ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -2

ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Îro emê beşa duduyan a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ÎRANÊ Û TÛRANÊ” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

 

Kamûsî Kêcan û Eçkapûs têne kuştinê

(dûmayîk-1)

 

Pîran xatir ji padşê xwest,

Hespê xwe siyar bû, hat.

Hespê xwe girêda tewlexanê,

Çû eteka padşê.

Padşa tenê razaye,

Go: -Padşahim xweşbe,

Rabe ser xwe,

Min esker ji bo te Çîn û Maçînê anî.

Padşa rabû ser xwe,

Go: -Gazî katiban kin,-

Çi qeder katib hebûn-gazî kirinê.

Kaxez nivîsîn,

Cih û memleketada gerandin.

Hindî şûrê wan dibirî-

Eskerê xwe dane civandin.

Eskerê wan bû hîjdeh lag,

Her lagek sed hezar.

Çekma zêrîn kişandin lingê Pîran,

Alayîgê wana danîne ser milê Pîran,

Pîran pêşiya eskerê xwe ket,

Hinan kete dûmayê.

Hewalek heye,

Dibên newala girê Lêwînan,

Herdu tîrê eskeran

Li wê newalê li hev qelibîn.

Hindî sitêrkên ezmanan,

Hindî belgê daran,

Hindî xîzê çeman,

Hindî qeder fêriz-pelewanan,

Gihîştine hevdu.

Sivorîk (jûjî) sê sehetan

Ser darê riman dileyîstin,

Li erdê nediketin.

Hatin ser girê Lêwînan,

Çadir-xêbetê xwe lê wê dan,

Sibê heta dinya tarî

Şivan, gavanêd Îranê rabûn,

Ku dewaran berdin, bibine çêre.

Hinê sitêrkê ezmanan,

Hind qeder agirêd xêbet-çadiran dişixulin.

Cab dane padşê, gon:

-Rabe ser xwe,

Eskerê Çîn û Maçînê hatîye ser te.

Padşa go: -Gazî Gêwokin, bila bê.

Gêwo hat.

Go: -Gêwo, lê wê çawabe?

Esker ji Çîn û Maçînê hatîye ser me.

Gêwo go: -Padşahim xweşbe,

Rabe Tûs ji zîndanê berde,

Verêke Sermezin ji Zabilê rabe,

Heker na, xwedê-pêxemberan,

Em nikarin sê seheta şerê wî eskerî bikin.

Padşa go: -Gêwo, sed car bi anîya min,

Hindî kuştina Firûdcanê bira tê bîra min,

Tûsê di zîndanêda pêçabe,

Di zîndanêdabe.

Padşa go: -Gazî katibankin.

Gazî katiban kirin,

Kaxez nivîsîn,

Cih û memleketada gerandin.

Hindî şûrê wan dibirî-

Eskerê xwe dane civandin.

Eskerê xwe dane samê,

Eskerê wan bû heft lag.

Kes tunene, wekî alagêwana hilîne.

Gêwo go: -Padşahim xweşbe,

Yek heye – dibên Firêbirzê pîs.

Hezar pênsid salîye,

Heker ew alagêwana hilîne,

Heker na – kes tune.

Gêwo çû, go: -Firêbirzê pîs,

Were alaya hilîne, herine şêr.

Go: -Here bêje padşa,

Bira diya xwe bi min marke,

Wekî zirçeganekê bikin, ku herime şêr.

Gêwo paşva zivirî,

Hate nik padşê,

Bo padşê qisekir.

Padşa go: -Here, diya min lê markin.

Diya padşê danîn sepetekêda,

Danîn pişta pelewanekî, birin,

Bi Firêbirzê pîs markirin.

Hewqas mezin bûbû,

Nikaribû bireve, here,

Danîn sepetêda,

Birin, lê markirin.

Çekma zêrîn kişandin lingê Firêbirzê pîs,

Alagêwanan danîne ser milê Firêbirzê pîs.

Firêbirzê pîs pêşiya eskerê xwe ket.

Gêwo kete dûmaya esker,

Hatine pişta girê Avxarkê.

Xêbet, çadirê xwe li wê vedan.

Herçî Gêwo bû, hingirt hezar pênsid pelewan,

Di riya Avxarkêda çû xar,

Bo xwe kêfê.

Hinan bi tenê hespê xwe siyar bû,

Jorda hate xar,

Di ber Gêwora borî, silav neda.

Gêwo zivirî, go: -Wekî ez Gêwê Goderzbim,

Hezar pênsid pelewan gel min hebe,

Tu sibe siyarekbî, ber min biborî,

Silavê nedî min?

Hinan go: -Wekî min xofek ji te –

Ji hezar pênsid pelewanê te hebe,

Minê jî silavek bida te.

Dibêjin, Gêwo hezar pênsid pelewanava

Ji cih rikêf kirin ser Hinan.

Hinan lê zivirî hezar pênsid pelewan avêt,

Ser serê Gêwo peya bû,

Yek jê sêzdeh salî bû,

Hela nu dibû çardeh salî.

Behremê Hêç ala li Hinan kire gazî,

Go: -Ya seybisan, tu li şerê pîremêran elimîyî,

Bisekine, heta ez digehime te.

Heta Hinan piyê xwe avête rikêfê,

Behrem hate kelê serê wî bi gurzan.

Destê rastê sê ciha lê şikênand.

Hinan ancax revî, xwe avête nava ordîya xwe.

Xwe berze kir (veşart).

Gêwo paşva zivirî,

Behrem rehet bin çadirê rûniştibû.

Sivê dinya ron bû,

Sitêrka egît derket,

Hezar pênsid pelewan

Ji malbeta Gêwo derkete meydanê,

Hezar pênsid pelewan ji mala Hinan derkete meydanê,

Orta meydanê li hevdu girtin,

Gurza davêne hev, gurz dikine gurîn.

Dengê wan diçe heylo ezmana.

Xetê kotana radikirin,

Ava behra derxistin.

Xûn di bin pê kergedana davît,

Tasê mertala ser serê hevda firandin,

Heta teştîya mîran Firêbirzê pîs,

Alagêwan dane ser milê xwe,

Jorda daketine meydanê,

Her heft alayê Tûranyan

Çi qeder eskerê wan hebû,

Daketine meydanê.

Dibêjin Firêbirzê pîs ala avêt, revî.

Hinan bezî, ala Îranê hilanî,

Behrem beçî Hinan gihîştê,

Ala xwe hilanî.

Heta êvarê her heft alayî nav serê Behrem milteqe bûn.

Xûnê davît mîna şadirwana,

Heta dev-devî êvarê,

Ew zivirîn çûne ordîya xwe,

Ew hatine ordîya xwe.

Gêwo kire gazî: -Behrem,

Rabe çadir-xêbetê xwe bêxin,

Herine serê girê Lêwînan,

Heker na-xwedê, pêxemberan,

Ew eskerê min dît, kitekê ji me nahêle.

Xêbet û çadirê xwe barkirin,

Çûne nîvê hevraz,

Behrem kire gazî: -Gêwo,

Go: -Çiye, bira xulam?

Go: -Tajanê (qamçî) min maye nav leşan,

Ezê herime dû tajanê xwe.

Gêwo go: -Min heft xizne tajan heye,

Sivê em ku çûn, tu jê hilde.

Go: -Axir, navê min ser tajanê mine,

Sivê wê bêjin-Behrem ji tirsa avêt û revî.

Ez birayê teme, Behrem Hêçim,

Heta êvarê heft alayî

Ser serê birayê te milteqkayîbûn,

Min xem pê nekişa,

Gelek-gelek, hezar pênsid pelewan

Ber birayê te kimîn (mina bûn), çûn.

Gêwo ma di baranva.

Behrem serê Rexşê xwe girt,

Jorda serkêş kir, çû xar.

Difikirî: nale-nalek tê.

Çû ser sekinî, birayê wî Royîl,

Go: -Royîl, tu çawanî, bira xulam?

Go: -Wekî min xudan hebûya,

Min bibin dermankin,

Ezê van birîna saxbim.

Go: -Behrem, tu di kuda diçî?

Go: -Tajanê min maye nav leşan,

Diçim dû tajanê xwe.

Go: -Wekî tu xeberê min bikî, tu naçî.

Behrem cotkek rikêf li hespê xwe da,

Şewqa hîvê lêda.

Tajanê wî dibiriqî.

Lingek rikêf deranî,

Destê xwe avête tajanê xwe,

Hezar pênsid pelewan

Ji wêva rikêfî ser Behrem kirin.

Behrem ser pişta Rexşê xwe ket.

Mîna gurekî bikeve nav gelek berxan,

Li vî milî, li wî milî bir-bir kir.

Yek hebû, digotinê Tecavî,

Go: -Ya seybisan, min nizam çîyê te,

Tu car xûn nebûye av.

Behrem kire gazî: -Tecavî, ya bi bext?

Tecavî go: -Ya bi bext.

Dibêjin Behrem li alîyê Tecavî

Piştrast bû, vî xeberî.

Tecavî piştva ser rikêfê banzda,

Rimek li hestuyê pişta Behrem da,

Perikê dil avête der.

Behrem go: -Ax, Tecavî…

Tecavî zivirî çû nav Tûranyan vî xeberî.

Tecavî mezin kirin, xêbet bo vedan.

Hezar pênsid pelewan dane ber destê Tecavî.

Em bêne ser qiseta Gêwo.

Gêwo rûnişt bin çadirê.

Go: -Ka Behrem, inha xudanê şev û rojan.

Go: Behrem çûye dû tajanê xwe,

Heker na, wê li virabûya.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev