Pirsa we û bersîva me – 122

Pirsa we û bersîva me – 122

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê xwendevanekî me pirseke balkêş ji me ra şandîye. Rêvebira vê beşa me Nura Şanê şêwra xwe bi berpirsyarê malperê ra kir û di encamê da ev bersîv derket:

 

Pirsa Kadoşa Miko û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Em zanin, ku kurd pir hez ji xwerina serûpê dikin. Li her perçeyekî Kurdistanê vê xwerinê bi cûreyê xwe çê dikin, lê bûye edet ku li her deran jî berbangê wê xwerinê dixun.

Pirsa min ev e: serûpê piranî bi çi awahî tê çêkirin, çi pê ra tê xwerin û vexwarin û bo çi berbangê dixun?

 

Bersîv: Ser û pê piranî wisa çê dikin, wek ku berî bi hezaran salan çê kirine. Ser û pê, li gelek waran hûr û pizûr jî dikine navê, avê dikine ser û datînin ser êgir. Tu tiştekî din nakinê, ne baharat, ne jî tiştekî din. Piştî ku 7-8 sietan dikele û diqede, tenê xwê û sîran dikine navê. Bi serûpê ra ev tişt têne xwerin û vexwerin: tivir (tirb), tirşîn û ava medenî (mineral water), ew jî bo xwerina we zû bimehe.

Lê serpêhatîyeke kevin girêdayî bi serûpê ra heye, ku em dixwezin ji xwendevanên xwe ra bêjin.

Berî bi hezaran salan, axa, beg, şah û padşayên kurdan goşt dixwerin, ser û pê jî davîtin ber xulamên xwe. Xulam jî çarneçar çê dikirin, dixwerin û digotin: -Haya axa, beg, şah û padşayan ji tahma vê xwerinê tune. Hema bizanibin ku ewqas xweş e, wê ev jî ji dest me bigirin. Lema em gerekê qereberbangê bixun, hela ew şîyar nebûne…

Kurd bi çend awahî nav li vê xwerinê dikin: bi kurdî “serûpê”, bi tirkî “keleparçe” û bi ermenî “xaş”. Xuya ye ermenîyan ev gotin ji me hildaye, ji ber ku bi rastî jî serûpê xweş e. Wek gotineke din: ermenî dibêjin ”doşab”, em jî gotina erebî “dims” bi kar tînin. Lê di rastîyê da “doşab” bi kurdî ye, tê maneya ava ku tê dotin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev