Nameyên evînî -71

Nameyên evînî -71

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez niha rast im, tu herdem rast î. Te dî li her welatî, belkî cem we jî, dibêjin mişterî herdem rast e, ku alavên xwe bifiroşin. Vêca ez jî hewil didim evîna xwe belaş bifiroşime te. Eger te maçek, an bişîrinek da, ezê gelek sipasdar bim.

 

¤¤¤
Derûnîya te dîsa ji cî leqîyaye. Tu çawa dikarî derheqa min da wisa bifikirî?
Qesda min ev bû: dema tu dest ji min bikişînî, an jî bera min bidî, ezê bo te biêşim, ji ber ku tuyê bê evîn bimînî, ji ber ku ez zanim tuyê demeke dirêj xênji min nikaribî ji tu kesî hez bikî. Lê ezê bo xwe neêşim, ku ez bê te dimînim. Ji ber ku ezê bêjim madem Nurayê biryar daye, dêmek wisa jê ra baştir e, ez jî her tiştê ji Nurayê ra baştir e, hez dikim.
Mirov wê demê diêşe, dema tiştekî an jî keseke hinkûfî xwe winda dike. Di binhişê min da herdem jî tiştek rûniştîye, ku ez ne hinkûfî te me, loma ewê alî min bike ez neêşim.

 

¤¤¤
Ez niha li mal im, dilê min.
Ez herdem jî ji te bawer dikim, ku tu ji min hez dikî. Ev pirs nayê minaqeşekirin. Ez ji xwe bawer nakim, ku tu ji min hez dikî. Ez ewqas ji te hez dikim, ku di xewnan da jî xewnan dibînim, ku bikaribim bawer bikim, ku tu a min î.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev