Li Qamişloyê 40emîn salvegera koçbarkirina Berzanî hat bibîranîn

Li Qamişloyê 40emîn salvegera koçbarkirina Berzanî hat bibîranîn

Ferîd Mîtan, Ria Taza, Qamişlo, 01.03.2019

 

Bi boneya 40emîn salvegera koçbarkirina rêberê kurdan Mele Mustefayê Berzanî, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyeyê (ENKS), îro înê (01.03.2019) li taxa Meyselûn a bajarê Qamişloyê ahengek li dar xist.

Bi amadebûna partî û rêxistinên sîyasî, yekîtî û komeleyên rewşenbîran, rêxistinên civaka sivîl û hejmareke mezin ji xelkê deverê, roja koçbarkirina Berzanî bi kombûneke cemawerî hat bibîrxistin.

Serkirdeya ENKSê birêz Fesla Yûsiv ku ew jî di kombûnê de beşdar bû, der barê vê bîranînê de ji maplera Ria Taza re got: “Îro rojeke dîrokî ye, rojeke reş e, em tê de xemgîn in; ji ber ku di vê rojê de yek ji sîmbolên kurdan li ser asta tevahîya Kurdistanê, piştî xebateke demdirêj ji nav me bar kir. Di bawerîya me de, ev Kurdistana azad a îroj, berhemeke ked û xebata Berzanîyê nemir e.”

Ji alîyê xwe ve serkirdeyê ENKSê birêz Hesen Salih jî ji malpera Ria Taza re da zanîn “ji erkê me ye ku em di vê roja pîroz de kar û xebata nemir Berzanî bi bîr bînin. Berzanî hemî jîyana xwe ji bo wê yekê terxan kir ku rêbazeke durist ji bo azadîya Kurdistanê ava bike.”

Ahenga bibîrxistinê nêzîkî du demjimêran dom kir, tê de gelek gotin û helbest, her wiha berhevokeke sitranan ji alîyê Koma Narîn ve hatin xwendin.

Mele Mustefayê Berzanî ku bi dehên salan serwerîya şoreşa Kurdistanê kiribû û Serokê Partîya Demoqrata Kurdistanê (PDK) bû, 1ê adara 1979an, li nexweşxaneya George Washington li Amerîkayê koça dawîn kir.

 

Li vir guhdarîya stirana Têmûrê Xelîl a derheqa Barzanîyê Nemir da guhdarî bikin, ku di radyoya kurdî a Rewanê ketîye di nava Fonda Zêrîn da. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev