Hevpeyvîna Ulaş Boz bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -1

Hevpeyvîna Ulaş Boz bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -1

Yekta Beg, nezantiya min efû bike. Lê min heta niha navê te li ti deran nebihîstibû. Selîm Çurukkaya behsa te kir û min wiha tu bihîstî. Vê hevpeyvîna me jî ez bawer im wê gelek kes bi ecêbmayî bixwînin. Lewra çîrokeke te ya gelek balkêş heye. Ez dixwazim ji serî ve te nas bikim. Yekta Uzunoglu kî ye? Li ku hatiye dinyayê, çend xwîşk û birayên xwe hene û li ciyekî çawa mezin bûye?

Na efûkirina çi. Normal e ku te qet ez nebihîstibim. Lewra bi salan bi zanetî min xwe ji dîasporaya Kurd a li Ewropayê dûr girt. Ez werim ser pirsên te yên din. Ez li Ferqîna Amedê hatime dinyayê. Bavê min ji Meletiyê ye. Diya min ji Ferqînê ye. Ez ji çar xwîşk û birayan ê sisiyan im. Kekê min ê rehmetî Erdînç Uzunoglu yek ji parêzerên wêrek ên piştî darbeya 12’ê îlonê karîn ku mirovan biparêzin bû. Me dinya bi serhildanan nas kir. Yek ji malên ku banên me bi hev ve girêdayî bû jî mala bavê Mehdî Zana bû. Zaroktiya min bi çalakiyên ku weke “Mîtîngên Rojhilat” ango “Dogu Mitingleri” dihatin bi nav kirin ên ku li Kurdistana Tirkiyê pêk dihatin ve derbas bû.

Te got bavê min ji Meletiyê ye. Lê tu li Sîlvanê hatiye dinyayê. Tu çima li welatê dayika xwe hatî dinyayê

Bav û diya min piştî zewacê biryar dane ku li Sîlvanê bimînin. Lê piştî 10 saliya xwe min Meletî nas kir. Ku havînan ez bi bav û diya xwe re diçûmê. Pişt re jî ew ji Sîlvanê çûne Batmanê, ji wir çûne Amedê. Bavê min ê rehmetî careke din jî venegeriya Meletiyê. Wî bêhtir xwest ku bibe yekî Sîlvanî, Batmanî û Amedî.

Mehdî Zana cîranê we bû ma?

Rast e. Em cîran bûn. Li Sîlvanê banên malan bi hev ve girêdayî bûn. Her êvar çaydang dihatin dadan. Tevî çay û dendikan guhdariya Radyoya Êrîvanê dihat kirin. Yanî dîwarên malên me yek bû.

Xwendekariya te ya ji dibistana sereta heta lîseyê çawa bû? Tu yekî zîrek bûyî? Yanî te qet belgeyên teqdîr û sipasnameyê distandin?

Dibêjin ku ez di dibistana sereta de xwendekarekî zîrek bûme. Lê dibistana navendî û lîse piçekî taybet in. Bandora tevgera Kurd a wê heyamê di wan serdeman de heye. Pir bala min ne li ser dibistanê bû. Serhildan, mîtîng, avêtina min a ji Pertevniyalê, vegera neçar a lîseya Siwêregê, DDKO û binçavkirin û hwd… yanî çîroka xwendekarekî serhildêr a li Tirkiyê ya klasîk…

Çawa bû ku te berê xwe da derveyê welêt? Te çima xwest ji Tirkiyê derkevî?

Hîn ez di diçûm pola duyem a lîseyê min dixwest ku ez ji Tirkiyê derkevim. Yanî hîn 16 salî bûm. Tekane daxwaza min perwerdeyeke baş û xizmetkirina ji bo gelê xwe. Û helbet dîsa vegera welêt… diyar bû ku perwerdeyeke baş li TC’yê tune bû. Her tim mamosteyan digotin “Tu ti caran nikarî fêrî zimanekî biyanî bibî.”  Û her sal ez ji bo ezmûnên dawiya salê dihiştim. Mamosteyê zimanê Tirkî jî ji Tirkî ez dihiştim her tim.

Gelo dibe ku bandora mamosteyê te yê ku gotî “Tu nikarî fêrî ti zimanan bibî” li ser fêrbûna te ya gelek zimanan hebe?

Ez bi wê tramvayê hatim Ewropayê. Ez her tim ditirsiyam ku dê ez hînî ti zimanên biyanî nebim.

Te dixwest herî kîjan welatî?

Min her tim dil dikir ku li Fransayê bixwînim. Sedema wê jî ew bû ku Kamiran Bedirxan û merivê min Kendal Nezan li Parîsê bûn. Herwiha wan çaxan di nav Kurdan de ji bo Fransayê hezkirinek hebû. Qet nebe di havirdora ez tê de bûm wiha bû. Gava Fransa li Sûriyê bû bandoreke wan a erênî li ser pêşketina Kurdî çêbibû û herwiha wan hiştibû ku li zaningeheke weke Sorbonê navdar kursiya Kurdolojiyê hebe.

Gava ku ez diçûm Parîsê riya min bi Berlînê ket. Çend hefteyan ez li wir mam û pişt re derbasî Parîsê bûm.


Di wê temenê de te Kamiran Bedirxan çawa nas dikir?

Zaroktiya min, heta û heta nîvê civaniya min ango heta ku ez derketim Ewropayê ez di bin bandora kesayetên weke Cegerxwîn, Bedirxanî, Osman Sebrî û rewşenbîrên din ên Kurd de bûm.


Kendal Nezan rasterast dibe çiyê te?

Pismamê dayika min e.


Kendal Nezan çawa çûbû Fransayê?

Kendal weke bûrswergirekî fermî yê Komara Tirkiyê çûbû Fransayê.


Te û Kamiran Bedirxan çawa hev nas kir?

Kendal em dane naskirin. Ji ber israrên min…

Hin kêliyên taybet ên nayên jibîrkirin hene di jiyana mirovan de. Hevnasîna min û Kamiran Beg jî yek ji wan e. Ku vê yekê pir bandor li ser hebûna min kir. Gava ez çûme mala wî hîn ez 17 salî bûm. Esaleta li wê mala biçûk, kibartî û nezaketa wî, giranî û hezkirina wî ya kûr… ev nayên jibîrkirin. Ew mîrê me bû û wî çû bi destê xwe qehwe çêkir û da me. Temen, mewkî, çîn û havirdora mêvan ji bo wî ne giring bû. Ji bo wî tekane pîvan mêvanbûn bi xwe bû.

Hîn di hevdîtina me ya yekem de ew bişirî û li Kendal nihêrî û ji bo min got “Xortê delal hûn Amedî weke zebeşên bajarên xwe ne. Qalik kesk, hundir sor… Tu jî ne yek ji wan bî gelo?”

 

Kamiran Bedirxan mirovekî çawa bû?

Kamiran Bedirxanê rehmetî mirovê herî nazik, herî zîzdar û digel êş û bûyerên hatî sêrî wî mirovê herî jiyanhez bû. Ew Kurdekî wiha bû.

Ew mîrê me bû. Wî her car digot tevî qehweyê hûn ê wîskî an qonyaxê vexwin an na û her tim ew qehwe bi destê xwe dianî.

Piştî ez hatim Çekoslovakyayê xêjî 2 salan her sal ez diçûm Parisê û min seredana Kamiran Bedirxan dikir. Salê carekê jî Kendal dihate seredana min.


Gava tu çûyî Parîsê tu li mala Kendal mayî yan te maleke xwe girt?

Na. Jixwe Kendal li kampûseke 30 km’yî dûrî Parîsê dima.

Gava ez çûm Parîsê min guhdariya Mîr kir û ez da ku baştir fêrî Fransî bibim çûme bajarê Toursê. Bexçeyê Fransayê… ango bajarê Balzac û Descartes…

Lê yê ku ez birim Toursê, qeyda min çêkir û ji min re mal û hwd. dîtî jî Kendal bû.


Kendal Nezan yek ji Kurdên ku navê wî di nava dîasporaya Kurd de baş tê zanîn e û him bi perwerdeya xwe û him jî bi saya têkiliyên xwe yên bi Serokkomar Mîtherand re, bi taybetî jî bi saya têkiliyên xwe  yên bi Daniela Miterand re hiştiye ku siyaseta Kurd li Fransayê ji xwe re qadekê çêbike. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî?

Rast e wiha ye. Lê yê ku ew sermiyana mezin ji Kendal re hiştî Kamiran Beg bû. Yanî Kendal ji bo wê kariyera xwe deyndarê Kamiran Beg e.

Yekem kesê ku bi destê Kendal girtî û ew xistî nava civata entellektual a Fransiyan Kamiran beg bû. 2 kesên din ên ku xwendekarên Kamiran beg in jî hene.

Joce Blau xwendekarê Kamiran Beg bû.

Jose Bertolino jî wisa bû. Jan Bertolino hevjîna Jose bû.

Gerard Chaliand ew kesê ku rê ji bo Danielayê vekiriye. Herwiha Gerard Chaliand jî xwendekarê Kamiran Beg bû û ew ji Kamiran Beg fêrî Kurdî û kêşeya Kurdî bibû.

Çawa yanî xwendakar…? ji Kamiran Beg perwerdeya çi standine?

Perwerdeya Kurdolojiyê.

Joyce Blau jineke ku bi dehan salan cîgira Serokê Enstituya Kurd a Parîsê bû û wê piştî Kamiran Beg li Sorbonnê kursiya Kurdolojiyê bi rêve bir.

Hîn ku te got Enstitûya Kurdî ya Parîsê… ez dixwazim vê yekê bipirsim. Gelo fikra avakirina Enstitûya Kurd a Parîsê ji ku derket, çawa ava bû?

Ev fikra Kamiran Bedirxan bû. Gava ku ji bo vê enstitûyê serlêdan li saziyên Fransî hat kirin em 3 kes bûn: Kendal Nezan, Ressam Remzî Raşa û ez. Me ev saziya li ser kaxizan bi saziyên fermî yên Fransî da qebûlkirin û me soza piştgiriya aborî ji Wezareta Çandê ya Fransayê stand. Dû re me ev yek gihande heval û hogiran û ew jî beşdar bûn. Vê proseya hiqûqî û aborî çendîn mehan ajot.

Xebatên destpêkê di serdema serokkomartiya Miterand de bûn. Pişt re di 1982’an de gava ku Jack Lang bû wezîrê çandê me bêhtir xwe da ber û di 1983’an de jî me vekirina fermî pêk anî.

Vekirina fermî bi qasî salekê ajot.

Enstitû li ser mîrasê Mîr Kamiran û malbata wî hat avakirin. Mîrasa dostaniya Fransiz û Kurdan a ku wî û malbata xwe bi salan hewl dan ku ava bikin hişt ku ev yek pê were. Lê mixabin Mîr Kamiran hefteyên xwe yên dawiyê bi tenêtî, bi tenê hiştinê, di nav êş û kulan de derbas kir û wî di vê rewşê de bedena xwe jî “diyarî zanistê” kir û çû ser dilovaniya xwe.

Ez dixwazim pirs bikim tu çima çûyî Çekoslovakyayê. Lê pêşî ez dixwazim tu piçekî ji me re qala serdema xwe ya Fransayê bikî. Heyama pêşiyê çawa bihûrî, problemine çawa derketin pêşberî te?

Beriya her tiştî li ser pêşniyara Mîr Kamûran Beg ez û Kendal em çûne Bajarê Toursê. Ku li wir Fransî gelekî baş dihat hînkirin û axaftin. Kendal alîkariya min a malgirtinê û qeydkirina min kir. Wê çaxê malbata min dikarî ku ji Tirkiyê ji min re perene bişîne. Piştî darbeya 12’ê Adara 1971’ê bi riya guhertina yasayên dowîzan ev riya yasayî jî hate girtin.

Kendal jixwe ji berê ve gotibû li Fransayê ew nikare alîkariya aborî li min bike û nikare li wir ti bûrsan peyda bike. Piştî wê darbeyê ez li bazara Toursê di navbera saetên 4 û 8’an ên sibehê  xebitîm. Dibistana zimên jî di 09.00’an de dest pê dikir. Wan çaxan em 4 Kurdên ji bakur bûn: Kendal, Zilkif Gunelî, ez û Şêxmûsê ku nediwêrî xwe nêzikî me bike. Lê di 1984’an de ew jî bû endamê rêvebiran enstitûyê. Ji Kurdên Iraqê jî 2 kes hebûn: Yusif û Rifat. Kurdên Iraqê di 1970’yî de bi hikûmetê Bexdayê re girêbesta xweseriyê îmze kiribûn û yekem car di 1971’ê de jî li Parîsê Newroz hate pîrozkirin.

Gava pîrozbahî li dar diketin min rewşa xwe ji Mîr Kamûran re got û ewraqên pêwîst ji wî re şandin. Ez pê piştrast bûm ku ew ê alîkariya min bike. Lewra ew Mîrê me yê esîl bû. Min digot ew ê bikaribe ji min re bûrsê peyda bike. Lê nebû. Li dewsa wê got li Swêd û 4 welatên sosyalîst bûrsine peyda bûne. Min Çekokslovakya hilbijart. Heqê min ê riya Çekoslovakyayê jî tune bû. Lê min fedî dikir ku ji Mîr Bedirxan heqê rê bixwazim û merivê min Kendal hebû û rewşa wî jî baş bû.

Min pereyên ku li bazarê qezenc dikirî ji bo dibistana zimên û debara xwe xerc kiribûn. Li wê dibistanê hevpolekî Ugur Mumcû yê pir qedirbilind hebû. Bi bûrsa dewletê da ku doktorayê bike hatibû fêrî zimên bibe. Bêyî ku ez jê re bêjim ez ê herim ku min gotê deyn bide min. Lê ez ê rojekê teqez bidim te. Wî jî da. Ew Atilla Keskîn bû. Piştî ku ez bûm bijîşk û vegeriyam bi mehan ez li Atilla Keskîn geriyam. Min ew li bajarê Aix Provence peyda kir û ez çûme ba. Min gotê “Wê çaxê min nekarî ku ez ji te re bêjim ez dê biçim Çekoslovakyaya kominîst. Lê ez hatim deynê xwe yê ku ji ez biçim wir min ji te standî, bidim.”. Ew pir kêfxweş bû. Çavên me her duyan jî tujî hêsir bûn û me hev hembêz kir.

Tu çuyî Pragê. Lê li Pragê çi hate serê te? Te li wir bijîşkî xwend…

Gava ez li gara Pragê peya bûm birayê min Tariq Aqrawîyê ku berê min qet nas nedikir û wî balyoztiya Avûstûryayê jî kirî li benda min bû.

Ew bi tevahiya problemên min re eleqedar bû. Rûniştina min stand, ez li dibistana zimên qeyd kirim. ji ber ku qet pereyên min tune bûn wî kir ku ez hema bûrsê werbigirim. Bi rojan xwe da ber min. Piştî ku 10 rojan ez di qarantînaya tendirûstiyê de mam ez ji bo bajarê Marienbadê hatim veguhestin. Ku ew bajarê helbestvan, nivîskar, muzîkjen û kralan ê Ewropaya navîn bû û min li wir dest bi fêrbûna Çekî kir. Piştî 9 mehan ez ketim ezmûnên têketina zanîngeha Çarlsê û bi awayekî ecêb min qezenc kir. Piştî wê 6 salan min li wê zanîngehê bijîşkî xwend.

Xêjî zanîngehê ez beşdarî Yekitiya Xwendekarên Kurd ên Çekoslovakyayê jî bûm û min li wir Dr. Evdirehman Qasimlo nas kir.

Wêne: Yekta Uzunoglu di xortanîyê da

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev