Dibêjin dawîya DAÎŞÊ hatîye…

Dibêjin dawîya DAÎŞÊ hatîye…

Eskerê Boyîk

 

Dibêjin dawîya DAÎŞÊ hatîye…
Ez bawar nakim…
Na, hezar carî na!
Ew bingeha ku hinek dewletan da hatîye danîn, ew bingeha ku serên evdên wan dewletan da çê bûye, ew perwerda îro Rojhilatê tê kirin, ez bawar nakim DEÎŞ kokbirr bibe.
Yên ku ew dûpișk pașla xwe da çê kirin…
Yên ku rê wan ra xweș kirin…
Yên ku welat welat geriyan, ew jar civandin, anîn.
Yên ku pere dan ku wan perwerde bikin, çek û sîliha wan ra bikirin…
Yên ku xwestin pirsgirêkên welatê xwe bi destê wan çareser bikin, wan ra bûn hêlûn…
Yêk ku…
Yên ku…
Û niha ew gișk li ber çavan e, dinya rind navên wan zane, yek bi yek zane ew kê ne, kê ne xweyê DAÎŞÊ…
Lê kes naxweze navê wan bêje. Naxwezin kêfa wan kevin, kumê xwe ber wan derdixin…

Û ya ecêb ewe… Ewê DAÎŞ çê kirin, gilîyê dawîyê dîsa dane wan…
Xweyê DAÎŞÊ li hev civiyane, “mizgînîyê” didine mîlyona evdên penabere bê cî û sitar, zarokên sêwî, bêxweyî, gund û bajarên kavil bûyî, cihanê, dibêjin me bi mêrxasî dawî li DAÎŞÊ anî…
Berdevkê wan jî dibêjin: “Kê hatîye kuștin, kuștin, kê nehatîye kuștin, rê wanra xweș bikin bira “birêzan” tev jin û zarok, talanê xwe herine mala xwe, zehmet dîtin e”…
Hinek “humanist “ gunehê xwe bi wan, jin û zarokê wan wehșa tînin yên ku bi ken û kêfxweșî, bi kîn, bi kêr, xençerê zulmê kal-pîrê Şengalê, pêșmerge û gêrîla serjê dikirin, Koban, Efrîn wêran kirin.
Ecêvmayî nemînin ku sibê ji wan DAÎŞ a hinek bibin mêrxas û prêzîdêntê welatên xwe.

Sala 1945-1946 fașîzm ketibû vî halî…
Kê dîrokê hevkî zane, rind zanin çi anîne serê sebebên wî șerî, wê wehșîtîyê…. naziya…

Ji bo wê demê xweyê kêrê hebû. STALÎN!
STALÎNÊ mezin …
Bi rastî jî STALÎN mezin bû.
Alman gelekî humanist û mirovhiz bûn, sûcê xwe zanibûn û ew zulm, wehșîtî ji nav xwe kokbirr kirin…
Îro Almanya bihuşta Xwedê ye…

Lê Rojhilata Navîn… wê bibe çi?…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev