Hevpeyvîna Ulaş Boz bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -2

Hevpeyvîna Ulaş Boz bi Dr. Yekta Uzunoglu ra -2

(Destpêka vê hevpeyvînê me duh çap kiribû)

Te çawa xwe gihande Qasimlo? Qasimlo li Pragê çi dikir?

Wê çaxê li Çekoslovakyayê em 3 Kurdên bakurî bûn. Li Çekyayê ez, Mirhem Yigit. Li Slovakyayê Mehmet Çarli hebû. Mirhem Yigit piştî demeke kurt derbasî Swêdê bû û li wir ma. Lê wan çaxan di Yekitiya Xwendekarên Kurd a Ewropayê de rihê Kurdistanîbûnê hebû. Hêjmara Kurdên bakurî gelekî kêm bû di vê rêxistinê de. Wan çaxan li Ewropayê bi hêztirîn rêxistina Kurd a li Ewropayê ew bû. Yek ji endamên vê rêxistinê jî Qasimlo bû û ez pê hesiyam ku ew jî li Pragê ye. Ecêb bû ku mala wî hema çend sed metroyî dûrî wargeha ku ez lê dimam bû. Ji ber vê yekê dibû fersend ku ez him wî û him jî malbata wî gelek caran bibînimû

Te carê bi ser Balyozxaneya Swêdê ya li Pragê ve girtiye û tu ketiye rojeva tevahiya dinyayê. Kêngî û çawa bû ev yek? Te çima çalakiyeke wiha li dar xist?

Sedema serdegirtina Balyozxaneya Swêdê û grêva min a birçîbûnê yekser ev bû: Sal 1975 bû.

Wan çaxan tekane xwendakerê Kurd ê ku karî têkeve beşa bijîşkiya Çarlsê ez bûm û dihat gotin ku ez xwendekarekî jîr bûm. Lê ev nedihat wê wateyê ku divê ez xwe ji kêşeyên hevalên xwe yên ku ji herêmên din ên Kurdistanê hatî dûr bigirim.

Di 11 Adara 1970’yî de Barzaniyê Nemir bi hikûmeta Bexdayê re girêbesta otonomiyê îmze kiribû û ev girêbest 4 salan derbasdar bû. Dê 4 salan şinve girêbesteke berfirehtir bihata çêkirin. Lê di wan 4 salan de Sedam Hisên bêhtir bi hêz bibû û xwestibû wê otonomiyê ji Kurdan bistîne. Ji ber vê yekê dîsa di navbera Iraqê û Kurdan de şer derketibû. Wan salan Çekoslovakya di warên bazirganî û pîşesaziyê de welatê ku li Iraqê herî bêhtir çalak bû.

Ji petrokîmyayê bigirin heta bendavan gelek tişt Çekoslovakyayê li xwe girtibûn. Hikûmeta Bexdayê jî ev yeka kiribû fersend û ji Çekoslovakyayê dixwest ku xwendekarên Kurd li Iraqê werin vegerandin, teslîmkirin. Hikûmeta Çekolslovakyayê jî bêyî ku li hiqûqekê bigere û sedemekê bibîne hema xwendekarên Kurd li balafiran siwar dikir û ew dişandin Bexdayê. Bexdayê jî ew mirov hema bi dar ve dikirin. Me wek xwendekarên Kurd ji Çekoslovakyayê xwest ku vê yekê neke.

Em çûne wezaretan, çûne Partiya Kominîst a Çekoslovakyayê jî. Lê ti encam derneket ji wan. Şevekê dîsa me bihîst ku tiştekî wiha qewimiye. Min û Hacî Ehmediyê ku heta çend sal berê Serokê PJAK’ê bû, tevahiya xwendekarên Kurd kom kirin û me balyozxaneya Swêdê ya li Pragê dagir kir û me hema dest bi grêva birçûbûnê kir. Ji ber ku min û Hacî tenê bi zimanên biyanî dizanî em him bi personelê balyozxaneyê re him jî bi rojnamegerên rojavayî re di têkiliyê de bûn. Ev çalakî di dîroka kominîzmê de çalakî yekem û ya dawiyê ya ku di vê astê de bû. Di hundir çend saetan de tevahiya dinyayê behsa me dikir. Ji Japonyayê bigirin heta Brezilyayê…

Ez bawer im çalakiya me pir bi bandor bûye. Ji loma hikûmeta Çekoslovakyayê hevalên me yê ku hatî girtin berda. Di bin şahidiya Balyozê Swêdî de soz dane me ku dê êdî xwendekarên Kurd ji bo Iraqê neyên şandin. Me jî balyozxaneya ku bi wesayîtên zirxî hatî dorpêçkirin bi vî awayî terikand.


Hûn çend kes bûn?

Em nêzikî 25 xwendekaran bûn. Hinekan digot me nekarî xwe bigihanda we, hinekan got polîsan em dane sekinandin. Lê hinekan piştî gelek salan gotin em ji ber tirsê nehatin. Hinekên ku gotî “Polîsan nehiştin” piştî ku kominîzm rûxiya û arşîvên istixbaratê derketin diyar bû ku ji bo îstixbara wê heyamê dixebitîne. Ew kesana hîn jî li Çekyayê dijîn û ihtimaleke mezin e ku ew niha jî ji bo sîstema nû dixebitin. Mesela wan hevdîtinên min ên telefonê wergerandine Çekî….

Piştî vê yekê Çekan hewl nedan ku we dersînor bikin?

Piştî vê yekê em ji Çekoslovakyayê nehatin derkirin. Lê ji bo me serdema êş û cefayê dest pê kir. Tekane sûcê me ew bû ku me dixwest em bixwînin. Lê em hevalên xwe yên ku dîktatoran dixwest wan bikuje jî tenê bernedin. Sûcê me yê ku nehatî efûkirin ev bû.

Dibistana te çawa bû? Piştî vê yekê te karî ku berdewam bikî?

Hin hevalan nekarîn ber xwe bidin û ew welat terikandin. Lê min bi saya mamosteyên min ên bi rûmet bi ber xwe da û di 1979’an de dibistan qedand. Wê salê jî ez hatim dersînorkirin. Lê zarokê min û dayika wê li Çekoslovakyayê hatin dîlgirtin.

Tu gava ku li Pragê xwendekar bûyî zewicî bûyî ma?

Digel ku zarokekî me hebû dîsa em nezewicî bûn. Lewra yasayên Çekoslovakyayê nedihişt ku em bizewicin.


We xwest hûn bizewicin. Lê destûr nedan. Digel vê yekê we jî zarok çêkirin. Çima destûr nedidan. Kêşe çi bû?

Pirseke di cî de ye. Di kominîzmê de an di rejîmên zordest de gelek caran bersiveke bi mantiq a pirsa ÇIMA nîn e mixabin.

Hevjîna te Çekî bû?

Bi eslê xwe Alman bû. Lê welatiya Çekê bû.


Piştî tu hatî dersînorkirin tu çûyî Fransayê.
Li wir çi hate serê te?

Ez çûme Parîsê û bi saya dostên Kendal ên ku wî bi min dayî naskirin min ji hikûmeta Fransî bûrsa Enstitûya Pasteur a Parîsê stand. Dê bi vî awayî da ku ez bikarim 5 salan lî enstitûya navborî lêkolîn û xwendekariya xwe berdewam bikim wan bûrs bidaya min.

Wê salê yanî di mijdara 79’an de ez û Prof. Mönsch, Dr. Hasamî çûne Cenewreyê û me ji Rêxistina Navnedewî ya Xaçasor daxwaz kir ku Roja Sor a Kurdan beşdarî navxwe bikin. Herwiha gava ez di pola 6’an a Zanîngeha Çarlsê de bûm min û Zozan Bûcak, hevjînê wê Prof. Mönsch û hin bijîşkên din ên Kurd Roja Sor a Kurd ava kiribû. Prof. Mönsch hiqûqnas bû.

Xaçasor ji me daxwaz kir ku em wan di warê hebûna endamên Roja Sor ên li Kurdistanê de qanî bikin. Piştî vê daxwazê di berfanbara 1979’an de, piştî 9 salan bi saya paseporteke sexte ez çûme Tirkiyê.

 

Digel Prof. Roland Mensch li Pêşiya Xaçasor a Navnetewî, Cenevre, 1979

Yanî ji bo Roja sor a Kurd piştî çendîn salan tu çûyî Tirkiyê?

Erê. Yekemîn kesê ku ez çûme seredana wî jî Dr. Kemal Parlak bû. Min û Kek Kemal Parlak gava li lîseya Siwêregê dixwend me bi hev re belavok belav kiribûn û em bi hev re hatibûn binçavkirin. Ew nû bibû bijîşk. Min jê re behsa Roja Sor a Kurd kir û daxwaz kir ku bibe endamê wê.

Piştî ku 2 hefteyan ez li Tirkiyê mam bi saya Mehdî Zana û Medenî Ferho û Kekê min ê rehmetî ez ji Tirkiyê derketim.

Tu dîsa vegeriyayî Fransayê?

Erê. Gava ez vegeriyam Parîsê ez bi bijîşkên ku hîn nû hewla avakirina Bijîşkên Sînornenas didan re hevnas bûm û dîsa wê çaxê min û hevalê xwe yê bijîşk û pisporê fizîka atomî Vladimir Stichê ku hevalê min ê ji Pragê bû biryar da ku em biçin Kurdistana Îranê û li wir nexweşxaneyên seyar ava bikin û ji bo alîkariya Bijîşkên Sînornenas jî bingehekê ava bikin. Min ji bo hikûmeta Fransî nameyek nivîsand. Min tê de sipasiya wan kir û got “Di vê rewşa ku gelê min di şer de ye de ez nikarim li Parîsê bimînim” û min bûrsa wan vegerand. Bi vî awayî jî min dest bi amadehiyên çûyîn Kurdistanê kir.

Bijîşkên Sînornenas soz dabûn min ku piştî avakirina bingekê dê ew werin alî min. Di dorê de bijîşkên Kurd ên li Ewropayê mabûn. Min û hevjîna Dr. Qasimlo ligel bijîşkên Kurd ên Ewropî li bajarê Essena Almanyê civîneke berfireh li dar xist. Tevahiya wan soz dan ku dê pîştî avakirina bingehekê bi dorvgerên 4 an 6 hefteyî werin alîkariya me. Tekane cudahiya wan a ji Bijîşkên Sînornenas ew bû ku Bijîşkên Sînornenas sozên xwe girtin. Piştî ku min bingeh ava kir wan tim bijîşk şandin. Lê ji bijîşkên Kurd yek jî dîsa nehat. Merivê Dr. Qasimlo, Dr. Hesen Şatavî jî nehat. Ne ti kes ji wan hat. Ne jî ti derman neşandin.

Te got vîjdana min qebûl nake û te Parîs berda û berê xwe da Kurdistana Îranê. Li wir çi bû û çi hate serê te?

Gava ez gihiştim Tehranê Dr. Şerefkendiyê rehmetî ez pêşwazî kirim. Wî ez gihandime Mehabadê. Di 21’ê Adara 1980’yî de min û hevalê xwe Dr. Ing. Vladimir Stich me xwe gihande hev li Mehabadê. Dr. Qasimlo jî ji hatina me hayedar bû. Em jî ji nav çiyayan ketibûn Mahabadê û me bi dizî li malekê hev dît. Dr. Qasimlo weke her car rûken bû û bi Çekî ji me re got “Ahoy” yanî “Merheba”.

Wan rojan pêşmer li Senendajê di şer de bûn. Em hema derbasî wir bûn. Ji wir jî em derbasî şerên Bane û Şikakê bûn, yanî sînorê Tirkiyeyê. Vladimir neçar ma ku vegere. Ez li Şikakê mam û min nexweşxaneya seyar ava kir. Pişt re jî Bijîşkên Sînornenas ên Fransî hatin. Vê yekê heta 12’ê îlona 1980’yî dewam kir. Piştî cûntayê 2 bijîşkên Fransî li Wanê hatin girtin. Êdî me fêm kir ku ji bo hevalên me ji Tirkiyê derbasbûna Îranê ne pêkan e.

Herwiha bi vî awayî ti wateya mayîna min a li Şikakê jî nema bû. Lewra êdî ne derman dihat, ne jî hevalên bijîşk dihatin. Bi hespê ez ber bi şikeftên çiyayên ku Qasimlo lê bû bi rê ketim. Piştî hefteyekê ez gihiştim wir. Ji aliyê tendirûstiyê rewşa wir jî pir ne baş bû. Kêmasiya dermên û pisporan hebû.

Bi kurt û Kurmancî ez di nav riyên dijwar û astengiyên mezin re derbasî Ûrdinê bûm. Ji wir jî derbasî Şamê û ji Şamê jî gihiştim Ewropayê. Tekane sedema vegera min ew bû ku ez digel hevalên xwe yên Fransî yên bijîşk transfera derman û bijîşkan bi rêk bixim. Ji ber cuntayê êdî riya Tirkiyê hatibû girtin. Demildest pêdiviya me bi cerah û kelûpelên cerahiyê hebû.s

Tu çiqasî li wir mayî?

9 mehan.


Pevçûnên li wir pişt re çawa bûn?

Hîn ez li Îranê bûm şerê Iraq û Îranê dest pê kir.

Bi destpêbûna şerî Iraqê bêhtir çek dan Kurdên Îranê. Şer heta ku Qasimlo ji aliyê Îraniyan ve di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Vîyanayê hate kuştin, berdewam kir.

Lê piştî vê yekê ez ti caran venegeriyam Îranê. Digel ku min gotibû ez ê teqez vegerim û ez hatibûm Parîsê jî çênebû.

Te Qasimlo ji nêzve nas kir. Ew mirovekî çawa bû? Li Parîsê ew mamosteyê zanîngehê bû û wî kursiya xwe berda û çû şer yan na?

Dr. Qasimlo kursiya Zanîngeha Parîs Sorbonnê berda û çû çeperan.

Ew di nava lîderên siyasî de yê herî rûken ê ku min di jiyana xwe de dîtî bû. Di temeneke gelekî civan de ji bo perwerdeyê çûbû Ewropayê. Di şert û mercên gelekî baş de perwerde dîtibû. Beşeke dirêj a emrê xwe li bajarê Pragê derbas kiribû. Digel vê yekê jî di demeke gelekî kurt de neçar mabû ku di stargehên çiyayan de bijî. Lê di wan şertên xedar de jî wî ti caran bişirîna rûye xwe, kenê xwe û henekvaniya xwe ya tenik neterikand.


We bi hev re bi Kurdî yan bi Çekî diaxivî?

Gava ku kes tune bû zimanê me Kurdî bû. Lê gava ku em li çeperan bûn me bi Çekî xeber dida.

Devera ku Qasimlo lê ji dayik bûyî sînoreke balkêş bû. Lewra li wê deverê him Kurmancî û him jî Soranî dihat axaftin. Ji ber vê yekê rehmetî him Kurmancî, him jî Soranî gelekî baş diaxivî.

Tekane lîderê Kurd ê ku dikarî van her 2 zaravayan ewqas baş biaxive û binivîse ew bû.

Dr. Qasimlo û Kamiran Bedirxan, her du jî li Parîsê man û li wir jiyan. Riya wan qet bi ber hev ket an ti têkiliyên wan çêbûn?

Her du jî di heyamên cuda de li Parîsê man. Mîr Kamiran Bedirxan di 1977’an de çû ser dilovaniya xwe. Dr. Qasimlo jî di 1978’an de hate Parîsê.

Wan hev nas dikir. Lê bi hev re li Parîsê neman.

 

Soner Yalçin di nivîseke xwe de behsa Kamiran Bedirxan dike û dibêje “Parîs paytexta sirgûntiya welatê me ye…” Bi rastî jî gava em li dinêrin  gelek siyasetmedar li wir mane. Gelo ev tesadûf e ji te be?

Na ne tesadûf e. Malbata Bedirxaniyan ji bo siyasetmedarên Kurd “Riya Parîsê” vekir. Wan ji bo yên li dû xwe bingeh ava kirin û bi saya Bedirxaniyan Parîsê ji bo gelek siyasetmedarên Kurd mazûbanî kir. Rêzdar Dr. Tarik Ziya Ekincî jî di nav de…


Him Kamiran Bedirxan û him jî Qasimlo perwerdene baş ên Ewropî wergirtine. Qariyerên wan hebûn. Ez merak dikim gelo di heman demê de ew mirovine kevneparêz bûn an na? Wek mînak gava ku hinekên ji wan biçûktir bixwastana destên wan ramûsin wan didan ramûsandin?

Min ti caran nedît ku wan destên xwe bi kesî dane ramûsandin. Ew her du jî ji çanda Kurdî ya qedîm dihatin û xwedî kesayetine bi hêz bûn. Ji ber vê yekê wan, mirovên civan weke kesayet dipejirandin û mazûbaniya wan dikirin. Qehwe û konyakên wan bi xwe, bi destên xwe  didan ber wan. Yek ji sedemên din ên ku wan dike kesayetine Kurd jî ew bû ku wan yê li hember xwe wek MIROV qebûl dikir û dîsa wek mirovan li hember wan tevdigeriyan. Wan ti caran li temenê mirovan, li zayenda mirovan, dewlemendiya mirovan û perwerdeya mirovan nedinêrî.

Di wêneyê da: malbeta Yekta Uzunoglu

(beşa pêşin li vir bixwînin: http://krd.riataza.com/2019/03/04/hevpeyvina-ulas-boz-bi-dr-yekta-uzunoglu-ra-1/)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev