
Ferîd Mîtan
Piştî amadekirin û çapkirina “Rêbera Rastnivîsînê”, Komxebata Kurmancîyê ya ku di bin banê Weqfa Mezopotomyayê de karê xwe dike, êdî ji bo amadekirina “Ferhenga Rastnivîsînê” dest bi xebatê dike.
27ê sibata 2019an, roja çarşemê, endamên Komxebata Kurmancîyê li navenda Weqfa Mezopotamyayê ya Amedê li hev civîyan û ji bo amadekirina “Ferhenga Rastnivîsînê” xebatên xwe dan destpêkirin.
Endamê Komxebata Kurmancîyê zimanzan Bahoz Baran ji malpera Ria Taza re da zanîn ku ev ferheng ji “20-25 hezar peyvan” pêk tê û “ji 70 deveran varyantên peyvan hatine komkirin, ji Efrînê heta Xorasanê.”
Der barê naveroka ferhengê, mekanîzma û armanca xebatê de, Baranî da xuyakirin ku “di xebatan da tradîsyon, berbelavî, nêzîkkirina zaravayan, etîmolojîya peyvan û hwd… dibin bingeh.”
Komxebata Kurmancîyê sala 2015an hatîye avakirin û ji zimanzanên her çar parçeyên Kurdistanê û yên li derveyî welêt pêk tê.
Her dawî jî, 21ê sibata 2019an, vê komxebatê berhema xwe ya pêşîn bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” çap kir.
Riataza