Hunermendekî dilnizm: Strango Biramano

Hunermendekî dilnizm: Strango Biramano

Mela Mihyedîn

 

Çawa derket pêşberî min nizanim û nayê bîra min lê dema min li dengê wî guhdarî kir gîyan û mejîyê min hebekî din paktir bû û barên wan hebekî din siviktir bû. Dengê wî wekî çemekî hêdî hêdî bi dengê muzîkê re diherikî û diçû. Muzîka wî wekî terapîyê. Bi qasî muzîka wî fikrên wî jî têra xwe xurt û perspektîfa wî têra xwe berfireh e. Me pirsên xwe ji cenabî wî kir û wî jî bi bersivên xwe em şad kirin.

 

Tu ji me re dikarî qala jîyana xwe bikî. Strango Biramano kî ye?

Ji Mêrdînê me. Dibistana pêşî li gund, ya navend û lîse li Mêrdînê xwend. Li Wanê fakulteya tibbê min qedand û gellek tiştên din. Bi rastî ev pirseke ku bersiva wê bêdawî ye, ez nizanim bê ez ê ji ku dest pê bikim û li ku rawestim. Bi kurtî “dildarê mûzîk û çanda Kurdî me.” 

Ji bilî muzîkê bloga te jî heye (bira-me.blogspot.com). Li wir fikir û ramanên xwe dinivîsî. Ji kengî ve ye te dest bi blogerîyê kirîye?

Nêzî salekê ye min dest bi nivîsa blogê kiriye. Her çi qasî ku mirov xwediyê bîrekê be jî, gellek tiştan ji bîra dike. Bi xweşî be an jî bi tahlî be mirov divê fikr û ramanên xwe an jî serpêhatiyên xwe, par ve bike, bi min ev rastiyeke civakî ye.

Li ser bloga xwe te albûma nû ya Ciwan Haco daye ber rexne. Sedemên van rexneyên te çi bûn?

Ciwan Haco, ji bo min û, ez dibêm qey ji bo gellek ciwanên kurd, îdolê mûzîkê bû/ye. Her çi qasî ku ez hê jî bi heyranî li stranên wî yên berê guhdarî bikim, ez nikarim bêjim ku her du-sê albûmên wî yên dawî mîna yên berê serkeftî ne. Dibe ku tundiya rexneyên min ji ber hêviyên min ên zêde be. 

Meraqa muzîkê kengî li te peyda bû û ev ji kengî ve ye te dest bi muzîkê kirîye?

Bersiveke klasîk e, ez bawer im mûzîk bi mirov re diwelide û heta ku dimire jî pê re ye. Ev bi hinekan re xwirt e, bi hinekan re dibe ku lawaz be. Bêguman ew ê, aliyên vê şîyanê yên genetîk, malbatî, civakî û dorhêlî hebe. 

Bi saya Rojbîn Kizil Mashupa Kurdî (Kurdish Mashup) li ser malperên medyaya civakî deng veda. Gellek muzîkjenên me jî dest bi xebatên Mashupê kirin. Li ser vê yekê tu çi difikirî?

Ez wekî mirovekî Kurd, ji çanda populer a ku li ser hîmên “xerckirinê”  ava bûye,  dûr disekinim. Ez ne li dijî modernbûna mûzîka kurdî me. Bi kurtasî; Hinek dikin û hinek jî çavên wan tenê li “xerckirin û xwarinê“ ye. Dibe hinek bêjin ku “mûzîka kurdî didin nasandin, çima dijberiya wan tê kirin?”. Bi min ev ne xebatên danasîna çanda kurdî ye. Ez van helwestan rast nabînim. 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ez ji klamên dengbêjan heta bi yên heavymetalê ji gelek terzan hez dikim. Lîsteya min ji Şakiro dest pê dike û ji Metallîcayê derbas dibe, her roj hinek navên nû lê zêde dibe.

Tu kîjan muzîkjena/ê wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî?

Ez nikarim tenê navê yekî/ê bêjim. Bêguman hemû dengbêj û stranbêjên klasîk û Ciwan Haco, Şivan Perwer, Nizamettîn Arîç … 

Herkes dikare stranan bêje û bibe hunermend?

Ev pirs rehet bû, ez berê lê xebitîbûm 😉 . Her kes dikare stranan bêje lê mixabin her kes nikare bibe hunermend. Yên ku karibin berhemên hunerê biafirînin, hunermend in. 

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Ne di asta mûzîka cîhanê de ye, lê gelek xebatên hêja jî têne kirin. Gellek hunermendên nû karên xweş dikin. Hêvî heye. 

Çi cudahî di navbera “stranbêj” û “hunermênd” de heye?

Li ser ruwê cîhanê, baş-xerab, her kes stranbêj e; ba jî, çem jî, derya jî stranbêj e. Weke min bîstka din jî got, hunermend afirîner e. 

Albuma herî bêtir li ser te bandor kirî kîjan bû?

Ciwan Haco, “Sî û Sê Gule”, efsane ye. Careke din albûmeke wilo serkeftî nayê qeydkirin. 

Li ser muzîkjenên kolanê yên Kurd çi difikirî?

Muzîk li her derê ye, cihê ku tevger lê hebe, muzîk jî heye. Kî bixwaze, divê karibe li her deverê, stranên xwe bi rehetî bibêje, ev tercîhek e.

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Em ji civakîbûnê ber bi takekesîyê ve bi lez diçin. Mirov carinan bi xwe re jî dikeve pevçûnê. Helwesta populerbûna mirov, derfetê nade xebatên koman.

Têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Bi min helbest jî xwediyê melodiyekê an rîtmekê ye. Helbest, vegotineke fonetîk e jî ku li ser ahenga dengan ava dibe. Her helbest mîna muzîkê hêstan bi mirovan re peyda dike an jî hêstên mirovan gur dike. Muzîk jî di nava hêstan de veşartî ye. 

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Ev pirseke pir hêsan bû, lê bersiva wê pir dijwar e. Ez naxwazim bêjim ku “kîjan muzîk bi te xweş bê, ew muzîk baş e”. Ji ber ku baş û xerab termên bingehîn yên estetîkê ne. Ne mimkun e ku baş an jî xerabeke mûtlaq/teqez hebe, her dem dikare biguhere. Lê otorên vî karî kêm zêde dikarin bersiva vêya bidin û ez dibêm dê ev jî ne bersiveke teqez be. 

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjenên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Me di serî de got ku, îro bêtir, çandeke li  ser “xerckirinê” serdest e. Ji ber vê yekê ez tora medyaya civakî û hejmara şopîneran weke qîyasa qalîteya hunerê napejirînim. Divê mirov li ser vêya nirxandineke psîkososyal bike. Em di demeke “androîd” de derbas dibin. Di vê serdemê de aqlê me û hestên me jî ne ji kîsî me ne. Em nema dikarin bêyî amûrên androîd û înternetê sebir bikin. Kêm kes mane ku bi sebir karibin, romanên ji hezar rûpelî ên klasîkên cîhanê bixwîne… Xwendin bi mirov re çandeke xweser jî ava dike, wekî din mirov hemû dişibin hev. 

Di dawî de, spas dikim ji bo vê hevpeyvîna xweş û sernavê wê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev