramîna felsefeyî nabînin, guman û rexne, mîna gunehên mezin tên dîtin û loma jî, hemû zanînên wan, jiber in. Di kitêbên wan yên esmanî de her tişt hatiye nivîsandin û loma jî, pêdivî bi hêz û aqilê mirovî nabînin. Yanî, zanînan ji ber dikin û loma jî, civakên kitêbî û qemirî (stabîl) ne.

 

– Bi sedên feylesofan li ser pirsên cihê, bi hezaran sal xebitîne û der barê her pirsekê de her fîlozofekî şîrove û nihêrîneke cihê raber kiriye. Roja îroyîn, di qada felsefeyê de, pirsên ku hêj bêbersiv mane yan hêj jî dubendî li ser wan heye, çi pirs in?

Alî Gurdilî: Ne bersivên felsefeyî, lê belê pirsên felsefeyî gerdûnî (navneteweyî) ne. Feylesofan li gor awira xwe, li gor dîtina xwe bersivên pirsên felsefeyî dane. Hinek li hev hatine, loma bûne ekol, loma bûne xwendegeh yan ferasetên felsefeyî. Lêbelê ligel vê yekê jî meriv nikare bibêje ku bersiv yan çareserîya 2 feylesofan bi temamî mîna hev in. Lewra, felsefe bi xwe jî çalakîyeke şexsî û subjektîv e. Loma Arîstotales gotiye: ‘Platon, li ber çavê min merivek î ezîz e. Lêbelê, heqîqet jê ezîztir e.’ Heqîqeta ku em behsa wê dikin, bêguman heqîqeta felsefeyî ye. Ne ew heqîqeta ezmûnî, yan zanistî ye. Heta roja me a îro jî, bi hezaran feylesofan li bersiva pirsa ‘Arhhe’ çi ye gerîyane û li gor nêrîna xwe, bersiva xwe dane. Lêbelê em nikarin bibêjin ku ev mesele çareser bûye. Lêbelê girêdayî pirrengî û pirrhêlîya jiyanê, pirsên felsefeyî jî xwe nû dikin û dibin mijara gelek lêkolanên feylesofan.

 

– Olên yekxwedayî yên ku îroj li piranîya dunyayê belav in, bi sedên salan in ku ji bo cîbicîkirina armancên sîyasî, wekî kiras tên lixwekirin û bend û rêgezên wê, ji bo berjewendîyên kom û kesan, tên guherîn û bi zanebûn tên bikaranîn. Gelo heta çi astê “felsefe” wekî alaveke bikêrhatî ji bo xizmeta berjewendîyên teng hatiye bikaranîn?

Alî Gurdilî: Felsefe jî, wekî gelek pêkhateyên (rahişmendî, hewl, kar û xebat) mirovî, kêm an zêde, ji dewr û dema xwe, ketumet dibe. Mesela di Serdema Navîn de, ji aliyê dêra xiristiyanî ve ji bo peyîtandina angaştên dînî, xweş hatiye bikaranîn. Ewilî, Platon wekî otorîteyek aqlî hatiye dîtin û piştre jî, Arîstotales. Lêbelê ber bi dawîya Serdema Navîn ve, ew têkiliya şidyayî a ku di navbera dîn û felsefeyê (îman û aqil) de hebû, sist bûye û ji hev cihê bûye.

 

– Çawa ku behsa dîroka felsefeyê dibe, bi dest xwe re “Yewnanistan” dikeve bala mirovan. Eger mirov bi çavekî dîrokî li babetê binihêre; kengê û çawa felsefe li nav kurdan peyda bûye?

 

Alî Gurdilî: Bersiva vê pirsa te, ne hêsan e. Jê re, lêkolanên demdirêj divên. Ji ber ku felsefeyên sîstematîk yan jî em bibêjin ekolên felsefeyî, li cem me tune nin, meriv nikare dema derketina holê a felsefeyê destnîşan bike. Mesela em dikarin behsa ‘felsefeya xwezayê’ a yewnanan bikin. Lewra, bi awayekî sîstematîk hatiye kirin û berdewam kiriye. Ji ber rewşa me kurdan û hinek wesfên herêmî, meriv nikare tiştekî misoger bibêje. Lêbelê meriv dikare Felsefeya Îşraqî, wekî ekoleke felsefeyî bibîne ku Şihabedîn Suhrewerdî, damezranerê wê ye.

 

– Tu herî zêde “Zeredeşt” wekî pêxember an wekî feylesof disenifînî û ji ber çi?

 

Alî Gurdilî: Pêxemberî û feylesofî, ne dûrî hev in. Dibe ku pirraniya pêxemberan, di esasê xwe de feylesof bin. Jêdara zanîniyên wan, cihê nîqaşê be jî, lêgerîna wan a jiyaneke xweşhalî yan civakekê utopîk, hêjayî pêsinandinê ye.

 

– Bawer im te berî niha klasîkên kurd wekî feylesof bi nav kirine. Derveyî babetên sofîgerî û Xwedayî, gelo klasîkên kurd ramaneke nû li yên kevin zêde kirine?

 

Alî Gurdilî: Belê, ez a niha jî dibêjim: Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Seîdê Kurdî, dikarin wekî feylesof werin dîtin û ev yek, wêjekarîya wan jî ji holê ranake. Yanî, girêdayî awira meriv e. Hinek akademîsyenên felsefeyê, dibêjin tiştekî bi navê felsefeya dîn tune û nabe ku kesên di mijarên dînî de xebitîne, wekî feylesofan werin dîtin. Heta dibêjin Augustînusê Xoşewîst jî, ne feylesof e ku di Serdema Navîn de, ramana xiristiyaniyê sîstematîze kiriye û xwestiye ku ji nêrînên xwe yên dînî re, bingeheke felsefeyî ava bike.

Dîsa li gor nêrîna wan, ji bilî feylesofên ku felsefeyên sîstematîk ava kirine, feylesof tune nin. Heke meriv bi a wan bike, divê meriv ji bilî Sokrat, Plato û Arîstotle keseke din feylesof qebûl neke. Beravajîya vê dîtinê, gelek akademîsyen jî balê didin ser ramanên felsefîk yên di berheman de û wan girîng dinirxînin. Erê, kesê nizanibe dê bibêje hemû berhemên me yên klasîk ji hêla felsefî ve hatine lêkolandin û tiştek tê de nehatiye dîtin?!!! Nexêr, hê nû nû zelal dibin û divê meriv, wiha xetên stûrîn nêxe navbera hinek meseleyan.

 

– Dibêjin ku folklor bîra miletan e. Zargotina kurdî bi hemî parçeyên xwe ve, nemaze pend û gotinên pêşîyan, heta çi radeyê hêmanên felsefî yên wekî: şek û gumanê, hewla nasîna rastîyan, vexepartina li dor nepenîyên gerdûnê, babetên hebûn û nebûnê û hwd… vedihewîne?

 

Alî Gurdilî: Em xwedîyê mîtolojî, folklor û zargotineke zengîn in û rola wan, gelekî girîng e. Li ser gotînên pêşiyan lêkolîneke min, ta nuha tune. Lêbelê, çend caran ez li ser fikirîm û min xwest, ez li ser wan hinekî vekolim. Lê ta niha, nebû qismet. Heke meriv bi awireke giştî li meseleyê mêze bike, meriv dikare bibêje ku gotinên pêşiyan (yên hemû miletan) ji ber pêdiviyên rojane, hatine hilberandin. Loma jî, wekî ‘zanînên rojaneyî’ têne dîtin. Lêbelê ne bi tevahî. Helbet, di nav wan de hinek gotin hene ku ramanên hêja dihewînin û loma jî, hewceyî vekolînê ne. Zanayîya (zanînî, knowledge) rojaneyî û a felsefeyî, ji hev cuda ne. Loma jî, di zanîniya rojane de, armanc çareseiya arîşeyên xwezayî û civakî ye. Armancek, pratîk heye. Lêbelê, di a felsefeyî de, zanîn bo zanînê ye. Armanc, teorîk e. Ev jî, ferqeke mezin diafirîne. Loma jî, meriv nikare di her gotineke pêşiyan de, li ramaneke felsefeyî rast were.

Ne tenê felsefenas yan felsefehez, divê sosyologên kurdan jî bi rê rêgehên zanistî li vê meseleyê vekolin. Wekî mînak dixwazim vê têbiniyê li vir raber bikim ku beriya çend salan min di medya sosyal de weşandibû:

‘Mala têrjin, xiradibe ji bin.’

Çavkanî: Zeynelabidin Zinar. PÊNC XWEŞBÊJ / (ji Folklora Kurdî)

 

Ji hêla civaknasiyê ve, meriv dikare vê gotinê wuha jî şirove bike: Malbata kevnoşopî (malbata mezin, malbata bavkanî) ji ber rikberî û hesudiya bûk û xesûyên (jinbir, xesu û hwd.) di malê de, hildiweşe û malbatê perçe dike. Bi taybetî ev rûdan, li gundan tê dîtin. Malbata ku perçe dibe jî, neçar dibe ku berê xwe bide navçe yan bajerekî din û dibe malbata nûjen yan jî biçûk. Ev gotin, vê rewşê xweş şirove dike. Di dersên civaknasiya gundan de, ev yek tê gotin. (20.02.2016)

 

– Rêbaz û ramaneke felsefî ya bi rêk û pêk û hevgirtî, dikare bibe şopeke ronîdar û kilîteke qurtalbûna ji bindestîyê ji bo kurdan?

 

Alî Gurdilî: Nexêr, mîsyoneke felsefeyê a wiha qet tune. Lewra, felsefe ne îdeolojî ye, ne sîstemeke aborî ye, yan jî ne rêgeheke têkoşînê ye ku karibe rasterast me ji bindestiyê rizgar bike. Gotineke bi vî rengî, îdeayeke pirr mezin e û barekî, giran e. Lİgel vê yekê, felsefe dikare alîkarîya me bike bo têgihiştina rewşê, bo xwenesînê, bo hemhestyarîyê û ji bo jiyaneke xweşhal û adîlane û hwd. Ma ev, hindik in? Di destpêka zanista sosyolojîyê de, hinek sosyologan digotin vaye em ê ‘civakên nexweş’ baş bikin. Lê aniha rewşa dinyayê, li holê ye. Felsefe, berê meriv dide ‘nirxên mirovî’ û ji ‘nirxên dermirovî’ jî, dûr dike.

 

– Di amadekirina “Ferhenga Felsefeyê” de, çavkanî û jêderên kurdî yên bikêhatî ku ji xebata te re bûbin bingeh, hebûn an na?

 

Alî Gurdilî: Çavkanîyên kitêbî yên wekî ‘Ferhenga Felsefeyê’, ‘Dîroka Felsefeyê’, ‘Dîroka Ramanî’ li ber destê min tunebûn mixabin. Lêbelê min bi sedan kitêbên kurdî û nivîsên nivîskarên kurd, wekî çavkanî bikar anîye û bikar tînim jî.

 

– Têrm û têgehên hevedudanî, yên ku te ew dariştine, çi qasî bi peyvsazî û mentiqê kurdîyê re diguncin?

 

Alî Gurdilî: Heta a niha, di malpera Feylesof & Philosophia’yê de û di bloga xwe a fermî de, min bi qasî 750-800 têgihên felsefeyî dane nasandin. Lêbelê, min têgih çênekirine. Min ji kitêbên nivîskar û zimazanan wan girtiye û bikar anîye. Bi qasî hebûn yan tunebûna têgihan, zanîna wan jî girîng e, lewra têgih bi serê, kar nakin. Bi mîlyonan jî têgihên felsefeyî hebin û bikar neyên, dê ji çî re bin?!!

Ez herdem dibêjim, ez ne zimanzan im û peyv û têgihan jî, çênakim. Peyv û têgihên bikar tînim, çavkaniya wan jî diyar dikim. Fergêngên min, ne ferhengên zimanî ne. Ferhengên felsefeyê ne, ferhengên sosyolojîyê ne, ferhengên mîtolojîyê ne. Lêbelê, rastiyek jî heye: Kes qîma xwe bi xebatên kesî nayne û ev yek jî, mixabin destê me sist dike. Hinek wext lazim e û helbet, xebatên berdewamî.

 

– Felsefe zimanekî tîr û hevoksazîyeke tekûz jê re divên, li gel vê yekê jî tekstên felsefî yên kurdî kêm tên dîtin. Kurdekî ku xwazibe bi kurdî felsefeyê bixwîne, serê pêşîn pêwîst e termînolojî û ferhenga felsefî ya kurdî ji ber bike, paşê dibe ku karibe di kûrahîya wateyê de bigihe. Xebat û tevgereke çawa dikare ji pirsa tênegihiştinê re bibe çare û bersiv?

 

Alî Gurdilî: Meriv dema metnekê dixwîne, dixwaze ku fam bike. Ferq nake bê ka metneke çawa ye. Dibe ku çîrokek, helbestek, şanoyek, romanek yan gotineke tenê be jî. Ji bo felsefeyê jî, ev rastî heye. Lêbelê di nav gelek çalakîyên mirovî de, herî zêde felsefe xwe dispêre metnê, felsefe xwe dispêre metna nivîskî. Erê, Sokrates bi xwe tiştek nenivîsîye, lêbelê Platonê şagirdê wî felsefeya wî gihandiye me. Kurd îro, bi gelek zimanan dixwînin û zimanên ku baş pê diaxivin tercîh dikin. Tiştekî normal e helbet, lê ev hewl rê li ber geşbûna Zimanê Kurdî digre. Yanî heke yek rabe wêjeya cîhanê bi erebî bixwîne, felsefeyê bi tirkî bixwîne; ma ez dikarim çi bikim?! Helbet, tiştek ji destê min nayê. Lewra, divê meriv tercîh bike. Tiştên ku te li jor gotiye, ev ê sed sal in ku di Zimanê Tirkî de jî pêk nehatiye, dê çawa di rewşa a niha de di Zimanê Kurdî de were dîtin?

Berîya 20 sal an min dest bi xebatên xwe kir û armanca min a yekem û sereke, balkişandina ser van mijaran bû. Axir, a niha dikarim dibêjim ku ez êdî hatime têgihiştin. Li milê din; bêguman, xwendina metnên felsefî ne karê hemû xwendevana ye. Ji bo hemû zimanan, ev rewş wiha ye. Loma jî, zehmet e ku her kes rabe metnên felsefeyî bixwîne yan jê hez bike. Meseleya têgihiştina metnê jî, meseleyeke din e û heke meriv jê hez neke, nikare bi berdewamî bixwîne. Lê dema jê hez kir, dê nema bisekine ê bawer dikim ku dê zêdetir jî bixwîne.

 

– Mala te ava be. 

Alî Gurdilî: Mala te jî ava be, gelek spas.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev