Ji Receb Dildar Berhemeke Dîrokî

Ji Receb Dildar Berhemeke Dîrokî

Rohat Alakom

 

Romana Receb Dildar a bi navê Leqat (Weşanxana Dara, 2018) ne tenê bona xwendevanên sade, bona dîrokhezan hin jî balkêştir e. Wek berhemeke giring dikare bê hesibîn ku bi zimanekî edebî qala bûyereke dîrokî ango Serhildana Şêx Seîd (1925) dike. Dîroka zordestiyên piştî serhildanê heta salên 2000 li Kurdistana Tirkiyê her berdewam dikin. Roman herweha qala Cemîl, xortekî ku dîroka malbata xwe lêdikole, dike. Roman çend zehmetiyên dîroka devkî jî radixe ber çavan. Ji serî heta dawiyê bîna dîrokê ji vê romanê difûre.

Heta niha çend berhemên nivîskarê kurd Receb Dildar wek pirtûk derketine. Wî, bi awayê helbestan dest bi nivîskariyê kiriye (2003), karê xwe bi çend pirtûkên kurteçîrokan domandiye û bi vê berhema xwe ya dawîn derbasî awayê romanê bûye. Peyva leqat piştî çinîna zeviyan ji similên bermayî re tê gotin. Di kurdî de şuna leqat peyva parêze jî tê bi kar anîn. Carina gundiyên belengaz tûrikê xwe hildidin dikevin nav zeviyan, similên tek-tuk bermayî (leqat) berhev dikin, bona debara xwe pê bikin. Hin caran gundî heywanên xwe berdidin van zeviyan ev leqat ji wan re dibe çêre, alif jî. Nivîskar di dawiya romanê de peyva leqat wek metafor (mecaz) bi kar tîne. Mirov dema lêkolîneke dîrokî dike mîna berhevkirina leqatan, yeko yeko, lib lib, heb heb li pey agahî û zanyariyên dîrokî dikeve. Karê lêkolînê di romanê de dişibe karê kirina leqatê. Angorî nivîskar, agahiyên dîrokî bi tenê bi saya van zanyariyên berhevkirî (bi fena similên leqatkirî) dikare derkeve ronahiyê.

Roman qala malbateke kurd dike. Lehengê romana malbatê Hesê Karazî ye. Navê wî yê rastîn Hesen e, lê belê di nav gund de bi navê Hesê tê nasîn, li derveyî gund Hesê Karazî. Ev peyv ji navê gundê wan tê, navê gund Karaz e, nêzî bajarokê Licê dimîne. Hesê Karazî naçe leşkeriyê dibe qaçax û firarê dewletê, paşê tevî Serhildana Şêx Seîd dibe (1925). Kesekî xizan û belengaz e. Gelek tişt ji destê wî tên. Di dawiyê de dibe goriyê qezayeke trafîkê, can dide. Li pey xwe navekî dihêle. Nevî û nevîçirk navê wî didin jîyandan. Nivîskar paşê bi alîkariya xewnên şevan nasiya Hesê Karazî dide van nevî û nevîçirkên wî ji bo demeke kurt bi hevra derbas dikin. Di dawiyê de roman dibe berhemeke wek bûyernameyeke (kronika, vakanuvis) malbatî.

Piraniya bûyerên romanê li çend gundên li derdorê Amedê (Dîyarbekir) derbas dibin. Dema zar, nevî û nevîçirkên malbatê mezin dibin vê carê berê xwe didin nav bajarên mezin, heta Stembolê diçin. Em di romanê de rastî temsîlkarên çar nifşeyên vê malbatê tên. Hesê Karazî, kurê wî, nevî û nevîçirkê wî. Çawa tê zanîn di nav kurdan de edet e dema yek dimre bona hurmet û bîranîna wî/wê heman navan li zarokên wan jî dikin. Bi kurtî di romanê de serpêhatiyên du Hesanan û du Cemîlan hene. Piraniya bûyerên ku di romanê de derbas dibin di sedsala 20an de diqewimin. Dema qala dîroka malbatê tê kirin navê mezinên malbatê jî tên bîranîn ku berî sedsalan jîyane. Lehengê romanê Hesê Karazî dema xwe dide nasîn wek mînak wiha dibêje: “Ez ji malbata Evdî û torinê Kemalê Mîlî me”.

Di romanê de serpêhatiya malbatê û dîroka kurdan bi paralel dimeşin. Carcar nêzî hev dibin, dikevin zikê hev û carcar ji hev bi dûr dikevin. Jîyana malbatê dibe perçeyekî jîyana polîtîk. Roman bi Serhildana Şêx Seîd dest pê dike. Hesê Karazî û çend hevalên wî tevî vê tevgerê dibin. Roman beşa bi navê Şewat dest pê dike. Pêşiyê nivîskar weşîna pelên daran bi zimanekî gelek xweş tesvîr dike. Paşê derbasî mijara şewata mala Hesê Karazî dike. Leşkerên tirk nîvê şevê dora mala wî digrin. Dema dinêrin tu deng ji malê nayê êgir berî mala wî didin, dişewitînin. Tirs û xof, êş û kedereke mezin dadigre ser vî gundê kurd. Weşîna pelan, bilindbûna alavên êgir di romanê de wek nîşanên kambaxiyê û malwêrankirinê tên pêşkêşkirin. Peyvên weşîn û şewat gazî hev dikin. Çawa xuya dibe firar û qaçaxekî dewletê, mehkûmê çol û çîyan, serê rêyan di dawiyê de biryara xwe dide bona rizgarkina Dîyarbekirê tevî Serhildana Şêx Seîd bibe. Ev keleş û zorbemêrê bi navê Hesê Karazî tiştekî ku zêde winda bike jî tune ye. Qet nebe navekî li pey xwe dihêle, navekî ku jîyana xwe ji emrê wî zêdetir dide domandinê. Navekî ku di dawiyê de dibe milkê dîrokê, mijara romanekê. Lêbelê çawa tê zanîn Serhildana Şêx Seîd ji ber çend sedeman têk diçe. Zordestiyên li hemberî kurdan her diçin zêdetir û tîr dibin. Hişkayî, mehsûla xerab, tunebûn û xizanî birçîbûneke mezin di nav gel de peyda dike. Rewşa kurdan yekten xirab dibe. Malbata Hesê Karazî jî ji vê zilmê û perîşaniyê nesîbê xwe distîne. Ew û Eliyê pismamê wî dikevine rê, berê xwe didin gundê Karazê. Elî ji sînga xwe ve giran birîndar dibe. Rewşa wî gelek xirab e. Bi zorê ligel Hesê Karazî rêwitiyê dike. Tên cîhekî êdî nikare nefesê hilde, li ber mirinê ye. Destmala ku dilketiya wî Esmerê berî demekê dabûyê derdixe dide hevalê xwe Hesê Karazî bona ku teslîmî Esmerê bike. Elî demekê şunda di rê de dimre. Hesê Karazî tîne wî di şkeftekê de vedişêre, binax dike. Paşê bi dilekî kul û birîn berê xwe dide gund.

Piştî Serhildana Şêx Seîd mirov dikare bi giştî bêje ku kurd hêvîşkestî dimînin. Nivîskar carcar xwe dispêre çend dîtin û ramanên yek ji wan ronakbîrê kurd ango Fehmiyê Bîlal ku wek sekreterê Şêx Seîd tê nasîn. Navê Fehmiyê Bîlal di çend cihên romanê de derbas dibe. Nivîskar wî wek şêwirmend û lehengekî rûmetê yê romanê dihesibîne û wî dem dem bi bîr tîne. Helbesteke wî ya bi navê Giliya Daran jî di romanê de tê weşandin. Rêzeke helbestê nîşan dide ku “Heta kurd destgir û piştgirên neyar bin” xelas nabin. Xwendevan jî wek mirovekî zane û maqûl gelek sebra xwe bi navê Fehmiyê Bîlal tîne.

Di yek ji wan beşên dawîn de xwendevan xwe di salonekê de dibîne. Xortekî 18 salî bi navê Cemîl dixwaze di derbarê dîroka malbata xwe de gotarekê bi alîkariya fîlmekî pêşkêş bike. Civîn ji aliyê nevîçirkê Hesê Karazî ve amade bûye. Ev xort tenê qala çar nifşan, temsîlkarên çar malbatan dike ku navên wan Hesen û Cemîl in. Ew xwe wiha dide nasandin: Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî. Çawa me berê jî gotibû piştî bav û kur, nevî û nevîçirk jî angorî edetên kurdan navên Hesen û Cemîl li xwe kirine. Beşa here dawîn a romanê ya bi sernivîsa “Her ku min kola rastî bîrên bêbinî hatim” hêdî hêdî dibe derseke dîrokî mîna beşa pirtûkeke lêkolînên dîroka devkî. Piştî xwendina vê beşê heyraniya min di derbarê romanê de zêdetir bû. Lehengê romanê Cemîl ji ber tunebûna çavkaniyên nivîskî, mecbûr maye gelek kes gundar kirine. Ew, giringî û zehmetiyên lêkolînên dîrokî wiha tîne ziman: “Di nav vê tariyê de, ez bi serê derziyê li ronahiyê digerim”. Dema ev xortê bi navê Cemîl dîroka malbatê dikole, pê de diçe, tê li cîhekî disekine. Dibîne ku dawiya vî karî nayê û quweta wî têrê nake. Tenê heta nivîsîna serpêhatiya Hesê Karazî tê. Cemîl serpêhatiyên bavikên xwe, serpêhatiyên kal û bavên xwe yên berî Hesê Karazî jîyane, kesên wek Evdî û Kemalê Mîlî dihêle paşê. Divê ew xwe bighîne çend hûraliyên dîroka malbatê. Nivîskar dîsa vedigere ser navê romanê û peyva leqat tîne bîra xwendevanan. Her simila bermayî, her heb û her lib genim ên di hundirê wan de çend rol û fonksîyonên edebî û hunerî di romanê de dilîzin. Bi taybetî jî tehrê berhevkirin û rengên wan similan, heb û libên di hundirê wan de. Cemîl bi hewcedariya agahî û zanyariyên nû ye. Ew, giringiya van agahiyan wiha tîne ziman: “Hêjayiya her lib genim ji bo min bi malê hemû cîhanê ye”. Li vir nivîskar peyva lib bona pirtikek zanyarî bi kar tîne. Peyvên zer, zêr, birqok mîna rengên similan her ronahiyê dibarînin. Tavilê zerîniya rojê, tîrêjên rojê tîne bîra xwendevanan. Ev hêza mezin a xwezayê ya zerîn wê tarîtiya ku li ser dîroka malbatê de dagirtiye belav dike. Wek mînak nivîskar rengîniya zerîniya simileke genim wiha dide nasîn: “Di bin tava hezîranê de wek zêrekî bîst û çar eyar diçirise”. Peyva diçirise gelek tiştan dikare îfade bike.

Dema mirov van beşên dawîn bi baldarî dixwîne mirov di navbera vî xortî û nivîskar de dikare bi rehetî hin pareleliyan bikşîne.Wisa xuya dibe ku nivîskar ji jîyana xwe, ji jîyana malbata xwe beşek tişt tevî mijara vê romanê kiriye. Lehengê romanê Cemîl gelek dişibe nivîskarê romanê. Kesê ku li vir di romanê de li ser malbata Hesê Karazî semînerekê dide û kesê ku li ser heman malbatê ev roman nivîsiye belkî jî eynî kes in. Vî lehengê romanê karên xwe yên lêkolînî di derbara dîroka malbata xwe de êdî qedandiye, nivîskar jî çawa em dibînin romana xwe êdî berbi dawiyê tîne. Roman bi vî awayî dibe berhemeke nîv-otobîyografîk.

Di romanê qala edetên kevn ên zewacê jî tê kirin. Di van salan de rewşa jinan ne zêde baş e. Xwendevan dema tê nîvê romanê pêşiyê rastî serpêhatiya jineke bi navê Fatê û dû re rastî serpêhatiya Eyşo tê. Serpêhatiyên van herdu jinan, du beşên romanê pêk tînin. Eger em herdu beşan bînin bal hev em dikarin van tekstan bi tevayî wek raporeke ser rewşa jinan jî binirxînin (rûp. 59-100). Çawa em dibînin ne Fatê ne jî Eyşo dilşad e. Di navbera herdu beşan de nivîskar beşeke piçûk ku ji çar rûpelan pêk tê jî cîwar kiriye. Li vir jineke bênav tê nasandin ku gelek dilşad e. Belkî ji nivîskar xwestiye bi saya vê teknîkê rewşa jinên dilşad û nedilşad bide ber hev. Fatê û Eyşo jinên lehengê romanê Hesê Karazî ne. Zarok ji Fatê çênabin û Eyşo dibe xwediyê çend zarokan. Fatê bi vê yekê diêşe, qebûl nake, dibe keseke gelek hêrsok. Carekê lê dixe çavekî Eyşo birîndar dike. Ne tenê zordestiyên mêran li hemberî jinan, pevçûnên di nav jinan de jî zêde dibin. Wek mînak dema zewacê bona ku bûk şeva pêşîn li dijî mêrê xwe dernekeve jinên salbihurî zava hîn dikin ku bi çend çoyan (şiv) bûkê bitirsînin. Ev yeka tê serê Fatê jî. Yan jî dayîk kurên xwe hînî vê yekê dikin. Zordestiyên mêran li hemberî jinan ne bese, îcar jin jî tevî vê zilma li dijî hemcinsên xwe dibin: “Lê yên ku kurê xwe ji boyî li bûkê bixin hîn dikin jî dîsa pîrek (jin) in”.

Zimanê romanê bêqisûr e. Ez bawer dikim ku kurdî ancax evqas xweş dikare bibe zimanekî romanê. Mirov vê yekê bi vekirî hema di destpêka beşa yekem a romanê de dibîne. Dema pelekî darê diweşe dikeve erdê, pelên din didin pey, nivîskar bi hostatîyeke mezin livîn û tevgera van pelan li ser erdê mîna qelebalixa komek mirov bi candarî tesvîr dike: “Bizdonekên ba û baranê bûn”. Nivîskar vê weşîna pelên daran dişibîne belavbûn û têkçûna tevgera kurd a sala 1925. Lehengê romanê Hesê Karazî ku tevî vê tevgerê dibe, encamên vê binketina kurdan bi zarekî êş û keder wiha tîne zimên: “…wek berfa biharê li ber çavên min diheliya”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev