Hin nêrînên min li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê

Hin nêrînên min li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê

Qasimê Xelîlî

 

Ev Rêber, komxebateke Weqfa Mezopotamyayê ye. Li gorî agahîyên di serê pirtûkê da hatine dayîn da nûnerîya her parçeyeke welêt bi zimannas û lêkolînerên zimên hatiye kirin. Bi mebesta derxistina Rêberê, ji 14.03.2015an heta bi 12.07.2017an heft civîn hatine lidarxistin.

Di pirtûkê da, navên hejdeh kesên beşdarî xebatan bûne weha hatine diyarkirin:

Dr. Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dr. Dilbirîn Evdila, Dr. Evdilwehab Xalid Mûsa, Dr. M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Dr. Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Dr. Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Dr. Zulkuf Ergun

Her çi qasî serdeborîya nivîsandina kurdî, berîya niha bi sedan salan bi riya medreseyan û bêhtir jî bi tîpên erebî dest pê kiribe jî lê dîse agirê pêtala nivîsandina kurdî, pêşî di sala 1930î de bi “Rya teze” ya kurdên Ermenîstanê bi alfabeya latînî (alfabeya latînî ya kurdên Sovyet, ku Erebê Şemo sala 1928an amade kiribû) dest pê kir û di pişt ra ev agir, bi tîpên latînî bi ”Hawar”a Celadetê gornbuhuşt di sala 1932an da gur bû, geş bû û belav bû. Gornbuhuştî, têra xwe ji kurdî ra kir û bi xebatên xwe yên pîroz ava kurdî berda coyekî. Ew av li gel her astengîyên nedîtî,  her çi qas dem bi ser da çû herikî, boştir û xwerttir bû. Çi kêm çi zêde bi awayekî xwezayî nîvstandardek ji kurdî ra bi domîna demê ra çêbû lê ti caran nîqaşên rastnivîsînê xilas nebûn û alozîya hin mijaran zelal nebû.

Ji bo rastnivîsîna kurmancîyê cara pêşî di sala 1997ê da li Swêdê ji hêla Arif Zêrevanî ve derket bi navê Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê rêberek derket. Lê mixabin ev xebata pîroz li welêt zehf nehate dîtin. Di pey vê xebatê ra di 2012an da ji alîyê Mistefa Aydoganî ve kitêbek bi navê Rêbera Rastnivîsê derket. Vê xebata dawî her çi qasî eleqayeke mezin dîtibe jî lê dîse ji bo lihevkirineke berbelav a di nivîsandinê da têra xwe bi ser neket. Pêdivî bi konsesuseke mezin hebû. Ev komxebat gelo wê wan hêvîyan pêk bîne dem wê vê yekê diyar bike.

Çi qas kurdînivîsek û xemxwerekî kurdî hebe, ez jî di nav da, ev digotin: “Mixabin me sazîyeke zimên nîn e, me ji van kul û derdan rizgar bike û standardekê ji zimanê me ra çêbike û me ji van dehserî û sergêjîyan xilas bike.”

Aha êdî li vir ji boy pêkhatina van xwezîyan sazîyek hate sazkirin: Weqfa Mezopotamyayê û bi dest xebatên xwe yên xwebexş ên zimên kirin. Ji bo rêbereke rastnivîsînê amade bikin, komxebatek hate çêkirin û di encamê da ev Rêber hate bidestxistin.

Berîya ez rexne û nêrînên xwe yên li ser vê Rêberê bibêjim, dixwazim vê bînim zimên:

Bê çi kêmasî tê da hebin bila hebin divê her kurdînûsek li vê xebatê xwedî derkeve û vê rêberê bixwîne. Heger rexne û nêrînên wan weke min li ser vê xebatê hebin bila bi awayekî, wan rexne û nêrînên xwe bigihînine weqfê. Ez hêvî dikim ev xebet; her sal li gorî rexne, fikr û nêrînên nû dê were rojanekirin.

Dema min nû bihîst xebateke bi vî rengî tê kirin, bi rastî weke her kurdekî xemxwerê kurdî ez jî ne îş zêde dilşa bûm. Bi hêvîyên mezin û bi kelecanê, ez li benda encama vê komxebatê û vê rêberê bûm. Lê bi rastî dema pirtûk kete destê min û min bi dest xwendinê kir ez parîyekî xeyalşikestî bûm. Lewra min ji pirtûkê hêvîya çareserkirina mijarên aloz dikir lê gelek mijarên nîvzelalbûyî jî mixabin hebeke dî hatibûne alozkirin. Weke mijara veqetandekên nenasyar, weke Dê’ya dema bê, weke çêkirina lêkerên tebatî, weke mijara tewanga hundirîn, weke hejmarnavên rêzîn û hê gelek mijarên din jî…

Hêvîyên min ji vê xebatê gelek bûn weke min hêvîya çareserkirina enflasyona têrmên rêzimanê dikir lê têrmine nû diyarî me kir, weke min bixwe hêvîya çareserkirineke gihaneka KUyê dikir, min hêvîya çareserkirina cihnava pirsîyarîyê ya KÛyê dikir, min hêvîya çareserkirina alfabayê dikir lewra 31 herf bi rastî ji kurdî ra kêm in û hê gelek hêvîyên din lê mijarên bi vî rengî dest li ser nehatiye danîn.

Dema ev xebat hatiye kirin, pirtûka birêz Mistefa Aydogan ya bi heman navî weke pêşnûma hatiye qebûlkirin û xebat li ser wê meşîye. Vêca giranîya fikr û nêrînên wî mixabin darîçav e. Divîyabû di xebatek weha da nûnerîya fikrên beşdaran weke hev bûna.

Vêca felsefeya birêz Aydogan a rêziman jî bi kurt û kurmancî ev e: kêmqaîde û parastina dirûvên peyv û qertafan.

Ev mentiqekî çewt e bi ya min. Herçî ziman e tim û tim li barsivkahîyê digere. Ji bo her barsivikahîyekê rewşên awarte derdikevin û ji bonî wan jî zimanzan li gorî axaftinên herî belav rêzik û rêbazine nû derdixin. Ev yek zimên bi pêş diêxe neku aloztir dike. Lê li gorî felsefeya Aydogan û rihê vê rêberê her qaîdeyeke nû sergêjîyek e.

Lê li gel vêqasê jî ev xebateke zehf pîroz e. Destpêkeke bêhempa ye ji bo kurdî. Divê em lê xwedî derkevin. Tiştên tê da ne ayet in. Helbet di xebatên bê da yeko yeko dê bêne sererastkirin û pirtûk her sal dê bihêztir û dewlemendtir bibe.

Ez di dawîyê da dixwazim spasîyên xwe yeko yeko ji camêrên keda wan ketiye vê xebatê ra bikim. Riya we vekirî be, keda we ya pîroz sax be.

Nîşe: Ji bo piştgirîyê, min bi nivîsîna paşdaçekan dest pê kir. Li gorî Rêberê êdî ez ê paşdaçekên DE û REyê weke DA û RAyê binivîsim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev