Tiştê hatiye û tê serê Êzîdiya, bila neyê serê gurê çol û çiya

Tiştê hatiye û tê serê Êzîdiya, bila neyê serê gurê çol û çiya

Newaf Mîro

 

Hovîtiya bê pîvan û sînor, ya ku ji hezarê salan ve gav bi gav, bihost bi bihost hate serê Êzîdiya, didome. Mînaka dawî li Baxozê rû da ku 50 jinê êzîdî serî jêkirî dîtin. Tiştê dewleta îslamê Daîş anî serê êzîdiya, ne anî serê tu qewm û olê din. Rast e, vê rêxistina terorê zemîn hejand. Lê meselê ne bi wan destpê kiriye û bi wan re jî naqede. Bi girtina bajarokê Baxoz re, kela dawî ya hovên îslamî herifî.

Mala wan fedakar û çar gurçika ava be, yê canê êzîdiya rizgar kirin, yên pariyê nan û qurta avê bi wan re parve kirin. Yê star û cîh ji wan re amade kirin. Yê bi malê xwe, yê bi canê xwe, yê bi duha, nivîs, stran, helbest, helwest û dilê xwe bi êzîdiya re bûn. Û yê heta niha jî bi wan re ne û alîkariya wan dikin.

Helbet ger di dîrokê de û heta îro jî, hin xasmirov, êl û rêvebirên xêrxwaz nebûna, niha kitek ji êzîdiya nemabû. Lê mixabin mayîna wan jî ne misoger e. Çawa em dizanin ku jiyana êzîdiya berxwedan û ferman e, mayîna wan jî di nav wê girav û çerxa kesk de mûcîze ye. Berxwedanê hişt ku êzîdî bimînin. Lê mayîna wan heta niha jî ne misoger e.

Divê pirs ew be, ka çawa mayîna êzîdiya bi destûrî misoger bibe? Lê pirs ew e; rast aliyên siyasî û dadî dixwazin mayîn û hebûna êzîdiya li ser axa wan misoger bibe? Ger xwestibana dê rewşa êzîdiya ne ji ya her deverên ku daîş dager kiribû kambaxtir ba. Ji xwe xemsarî û hevrikiya aliya, êzîdî kirin vê rewşê. Gava êzîdiyek gilî û gazincê xwe dike, ji çar aliyan ve çêr û êrîşan dikin. Pirs ev e; hûn êzîdiyê çawa dixwazin? Ma divê êzîdî di çarçova hiş û siyaseta we de bin? Gava pîvan û şert ev bin, ka çi ferq di nava we û tundkarê îslamê de ma?

Hûn êzîdiyê sax dixwazin, yan yê mirî? Ger hûn êzîdiyê sax dixwazin, çi proje û planê we hene? Ger daxwaza we tenê ji êzîdiyê kesk, zer, sor, reş be, lê êzîdiyê spî dê li ku bimînin? Her weha divê êzîdî jî xwedî daxwaz û proje bin. Lê dawîya dawî muxatabê êzîdiya kî ye? Ma ne divê navnîşanek hebe ku meriv name û daxwazên xwe rêkê?

Mesele anîn kurd bûn û ne kurd bûna êzîdiya. Ez heta niha jî nizanim ka pîvana “Kurd”bûnê çi ye? Kurd kî ye? Kurd kîjan partiyê ye? Ger mebest partî bin, ez jî ne kurd im. Ji ber ku ez ne ji yek partiyê me.

Mesele ne kurd bûn û ne kurd bûna êzîdiya ye. Mesele hebûn û nebûna êzîdiya ye, li ser wê xakê. Divê di serî de dewleta Iraq’ê, herem û hukûmeta Kurdistanê, partiyên siyasî, alî û hêzên navdewletî û Mîr, civata Rûhanî û saziyên êzîdiya xwedî hizr û proje bin. Ji bo man û nemana Êzîdiya li ser wê axê. Nav çi dibe bila be, lê ciyê êzîdî lê dijîn Êzîdîxan e.

Ger bi yasa û parastineke nav xwe ya navdewletî û exlaqî nebe, rizgar bûna ji destê hov û terorîstan dê bê wate be.

 

Wêne: Rebwer K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev