SIYASETA MILAHÎMKIRINA KURDAN Û SERHILDANA ARARATÊ -2

SIYASETA MILAHÎMKIRINA KURDAN Û SERHILDANA ARARATÊ -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SIYASETA MILAHÎMKIRINA KURDAN Û SERHILDANA ARARATÊ”. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du paran û para pêşin berî heftêyekê çap kir. Kerem bikin, beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 174

 

Di 31 gulan 1926 da, Meclisê Zagon di derheqa mihacirkirinê da qebûl kir (hejmar 88S), (45, r. 25-28). Ew zagon destûr dida Şêwra Wezîran ku eşîrên koçer û wan bineciyên gundan mihacirî navçeyên sêrek (ku mirov li van deran hindik in) bikin, ji ber ku şertên wan ên saxiyê pîs e yan jî rewşa wan a aborî xerab e, herweha wan mirovên ku casûsiyê dikin jî ji navçeyên ser tixûb raqetînin. Pêkanîna van ferzendên cezakirinê danî ser Wezareta Karên Hundirî (xala 3). Lê ew zagon bi ra s tî berê jî hebû, tenê vê carê “per û bask” dan polîsên dîwana Tirkan. Berî wê, di adara 1926 da, mala Fewzî Paşa, wezîrê berê, parlementerê ji Diyarbekirê mihacirî Ankarê kir, lê mala Bedir Axa, parlementerê ji Meletyê, şand Mersînê (261, 30.3.1926).

 

Di destpêka meha gulanê da, ji navça Wanê çend malên Kurdan hatin Izmirê. Niyeta dîwana Tirkiyê hebû ku serhevdu weke 400 malên Kurdan cîguhastî Izmirê bike (185, 3.5.1926). Tiştekî hewaskar e ku dîwana Tirkiyê dest pê kir wan serokên eşîrên Kurdan jî, ku di ji berê jî mêla Tirkan digirt, mihacir bike. Hinek ji wan dijî wî karî derketin. Weşana Tirkan ku di derheqa wê yekê da dinivîsî, dida zanîn ku ew serokên Kurdan ku bi fedakarî ber bi dîwana Tirkiyê dibin, divê qayil bibin ku mihacir bibin, ji ber ku dewlet usa dixwaze (248, 3.5.1926).

 

Ji sala 1926 hetanî 1930, tenê ji Dersîmê weke 10.000 meriv cîguhastî wilayetên Elazîzê hatin kirin. Bi hezaran Kurdên koçer ji navçeyên Palû, Kîgî û Bitlîsê jî cîşihitî vira kirin (126, r. 44). Lê ji gişkan zehftir Kurd mihacirî roavayê kirin, li Stembol, Izmir, Ödemiş, Manîs, Andin, Isparta, Burdur, Nixd, Kastamon, Edime û ciyên mayîn.

 

Di sala 1926 da, waliyê Elazîzê, Elî Cemal, ra li hev hat delegasyonekê teşkîl bike û ku tê da nemaze serekeşîrên Dersîma Rohilatê hebûn, û ew şandin Ankarê bona “hurmeta xwe ya mezin nîşanî Mustefa Kemal bikin”.

 

Li Ankarê, li avayiya meclisê, sedrê meclisê Kazim Paşa dêlêgasyona Kurdan qebûl kir. Di hevpeyvînê da wî da zanîn ku M. Kemal bi hatina dêlêgasyonê gelekî şah e, lê gelekî li ber xwe dikeve ku Seyid Riza tevî wê nîn e, usa jî ku çend serekeşîrên Dersîmê yên mayîn ne hatine. Paşê Kazim Paşa soz da serokên Kurdan ku zûtirekê ewê li wan navçan riyên fireh bên çêkirin, li ku Kurd dimînin ewê dibistan û ocaxên çandî bên vekirin, hemû Kurdên ji w da serokên Kurdan ku zûtirekê ewê li wan navçan riyên fireh bên çêkirin, li ku Kurd dimînin ewê dibistan û ocaxên çandî bên vekirin, hemû Kurdên ji wilayetên rohilatê cîşihitîbûyî ewê vegerin cî û warên xwe, eger Elî Cemal di derheqa daxwaziya wan a vegerê da ji meclisê ra bêje; bona wê yekê meclis ewê xwedê giravî zagona di derheqa bexşandinê (efû) da qebûl bike û ewê Dersîmî li aran û zozanên wilayetên Elazîz, Erzincan û Meletyê xwelî bistînin.

 

Ismet Paşa jî hema bi wê naverokê ber bi Kurdan pêş da hat. Pey demeke kurt, komên Tirkiyê yên serdest dest pê kir mecalên usa, ku ji wan xuya dibû ku ew giva sozdayînên xwe pêk tînin, qebûl kirin. Ewha, di çileya paşîn 1927 da, wezareta karên hundirî projeya zagonê di derheqa bexşandinê da amade kir û ew raberî lênihêrandina meclisê kir (259, 9.11.1927). Lê ew proje tenê li ser kaxez ma.

 

Di 28 sibat 1927 da, Ismet Paşa li civîna koma parlementoyê ya PGR bi agahdariya di derheqa biryara hukûmetê ya bona hilanîna mehkemên serbest, ku zemanê karkirina wê di 7 adar 1927 da temam dibû, da pêş da hat. Di 2 adar da, ew biryar li meclisê hate testîq kirin (98, diwan 5, r. 275). Ismet Paşa ku li meclisê peyivî da zanîn ku hilanîn-hêçkirina mehkemên serbest ewê ferzendê bide bajarvanan ku “di nava rewşeke hîn rehettir da” borcê xwe biqedîne, dema bijartina meclisê ya gazîkirina siyasî (23), lê eger xwefiroş û neyar bicedînin dîsa kar bikin (wek bi kurdî dibêjin : lingê xwe li guhê xwe xin ) T.X.), wê demê meclis ewê dîsa biryar bike ku mehkemên serbest vekin (185, 3.2.1927).

 

Anegorî zagona qebûlkirî, di 7 adar 1927 da mehkemên serbest ên Ankara û Xarpûtê karkirina xwe dane sekinandin, lê hemû karên li wir teslîmî mehkemên sade kirin.

 

“Milliyet” ku ew biryara dîwana Tirkiyê eciband, di 28 sibat 1927 da nivîsî : “Hukûmeta me hilda ser hesêb ku li welêt rewşeke seqirî û qayde-qanûn hatine testîq kirin, û hatiye ser wê baweriyê ku mehkemên serbest ku xebata wan hêjayî pesndayîna herî mezin e … êdî bingeha wan tu neye ku karkirina xwe berdewam bikin” (28, 161, belge 522).

 

Tevî bîr û baweriyên siyasî, ku di derheqa wan da Ismet Paşa digot, faktorên mayîn jî hebûn ku mecbûr kir ku mehkemên serbest bidin hildan. Tevî vê yekê, pêşnivîsara rojnama “Ikdam”, hejmar 28, ku di sibat 1927 da hatiye çap kirin, gelek hewaskar e : “Biryara hukûmeta me – tê da dihate gotin – di nava jiyana welêt da dewraneke nuh vedike. Ew isbat dike ku li vira êdî bona bineciyan tu qeziye tune. Sistkirin û sivikkirina mecalên cezakirinê û halê eskeriyê ewê hem li hundirê welêt, hem jî ji welêt der aminayiya me bide bilind kirin û ewê riya firehtir ji bo pêşketina aborî veke … Gelek caran deng û basên vir û derew zerereke mezin didin kirîn-firotan û bazirganiyê. Lê deng û basên baş meriv ruhdar dikin. Eger em bi wê fikrê hildin, hilanîna mehkema Ankarê bi xwe kemaleke mezin e” (28, 161, belgo 523).

 

Ev nivîsarên weşana Tirkiyê şahid in ku rewşa terora eskerî û admînîsratîf-polîsî ne tenê nerazîbûna Kurdan, lê usa jî ya mexlûqetiya Tirkan ku dixwazin li hundirê welêt karê malhebûna gundîtiyê, usa jî pevgirêdanên kar tevî fîrmayên welatên derve pêş da herin, tev rakir. Tevî vê yekê, hukûmetê, ku nemithîmtiya rewşa li Kurdistanê texmîn dikir, biryar kir ku ewê li navça welêt halê eskeriyê bide dirêj kirin. Hukûmet bi kêlma Mustefa Kemal a li vekirina meclisê di 1 cotmeh 1926 da dihate serkarî kirin.

 

“… Ew ferzendên ku bona hincirandina şerkariya rêaksyonêr hatibûn pêk anîn, – wî digot -, û divê ku li wilayetên rohilatê bihatana mîaser kirin, di nava jiyanê da hatin pêk anîn û mefayên gelek baş dan. Ew mecal … hukmekî baş li ser jiyana civakî û aborî ya hemşeheriyên me hişt …”.

 

“Civîna we mecbûr bû zagona di derheqa parastina qayde-qanûn da qebûl bike, bona karê wan kesên ku di bin behaneyên cihê cihê da ewê bixwestana millet ji wan mecalan bidin dûr xistin, ku meclisê van salên dawîn tê ra dîtine, şerpeze bike. Nuha gelek isbat hene ku rastiya qebûlkirina zagonê tînin ber çavan û bi wê yekê va hurmeta hukûmetê tê bilind kirin … Eger lazim bibe, meclis dikare pirsa di derheqa dirêjkirina wê da lê binihêre û dikare biqewime ku ew li ser demekê jî bê dirêk kirin (185, 2.11.1926).

 

Bi vî awayî, hela çar meh berî temambûna dema zagona di derheqa parastina qayde-qanûnan da, biryar hat stendin ku karê wê dîsa dirêj bikin.

 

Di 2 adar 1927 da (roja qebûlkirina biryara di derheqa hilanîna mehkemên serbest da), Meclisê guhastin kire nava wê miqala zagonê ku tê da tê gotin : “Zagona di derheqa parastina qayde-qanûnan da, ku ji 4 adar 1927 kar dike, heta 4 adar 1929 wek berê dimîne” (78, dîwan 5, r. 89)

 

Bi vî awayî, bi wê yekê va, li wilayetên rohilatê û bakurê rohilatê halê eskeriyê jî du sal hat dirêj kirin.

 

Hukûmetê, ku texmîn dikir ku tabiyên wê li Kurdistanê sist in, tevî ferzendên cezakirinê mecalên admînîstratîf ku bi bîr û baweriya wê diviyan giyanê (ruh) gelê kurd ê azadariyê qels bikin jî pêk dianîn. Di 10 hezîran 1927 da, meclisê zagona di derheqa mihacirkirina Kurdan ji wilayetên rohilatê ber bi yên roavayê da qebûl kir. Ew zagon N” 1097 bû (54, r. 28-30).

 

“Di hêla admînîstratîf, eskerî û mexlûqetiyê da, – di zagonê da dihate nîşan dan -, wekîldarî dane hukûmetê ku weke 1.400 meriv, tevî neferên malên wan û 80 malên nesitirî (yên ku tevrabûnê dikin), usa jî wan merivên ji wilayetên rohilatê (wilayetên ku halê eskerî tê da heye) û wilayeta Bazîdê biguhêzin navçeyên roavayê, ango wan mirovên ku li wan wilayetan gunehkariyên giran kirine jî (miqal 1). Eger em hildin ser hesêb ku malên Kurdan ji dudu an jî bêtir malbatan in, wê demê meriv dikare têbigihîje ku jimara Kurdên ku ketine ber mihacririyê gelek mezin e.

 

Dl miqala zagonê ya duduyan da tê dîtin ku di dawiya tebax 1927 da ewê mihacirbûnê xilas bikin. Malên xwedî milk û xwelî dikaribûn hetanî dawiya meha novembr 1927 ii ciyê xwe bimînin. Ew yek şehadet dia ku berî gişkan koçer mihacir dibûn, ji ber ku ew gelek beter û şerbaz bûn”.

 

Anegorî miqal 3, “yên destteng” bi tran sp o rt û xurekê bona rê bê pere dihatin razî kirin. Lê Kurdan bi piranî kîsî wan dişandin wilayetên roavayê.

 

Anegorî miqal 5, Kurd diviyan biçin wan navçeyên roavayê ku tê da hukûmetê ew cî veqetandine. Ew Kurdên hebsî jî pey derketina ji kelê diçûne wira. Lê destûra Şêwra wezîran hebû ku nehêle ew tevî neferên mala xwe bên wira. Di paşdemê da Kurd dikaribûn aza di nava welêt da bigerin, lê izna wan tu nebû ku vegerin wilayetên rohilatê.

 

Ev in fikrên zagon N° 1097 yên bingehî, ku ji ruyê wê bi hezaran malên Kurdan ku piraniya hebûna xwe hunda kir, mihacirî wilayetên roavayê bûn.

 

Weşana Tirkiyê ew zagon bi ruhdarbûneke mezin va qebûl kir. Rojnatna “Hakimiyetî milliye” di 19 hezîran 1927 da nivîsiye : “Hukûmet ku ew zagon qebûl klr borcê xwe yê merivhiziyê diqedîne û piraniya £ineciyên wilayetên rohilatê ji destdirêjiyên “şêx û began” aza dike”.

 

Ji ruyê “azabûna” usa, anegorî nivîsara V. Nikitin, dîwana Tirkiyê di nava salên 1926-27 da weke milyonek Kurd (mêr, jin û zar) mihacirî Anatolya Roavayê kir, zordestiyeke wek ku dianî serê Ermeniyan di dema cîşihitandina wan di dema şerrê hemcihanî yê pêşîn da li wan dikir (100, r. 90). Lê zêrandin û cizaretên eşîrên Kurdan bi mihacirbûnê va xelas ne bûn. Dîwana Tirkiyê ya cî, ku di navbera eşîran da dîsa dijminatî pêş da dianî, dicedand çend eşîrên Kurdan dijî Seyid Riza derxe û bera Koçan (ji Dersîma roava) ku bi awakî aktîf piştgiriya S. Riza dikir bide. Ewha, waliyê Elazîzê, Elî Cemal, rastî nûnerên eşîra Avacîkan (Arslan, Beytan, Pezgewran û Meqsûdî) hat û soz da wan ku alîkariyê bide, eger ew bikaribin qebîla Koçan wergerînin, bînin hêla hukûmetê. Wî careke mayîn nîşan da ku eger eşîra Koçan bê hêla Tirkan, hemû pirs ewê li Dersîmê bên safî kirin : eger hukûmet ji hal û demên wê navçê razî be, ango rewşa navçê bi dilê wê be, ewê hemû dawekariyên Dersîmiyan miaser bike (126, r. 199).

 

Nûnerên eşîrê, yên ku agahdariya Elî Cemal bihîst, soz da ku rojtira mayîn bersiva wî bidin. Lê ji serokên Kurdan rojtira mayîn tukes ne hat. Serokên Kurdan ku derc kir ku dîwana Tirkiyê, pey hincirandina Koçanan, ewê dora eşîrên din bîne, paşdemê nameya bersîvdayînê ji Elî Cemal ra şand û tê da wan qayilbûna xwe diyar dikir ku bi van şertan pêş da bên :

 

1- Eskerên Tirkan ewê neyên şandinê ser xeta tebiyên şerr ku tê da bineciyên Ovacikê dijîn, û ew yek ewê pevçûyîna Kurdan tevî eskerên Tirkan bide hildan.

 

2- Qumandariya “pêşeniyê” li Ovacikê datînin ser Mehmet Nûrî (Dersîmî).

 

3- Dîwana Tirkiyê borc hilda ser xwe ku çiqas çek lazim e, ewqas bide Kurdan (126, r. 200). “Qayilbûna” serekeşîran Elî Cemal ku ew qewl qebûl kirin û çû Elazîzê kir nava gêjgerîngê.

 

Hemû eşîrên Kalanê, ku di bin destê xezûrê Mehmet Nûrî Elî Axa da bûn, îlan kir ku naxwazin tevî mulayimkirina eşîra Koçan bibin. Lê dîsa jî dîwana Tirkiyê ji Elazîzê alaya eskerî, ku bi qumandariya Heyder Paşa û bi alîkariya çend serokên Kurdan dor-bera eşîra Koçanan girt, şand navçeya Çemîşkezekê. Eşîrên cîran ên Rêsikan û Şemkan biryar kir ku herin pişta Koçan. Heyder Paşa ber bi wan her sê eşîran bû, ji bo ku teslîm bibin û soz da ku wan ciguhastî deşt-beyarên wilayeta Elazîzê bike. Eger na, wî got, hemû Kurd, herweha jî zar jî, ewê bên kuştin (126, r. 200).

 

Di nava vê rewşê da, eşîrên Ovacikan a cîran borcê xwe hesab kir ku alîkariyê bidin birayên xwe yên xwînê. Anegorî peymana girêdayî, wan ji walî Elî Cemal çek û cebirxane stendin û payê wê ya bêtir şand bona Koçanan. Koçaniyan, ku hêviya xwe danîbû ser piştgiriya eşîrên cîran, de st pê kir zor bidin eskerên Tirkan, nemaze li para başûr û roavayê. Xwezma wan bi şev rind şerr dikir.

 

Heyder Paşa, ku dîna xwe dida têkoşîna Kurdên ku dijî hêzên Tirkiyê yên pir şerrekî ne wekhev dikir, mecbûr bû ku îlan bike : “Eger eskerên min wek eskerên Kurdan ji wan eşîran hebûna, minê temamiya cihanê zevt bikira” (126, r. 201). Di nava şerrên giran da, eskerên Tirkan gelek eskerên xwe û tknîka şerr hunda kirin. Kurdan hela firindekê jî ji jor da anîn xwarê. Ev yek di navbera qumandarê alaya Tirkan Heyder Paşa û walî Elî Cemal da nerazîbûn û hêrsketineke mezin pêş da anî. Heyder Elî baweriya xwe bi wê yekê ne dianî ku eşîrên Kurdan yên Ovacikê ewê dijî Koçanan şer bikin. Bi fermana wî 3 tabûrên peya ji Erzincanê şandin Ovacikê, lê eşîrên Kurdan ji navçeyên şerr hatin derxistin. Ev mecal li dawiyê bixwe dijî Tirkan derket. Kurd ku vegeriyane wargehên xwe, dest pê kir êrîşî ser Tirkan bikin. Eskerên Tirkan ku ji riyên çiyayî yên bê fesal westiya bûn, ji ruyê êrîşên Kurdan ên zor ên ku bi şev dibûn bi temamî hatin rayê. Ewana ku birçî û cemidî bûn û ne dixwest ku li ciyê badihewa bimrin, tenê di derheqa xelasbûna xwe da difikirîn. Eskerên Tirkan dest pê kir çek û cebirxaneyên xwe bi Kurdan ra tevî beranan, bizinan, nan û xurekên mayîn biguherînin. Payîza sala 1927, gava êdî sur-serma diket, eskerên Tirkan şekşikestî mecbûr bûn vegerin Elazîzê.

 

Nerazîbûnên di navbera Elî Cemal û Heyder Paşa da hîn zortir dibûn, wan şikayetên xwe li ber wezareta karên derve û wezareta parastina millî dikirin. Demeke kurt şûn da, Heyder Paşa cîguhastî Erzincanê kir (126, r. 202).

 

Bi vî awayî, bi saya berxwedayîna eşîra Koçanan û piştgiriya eşîrên Kurdan ên mayîn, planên Tirkiyê ku Dersîmê bînin rayê ji serî heta binî pûç bûn, ew ne gihîştin armanca xwe.

 

Tebiya Seyid Riza ku li dora wê hemû niştimanperwerên Dersîmê yên rast berhev bûbûn dijî Tirkiyê jî gelek alî wê yekê kir. Lê dîsa jî hukûmeta Tirkiyê hela wê çaxê plan amade kiribû ku temamiya Kurdistana Tirkiyê qels bike, şerkariya Kurdaui a azadariyê di nava xwînê da bimewicîne. Di derheqa wê plana nuh da emê li jêr ji we ra şirove bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev